Kesên temen biçûk çîrok mezin

- Roza MARDÎN
621 views

Dîroka ku mirovahiyê jê şerm kir.  Mina nanê ku di tendûrê de dişewite, rûyê mirovahiyê dişewitî, bêhna vê şewatê li hemû cîhanê belav dibû. Asiman ji asimaniya xwe, roj ji rojbûna xwe şerm dikir. Her ku diçû çîrokek dikete nava çîrokên mirovahiyê yê ku kesî/ê qet nedixwet bibihîse, a ku jana dayikan, qêrîna  jinan lê dihate nivîsandin. Jan û qerîn ji wendakirina kezebê bû, wenda kirina zarokên xwe bû a ku ewqasî bi dijwarî li asiman belav dibû. Zindiyên di nava çiyayên Şengalê de diperpitîn ji ber vê êş û janê. 

Bi hezaran zarokên rojê bêyî ku têr bi têhnkaya rojê bibin, ketin nava tarîtiyê. Bi sedan dayîk ku  nema êdî roj li wan hilat. Ji wê rojê ye ku çiya, dol û newalên Şengalê ker û lal e! Ziman edî bi tirsê neaxive, guh nema dibihîse da ku qerînên dayikan dawî lê were!.. 

Qewmê dilpak

Belê, fermanek rabû li ser zarokên rojê! Fermek rabû li ser Şengala şewitî. Fermanek rabû li ser qewmê cil spî û dilpak. Nifşek hate qetil kirin. Nifşek hate dîl girtin, bê ku tu xeber ji derekê bê bihîstin, ji carekê de xewa şeva bû mirin, xwa şeva bû dîlgirtin bêyî ku roj bi hilatina xwe ve rabe!

Belê! 5 sal li ser fermanê de derbas dibe, lê kezep hîn jî dişewitin, birîn mîna roja xwe ya yekemîn hîna jî jan didin. Me gelek çîrokên vê jana taritîyê bihîst, guhdar kir. Bi hezaran mirov, bi hezaran çîrok li pêy xwe hişt vê fermanê. Me şahidiya gelek çîrokên hebûnî, gelek çîrokên tunebûnê guhdar kir. Lê tû çîrok weke çîrokên zarokên rojê tesîr li ser dil û mejîyên me nekirin. Gelek ji wan bêyî ku firsend bibînin û bibêjin; “Dayê hatin!”, êsîr ketin dest. Gelek ji wan, li ber çavên wan dayik, bav û xwişkên wan hatin kuştin. Bêyî ku bizanibin kîne, çine, ji kur in, ketin nava lepên şerma mirovahîyê çeteyên DAÎŞ’ê.

Ew zarokên rojê bûn û dizanîn ku wê rojekê roj li wan hilê, ger wechê dayikên wan neyê ber çavên wan jî êdî dizanîbûn ku wê dîsa vegerin nava xaka ku jê dayik bûne. Yek ji van zarokan jî Samir Selîm Xidire ku hîna di temenê xwe yê 8 salî de dikeve destê çeteyên DAÎŞ’ ê. Ew jî xwedî çîrokekê ye ku bi dehan qatî temenê xwe tişt jiyan kirîye .

Ji her derê dengê qêrîniyê dihat

Samir di xewa xwe ya şêrîn de ye; ew jî mîna gelek hevalên xwe, bi malbata xwe re dibihîse ku çeteyên DAIŞ’ê hatine. Samir bi çavên xwe yên dibriqin li me dinêre û dûr diçe, dice wan rojan û bêyî ku ji ser tu tiştî biqevize, yan jî kêliyek ji wê demê bîr bike, yek bi yek vedibêje: 

“Em 8 xwişk û bira ne. Em di malê de nivîstî bûn ku bi yek carî hengameyek ket nav gel û gotin ku DAIŞ hatiye. Me di berbanga sibê de bihîst ku ketine navenda Şengal ê; em gelek ditirsiyan, ji ber ku me tiştên gelekî nebaş di derheqê wan de dibihîst. Ji ber vê jî malbatên me yekser rabûn û bê ku tiştekê hilgirin, em ji malên xwe revîn. Lê, em di milê Lofa de hatin girtin! Tenê seyareyek me hebû û em hemû endamên malbatê nediketinê, hin ji me bi seyareyê û yên din jî bi meşê reviyan. Lê belê bi du seyareyan derdora me girtin. Hemû bi çek bûn. Ez wê demê pirr ditirsiyam; baş tê bîra min ku dayîk û xwîşkên min hemû digiriyan, qîre qîra wan bû..! Lê ne erd û ne jî esiman dengê me dibihîst. Em êsîr girtin!”

