Kobanê û Şengal: Nexşerêya jinên başûr

- Necîbe QEREDAXî
654 views

Mirov bi xwe durust û rastbêj be, divê mirov li ser hin rastiyên xwe û civakê wêrek be û tilî deyne ser şaşitiyan. Di vê rêbazê de em ji sifirê destpê nakin. Dema tevgera azadiyê ya gelê Kurd di salên destpêkê yên 70’yî yên sedsala 20’an de ket ser rêya zehmet û dijwar a şoreşê, bi rexnekirina navxweyî destpê kir. Pesnê xwe neda û bi qenciyên xwe re şaşitî û kêmasiyên xwe nenixumand. Bi tenê rexnekirin jî bes nedît, alternatîfên jiyana nû afirand û dit êkoşîna dem dirêj a pir bi êş û jan lê gelekî bi coş û bandor de, asoyekî nû nîşanî civakê û jinan da. Ev rêbaza ku ji bo diyarkirina çavkaniya pirsgirêkê û çareseriyê beriya her tiştî li nava xwe dinêre, di dîroka têkoşînê ya Rojhilata Navîn de rêbazeke bê hempa û bê nimûne ye. Ev rêbaza ku tiliya xwe datîne ser rewşa civakê, di nava vê rewşê de bi wêrekî lê gelekî wêrekî rewşa jinê rave dike, hemû rîsk û xeteriyan dide ber çavên xwe, tenê bi peyva têkoşîn û şoreşê têra ravekirina wê nake. Baldayîn û nirxandina rewşa jinê, derxistina jinê ji binê axê û dayîna ruhekî, karekî mucîzewarî ye. Bi tenê mirovên wêrek û lêgerînerên azadiyê dikarin zimanê vê rê û rêbazê fêm bikin. Encam ew e, ku heta jin nebe xwedî hêz, vîn, rêxistin, çalakî û gotin, ji bo jiyan û karên xwe nebin xwedî biryar, nebin xwedî sazî wê her tim bi qirkirinên bedenî û ruhî re rû bi rû bimînin.

Aliyekî din ê vê meseleyê yekparebûna vê bedenê ye. Me çiqasî bigota li Kurdistanê şoreş pêk hatiye jî, ev yek tevahiya rastî îfade nedikir. Ji ber ku beşa herî girîng a bedena me, warên pîroz ên Êzidiyatiyê bi fermaneke din re rû bi rû man. Lê Êzidî piştî 3 Tebaxê ne mîna berê ne. Li ber çavê me hemûyan ew nimûneya divê were fêmkirin e. Yên 3’ê Tebaxê rast nexwînin, wê timî mehkûmî koletî, bindestî û jiyaneke bê rûmet bin. Ev yek ne tenê ji bo Êzidiyan ji bo me hemûyan derbas dibe.

Şengal û bûyerên piştî 3’ê Tebaxê qewimî bi qasî bi dehan şoreşan dersên dîrokî didin me û divê em fêm bikin. Ya herî girîng jî ew e ku civakek felaket û komkujiyê werdigerîne şoreşê. Eger di xewa şevê de dayikeke Êzidî bigota 5 keçên min şervanên YPJ-Şengal in, me yê bawer nekiribûya. Lê niha ev ne xew in ne xeyal in, rastiyeke. Ev yek pêk hat, ji ber ku Êzidî êdî tiliya xwe datîne ser birîn û kêmaniyên xwe. Û ne tenê bi wêrekî dipeyivin, bi cesaret gavan jî diavêjin û Meclîsa Xwebirêvebirinê ava kirin. Ne tenê jinên Kobanê niha jinên Êzidî yên li Şengalê jî ji bo jinên Başûr dibin mînak. Biryarên xweser û xwe birêvebirinê didin û dixwazin her kes û alî rêz û hurmetê nîşanî biryarên wan bidin. Biryargirtin cesaret e û şoreşî ye.

Weke jinên ji Başûrê Kurdistanê gelo me çawa Meclîsa nû ya Êzidiyên li Şengalê, nêrînên jinên Êzidî yên piştî avakirina Meclîsa Avakar fêm kir û ji niha û pê ve çawa fêm dikin? Alîkarî û piştevanî cewhera pêdiviya yekîtiya neteweyî ye. Lê bila ev mijar niha li aliyekî bimîne. Em ji bo xwe vê gavê çawa fêm dikin? Ez ê qala dijberiya aliyên êrîşî vê Meclîsê kirin nekim, ji ber ku ew ne pir bi bandor e, ne jî stratejîk e. Lê ji bo demekê û dîrokê jî îspat kiriye ku ti tişt nikare li pêşiya vîna gel û jinên bi biryar bibe asteng. Ji xwe piştî berxwedan û serketina Kobanê ev tişt qet ne pêkan e. Weke jinên ji Başûrê Kurdistanê, ji pesindayîna mînakên berxwedanê yên li Kobanê û Şengalê, gelo em çawa dikarin ruh û vê pratîkê bikin manîfestoya jiyanê?

Fêmkirin û pêkanîna encamên berhemdar ên Şengal û Kobanê, ji bo civak û gelên Rojhilata Navîn cewhera meseleyê ye. Dema dihat gotin; berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye ev tenê dirûşmeyek an jî peyvek nebû, ku Kobanê sempatîk bike. Lê Ji bo jinan û gelên herêmê xwedî perspektîfên ji nû ve avakirinê ye. Mijara bingehîn jî pêşketina însiyatîfa jinê û hemû beşên civakê ye ji bo xwe birêvebirinê û rizgarbûnê ji dubarebûna dîrokê û ji xefka desthilatdariyê ye. Ev çirûska şoreşê wê kengî pê bikeve û çawa be? Bi kîjan rê û rêbazan? Srûd Muhemed dibêje jinên Kobanê û Şengalê rê nîşan dan, em jî di rê de xwe ji nû ve ava bikin. Em ji ku destpê bikin? Bêyî derengmayînê pêwîstî bi pêngaveke biharê heye. Êdî dema pesindayîn û xweveşartina li pişt lehengên Kobanê derbas bûye. Em bi hev re destpê bikin.