Jinên Cizîrê: We hertim şewitan, lê emê dîsan avabikin

- Newaya Jin
576 views

Jinên ku piştî hefteyekê şûnde encax karîn bên Cizîra ku dewletê li ser her cure êrîş, tevkujî û ji bo li cih û warê xwe koç bikin her rê û rêbaz pêk anîbû, dîsan kolanên ku şop û nîşaneyên şereke pirr giran radixist ber çawan; li aliyekê ji bo malên xwe bi ser hev de bînin zend û bendên xwe badidin, li aliyekê jî dibêjin: “We pirê caran hilweşand, lê me dîsan jî ava kir û emê dîsan avabikin.”

Li Cizîra ku dewletê her şêweyên şerê qirêj li ser ceribandibû, di nav xirbeyên xanî û kolanan de rûyên biken yên zarok û nêrandineke hişk a li ser rûyê jinan xwe di der, pêşwazî dikirin kesên di nav şermê de vedigerîn bajêr. Cizîra Botan warê kesên ku digotin “Me berxweda û em teslîm nebûn” ji niha ve navê xwe di nav rûpelên dîrokê de xîz dikirin. Dibe Cizîr îro birîndar be, lê ji bo ku birînên xwe bipêçe dîsan xwe li kevneşopiya berxwedanê digire. Her kolaneke Cizîrê çîrokek xwe û her kesek ku di van kolanan de jiyana xwe ji dest da jî bîranîneke xwe heye. Ji bo yên Cizîrê baş dizanin jin û zarok in yên ku mohra xwe li vî bajarî xistin. Ev tenê sehneyek ji şer nîne, rastiyek li vir hatiye jiyan kirin, xaniyên hilweşiyayî û dîwarên hatine hilweşandin, şewitandin û malên hatine talan kirin. Di nav bîbilkên çavê zarokan de keneke bi hezn, dilşikestî, lê ewçend jî serbilind û şanaz tê xuyan. Û jin… Ji bo jinên ku zend û bendê xwe badane û dixwazin Cizîrê ji nû de avabikin, bersiva pirsa ‘çima wiha bû’ pirr zelal e: ”Ev encama polîtîkayên dewletê yên dijminahiya gelê Kud a hezar salî ye ku dîsan xwe da der.”    

Ji ber vê yekê, bi awayeke kerb dest bi avakirina xanî û kolanên wêran bûyî dikin. Serhilsan û hêrsa jinên li taxa Cudî ku herê zêde ew der hatiye wêran kirin, dikare me bigihîne îfadeya herê rast a vê yekê.    

‘Ez dev ji cih û warê xwe bernadim’

Fatma Îden a ku behsa rojên şer ên giran dike û dide diyar kirin ku topek li mala wê dikeve û ji bo vê jî neçar dimîne ji mala xwe derkeve, li ber derî me pêşvazî dike, vedixwîne hundir û yekser cihên wêran bûyî nîşanê me dide. Îden balê dikşîne ser rewşa ku ew di nav dene û dibêje:Duh baran barî û li ser ban av diherikî hundir. Doşek û xaliçeyên me hemû di nav axê de mane. Qilîma, televîzyon û serinca me şikandine, tu tiştek ku em bikaribin bikar bînin nemaye. Îden her wiha carekedin dubare dike û dibêje ku ew ê dev ji cih û warê xwe bernede. “    

‘A dikeve ser milê me xwedî li bîranîna wan derketine’

Fatma dide diyar kirin ku ev fermana dewletê ne yekem zilme ku li dijî gelê Kurd pêk tê û wiha didomîne: ”Dewletê derdora me dorpêç kir. Li ser serê me ferman anîn. Zarok hatin qetil kirin û zarok di zikê diya xwe de hatin kuştin. Zarokên 10, 12 salî qetil kirin. Heya lewir jî kuştin. Lê emê dîsan jî dev ji axa xwe bernedin. Bila malê me biçe, emê ji nû de xaniyên xwe ava bikin û li ser axa xwe bijîn. ‘Jêrzemînên hovîtiyê’ kolanek ji me dûr e, bêhna vê tê. Perçeyek ji dilê me li wê jêrzemînê de ma. Êdî a ku dikeve ser milê me xwedî li bîranînên wan derketine. Xwezî tiştek bi wan nehatiba bila hemû Cizîr wêran biba.”   

‘Em alikariya wan naxwazin’

Hatîce Atay jî yek ji wan kesane ku beşek ji mala wê di rojên ku şer û pevçûn dijwar bibûn  hildiweşe û neçar dimîne ji mala xwe derkeve. Û Atay wiha qala wan rojan dike: “Em li mala xwe bûn, maşînin zirxî nêzîkê deriyê me bibûn û her cihê ku dikevidişewitandin. Em bê av û bê xwarin man. Em 41 mirov di mutbexekê de diman. Perçeyên top an li xaniyê me diket. Herê dawî dema perçeyên bombê li zarokên min ketin êdî me nakarî ku li wê derê bimînin û em neçar man derkevin.”

Hatîce bertek nîşanê axaftinên serokwezîr yên wek ‘me paqij kir, emê niha jî arikarî bidin’dide û dibêje: “Bila alîkariya me nekin, emê hemû karê xwe bikin. Pêdiviya me bi alîkariya wan nîne. Bila Erdogan dest komkujiyan berde, em tiştek din naxwazin. Bila me li ser axama rehet bihêlin. Zarokên me di jêrzemînan de şewitandin, dayîkên wan zarokan heya 100 metreyan nêzî jêrzermînê bibûn, lê nehîştin ku ew dayîk bigihin zarokên xwe û girtin. Bi rojan birîndarên me di jêrzemînan de di rewşeke herê giran de hiştin. Emê van tiştan tu caran ji bîr nebin û nedin bîr kirin.”    

‘Em negihan hawara wan’

Seadet Meydan di nav xaniyê xwe yê ku niha êdî derveyê xirbeyekê pêde tiştek xuya nake, sekiniye û hewl dide hinek be jî dest bavêje cihekê û biser hev de bîne. Wê kêliyê disekine û bi bîra kesên ku di jêrzemînên hovîtiyê de hatibûn qetil kirin, dikeve û dibêje: Êdî wê Cizîr wek berê nebe, vê tenê ji bo tolhildanê bijî.” Seadet bi van gotinan dawî li axaftinên xwe tîne: “Her cure zirar dan me, ma wê vir şûnde êdî çibikin. Zarokên birayê min êtîm bûn û niha bê xanî jî man, wê vir şûnde çi bikin û çawan bijîn. Dibe hîna jî li van derdora cenaze hebin. Rexmê hemû zirarên heyî jî ez dibêjim xwezî tenê insanek me jî nemiriba bila mal hemû çûba. Dewleta zalim ciwanên bê guneh kuştin. Me nekarî em bên, me nekarî xwe bigihanda hawara ciwanên xwe. Emê Cizîrê neterikînin, ger pêvîst bike emê li vir çadiran deynin lê emê dîsan jî neçin û dest axa xwe bernedin. Emê biçin kuderê, ger li cihekê bêhna Kurdekê bikin, êrîş dibin ser wêderê û qetil dikin. Ji xwe ciheke me ku em biçinê jî nîne, ji bo vê jî emê li ser axa xwe bimînin.”   

Çawkani: Jinha