Samir dema ku behsa çîroka xwe dike çavên wî li erdê, lê ew bi xwe dibe rêwî di nav bîranînên bi êş ên jiyana xwe… Diçe wan kêliyan, kêliyên ku wê ev kêlî heya temenê xwe yî heyî de bi caran jiyan bikira. Îro jî dema ku ji me re qala wan rojan dikir, dîsan heman hest jiyan dikir. Ew di wech û nêrandina wî de pirr baş dihat xûyan. Bîskeke xweş bêhneke kûr dikşîne û disekine.   Çewa ku Samir bêdeng bû, em jî pêre bêdeng bûn. Tu tevger, tu deng nînbû, her tişt mîna ku di wê kêliyê de cemidîbe; tu dibê qey em jî pêre bûn û me bi hevre rêwîtî dikir. 

Rêwîtiya me ya bêdengîyê bi gotina wî  ya ku “Em hemî hatin girtin û di wê demê de em ji hev qût kirin” mîna erdhejekê çewa ku di jiyana Samir de pêk hatibû di wê kêlîyê de hevok û gotinên me yê ku menê bikiria pirs û jê re bigota, di nava wê erdhejê de ma û bû zimanek ku ne diçû û dihat. Samir bê ku bixwaze pirr vebike, dixwest kin behs bike û dawî lê bîne. Lê ne wî dikarî vê yekê bike, ne jî çîroka wî ewqas kin bû. Em dîsan bêdeng man, lê vê carê me tiştek neot û êdî wê wî bi lêv bikara çîroka xwe ji cihê mayî. Ji ber ku êdî wî dest bi vegotinê kiribû û a ku ji mere dima tenê guhdar kirin bû!..    

Çîrok bi xwe bilêv dibû 

“Ji Şengal em birin Tilefer ê, nêzî 3 salan em bi malbata xwe re li gel hev bûn. Lê despêkê bavê min piştre jî ez ji dayika min qût kirin. Her carekê em dibirin gundekê. Ew nêzî me nediman, lê her carekeê dihatin teftîşê, an jî dihatin keç û jin bi dorê dibirin; ji xwe pişt re hemû birin. Wê demê ez 8 salî bûm. Em her yek birin malekê. Nêzî pênc meha ez li wir mam û piştre jî ez birim medreseyekê. Li ser sedî kes di wê medreseyê de dihatin girtin. Wê demê hêdî hêdî dest bi perweda olî kiribûn, ev perwede jî bi zorê bû û yên ku li gor wan neçûban rastê lêdanê dihatin.”

Samir behsa çîroka xwe dikir û em jî bê ku li cihê xwe bilibin û gotinekê bibêjin, me lê temaşe dikir. Bi hevokên xwe yên “Destpêkê bavê min birin, piştre jî ez ji diyaka min qût kirim” Samir ji bo çend kêliyan di cihê xwe de cemidî sekinî. Her windakirinekê êş û janek danîbûn nav çavên wî ên biçûk de. Ew kêlî ewqasî bi êş jiyan kiribû ku dema behs dikir jî bi temenê xwe yê biçûk êşa wî, bîrîkirinên wî, di her bilêv kirin û kedera di çavên wî de xwe dida der.  

