Jineolojî bingehê têkoşîn û projeya jiyana azad e

- Newaya Jin
648 views

YASAM AGACI - CIZIMAzadiya jinê bi qasî ku sîstema pirr berfireh a şaristaniya hegemonîk ji bo jinê di aliyê îdeolojîk û zanista civakî de analîz dike, pêşxistina avakirina sîstema civaka alternatîf û sîstematîka fikrê jî girîng e. Li dijî zanistperestiyê, zanistê, di çarçoveya civakî û dîrokî de wê ji nû ve pênase bike, û bi taybet wê li dijî parçebûn û kategorîbûna zêde ya di navbera disîplînên zanistan de, jinê jî civakê jî bi nêrîneke yekpare û komple bigire dest. Her wiha jineolojî di wateyekê de ji bo feraseta zanista nû faktora ku yekparetiya di navbera zanistan de çêbike wê bibe bingeh. Jineolojî di heman demê de ligel etîkê, bingehên têkoşîn û projeya jiyaneke azad datîne ku ev, taybetmendiya herî bingehîn a ku wê ji feraseta zanistperestiyê û zanista civakî ya hegomonîk cûda dike ye.

Ji nû de nirxandina femînîzm ê

Nirxandineke berfireh û kûr a femînîzmê ku Rêber Apo weke “serhildana mêtingeha herî kevin” pênase dike di çarçoveya jineolojiyê de ye. Nirxên ku fêmînîzmê derxistiye holê û berxwedana ku fêmînîzmê di pêvajoya bi zanebûna jinê de û di derxistine holê ya pirsgirêka jinê de li dar xistiye, wê weke mîrateya xwe lê binêre. Tevî vê, aliyên fêmînîzmê yên di analîzkirina civaka zayendperest de nikare pozîtîvîzmê derbas bike û nikare şaristaniya dewletdar û zilamê hegemon bi awayekî yekpare sîstematîk û bihêz analîz bike, sedemên vê, têkiliyên vê bi pênaseyên heyî yên jinê re jî ji aliyê jineolojiyê ve bi awayekî berfireh û radîkal analîzkirin girîng e. Her wiha jineolojî di heman demê de şert û mercên ku femînîzmê ji bandor û sînorên sîstema hegomonîk rizgar bike, perspektîf û sîstematîka alternatîf a azadiya jinê diafirîne û ava dike. Ji bo ku pirsgirêka azadiya jinê di vê wateyê de bigihîje perspektîfeke dîrokî û civakî, lêkolînên li ser jinê weke rastiyeke girîng a civakî girtina dest û jin gihandina pênaseyeke zanistî ji pêşketinên girîng re rê vedike.

Bi rêxistinbûn û şêweyê jiyanê, avabûna felsefîk û di wateya milîtaniyê de pirsgirêkên ciddî yên ku femînîzm dijî, aliyên wê yên ku; ji zemîna civakî xwe qut dikin, şaristaniya navendî bi awayekî yekpare û sîstemîk nagirin dest û analîz nake, û xwe ji helîna di nava sîstemê de rizgar nake di rexne û nirxandineke bihêz re derbaskirin girîng e. Meyl û tevgerên femînîst ku di wateyekê de her ku diçe marjînal dibin, di şert û mercên siyaseta hegemon de di çarçoveya lîberalîzmê de di nav sîstemê de dihelin û ji armanca azadiyê dûr dikevin, pêwîst e di vê çarçoveyê de werin destgirtin. Lêbelê di wateyekê de jî divê were diyarkirin da ku bi taybet ji 85’an şûn de di nav tevgera femînîst de an jî li derveyê wê xebateke bihêz a akademîk pêş ketiye. Di vê çarçoveyê de bi taybet di derdorên akademîst ên jin de nîqaşeke kûr, giran û gelek komên lêkolînê yên jin û navendên bi vî awayî hatine avakirin. Her çendî di nava xwe de elît û di aliyê destekên cîvakî de lewaz mabe jî lêbelê di aliyê zîhniyetê de analîzkirina sîstem û paradîgmaya hegemon, hewldanên ekonomî û polîtîkaya li derdora jinê bi dest girtin de di asteke ku nikare biçûk bê dîtin de ye. Ligel ku jineolojî nirx û girîngiyeke mezin dide xebatên bi vî awayî, dike hedef da ku bi derdorên bi vî awayî re zemînên nîqaşa bi hev re û hatina gel hev ava bike.

