Komkujiyên demografîk rêbazên herî bixetere ne

- Dîrok QEHREMAN
499 views

Demografî wek têgîn bi zimanê Yewnanî tê wetaya  zanista serjimêriyê. Lê mirov dikare bêje ku  serjimêrî zanisteke civakî ya gelek kevnare. Berê zayînê 15 hezar salan mirovan li gorî pêdiviyên jiyanê xwe birêxistin dikirin. Cara yekem di sala 1855’an de peyva demografiya ji milê zanyar Achille Guillard tê bikaranîn. Di qada jiyanî de peyva demografî hinek din wateya serjimariyê temam dike. Guherîna demografiyayê mijarek siyasî û polîtîke ku ji milê netew-dewletan ve li ser gelan tê meşandin.

Feraseta dewletê a demografiya

Ger em di dîrokê de jî lê binêrin b.z 12 hezar salan mirovan di dema civaka xwezayî de, di pêşengtiya jin=dayîka xwedawend de û bi armanca jiyanek ewle bijîn, hin cihên jiyanê dane diyarkirin û li wir civakbûn dane destpêkirin. Ji ber ku di wê demê de demografiya di bin xizmeta civakê deye û li gorî derfetên jiyanê deverên baş tên hilbijartin; ji bo wê, em dikarin hebûna peyva demografiya erênî binirxînin.

Lê belê dema em demografiyê di dema pergala baviksalarî dewletê de digrin dest, rewş tam berovajî hatiye zivirandin. Ji bo netew-dewletan demografî di çar beşand de tê destgrtin. Weke zayîn, zewac, koçberî û mirin tê destgirtin. Bêguman dema ku em dibêjin polîtîkaya netew-dewletan, em behsa vê yekê dikin û li gor wê dinirxînin. Her wiha netew-dewlet demografiyayê li gor pergal, berjewendiyên xwe û pêdiviyên desthiladariya xwe bikar tînin. Xalek din jî ew e ku demografî weke serjimarî tê destgirtin. Helbet li gelek dewlet û welatan ev rewş cudatir tê destgirtin. Li gorî pergala mêr dewletê dema serjimariyên welat tên girtin, tenê hejmara mêran tê esas girtin -ji ber ku jin weke kes an jî hemwelatî nayê hesab kirin-  yek ji sedema vê yekê jî ev e ku mêr diçin leşkertiyê, ya din jî ji ber jin bê nirx tên dîtin. Ji ber wê jî em dikarin bêbijin ku her dewletekê li gorî berjewendiyên xwe polîtîka dane diyarkirin.

Zîhniyeta qirker dîsan li ser kar e

Em vê rewşê dikarin di van salên dawiyê de hîn bi awayek zelaltir li Tirkiyê bibînin. Mînak Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan li gorî hişmendiya xwe ya baviksalar, desthilatdar û dij jinê, nêzî vê mijarê dibe.  Her wiha hejmara anîna zarokan dide diyarkirin û dibêje ku pêwîste her jinek 3 zarokan bîne dinê. Li vê derê hem dide diyarkirin ku li vî welatî mafê jinan yê biryargirtinê tuneye û mêrê serdest-dewlet wekî ku dixwaze nêzî vîn û bedena jinan dibe, di heman demê de bi hejmara li gorî ku dewletê daye diyarkirin gavên demografîk tên avêtin.

Ji bo vê jî hewceye em bizanibin ku armanca yekem ya guherîna demografiya qirkirina gel û netewane. Em di dîroka Osmaniyan de jî dibîn ku di her demekê de gelên herêmê û cîranên xwe di qirkirinê re derbas kirine, li şûna wan yan Tirk, yan jî Tirkên sipî anîne û bi cih kirine, bi wê şêwayê di her pêvajoyekê de hewildane ku hemû deverên Kurdistanê bêxin bin desthiladariya xwe. Îro jî weke berdewamiya polîtîka û desthiladariya Osmaniyan, bi pêşengtiya AKP-MHP’ê, hêzên NATO û dewletên desthilatdar yên derve û herêmê dixwazin hemû axa Kurdistanê bixin bin desthilatdariya xwe. Bi salan bi destê Osmaniyan êrîş anîn ser Kurdistanê û di roja îro de jî  ev êrîş bi destê faşîzma AKP-MHP’ê ku xwedî heman zîhniyeta dagirker in, didomîn. Jixwe kiryarên ku îro li herêmên bakur û rojhelatê Suriyê tên meşandin jî di encama polîtîkayên qirker ên zîhniyeta dewleta Tirkiyê de tên birêve birin.

Gel ji ax û koka xwe tê qutkirin

Di dîrokê de jî li Dersîm, Agirî, Amed, Botan û li çar perçe û gelek deverên Kurdistanê bi destê Osmaniyan polîtîkayên qirkirina demografîk hate meşandin, Kurd li cih û warên xwe bûn, li ser axa xwe bûn penaber û heman kiryar hîna jî li gelek deverên Kurdistanê tên meşandin. Îro li her ciheke Kurdistan û Rojhilata Navîn şer heye, polîtîkayên li dijî gelan ên ji cih û warê wan kirin, tê birêve birin. Herê zêde jî li herêmên ku Kurd lê dijîn ev şer girantir dibe, bi şêweyên qirkirinên cihê ev şer tê meşandin. Şerê taybet yê bîrdozî, derûnî, fîzîkî, aborî û guhertina demografiya li ser gelê herêmê bê navber didome. Gel ji ax, kok û rehên xwe tê qutkirin. Armanca hemû şeran ku bi destê netew-dewletan pêk tê, qetilkirin û talankirina nirxên civakê ne.

