Lêgerîna jinên Iraqê a nasnameya siyasî û bîrdozî

- Dîcle MURAD
577 views

Di dîroka kevnar de, bi taybetî jî di 4000 b.z de jin xwediyê pozîsyonek diyar û  birûmet bû. Jinên Mezopotamyayê bi ax û jiyanê ve grêdrayî bûn. Di vir de rastiya rola xwendawend li pêş bû. Xwedawend Îştar ji bo Sumer, Babîl û Asûran sembola mîtolojiya hezkirin û şer bû. Du perestgeh hebûn, yek li Nînova ku wek xwedawenda hezkirinê û ya duyem jî li Arba Elo ku wekî xwedawenda hişmendî, aqil û şer dihat zanîn. Piraniya serkirde û padîşahên Asûriyan berî ku beşdarî hemleyên şer bibin, an jî biryara tiştek girîng a di derbarê çarenûsa împaratoriyê de bidin, diçin van perestgehan û wêderê ziyaret dikin; ji bo şêwirîn û bersiva erêkirinê bistînin.   

Rola jinê tê berovajî kirin

Mîna xwedawend Îştar gelek jinên din hebûne ku di serdemên Asûr, Babîl û Werka de rêveberî û padîşahî kirine, mohra xwe li dîrokê dane. Semîramîs yek ji wan jinane ku di navbera salên 822-811 b.z  hikûmranî kiriye û destkeftiyên mezin bi dest xistiye.   Semîramîs, an jî Semurmat ku bi bedewiya xwe dihat nasîn wek şahbanûya herî xweşik a Rojhilat dihat zanîn, ew bi şarezarî û hêza xwe bû sembol, hest û rûmeta şaristaniya Mezopotamyayê.   

Şahbanûya (Ur) di serdema Sumeran “Bou- Abi” an jî “ŞABAAD” de, di derdora 2500 b.z hikûm kiriye û dihat gotin ku ew xwediyê cihekî bilind bû, ji ber ku li gel wê 59 kes û gelek hewcedariyên hêja û girîng, amûr û sê mohr ku bi nav û paşnavê wê bûye, di gel wê de hatiye veşartin.

Her wiha yekem helbestvana di dîrokê de Enheduanna bû ku navê wê tê wateya bedewiya esiman, an jî xwedanwenda berz. Ew di navbera 2300-2225 b.z de weke helbestvana herî mezin a cîhana kevnar tê hesibandin û keça padîşah Sarjon El-Akkadî ye, nivîs û helbestên wê bi zimanê Sumeran hatiye nivîsîn. Helbet di dîrokê de bi dehan mînakên bi vî rengî hene. Di serdema kevnar a Iraqê de jin xwedî rol û pozîsyonek cûda bû, lê belê di roja îro de ev yek hatiye berovajî kirin.

Têkoşîna jinên Iraqî qet raneweste

Berî ku em rewşa jinên Iraqî ya roja îro binirxînin û bişopînin, hewceye em vegerin dîrokê. Ger em rola wê di dîroka nûjen ya Iraqê de ronî nekin, balê nekşînin ser, bi taybet rewşa wê a di sedsala 20. û dema damezrandina dewlata Iraqê baş fêm nekin, em ê nekaribin rewşa ku îro jin di nav deye jî baş fêm bikin.

Tevgera femînîst a aktîvîstên jinên Iraqî di nav damezrandina yekemîn yaneya (klûb) femînîst a bi navê (Al-Nahda) de cih digre. Vê yaneyê di sala 1923’an de dest bi çalakiyên civakî kir. Hin jinên pêşeng ên di nav vê yaneyê de bi vî rengî ne; Nama Siltan Hamûda, Esma El-Zahawî û Hesîba Cefer. Di wê serdemê de jin beştarî karê çapemeniyê bûn û di sala 1933’an de yekemîn kovara bi navê “Leyla” derdixînin ku edîtora wê Polîna Hasûn dikir. Armaca weşana vê kovarê têkoşîna bidestxistina mafên siyasî ên jinan bû. Di heman demê de jinên aktîvîst dest bi damezirandina rêxistinên xêrxwazî ên jinan, yên wek Heyva Sor, Komeleya Parastina Zarokan, mala gel, û Komeleyên hwd. kirin. Her wiha yekemîn doktora Iraqî ku ji hêla wezareta tenduristiyê ve hat erkdarkirin jî jina bi navê Dr. Anastiyan ku bi eslê xwe Ermenî bû. Ew yekem jina Iraqî bû ku di sala 1939’an de û di beşa pizişkî de zanîngeh diqedand.

Jin êdî li her qadê ne!