Ji nû de nirxandin û destgirtina avaniyên zanistî

Her wiha wê li ser vê bingehê, birêxistinbûna Akademiyên Jinê yên Alternatîf ên Jineolojiyê esas bigire. Li gorî vê jineolojî pêşxistina navendên ku rasterast ronîkirina civakî û guherîna civakî bingeh digirin ên wekî;

a) Navendên Zanista Jinê

b) Akademiyên Siyasetê yên Jinê

c) Enstîtuyên Estetîkê yên Jinê

d) Fakulteyên Ziman û Edebiyatê yên Jinê

e) Akademiyên Zanista Civakî yên Jinê

f) Akademiyên Çandê yên Jinê

g) )Akademiyên Hunerên Estetîk ên Jinê

h)) Akademiyên Dîroka Jinê

i)) Akademiyên Jina Azad (bi taybet wê Felsefeya Azadiyê ya Jinê û Projeyên Jiyanê Çêbikê)

î) Navendên Tenduristiyê yên Jin û Zarokan an jî Navendên Lêkolîna Saxkirina Xwezayî dê hedef bike.

AşkMANSETere ye da ku pêwîstiya vê bi rêxistinbûn û avabûneke taybet û xweser heye.

Ji bo ku heyina jinê bi hemû aliyên xwe ve gihandina îfadeyeke zanistî; divê hemû avaniyên li ser dîrok, civak, xweza û gerdûnê di rexne û şîroveyeke berfireh û sîstematîze re werin derbaskirin. Ji ber ku jin hebûneke yekpare ya gerdûnî, civakî, dîrokî ye ku çavkaniya xwe ji xwezayê digire. Hemû heyinên weke fîzîk-şînatî-heywan û çand di heyina jinê de di nav hev de û bi awayekî yekpare û kurtebir cihê xwe digirin. Ji bo ku hebûna jinê were pênasekirin, divê guherîneke zanînê û zîhniyetê ya pirr zêde radîkal were çêkirin. Jineolojî wê di vê çarçoveyê de ji dîroka mêtingehkirina jinê ya di aliyê ekonomî, civakî, siyasî û zîhnî de zelalkirina rewşa jinê esas bigire. Jineolojî; di aliyê dîrokî û rewşa jinê ya rojaneyî de jin gihandina asteke zanebûna bi sîstem û rêkûpêk e. Di vê wateyê de wê bike ku pirsgirêk bigihîje îfadeyeke zanistî. Tevî ku pirsgirêk anîna rewşa ku xuya bike aliyekî girîng ê pirsgirêkê ye, weke Rêberê me jî destnîşan dike, çareserkirina pirsgirêkê jî yek ji aliyên girîng ê din yê jineolojiyê ye. Di aliyê çareseriyê de pêwîstiya jinê weke avaniya zanînê di serî de bi epîstemolojiyê, bi agahî û nirxandinên hê kûrtir û zanistî yên di qadên weke psîkolojî, fîzyolojî, antropolojî, etîk-estetîk, ekonomîk û demografîk de heye. Di nîqaşa yekemîn a ku me meşandiye de, hat destnîşan kirin da ku bi qasî esasgirtina qadên ku Rêbertiyê ji bo qonaxa destpêkê diyar kirine yên weke etîk-estetîk, ekonomî û demografyayê, bal kişandin da ku bi demê re li gorî pêdiviyan, pêşxistina xebatek ku bi awayê ku hemû qadan bigire nava xwe wê pêwîst bike. Çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, tenê bi rêxistinbûn û avakirinên di vê astê de berfireh û yekpare gengaz e.

