Jinên Êzidî yên di dorpêça PDK’ê de çima xwedikujin?

- Berîtan ZAGROS
372 views
Jinên Êzidî yên di encama destwerdana şervan û gerîlayan de ji destê DAIŞ’ê û ji fermanê hatine rizgarkirin, niha di kampên PDK’ê de bi awayeke bi guman xwedikujin. Helbet nayê zanîn birastî ev jinên ciwan xwedikujin an jî tên kuştin. Di nava hefteyekê de agahiya xwekuştina 3 jinên ciwan ji kampên Dihokê hat û yek jî hewldana xwekuştinê dabû, piştî hatiye ferqkirin, tê rizgarkirin.

Li seranserê Herêma Kurdistanê 17 kampên penaberan li herêma Dihokê heye, 1 jî li Silêmaniyê heye ku hejmara şêniyên wan digihije nêzî 500 hezar kesî. Li gel koçberên ji pêkhateyên Ereb, Şebek, Rojava, Bakur, piraniya wan Êzidî ne.

PDK Êzidiyên di kampan de di destê xwe de digre

Herku xebatên avakirina Şengalê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve pêşdikeve, welatiyên Êzidî bi hewldanên xwe û bi şêwazên cûda hewl didin vegerin ser cihê xwe. Ancax vegera Şengaliyan yan tê zehmetkirin, yan zanyariyên şaş yên dijî rêveberiya xweser didin welatiyan an jî qet destûr nadin ji van kampan derkevin derve. Ji bo malbatek ji van kampan derkeve û vegere Şengalê divê herî kêm serî li 7 saziyên girêdayî PDK’ê bide, ew jî ne diyare wê destûr bidin an na. Jixwe rêveberiya Şengalê bi awayeke fermî ragihand ku PDK vegera Êzidiyan a ji bo Şengalê asteng dike.

Ji bo Şengal ava nebe, Êzidî nebin xwedî hêz û xwe bixwe rêve nebin, PDK Êzidiyan di kampan de weke dîl di destê xwede digire. Her wiha dibin navê penaberan de ranteke mezin a madî ji saziyên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî digire. Peywendiya van kampan a bi derve re jî bi temamî qedexekiriye. Tenê PDK, ragihandina wan û ragihandineke di berjewendiya wan de weşanê bikin, dikarin bikevin van kampan û rewşa gel bişopînin. Her wiha PDK bi hevkariya saziyên sîxûr yên dibin navê alîkariyê de diçin van kampan de şerekî taybet li ser civakê dimeşîne. Ev saziyên biyanî yên navê sivîl û alîkariyê lixwe dikin, bi taybet jinên ciwan yên Êzidî rêxistin dikin û derdixin derveyî welat. Bi taybet jinên ciwan ên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, dikişînin gel xwe û ji Kurdistanê dûr dixin. Ev jî bi alîkariya PDK’ê tê kirin ku weke berdewamiya fermana li ser gel û civaka Êzidî tê zanîn.

Siyaseteke qirêj dimeşînin

 Di dosyayeke hatibû amadekirin de dayîka yek ji wan jina ciwan a xwekuştibû, dibêje, “Keça Ehlam 15 salîbû, ruyê wê timî li kenbû. Beriya xwe bikuje digot, karê min berbi başbûnê ve diçe. Diçû Bahara Hêviyê (munazama), li wir kar dikir.” Tenê ev nimûne jî dide nîşandan ku dibin navê piştgiriya psîkolojîk û madî de ev mûnazameyên biyanî dest diavêjin jinên ciwan ên Êzidî û pir qirêj li ser wan dilîzin. Ancax ji ber ew kampane di dorpêça PDK’ê de ne ye agahiyên objektîv ji wir dernakevin û nayê zanîn li wan kampan çi rû didin.

‘Di kampan de ewlekarî nîne’

 Li gorî agahiyên ku saziyeke sivîl berê niha demekî belavkiriye, dibêje sedema xwekuştinan li van kampan, “meaşê wan nîne, mahremiyeta wan nîne, nikarin bi azadî baixivin, di kampan de ewlekarî ango aramî nîne. Eger ev pêk neyên, wê kesek çawa bikare li wir bijî?”. Her wiha li gorî lêkolîneke din jî şîdeta nava malê û şîdeta cinsî ya di nava civakê de li beramberê jinan tê kirin jî sedemeke din ên sereke yê xwekuştinane.”

PDK dibin navê alîkarî dayîna Êzidiyan de pereyên zêde ji bo 17 kampan û 500 hezar penaberan digire. Her wiha hinek saziyên ku dibin navê piştgiriya derûnî de serdana van kampan dikin, diyar dikin hewldanên xwekuştinê di nava kampên Êzidiyan de gelek zêde ne.

Li Şengalê jin di hemû warên jiyanê de cih digrin

Lê dema em li Şengalê dinêrin û tê îdîakirin ku ne arame, rêjeya kuştin û xwekuştina jinan di nava çend salan de 3-4 kes derbas nake. Bûyerên şîdeta dijî jinê yên li Şengalê bi saya TAJÊ û Weqfa Tevna Jinên Êzidî pir kêm bûne. Rêjeya bêkariyê ya di nava jinan de kêm kiriye, hemû di nava saziyên ewlekarî, jin, tendûristî, perwerde, ciwan, çand û hwd de cihê xwe digirin û ev jî bandoreke gelekî erênî li jiyana jinan dike.

Eger para siyaseta PDK’ê û xebatên van mûnazameyên sîxûr di van kuştin û xwekuştinên ciwanên Êzidî de nîne, divê destûr bide, rêxistinên jin ên Kurd serdana van kampan bikin, ragihandin bi awayeke azad bikevin van kampan û sedemên van bûyeran lêkolîn bikin û raporeke berfireh amade bikin û ji raya giştî re eşkere bikin. Eger na wê gumanên ku destê PDK’ê di van xwekuştinan de heye zêdetir bibe. Ji ber tê îdîakirin ku gelek jinên ciwan dikişînin şebekeya fihûşê, wan dixînin û paşê jî ji aliyê malbatê ve neçarî xwekuştinê tên kirin anjî tên kuştin, weke xwekuştine didin nîşandan. Ev hemû dibin çavdêrî û heta erêkirina PDK’ê de tên kirin.

Mixabin heya niha jî ji derveyî rêxistina jinên Êzidî TAJÊ û Tevna Jinên Êzidî derbarê mijarê de ti daxuyaniyek an jî hewldaneke lêkolînê çênebûye. Ev jî pirsgirêkeke sereke ya li pêşiya Tevgera Jinên Kurde ku divê wan kampan ji însafa PDK’ê, Tirkiye û mûnazameyên biyanî re nehêlin.