Jinên di oxira jiyana azad de berxwedan

- Gulcîhan ŞÎMŞEK
237 görüntüleme

Vegotina çîrokên jiyana jinên şoreşger ên ku koka wan ji korahiya xweza û dîrokê tê, divê ewçend ne hêsan be. Dema ku em li jiyana jinên ku mîsyona pêşengtiyê li wan hatiye barkirin binêrin, di her sedsalê de derketinên li gorî xwe çêbûne. Olympe de Gouges bi gotina, ‘mafê  sêdarê ji jinan re tê nasîn, wê demê lazime mafê wê yê derketina ser kursî jî hebe’ li hemberî danezana mafê mirovan, danezana mafê jinan derdixîne û dovre bi giyotînê tê qetilkirin. Olympe, di sedala 18. ji hêla mafan de rêya têkoşîna jinê vedike, têkoşînê vediguherîna destleftiyeke nû û mezin. Di dîrokê de yek ji pêşenga din a têkoşîna jinê jî Emma Godman e. Emma jina femînîst û anarşîst di sedsala 20. de bi derketinên xwe ên şoreşgerî tê nasîn, yek ji jina pêşeng e ku bi xebata xwe a ji bo têkoşîna jinê ciheke girîng di nav rûpelên dîrokê de digre. Li dijî zayendperestiyê gotin û axaftinên wê ên ketine dîroka têkoşîna jinê, bi tespîta xwe a “şoreşa ku ez nekarim bireqsim ne şoreşa min e” bergeha zilam bi vê gotina xwe şermezar dike.

Şoreşên mezin bi berxwedan û kedê tên. Yek ji jinên din ên têkoşîna jinê Rosa Luxsemburg û Clara Zetkin in. Luxsemburg ku di berdêla têkoşîna jinê a wê demê de jiyana xwe dide, dibêje; “Pergala we li ser erdek ji qûmê hatiye avakirin, ez heme, em hene, em ê hebin.” Rosa ku yek ji rêberên jinên femînîst, sosyalîst ên sedsala 20’an bû, di encama komployek wehşetnak de, di 15’ê Çileya 1919’an de tê qetilkirin. Pêşengên jin ên ku destkeftiyên şoreşgerî di têkoşîna jinê de dan avakirin, dema sedsalekê dibûhirin, di sedsaleke din de bi şoreş û berxwedanê didomînin. Tundiya dewlet û zilam wisa dipa ku encax bi bikaranîna zorê û qetilkirina jinan bikare derketinên şoreşgerî ên jinan asteng û paşde bixin. Dema ku em asta ku îro jin gihanê binêrin, em ê bibînin ku jin bi serketine.            

Têkoşîna ku wek bîrîkirinan diherike

Di têkoşîna jinên Kurd a sedsala 20. de jinên wek Fata Reş û Zarîfe ên herî tên zanîn in. Jinên Kurd bi zanebûneke mezin a têkoşînê, ked û berdêlên giran derbasî sedsala 21. bûn. Jina por sor Sara, Sakîne Cansiz li pey xwe mîrateyek mezin a têkoşîna jina Kurd hişt. Berxwedanek mezin jiya û bû xwedî şereke mezin. Di 9’ê Çileya 2013’an de, tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û di encama komployekê de tên qetilkirin. Têkoşîna jina Kurd, ji dîrokê heya roja îro li hemberî kevneşopî, zayendperestî û feraseta nijadperestî a ku belavê nav malbat û her şaneyeke civakê bibû têdikoşe û di encama vê têkoşînê de jî serkeftinên mezin bidest dixe. Pêşenga têkoşîna jina Kurd; “Tu şoreş di nav xwe de yek bi yek mirovan de evçend dem dirêj bi êş, lê şoreşên serkeftî nekariye pêk bîne. Vaye temînata serkeftinê di vir deye. Hewldana mirovbûna sosyalîzmê û şênber bûna wê di her zîndiyekê de, ked û sebr di vê têkoşîna mezin de zelal kiriye. Ji ber vê çendê têkoşîna me bi awayek dijwar balkêş û aştîxwaz e. Ez evîndarê vê têkoşînê me, min dizanî ku heskirinên min, bîrîkirinên min û xeyalên min her tim ber bi vê re diherikîn û bi zanebûna vê dimeşîm.”     

