Jinên Îranê azadîxwaz in

- Sema AMED
210 görüntüleme

Ev çend salên dawîn in ku hema bêje bi giştî li welatên Rojhilata Navîn der barê mafên mirovan de pêşveçûnek heye. Her çiqas ev welat hê jî bi piranî bi rêveberiyên monarşîk û kraliyetan ve tên birêvebirin jî! Yanê em nikarin bêjin wisa dengê lingê demokrasiyeke tekûz tê, ji ber ku gavên tên avêtin hê pir bi sînor in. Lê bi bandora şoreşên herêmê –bi taybetî şoreşa kurd û li Kurdistanê- û raperînên ji nav gel tên hêdî hêdî be jî êdî mafên bingehîn tên naskirin. Li ser navê civaka mirovahiya ku li dijî desthilatdaran li ber xwe dide ev destketiyên girîng in. Hêviya ku wê gelên herêmê careke din bikaribin bi nirxên civakên xwe bijîn di serê vê sedsalê de xurttir bûye.

Di nav van pêşveçûnên welatên Rojhilata Navîn de Îran bala mirov dikişîne ser xwe û cihekî girîng jî digire. Ji ber ku li vî welatî em nikarin behsa heman pêşveçûnan bikin. Lê berevajî paşketin hene. Bi kurtasî mafên heyî yên bihgehîn jî, bi taybetî yên jinê tên desteserkirin.

Beriya rejîma molayan, Şoreşa Îslamê, li erdnîgariya Îranê rewşa jinan tê zanîn. Jin di her qadên jiyanê de nebe jî –di rêveberiyên şah û kralan ên despotîk de- di qada civakî de xwedî gotin in. Di jiyanê de serweriyeke wan heye. Heta karibûne xwe birêxistin bikin û di guhertina rejîman de bandorekê jî çêkin. Di şoreşa Humeynî de rola ku dileyîzin ji bo vê mînaka herî dawî ye.

Ji xwe çi hat serê wan jî piştî vê şoreşê bi dijwarî destpê kir. Di bin navê Îslamiyetê de mafên wan yek bi yek ji wan hatin girtin. Ew xistin bin ‘hîcap’ê û ev çend salên dawîn jî mafên wan ên di jiyana civakî de jî ji dest wan tên girtin.

Dardakirina şoreşgeran û qedexekirina zimanê kurdî di serê van binpêkirina mafan de tê.

Par bi zagonekê çend zanîngehên ku zanistên pozîtîf tê de tên kirin li jinan hatin qedexekirin. Ji ber ku li gor statîstîkan di zanîngehan de hejmara jinan gihîştiye ji sedî şêstî.

Me di despêkê de jî dabû diyarkirin ku şoreşên li herêmê bandoreke giştî li ser gelên Rojhilata Navîn dikin. Şoreşa Rojava mînaka vê ya herî berbiçav e. Bi taybetî tevlîbûna jinê ya li nava Şoreşa Rojava û di înşakirina civaka demokratîk de rola pêşeng ku dileyîze tirs û fikarên cidî di rejîma molayan de çêdike. Ji ber ku li Îranê potansiyeleke xurt a jinê heye. Ger ev were birêxistinkirin û bikeve tevgerê wê rejîma molayan nikaribe desthilatdariya xwe bi vî rengî bide meşandin.

Di vê çarçoveyê de roj derbas nabe ku em ji Îranê der barê binpêkirina mafan de agahiyên nû negirin: Di mehên dawîn de li Îsfahanê 8 jin rastî êrîşê hatine. Bêguman hejmara rast zêdetirî vê ye, ji ber ku ev tenê yên hatine qeydkirin in. Kesên bi motosikletê nêzî wesayîtên ku jin bi kar tînin dibin û asîta di dest xwe de davêjin rûyê jinan. Kesên van êrîşan dikin bi hinceta ku jin li gorî awayê girtinê ya bi navê ‘hîcap’ê tevnagerin wan dikin hedef. Li gor êrîşkaran divê jin por û rûyê xwe bi tevahî, tam bigirin.

Li gor parêzvanên mafên mirovan li pişt van êrîşên li hemberî jinan hêzeke rêxistinkirî heye û hemû jî ji navendekê ve tên birêvebirin. Dema van êrîşên dawî qet jî wisa jixweber (tesadufî) nîn e. Em bala xwe didinê di demên dawî de di meclîsê de pêşnûmeyeke qanûnî tê nîqaşkirin. Li gor vê di hin xalan de tê diyarkirin ku divê di civakê de kevneşopiyên îslamî pêk bên. Ji xwe êrîşkar li hêviya qanûnan jî nasekinin û ji niha ve ketine nava liv û tevgerê. Li gor xwe jinê ceza dikin, wê ji  civakê qut dikin. Dixwazin jinê di malê de heps bikin û wê bi tevahî bêîrade bikin û bigirin bin kontrola xwe.

Hema li ser vê mînaka dawî jî ger mirov şîrove bike tabloya rastî wê bi zelalî derkeve holê.

Niha dema em bala xwe didinê ev tevahî kiryar û biryarên dijmirovî bingeha xwe hemû ji tirsa ji hêza jinê digire. Ew jina ji xwe di civakê de serweriyeke wê heye ger siberoj di zanîngehan de piraniyê bi dest bixe, bivê nevê wê di rêveberiyan de jî bibe xwedî mafê gotinê. Rengê xwe yê mirovhez (humanîst), çêker, demokrat bide rêveberiyê. Yanê wê mêrê desthilatdar nikaribe li ser navê Îslamiyetê hespê xwe yê zilmê di her qadê de û bi taybetî li ser jinê bibezîne.

Li Îsfahanê êrîşên vê dawiyê li hemberî jinên ajokar jî dûvik û berdewamiya vê tirsê ne. Jinên ku  wesayîtên xwe diajon, ya rastî ew jin in ku bi îradeya xwe tevdigerin. Muhtacî mêr nabin. Her wisa qadeke desthilatdariyê ji mêr re digirin. Di vê rewşê de ji bo pergala deshilatdar xeteriyeke potansiyel in ku divê werin astengkirin, ji niha ve pêşî li wan were girtin. Ji bo vê jî hincet ji xwe amade ye; “li gor ‘hîcap’ ê tevnegeriyane!”

Jinên Îranî, xwedî hêzeke berxwedêr a dîrokî ne û wê li hember vê zilmê serî daneynin. Ji xwe mirov vêya di tevlîbûnên nav refên tevgera azadiyê yên ku her roj zêde dibin de jî baş dibîne. Jin, bi taybetî jinên kurd, rizgariya xwe û civakê, di nav tevgera rêxistinkirî ya jinê de dibînin. Hemû kevneşopiyên ku qeyd û bendan li azadiya wan dixin dişkînin û tevlî dibin.

Her rêxistina demokratîk wê deriyekî li desthilatdariya molayan bigire. Ji bo vê jî em li hemû jinên Îranî bang dikin ku rêxistinên xwe ava bikin û parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Bi vê potansiyela azadîxwazî ya xurt a dîrokî, wê di pêşengiya jinê de serketina gelan jî pêkan (mumkun) be.