Samir bê ku li benda pirsên me bimîne û bixaze navberekê bide, bê navber berdewam dike û dibêje; “Ji Teleferê em derbasî Mûsilê kirin. Dema ku Mûsil ji destê wan hate rizgar kirin jî em derasî aliyê çemê Firatê kirin. Li wir qet derfeta me a revê çênebû, ji ber ku ji wir qet derfetê derketina me a cihekê tune bû û li ber derî her tim nobedar hebûn. Li cihê ku em birinê, em ji hêla olî de perwerde kirin, her carekê jî dîmen û wêneyên xwe nîşanî me didan. Nedihîştin ku em li televîzyonê binêrin. Ez li Tilbenat û Hecîn jî mam. Bi taybetî li milê Hecîn balafira lê dida. Li Hecîn jî me nedikarî ku derkevin derve, tenê roja înê me dikarîbû derbiketa, ew jî tenê ji bo çend saetan. Li her çar aliyan çeteyên DAIŞ’ê hebûn, tu derfeteke te a ku tişteke din bikî, nînbû.  Mîna pirr kesan min zimanê xwe ji bîr nekir. Ji ber ku min nivîsî bû. Ev jî bû sedem ku ez ji bîr nekim. Salah jî hebû, em di medreseyê de li gel hev bûn. Sifyan jî dibû mirovê min, min ew jî li wir dît, lê nizanim ka pişt re çi bi serê wan hat.”        

Ez bi hêvî bûm ku rojekê rizgar bibim

Samir jî mîna hemû kesên ku ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ ê, tu caran hêviyên xwe yên rojekê rizgar bibe, ji dest nade. Dema ku van hestên xwe tîne ziman jî ji carekê de li ser wechê wî ê ku bêdengiyek cemidî, sar lê sûwar bû, keneke germ û bi coş tê xûyan. Ew wechê sar û bi jan vediguhere rûkeniyê…     

Samir piştî henaseyek kûr dikşîne, bi rûkenî li me mêze dike û wiha qala rizgariya xwe dike: “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo hêzên QSD’ ê digotin, ew kafir in, xwe ji wan dûr bixin. Ji xwe hemû xetên ku mirov bikare tê de bireve jî tepink kiribûn û yê bixasta bireve jî bi suîqastê dikuştin. Ji ber vê jî gelek kesên ku dixwestin birevin, ne dikarîn birevin. Nizanim çawa çêbû! Lê derfetek hat pêş û hin kes derketin û ez jî bi wan re revîm. Dema ku ez giham cihê ku DAIŞ lê nîne û kesên li wir fêr bûn ku ez Êzidî me, yek ser ez girtim cem xwe û dest û rûyê min şûştin, xwarin dan min. Di aliyekê de ez ditirsiyam, lê di aliyê din de jî min digot; ‘temam ez giham dayîka xwe.’ Dema ku ez hatim û şûnde, ez li pey kesên ku min nas dikirin de gerîm, lê min ew nedîtin. Ez nizanim çibû ji wan!  Xwezî min ew jî li wir bidîtina. Lê min nedîtin! 

Samir gelek hevalên xwe li pey xwe hiştibûn, gelek bîranîn û tiştên jiyankirî… Rexmê ku ew rizgar bibû, lê êşa ku kesên din li wir man di dilê wî de kûr bû û xwesteke wî ew e ku bi hevalên xwe re dîsa mîna hemû zarokan di hembêza dayîkên xwe de, bi germahiya sînga diya xwe dîsan bijîn. Ew dixwaze dîsan di heman kolanan de, bi hevalên xwe re bilîze. 

Samir vê xwesteka xwe jî bi dil xemgîniyekê tîne ziman û dibêje; “Ez dixwazim biçim gel dayîka xwe û mîna berê tevî hevalên xwe biçim dibistanê. Ez tiştek dinê naxwazim! Ez dixwazim her tişt mîna berê bibe. Lê belê ez nizanim ka dayîk û hevalên min niha li ku ne!”

Bê guman bi sedan zarok hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê dene û ji gelek ji wan jî tu agahî nînin. Gelek ji wan bê ku xwe nas bikin, bûne xwedî nasnameyên cûda û jiyana wan di bin xeteriyên mezin dene. Bi dehan zarokên wek Samir hene ku mixabin hîn di destê çeteyan dene û hîn li benda rizgariyê ne.