Di destpêka salên 1940’an de, ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê jin ketin nav jiyana siyasî û komîteyên jinan avakirin, navê vê komîteyê wek “Komeleya Jinan” hat guhertin û di sala 1947’an de wan kovarek bi navê “Mafê Jinê” derxist. Lê piştî du hejmaran  şûnde ev kovar tê girtin.

Yekemîn jina ku di sala 1941’an de, di zanîngeha hiqûqê de xwendina xwe temem kir, Sabîhe Şêx Dawûd bû ku roleke girîng di qada civakî de lîst û ji rêxistina femînîstên Iraqê re pêşengtî kir. Ew beşdarî gelek rêxistinên wek “Heyva Sor”, û “Sendîkaya Jinan” dibe. Her wiha beştarî gelek konferansên femînîst û mafên mirovan ên li hindur û derveyê Iraqê dibe. Di demeke kin de têkoşîna wê a ji bo mafê jin û wekheviyê berfireh dibe.

Di sala 1948’an de jinên Iraqî xwedî roleke çalak û grîng bûn, di serhildanên li dijî peymana (Portsmouth) ku ev peyman piştî şerê cîhanê yê duyem çêbû; ji ber ku Brîtanya hewl dida bandora xwe a li herêmê berfireh bike û li herêma Rojhelata Navîn bimîne, jixwe armanca vê peymanê jî hewldanek dirêjkirina vê bandorê bû. Divê em jina navdar Edewiye El-felekî ku ji vê serhildanê re pêşengtî kiriye, ji bîr nebin. Tê gotin hejmarek zêde ji jinên ku ji vê serhildanê re pêşengtî kiribûn, tên girtin û 150 jin jî tên binçav kirin.

Dengê jinan berz dibû

Di Adara 1952’an de yekemîn rêxistina demokratîk a ji bo parastina mafên jinan tê damezirandin. Dr. Nezîhe Aldileymî yekemîn jine ku payeya wezîrtiyê girtiye û tevî hin jinên din pêşengtiya vê rêxistinê dikin. Wê di qanûnên Iraqê de rê li xebatek girîng a di mijara tespîtkirina wekheviya jin û zilam de vekiriye.

Hiqûqnas Zekiye Îsmaîl Hakkî di sala 1935’an de, li Bexdayê û di nav malbatek Kurd a Feylî de hatiye dinyayê. Ew xwendina xwe di sala 1957’an de li zanîngeha Bexdayê  diqedîne, li zanîngeha Swîsreyê, di beşa hiqûqê de master dike û destûrnameya xwe werdigire. Di sala 1959’an de wek darizêner tê wezîfedar kirin. Dovre wek seroka dadgeha bilind a Iraqê erk digre. Ew wek yekemîn darizênera jin a welatê Ereb tê nasîn. Ew di destpêka jiyana xwe de di warê siyasî de çalak bû, li ser mafê jin û mafên mirovan diponijî. Bi taybetî ji bo ku balê bikşîne ser zilm û zordestiya li ser gelê Kurd, di serî de li Iraq ê, li ser Kurdên Feylî xebat daye meşandin.

Helbet di dîroka kevin û nûjen ya Iraqê de gelek jinên ku têkoşîna maf û azadiyê meşandine û hewceye mirov behsa wan û têkoşîna wan bike, hene. Lê belê ji destpêka damezirandina dewleta nû ya Iraqê a salên 1920’an û heya roja îro, tevî van hemû têkoşîn û hêz ê, hîna jî jin ne xwediyê nasnameyek siyasî ye, nekariye hizr û ramanên xwe yên siyasî, rêgezên xwe ên bîrdozî diyar bike.     

Hemû mafên jinê tên binpê kirin

Ji sala 2003’an û vir ve, bi taybetî piştî bidawî bûna serdema Seddam Hisên, jinên Iraqî xwedî hêviyên mezin bûn: Yek sûdwergirtina ji vê merheleyê, lê em dibînin ku li şûna jin ji vê rewşê sûd wergirin û tê de bihêz derbikevin, berovajî mezintirîn qûrbaniyên wê pêvajoyê jin bûn. Piştî kaosa siyasî a heyî “Milîsên Mezhebî” dest dideynin ser welat û rêxistinên terorîst, komên olî yên radîkal ên tundrew li her devereke Iraqê derketin pêş.   