Bi hezaran jinên Kurd ku ji vê ramanê xwedî dibin, di oxira vî ramanê de jî bedenên xwe feda kirin. Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku jiyana xwe di ber têkoşîn û azadiya nasnameya jina azad de dan, li pey jinên ku di vê oxirê de hatibûn qetilkirin û di nav şoreşa jina Kurd de, têkoşîna wê de destkeftî û guhertinên mezin dabûn avakirin, meşiyan. Bi vê ferasetê bi rola pêşengtiyê rabûn. Di 4’ê Çileya 2016’an, li Silopiyê di dema pêvajoya rêveberiyên xweser de ji aliyê hêzên paramîrîter ên AKP’ê (PÖH-JÖH) ve bi awayek zanebûn hatin hedef girtin û di encama bombebaranê de hatin qetilkirin.   

Gotin, çalakî û pratîka wê yek bû

Sêvê Demîr zaroka herî mezin a malbatek ji Mêrdînê ye, di salên 90’tî de û di temeneke biçûk de rûyê sar ê dewlet û şer nas dike. Bi ser gundê wan de tê girtin, dovre jî gund tê şewitandin û vala kirin; neçarê koça bi darê zarê dibin û mala xwe ji Batmanê bar dikin Manîsayê. Sêvê, ji ber şert û mercên zehmet ku malbat li Manîsayê pê re rû bi rû dimîne, neçar dimîne di karên giran û zeviyan de kar bike. Ew jinek kedkar bû! Sêvê û malbata xwe, wek gelek malbatên din girêdayî nasname, ziman û çanda xwe ne, bi berpirsyariya welatparêziyê jiyan dikin.

Sêvê li Manîsayê tevlî xebatên rêxistinê dibe û dibe yek ji kedkara têkoşînê. Dovre di xebatên cûda de erk digre, di sala 2000’an de jî xebatên jinê dide meşandin. Di nav xebatên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DÖKH) de cih digre, endama avakera KJA û berpirsyariya endamtiya meclisa DBP’ê hildigre. Dema ku xebatên (DÖKH) dimeşîne, di 14’ê Nîsana 2009’an de, di encama operasyona rêxistina AKP-FETO a qirkirinên siyasî de tevlî 26 hevalên xwe yên jin tê binçav kirin. Piştî çar roj binçav kirin şûnde tê girtin. Sêvê Demîr, li girtîgeha ku Cansiz û hevalên wê di dema darbeya 12 Îlona 80’an de lê girtî û li wê derê tifê rûyê Esat Oktay Yildiran dike û berxwe dide, tê ragirtin. Li girtîgehê bi zanebûn û sekneke rêxistinî raber dike, li dijî êrîşên pêş dikevin, bi nasnameya pêşengtiyê derdikeve pêş. Di sala 2012’an de xwe ji bo greva birçîbûnê a bê dem û bê dorveger ya li dijî tecrîta ku li ser birêz Ocalan dihat ferz kirin, dîsan protestoyên ji bo qedexeyên li ser zimanê Kurdî pêşniyar dike û di koma yekem de cih digre, di greva ku 68 rojan dom dike de bi keyxweşî û berxwedêriya xwe derdikeve pêş. Gotina “Berxwedan Jiyane” a berxwedêrên girtîgehê ku digotin ‘Em jiyanê biqasî ku di oxira wê de bimirin hez dikin’ bibû felsefeya wê a jiyanê. Ew rêhevalek bû ku her kêlî bi vê dirûşmê dimeşî û gotin, çalakiya wê dixist meriyetê.        

Di axaftina bi zimanê dayîkê de israr dikir

Rola pêşeng a jinê di şexsê Sêvê de carekedin derdiket holê. Yek ji rêgeza ku rêheval Sêvê qet tê de tawîz nedida, zimanê dayîkê bû. Bi israr wê biaxiviya, di vê mijarê de jî bi gotin û çalakiya xwe, wê nizîkatiya xwe a ji ziman re raber bikira. Piştî pênc sal girtîgeh, di Nîsana 2014’an de ji girtîgeha Amedê derket û xebatên xwe ên di qada têkoşîna jinê de domandin. Di 2015’an de damezineriya KJA yê digre ser milê xwe, her wiha erka endamtiya meclîsa DBP dimeşîne. Di sala 2015’an de li gelek parêzgeh û bajarokan xebat dimeşîne. Sêvê, di sala 2016’an de li gelek bajarokan di nav xebatên meclîsan ku di nav qada rêveberiyên xweser de hatibûn avakirn, cih digre. Herê dawî li Silopiyê tevî Fatma Uyar ku di xebata meclîsa jin de cih digirt û Pakîze Nayir ku hevseroka meclîsa gel a Silopiyê bû xebat didin meşandin.    

