JXK navnîşana jinên xwendekar e

- Newaya Jin
325 views
Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) di meha Gulanê de duyemîn konferansa xwe li bajarê Darmstadt ê Elmanya lidarxistin. Bi dehan jinên ciwan ên xwendekar bi diruşmeya “Em ji çanda tecawizê re, ji tecrîdê re dibêjin na! Dem dema azadiya Rêber Apo hatiye‘ xebatên xwe nirxandin û derbarê planên xwe yên pêşerojê de biryar girtin.Ji Jinên Xwendekar ên Kurdistanê JXK’ê Rojin Agir têkildarî kar û xebatên xwe, planên dema pêş û armancên xwe bersiva pirsên Newaja Jin da.

Weke Jinên xwendekar we di konferansa xwe de çi nîkaş kir?

Piştî konferansa yekemîn a JXK ku li 2019 hatibû çekirin me 29 Gûlanê 2021 konferansa xwe dûyemin çêkir. Konferans di demeke girîng û awarte de pêk hat. Yek ji xala girîng a em li ser sekinîn azadiya Rêber Apo bû. Ji bo vê em ê xebatê bimeşînin. Xala duyemîn a me li ser nîqaş kir, çanda destavêtinê bû. Em dibînin li hemû cîhanê pergala kapîtalîst di rewşeke kaosê de ye. Bingehê pergala kapîtalîst û netew dewletê baviksalariye. Lewra ev zêhniyet êrişî her derê dike. Ev êriş li çar parçeyên Kurdistanê, li ser Rêber Apo, li ser jinan û ciwanên Kurd dewam dikin. Rêber Apo van êrişan weke çanda destavêtinê pênase dike. Lewra di konferansê de me got, gelo em çawa dikarin pêşî li çanda tecawizê bigrin. Li hemberî nîjadperestiyê, cinsiyetperestiyê, dewletê, pergala kapîtalîst, destavêtinê, malbatê, asîmlasyonê tiştên divê bên kirin hatin nîqaşkirin.

Jinên Kurd li cîhanê deng vedan. Weke jinên ciwan hûn çawa rola xwe dileyzin. Di xebatê de çi zahmetî derdik evin pêşiya we? 

Di van salên dawî de ji bo em xwe bigihînin jinên ciwan û bi taybetî jinên xwendekarên Kurd gelek hewldanên me çêbûn. Bêguman zahmetiyên xwe hene. Piştî şewba vîrûsa korona belav bû, zanîngeh û dibistan hatin girtin. Lê me jî bi stratejiyek nû hewl da bi rêya medya dijîtal, meş, malbatên welatparêz xwe bigihînin jinên ciwan û xwendekaran. Ji ber vîrûsa korona jinên ciwan ên li malê man, pêdiviya wan bi peywendiyên civakî heye. Dema em dixwazin xwe bigihînin wan carna malbat û dewlet weke astengî derdikevin pêşiya me. Mixabin hin malbat naxwazin zarokên wan nasnameya xwe nas bikin. Lewra hin jinên ciwan di heman demê de li hemberî malbatên xwe di nav têkoşînê de ne. Dîsa hinek jî ji ber polîtîkaya dewleta Elmanya ya li hemberî kurdan bi fikar nêzik dibin. Dewlet ciwanên bi rêxistinkirî naxwaze, ez eziyê pêş dixe û hewl dide wan bi vî awayî tenê bihêle û bê hêz bike, nehêle li hemberî pergalê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Di konferansê de li ser xwe bi rêxistinkirinê me nîqaş kir. Di heman demê de beşdarên konferansê li rêyên alternatîf geriyan û plansaziya xwe li gorî wê diyar kir.

Baş e, hûn qala rêyên alternatîf ên nû dikin. JXK heta niha bi kîjan rêbazan têkoşiya û li gorî demê ew ê di şê wazê xebata xwe de çi guhertinê çêbike?

JXK’ê berê demeke dirêj xebata xwe bi heman ritmî û şêwazî meşand. Lewra wekî JXK û YXK ji bo bi rê û rêbazên nû xebatên xwe bimeşînin, em ketin peyvajoyek ji nû ve xwe avakirinê. Li ser esasê plansaziyek nû komîsyona çandê, xwendekarên dibistanan û komîsyona perwerdê ava kir. Niha jinên ciwan ê Kurd ên li Ewrûpa ji dayik bûne, di nava lêgerîna nasnameya xwe de ne. Bi rêya xebatên çandî, dîroka Kurdistanê, zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî, mûzîkê hewl bidin xwe nas bikin. Heta niha bi giştî me xwe di nava xwendekarên zanîngehan de bi rêxistin dikir. Lê me xwe negîhandibû xwendekarên li dibistanên din. Niha gelek endamên me yên li dibistanên cûr be cûr hene. Ji niha ve dema dikevin ferqa girîngiya nasname û hebûna xwe, dema biçin zanîngehên li bajarên cûda jî bi xwe wê ciwanên kurd û dostên kurdan birêxistin bikin, komîteyan ava bikin. Xaleke din jî perwerde ye. Li her derê êriş li ser kurdan heye. Em çiqasî perwerdekirî bin ewqasî dikarin xwe biparêzin. Xwendina pirtûkên Rêber Apo girînge. Em ê tenê ne li Elmanya, li hemû Ewrûpa jî komîteyên xwe ava bikin. Ji Viyana heta Hollanda bi ciwanan re dixwazin di nav peywendiyê de bin.

Nêzîkbûna xwendekarên jin a xebatên we çawa ye? 