Bingeha nirxên etîk û estetîk ê

Parçeyekî jêneveger a zanista jinê jî qada etîk û estetîkê ye. Jin ku endama bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk e, ji bo etîk û estetîka jiyanê xwediyê roleke jiyanî ye. Jina ku li pêşberî jiyanê her tim xwediyê berpirsiyariyên mezin e, bi cîhana xwe ya fikrî û ruhî jî ji bo etîk û estetîkê faktoreke pêkanînê ya bihêz e. Etîk û estetîka ku endamên bingehîn ên çanda ku wateya jiyanê ya civakê diafirînin, wê temsîla xwe ya herî bihêz di kesayetiya jina azad de pêk bînin. Berpirsiyariya jinê ya li pêşberî jiyanê li gorî zilam hê berfirehtir e. Etîk û estetik ku xweşikkirin û azadkirina jiyanê ye, ji bo jinê mijareke di asta hebûnî de ye. Ji bo xweşik û watedarkirina jiyanê li ser bingeha nirxên etîk û estetîk, pêwîstiya jinê bi sekneke xwezayî heye. Estetîk û etîk di azad kirin û xweşikkirina jiyanê de pîvanên bingehîn datîne holê.  Azadî, digihîje rêgez û awayên estetîk û etîk. Xwezayîbûna jinê bi pêşketina sîstema şaristaniyê re bi guherînê re rû bi rû maye. Zîhniyeta desthilatdarîperest-dewletdar û nêzîkbûnên mulkiyetperest ên ku bi xwe spartina wê pêş dikevin, xwezaya jinê ji rê derxistiye, bi jiyana sanal û modelên nû empoze kirinê jin ji nirxên etîk û estetîk dûr xistiye. Li şûna vê taybetmendiBUGDAY 2yên zayendperest girtiye. Ji bo ku jin bigihîje xweza û pênaseya xwe ya rastî, tenê bi rizgarbûna ji hemû feraset û nêzîkbûnên mulkkirinê gengaz e. Eger em ê namûsê weke rêgezên hebûnê û xalên berxwedanê yên bingehîn pênase bikin, wê demê rêgeza herî bingehîn a etîkê bi awayê rêgeza “namûsa me azadiya me” ye. Jin bi qasî ku nirx dide rastiya xwe û nasnameya xwe, dikare ji van têkilî û astengiyan rizgar bibe û dikare xwe hê bihêztir bike. Jina ku li ser esasê zanebûna nasnameyê, fonksiyona nirxên etîk û estetîkê hê baştir têdigihîje, di serî de bi xwe re lihevkirin û hevsengiyekê çêdike.

Li ser vê bingehê erk û berpirsiyariya jineolojiyê ew e ku; bedena jinê ya ku li ser esase nêzîkbûnên zayendperest tê pênasekirin û tê binavkirin hê bihêz pênase bike, nêzîkbûnên zayendperest bi nêzîkbûneke rexnegirî ya radîkal analîz bike û derbas bike. Pêwîst e di vê wateyê de karibe têgîna xweşikbûnê, ji bo jinê ji hemû pênase û binavkirinên zayendperest paqij bike û ji nû ve pênase bike. Bi awayê xweser re bûn yek û xwe bi awayê fikra xweşik, gotina xweşik û helwesta xweşik, xwe îfade kirin ji bo jinê lêger û têkoşîna heqîqetê ya herî mezin e. Çavkaniya xweşik fikirînê, felsefe ye. Felsefe, yekparetî û nermeya ku zekaya hestyarî û zekaya analîtîk di nava hevsengiyekê de ligel hev ragire îfade dike. Ji bo jinê felsefe ne tenê hezkirina ji zanîne, di heman demê de weke çavkaniya xweşikiyê pênasekirin, ji ber vê yekê girîng e. Îro karsazên endustriya kozmetîk û modeyê yên modernîteya kapîtalîst, bedêna jinê parçe parçe dikin û nirxekê didin her parçeyekî. Dîmenên di film, televizyon û reklaman de encameke bi awayekî kirêt bikaranîna jinê ya weke metayekê ye. Qadeke din a ku vê rewa dike jî medyaya zayendperest e. Bi van hemû polîtîkayên zayendperest tenduristiya jinê ya ruh û bedenê, hê zêde tê xerakirin û tê lewazkirin. Jineolojiyê wê li ser van hemû pirsgirêkan bisekine û li ser bingeha teorî û birêxistinbûnên jinê yên etîk û estetîkê, hêza çareseriyê jî derxe holê. Qada etîkê ku wijdanê civakî û hişê hevpar e, û dîsa qada estetîkê ku xweşikkirina jiyanê û vegerandina wê ya li ser xwezaya wê ye, wê bibe qada ku herî zêde jineolojî li ser bisekine. Pêwîst e kûr bûn û perspektîfên radîkal were derxistin da ku;  jiyaneke baş û xweşik ka çawa ye û wê çawa pêş bikeve, bi zanebûneke bihêz a etîk û estetîkê û rêxistinbûna wê, wê xebatên avakirina modernîteya demokratîk di cewher û bi awayekî hê bihêz bi dest xwe ve bîne.