Fatma Uyar di temeneke ciwan de beştarî xebatên tevgera jin dibe. Ew pê bawer bû ku pirsgirêk dikarin bi têkoşînê bên çareser kirin û bi vê baweriyê di nav xebatê de cih digre. Demekê tê girtin, li girtîgehê dimîne. Jina şoreşger di nav hevalên xwe de pir dihat hez kirin, bi sekna xwe a dilnizm û bi hêz dihat nasîn;  Pakîze Nayir bi têkoşîn û azadiya jinê bawer dikir, ji bo wê jî ji herêmê dest bi xebatê dike, bi fedakarî berpirsyariyê digre û bi rola pêşengtiyê radibe, têdikoşe.

Li asoyên welat dirûşma ‘berxwedan’

Her sê jinên berxwedêr ku tevî gel li taxê des bi kar dikin, li taxên ku di bin êrîşan deye, dernakevin û xwedî li têkoşîna jinê, têkoşîna gelan, zimanê xwe û nasnameya xwe derdikevin, heya henaseya xwe a dawî li cem gelê xwe dimînin û li berxwe sidin. Roja 5’ê Çile, di saetên êvarê de dema ku ji taxekê dixwazin derbasî taxeke din bibin, bi zanebûn tên hedef girtin û gule bi ser wan de dibarînin, hevalek jiyana xwe ji dest dide, du heval jî birîndarin û rexmê ku ambûlansê dixwazin jî lê nayê şandin; artêşa faşîst a Tirk bi topan dîsan êrîş dike û wan qetildikin. Dovre di encama rapora otopsiyê de hat zanîn ku di laşê Sêvê de 11, yê Pakîze 5 û yê Fatmayê de jî 3 gule hebûye, her wiha di encama bombebaranê de bibitûniya laşê wan nemaye.

Di sala 4. a vê komkujiya wehşiyane de hîn jî doz nehatiye vekirin. Piştî du salan biryara weşartina lêpirsînê hat dayîn. Her sê rêhevalên ku di nav têkoşînê de berxwe didan, her wekî jinên din ên berxwedêr yên di nav dîrokê de, ji bo destkeftiyên jinê û wek pêşengên felsefeya jiyana azad li hemberî faşîzm, tekparêzî û zayendperestiyê, dema ku jiyana azad û bîrdoziya jinê diparastin, hatin qetilkirin. Wan di rêya honandina pergala xweser a jinê de giyana xwe dan û navên xwe bi tîpên zêrîn di nav rûpelên dîrokê de dan nivîsandin. Her berxwedanek serkeftinek mezin daye avakirin. Têkoşîna jina Kurd ya ku bi Sarayan destpêkir, bi Sêvêyan dewam kir, îro jî bi têkoşîna jinên ku li Rojava berxwe didin veguherî şoreşek mezin.        

Zîhniyeta kujer a zilam û dewletê

Komlujiya li dijî jinê a zîhniyeta çeteyên DAIŞ û piştevanên wan herî dawî bi destê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî (ÖSO) li Rojavayê Kurdistanê derket holê; di êrîşê de sekretera Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef tê qetilkirin. Di vê komkujiyê de hat dîtin ku rûyê qirker yê faşîs a zîhniyeta zilam û dewletê li destkeftiyên jinê ye. Hedefa van qirkirinên siyasî yek ser bedenê jinê ye. Jixwe rêbaza qirkirina jinan rastiya dijminahiya ji jinê û kerba li hemberî têkoşîna jinê pir eşkere radixe ber çav an. Armanc ji van rêbazan, gef û çewisandina jinên ku têdikoşin in. Rêbaza hemû komkujiyên li dijî berxwedana jinê dişibin hev. Faşîzm hêza xwe a li dijî jinê bi kuştin, ji holê rakirin û bi awayek wehşiyana perçekirinê daye nîşandayîn.

Jin di tevahiya dîrokê de çawa ku li dijî faşîzm, baviksalarî, olperestî û mîlîtarîzmê têkoşîbe, vê îro jî peyama wan a ji bo jiyana azad ‘jinan berxwedanek mezin kir, wê serkeftina wan jî mezin be’ bibe. Em jin jî li dijî van qirkirinên siyasî, ji bo jiyana azad û pêşerojê, wê vê mîrateya ku ji me re hatiye hiştin dewr bigrin û bi vî rengî xwedî li bîranîna wan derbikevin. Li cihê ku Rosa, Sara, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan hiştî de dibêjin; ‘Berxwedan Jiyan e.’