Jiyanek ku ji rêzikên kilaman tê xwar

- Berjin TEKOŞER
384 views

Di nav civaka Kurd de dîrok, çand û ziman herî zêde xwe bi rêya çanda dengbêjî, çîrokan heya roja îro gihaye. Bi taybetî serpêhatî û çîrokên evînî, cengawerî, egîdî, şer, talan û hilweşandinê, bi rêya muzîka kurdî, bi zimaneke herî resen ji nifşekê heya nifşeke din hatiye. Bêguman ev yek jî bi rêya dengbêjî ku bingehê koka muzîka kurdî pêk tîne, heya roja îroyîn gihaye. Nexasim di vê de rola jinê xwedî ciheke girîng e. Bi taybetî di mijara tomar kirin û berhev kirina van berhemên hêja de ku lêkolînek berfireh, ewçend jî girîng dixwest. Nûra Cewarî jî yek ji wan jinan e ku jiyana xwe di ber tomar kirina muzîka kurdî û lêkolîna wê de dide:

Lêkolînera ziman û muzîk ê

Dr. Nûra Cewarî di sala 1941’an de, li paytexta Ermenîstan, Êrîwanê tê dinyayê. Dibistana seretayî û navîn di navbera salên 1948-1956’an de, li Êrîwanê û di dibistana Ermenî a Hagopyan dixwîne. Ew di nav malbatek hûnermend de mezin dibe. Bi taybetî ji ber bavê wê Heciyê Cindî û dayîka wê Firîda Cewarî ku di mijara dengbêjî de agah bûn, mala lê mezin bû tam navenda wêje û muzîkê bû. Ev yek bandorek mezin li ser kesayeta wê dike:

Di sala 1956-1960’an de, li yek ji dibistana herî baş a Al. Speniaryan beşa piyano û pişt re jî derbasî koleja muzîkê ya R. Melîkyan dibe. Ji mamosteyê bi navê Çaxmaxsazyan dersa piyano dibîne, dovre 6 salan li Konservatûra Komîtas a Êrîwan ê, destpêkê piyano hîn dibe û dovre jî di beşa teoriya muzîkê de perwerde dibîne.

Nûra Cewarî jineke ku di berhevkirin û afirandina kilaman de xwedî rolek mezin e. Ew ê bi van gotinan bal bêkêşa ser rola jinê a di tomar kirina muzîka kurdî de; “Jinên Kurd jêhatî ne, lê belê kes guh bi wan nade.” Her wiha ew dide diyar kirin ku çavkaniya kilaman ji jinan wergirtiye.

Keda di rêya çand û hunerê de

Di sala 1966’an, li konservatuvarê, li ser muzîsyentiya Kurd teza xwe diqedîne û diploma verdigre. Di sala 1967’an de, ji beşa hûnerî a akademiya Ermenîstanê re tê hilbijartin. Di sala 1971’an de teza xwe a di derbarê kilamên Kurdî de amade dike, dîplomeya hûnerî di dereceye yekem de digre. Ji sala 1971 heya sala 1993’an, li wê Enstîtûyê wek erkdar dixebite. Ew di salên xwe yên xwendekariyê de li konservatuvarê du caran (1964 û 1965), yek ji bo xwendina mijara zanyariyê li konferansa xwendekaran û ya din jî belavoka “Klamên Civaka Kurd yên govendê” ku hatibûn çapkirin û li pêşengeha berhemên xwendekarên Ermenîstanê de hatibûn çapkirin, bi dîploma dereca pêşîn ji aliyê komîteya xwendekarên bilind ya Ermenîstanê ve tê vexwandin. Nûra Cewarî li vê enstîtûyê, di sala 1971’an de û di 30 saliya xwe de, teza xwe ya “Hûnera stranên Kurdî yên gelêrî” amade dike, dereyece kandîdata hunermendiyê a dereceya doxtoriyê stand.

Ew li ser rola dayîk û bavê xwe a di vê mijarê de radiweste û dibêje; “Dema ku mêvan dihatin mala me, ew pê keyxweş dibûn ku ji wan re kilaman bibêjin. Min di berhemên xwe de jî cih dabû kilamên wan. Di betleneya havînê de ku em diçûn çiyayên Elegez ê, min ê ji bo cara ewil dengê dahol û zirneyê bibihîsta, dengbêj bidîtana.”

Tomarkirina muzîka kurdî

 Bi çûna gund û bajaran gelek stranên kurdî tên berhevkirin. Dîsan mal bi mal digerin û stranan tomar dikin; ji stranbêjin mêvan û radyoyên kurdî jî gelek nimûneyên mûzîka kurdî tên berhevkirin. Nûra Cewarî bixwe jî gelek stranan ji navçeyên Ermenîstan, Qazaxistan û paytexta Gurcîstan ê, bajarê Tibîlîsî berhev dike. Ew di salên 1965-1966’an de, di demekê de ku hîn kasêt dest nediketin, karê berhevkirin û tomarkirina mûzîka kurdî dike.