Niha paradîgmaya Rêber Apo li cîhanê bûye mînak û nîşan daye ku em dikarin jiyanek alternatîf ava bikin. Lewra gelek kom dixwazin paradîgmaya Rêber Apo fêmbikin.Ji bo vê xwe digihînin me. Li zanîngehan bi rêya komîteyên xwe bi komên femînîst ên xweser, ekolojîst, çepgiran re têkiliyên me hene. Xebatên hevbeş ên weke semîner, stand, meş û perwerdeyan dimeşînin. Bi taybetî gelek grûp dixwazin li ser Jîneolojiyê lêkolîn bikin û fêmbikin. Ev jî yek ji xebata me ye. Ji bo hîn zêdetir Jîneolojiyê bidin naskirin xebatê me didomin. Em dixwazin jinên ciwan ên xwendekar ên cîhanê jî li ser esasê konfederalîzma Demokratîk bi rêxistin bikin. We got, di bingehê dewletê de baviksalarî heye. Bêguman ev baviksalarî weke cînsiyetperestiyê di nava hemû qadên jiyanê de xwe dide der. Gelo jinên xwendekar li zanîngehan bi kîjan nêzîkatiyên cînsiyetperest re rûbirû dimînin?  Pergala Kapîtalîst û Netew Dewlet hêza xwe bi taybetî ji zanista pozîtîvîst distînin. Zanîngehên dewletê bi zanistek dogmatîk xwendekaran perwerde dikin, rê nadin lêpirsîn û hîskirin e. Dewlet dixwaze kadroyên li gorî xwe çêbike. Ji bo vê jî dersan dide û xwendekarên hîs dikin, lêpirsîn dikin xeter dibîne. Ji ber vê rêxistinbûyîna xwendekaran gelekî girîng e. Pêwîstî bi perwerdeyek alternatîf, bê dewlet û demokratîk heye. Lewra Jîneolojî ji bo me mînakek pir baş e. Em dixwazin bêtir fêmbikin û lêkolîn bikin, li ser wê xebatê bimeşînin.

Hûn li zanîngehan li ser êrişên dagirkeran ên   li ser jinan û bi taybet gelê kurd û Rêber Apo   çi xebatan bi kîjan rêbazan dimeşînin? 

Yek ji xebata me danasîna fikrên Rêber Apo ye. Ji bo vê em hewl didin xwe bigihînin xwendekar û akademîsyenan. Semîneran organîze dikin, standên agahdarkirinê datînin.Em ê hewl bidin ku pirtûkên Rêber Apo li pirtûkxaneyên zanîngeha hebin. Bi vî awayî fikrên wî fermî bên qebulkirin. Dîsa bi kesên di qada dîplomasiya Kurdan de kar dikin re, ji bo deşîfrekirina tundiya dagirkeran û faşîzma dewleta Tirk xebatê dimeşînin. Bi vê armancê niha em ê dosyayên bi wêne û vîdeoyan amade bikin, li ser vê bingehê bi saziyên cûr be cûr re têkevin têkiliyê.

Jinên li zanîngehan eger ne di nav rêxistinbûyîna we de bin an jî hûn  nikarin xwe bigihînin wan, li de vera lê ne bi serê xwe ji bo doza gelê  xwe dikarin çi bikin?

Divê em bizanibin ku dijminên gelê Kurd pir zêde ji rêxistinbûyîna jinan ditirsin. Ji bo vê jî her jinên ciwan ê li dijî baviksalariyê ne, faşîzmê, nîjadperestiyê, cînsiyetperestiyê, tevawizê, tacîzê, qebûl nakin, divê xwe bi rêxistin bikin û bi rêxistinî xwe biparêzin. Li hemberî dijmin têkoşîna hevpar wê serkeftinê bi xwe re bîne. Divê êrişek li ser jinekê wekî êrişa li ser hemû jinan bibînin û bêxem nêzîk nebin. Li kuderê dibin bila bibin xwe perwerde bikin. Jinên perwerdekirî û xwe, dîroka xwe, rastiya gelê xwe nas kiriye, dikar li hemberî nêzîkatiyên pergala baviksalar jî bibin bersiv.

Niha plan û projeyên berbiçav hûn dimeşînin çine?

Xebatên me yên avakirina komîteyên nû dewam dikin. Me kampanyayek bi navê #ReadRêber daye destpêkirin. Ev ji bo azadiya Rêber Apo ye û bi vê yekê em başdarî pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye‘‘ dibin. Li ser bingehê azadiya jinan em ê broşûrekê amade bikin. Ji xwe weke min got, em ê hewl bidin pirtûk û fikrên Rêber Apo bi rêbazên cûr be cûr belav bikin. Bi rêya medya dîjîtal, stand, semîneran li zanîngehan xebatê bimeşînin. Li alîkî din bi delegasyonekê biçin Mexmûrê, bi enstîtûya Jîneolojî û xwendekarên Başûrê Kurdistanê re têkiliyan pêş bixin. Ji bo destpêkirina xebatên zimanê Kurdî, dîroka Kurdî, wêjeya Kurdî, şano, mûzîkê amadekariyên me hene. Ji xwe xebatên me yên perwerdê jî wê bi girîngî dewam bikin. Eger jinên xwendekar ên Kurd an jî enternasyonalîst werin beşdarî xebatê me bibin em ê gelekî kêfxweş bibin. Jina bi rêxistinbûyî xweşik û bi hêz e. Yên bixwazin dikarin bi rêya emaîl, hesabê instagramê, rûpela me xwe bigihînin me.

 

Eposta: [email protected]
Instagram: jxk.online
rupel jxkonline.blog