Di her şerekî de gelên herêmê neçarî koçberiya bi darê zarê tên kirin û li diasporayê belav dibin.  Gelên ku ji ser axa xwe koçber dibin û ji neçarî li deverek din jiyana xwe didomînin, bi demê re dibin weke gelê li wê herêmê û ji ziman, çanda xwe qut dibin. Jixwe armancek sereke a dagirkeran jî ev e, yanî bi encam kirina qirkirinên çandî û ziman e. Dema mirov li ser axake din be, yan jî kesên din ger li ser axa me hatibin bi cih kirin, wê demê mirov di nav çanda wî gelê ku li wir hatiye bi cih kirin de tê helandin û zimanê mirovan jî dibe weke gelê wê herêmê. Her koçberiyek kuştina ziman û çanda gelane. Armanca dewleta Tirk ew e ku ji başûrê Kurdistanê heyanî axa bakurê Suriyê her deverekê li gorî “mîsaqêmilî” dagir bike û demografiya Kurdistanê biguherîne. Jixwe koçberkirin û talankirina bakurê Kurdistanê a ji hêla dewleta Tirk ve bênavber didome.

Armanc tunekirin, helandina çand û ziman e

Êrîşên ser herêma Efrînê ku di 20’ê Çileya 2018’an de destpêkir, bi armanca qirkirina fîzîkî û dovre jî yên mayî di nav kesên li herêmê de tên bi cih kirin, helandin û asîmîlasyona çandî, ziman û guhertina demografîk bû. Gelê vê herêmê di komkujiyan re derbas bû, gelê resen yê van deveran neçar man ku koç bikin û heta niha di wargehan de jiyana xwe didomînin. Herî dawiyê jî dewleta dagirker a Tirk bi heman rêbazan di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî herêmên bakurê Suriyê, bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî kir. Gelên van deveran jî cardin ji neçarî koçî hin deverên din kirin. Li şûna wan malbatên çete û Tirkên Uygur anîn û li van herêman bi cih kirin. Bi feraseta xwe a dagirker yekser li her deverekê alên Tirk daliqandin, zimanê perwerdehiyê kirin Tirkî, dibistanên kur û keçan ji hev cûda kirin. Nemaze armanca wan tunekirin, helandina çand û zimanê gelên resen bû.

Di her pêla koçberiyê de bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Her devera ku şer lê çêdibe û gelên wan deveran ji neçarî koçber dibin, dewleta dagirker a Tirk çeteyên ji bajarê Îdlib, Xuta, Himis û Cerablusê tîne û li bajarên Kurdan bi cih dike. Çawan ku gel koçber dibe û diçe deverek din, wê demê ji çand û zimanê xwe qut dibe, bi demê re jî jixwe biyanîbûn pêş dikeve. Bêguman dema gelek din jî were û li cihê wan bi cih bibe, wê demê ew herêm her ku diçe tê guhertin û çandeke din li wir tê birêvebirin. Mebesta dewleta dagirker a Tirk û NATO yê a ji van şeran û koçberiyan ew e ku demografiya Kurdistanê bidin gurhertin. Pilanên wan ên li ser Kurdistanê ku di şerê cîhanê yê yekem û duyem de nekarîn pêkbînin, dixwazin îro bidin meşandin.

Têkoşîna gelan wê azadiya herêmê misoger bike

Gelê ku ji van deveran koçber dibin û bera xwe didin derveyî welat jî, li wan deran bi demê re kurdbûna xwe ji bîr dibin, ji çand û zimanê xwe xerîb dikevin. Jixwe armanca dagirkeran jî ji koçberî, şer û talanê ew e ku gelên herêmê yên resen ji warên xwe derbikevin û li deverên din ên cîhanê belav bibin. Herî dawî Erdogan bi gotina ‘bakurê Suriyê ne li gorî jiyana Kurdan e’ rûyê xwe yê qirker carekedin da nîşandayîn û mebesta xwe a dagirkeriyê bi eşkereyî anî ziman. Yek ji gelên kevnar ên cîhanê jî Kurd in û Kurd li ser vê axê çêbûne, civakîbûna xwe pêşxistine û xwediyê  çanda resen ya vê axê ne. Lê îro hêzên dagirker ji bo ku bikaribin dagirkeriya xwe a li van herêman bidin meşandin, bi zimanekî zirav û derewan hewl didin ku gelê herêmê yê resen ji van deran bidin dûrxistin.

Împaratoriya Osmaniyan di demên cihê de hin deverên Kurdistanê dagir kirine, gelên wan herêman jî ji ber zext û kuştinan koç kiriye û bi vî rengî demografiya wan deveran dane guhertin. Lê belê hêza wan tu carî têra nekiriye ku neteweyekê bi her awayî tune bikin. Her çend ji netewên cûda Tirkên sipî dabin avakirin jî, lê wan nekariye armancên xwe bibin serî. Helbet wê di vê serdemê de jî dewleta dagirker a Tirk nekare xeyalên xwe bi ser bixe; dawiya Osmaniyan çibû, wê aqûbeta faşîzma AKP-MHP’ê jî heman tişt be. Çawa ku Kurd di 28 serhildanên xwe yên cûda de bin neketibin, berovajî karîbin her demekê ji yan din xurtir bibin û serketin bi dest xistibin, wê di serhildana xwe ya 29’an de jî bikaribin azadî û serketina xwe misoger bikin. Her wekî ku îro pergala jiyana civaka demokratîk diyarê hemû gelên cîhanê kiribe û karibe herkesekê li dora vê pergalê bicivîne.