Her çend di destûra li Iraqê de mekanîzma û saziyên têkildarê jinan hebin jî; wek Wezareta Karên Jinan, Wezareta Bergiriya Civakî ya Jinan, dîsan dabeşkirina jinê di hemî wezaret û saziyên dewletê de, beşa çavdêriya li Wezareta Mafên Mirovan, Komîteya Jin û Malbatê a li parlamentoyê û komîteyên jinan li hemî encûmenên parêzgehê, lê belê a ku di rastiyê de birêve dibe partiyên siyasî û zîhniyeta qebîle, paşverû a zilame ku civak û welat birêve dibe. Jixwe piştî ku desthilatdarî ket destê partiyên olî, mafên jinê ku di destûrê de hatibûn misoger kirin jî hatin binpê kirin.

Di roja îro de jinên Iraqê ji marjînalîze kirin, bêserûberî û bêkariyê dikşînin; ji ber ku rêjeya nexwendewariyê ji sedî 50 zedêtir bûye, piştî ku di sedsala borî de ji sedî 90 jinên Iraqê xwendevan  bûn, di heman demê de beşdariya jinên Iraqî di bazare kedê de jî îro ji sedî 14.5 derbas nabe.

Binpêkirina mafan di asta jor deye

Rêxistinên mafê mirovan li Iraqê gelek binpêkirinên mafên jinan ên cûda tomar kirine; ji sedî 46’ê jinên di navbera 15 û 54 salî de ku zewicîne rastê tundiyê tên. Nemaze pirsgirêka zewaca di temenê biçûk de roj bi roj zêdetir dibe. Yek ji rêbazên herî hov ên dund û tûjiya li ser jinê jî îro li Iraqê bi destê rêxistinên olî ên tundrew pêk tê. Mînaka wê a herî berbiçav jî çeteyên DAIŞ’ê ne ku bi zilm û zordestiya xwe a li dijî jinên Êzidî yên li Mûsil û Şengalê ne ku rê li qirkirina jinê vekir.

Bûyera firotina jinên Êzidî li bazarên koleyan ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin, rê li qeyran û pirsgirêkek mezin a jinên Iraqî vekir, çarenosa jinan bandor kir û aliyên xwe ên neyînî ku li ser civakê bandor çêkir, carekedin rewşa jinên Iraqî ka di nav civakê de çawa ye, raxist ber çav an.

Projeyên ku partiyên îslamî yên Iraqê amade kirin, gendelî û zîhniyeta wan a paşverû ku bi gelemperî krîza hemwelatiyên Iraqî kûrtir dike, hişt ku di pêşerojê de êş û pirsgirêkên jinan jî zêdetir bibin. Piştî 17 salan li bidawîbûna serdemekê û destpêkirina pêvajoyekê re, pergala rêveberiya Iraqê û gengeşeyên welatên cîhanê, di serî de jî Emerîqa, em dibînin li şûna demokratîze kirina Iraqê kaosa heyî roj bi roj mezintir dibe. Ev jî bû sedem ku jin û ciwan îro dakevin qadan û daxwaza guhertinek bingehîn bikin.

Jin reng û dengê şoreşê ne

Ew daxwaza vekirina rêya demokratîk a ku bikare sererast kirinan pêk bîne û pêşve bixîne, dikin. Jixwe ev daxwazên wan di dirûşmên wan de jî xûyanî ne. Jin reng û dengê şoreşê ne. Ev bang hat kirin; ‘Pêwîste jinên Iraqî di pêşvexistina welat de xwedî rol be.’ Di protestoyên dawî de ku di meha Cotmehê de destpêkir, jin û ciwan bi rola pêşengtiyê rabûn û ji van çalakiyan re serkêşî kirin. Jinan dirûşmên “Em welatekê dixwazin” bilind kirin. Zêdebûna berbiçav ya jinên Iraqî a di xwepêşandanan de banga jinûve danûstandinê li ser neheqiya ku li civatê tê kirin, dike. Banga jinûve nasîna vîna azad a jinê ye. Ji ber ku ew bi dehan salane jin bûne qûrbaniyên vê pergala baviksalar, zîhniyeta eşîretî û olî a zilam. Mirov dikare tevlîbûna jinan a di xwepêşandanan de wekî “Şoreşek di nav şoreşê de” binirxîne. Tê dîtin ku jinan vê carê karîn qeyd û bendên heyî ên civakî û siyasî yên paşverû bişkênin. Daxwazên jinên Iraqî ên ji bo maf û demokrasiyê, pêşengtiya wan a ji bo civakê girîng bû û dikare rê li guherîn û veguherînên bingehîn di civaka Iraqê de vebike.

Ji ber vê yekê, em dibêjin ku jinên Iraqî divê rastiya heyî bibînin, bi taybetî jî Tevgera Jinên Iraqê pêwîstî bi nasnameyek siyasî ya yekgirtî û serbixwe heye ku jin xwe bi xwe bikaribin jinan di cihê rast de bi cih bikin.