Ew li mala xwe a li gundê ‘Pampa kurdan’ (Sîpan) ku li çiyayê Elegezê bû, tevî malbata xwe rojên betlanê diçûn wir û bi vî rengî nasîna wê bi mûzîka Kurd a resen, dengbêjî, amûrên mûzîk û folklora kurdî çêdibe. Jixwe heskirina wê ji wê demê de destpê dike û biryar dide ku tevahiya jiyan û dema xwe di oxira vî karî de bibexşîne. Yekem xebata wê ev bû ku stranên dîlanê veguherandin notayê û di salên piştre wê ev xebat hemû di pirtûkekê de kom bikira. Yekemîn pirtûka wê jî di sala 1960’î û bi ser navê ‘Stranên govendê yên civaka Kurd’, ji aliyê weşanxaneya dewletê a Ermenîstanê ve hat çapkirin.

Xwedî kar û xebatek aferîner bû

Nûra Cewarî di salên ku konservatuar dixwend, ji Prof. Robert Atayan, Prof. Gayane Çebotaryan û Georgî Budagyan perwerde dibîne û di sala 1964’an de pirtûka xwe a duyemîn çap dike. Di sala 1966’an de konservatuar bi teza ser nav ‘Stranên gelêrî ên Kurd’ bi serketî diqedîne. Lê beriya wê, di sala 1964 û 1965’an de, ji ber nivîsara xwe a zanistî ya bi ser navê ‘Mûzîka kurdî’ û du pirtûkên xwe ên li ser mûzîka Kurd ku hatibûn weşandin, ji konservatuarê du xelatan verdigire.

Her wiha ew li Radyoya Kurd a Êrîwanê ku hema bêje her Kurd an jî hunermendekê rêya xwe lê dixist, di navbera salên 1965-1967’an de, serokatiya beşa muzîkê dike. Di van salên ku li radyoyê dimîne ew derfeta ji nêz de naskirina muzîka kurdî û aferînerê wan bidest dixîne. Bi tecrubeyên ku li vir bidest dixe, vê bikaribe salên pişt re doxtoreya xwe û xebatên xwe hîn baştir pêşbixîne. Di salên konservatuarê de hin zargotinên kurdî ên berhevkirî û hin berhemên ku ji bo piyano ji nû de nivîsîbû û şîrove kiribû, di arşîva radyoyê de dimînin. Nûrê di salên 1966-1967’an de, di dibistana Muzîkê a T. Çûhaciyan dersên teoriya muzîkê dide.

Nûra Cewarî di salên 1954-1967’an de, di radyoya Erîwanê de wek edîtora muzîkvaniyê dixebite û karî hin hunermendên mezin ên bi nav û deng yên wek Sûsika Simo, Aramê Dîkran, Seyadê Şamê, Karapêtê Xaço û Mihemedê Mûsa nas bike. Her wiha nasîna wê bi Xelîl Mûradov û Casimê Celîl re çêdibe ku her du jî, du xebatkarên efsanewî ên radyoyê bûn.

‘Muzîka kurdî cihêreng e’

Nûra Cewarî, wê hevpeyvîneke xwe de balê bikşîne ser cihêrengî û dewlemendiya muzîka kurdî û wiha bibêje; “Ez pir ji vê xebata xwe hes dikim. Û ez hîna di mijara jêhatîbûna  xebatên hunerî ên kurdan de heyîrî mame. Bêguman tevî xebatên min ên muzîkvaniyê, ez niha baştir fêm dikim ku em Kurd ji tu kesekê ne jêr û ne jî kêmtir in. Lê hewceye em nirxên gelê xwe biparêzin û pêşbixînin.”

Ne tenê Nûrê, belku dayîk û bavê wê jî tevahiya jiyana xwe di ber pêşxistina çanda gelê xwe de didin. Ji bo wê, bandora dayîk û bavê wê zêde li ser heye û ev yek dihêle ku Nûrê hîn zêdetir bi çand û hunera kurdayetî re mijûl bibe. Ew di gotinek xwe de dide diyarkirin; “Ew ji bo me mînakên hêja bûn. Dayîk û bavê min di perwerdekirina me de fedakartiyên mezin kirin.”

Ew di salên 1987-1990’an de, di Enstitûya Zanistên Perwerdehiya Dewleta Êrîwanê de, tevî hevserê xwe Tosinê Reşîd serokatiya koma muzîk, dîlan û etnografyayê dike. Nûra Cewarî ku di navbera salên 1990-1992’an de, li zanîngeha taybet a D. Anhagteyê dersên muzîka kurdî dide, ji ber şerê Karabag, hilweşîna aborî û civakî, neçar dimîne tevî malbata xwe welat terk bike û li Awisturyayê bi cih bibe. Nûra Cewarî, di salên 1996-1998’an, li Awisturya û di dibistana Victoria Diller dersên li ser zimanê kurdî dide. Her wiha Nûra Cewarî li ser muzîka kurdî gelek berheman dinivîse û çap dike.