Lehiyê herê zêde jin bandor kir

- Evin ZİLAN
578 views

Lehiya ku di destpêka Newroza îsal de rabû û bi xwe re texrîbatek mezin hîşt, herêmek berfireh a Îranê bandor kir. Bi taybetî bajarên Xûzistan, Loristan û Gulistan (ku gelê Lor, Ereb û Turkmen lê dijîn) dorpêç kir. Texrîbata ku li wan herêman pêk hatiye li her deverekê tê gotubêj kirin, lê li ser rewşa jin û zarokan ku herê zêde ji vê rewşê bandor bûne, pirsgirêk û tenduristiya wan heya niha nehatiye sekinandin. Berpirsên wargehan naxwazin zêde li ser van mijaran biaxivin û pirsgirêkên heyî jî ji nedîtî tên, înkar dikin. Lê, em baş dizanin ku di encama bûyerên xwezayî ên bi vî rengî de herê zêde jiyan û ewlehiya jin û zarokan dikeve xeteriyê. Bi taybetî di rewşên wiha de pêwîstiyên jinan ji nedîtî tên.     

Tirs, stres û nexweşî

Dema ku lehî rabûye, gel di nîvê şevê de neçar dibe ku malên xwe biterikîne û ev yek jî dide nîşandayîn ku ji aliyê rayedaran ve beriya wê tu tedbîr nehatine girtin. Ji bo vê jî gelek herêm bi taybetî jî herêma Loristanê bi temamî di bin avê de maye. Ji xwe pistî lehiyê jî tedbîrên ji bo alîkariyê hema bêje tune bûn. A herê girîng jî pêdiviyên herê esasî ên ji bo paqijî, cil û hawd. ên jin û zarokan tune ne. Ev yek jî ji niha de rê li gelek nexweşiyan vekiriye.      

Di heman demê de zarokên keç ji ber tirs û stresê zû dikevin nav cilan. Ev jî dibe sedem ku ji hêla derûnî de bi pisgirêkên cûda re rû bi rû bimînin. Li hin gundên bakurê Ehwazê zêdeyî 20 zarokên keç di temenê biçûk de ketine nav cilan. Berpirsên van wargehan dane diyar kirin ku bi zêde bûna hejmara malbatan re pirsgirêk jî zêde dibin, lewma hebûna psîkolog û nîqaşên bi van kesan re girîng e. Di pirr cihan de jin ji ber ku şerm dikin, nikarin pêwîstiyên xwe bînin ziman û bixwazin. Dîsan zext herê zêde bandorê li jinên ducanî dike, dibe sedema xwînjêçûnê û zû welidîna zarok, ku mixabin di vê mijarê de jî tu amadekarî û alîkarî nayê kirin. 

Ew ji pêşerojê bifikarin

Reyhan yek ji wan jinane ku ducanî ye, tevî zaroka xwe a biçûk bi jin û zarokên din re dijî, lê her kêliyê di nav stresê de derbas dike û dibêje; “Em hemû ditirsin û ji xwe pirs dikin, gelo wê pêşeroja me çawa be?” Sahîra jî di heman nêrînê deye û dide diyar kirin ku derveyê pirsgirêkên tenduristiyê ku jin dijîn, ew di fikara rewşa hevserê xwe deye û difikire ka wê bikare pezên wan ji gund derbixîne; “lê belê heya niha tu agahiyên min jê nîne û rê hemû hatine girtin.” 

Kesên ku di van wargehan de dijîn bi giştî bi stres û nerehet in. Ji ber koçberî û ne diyar bûna rewşa jiyanê westiyayî û bê hêvî ne. Her kes dixwaze vegere mal û cihê xwe, lê ev jî tenê daxwaza vane! Ji ber ku di rewşa heyî de ev yek pire zehmet e.    

Li cem pirsgirêkên giştî ên ku gel dijîn, pirsgirêka ava vexwarinê, cihê ji bo manê, nebûna pêdiviyên paqijiyê, hemam, dîsan hebûna mar û tupişkan ku jiyana zarokan dixe xeteriyê jî heye. Alîkariya ku ji bo gelê herêmê diçe jî ji ber bê berpirsyariya dewletê hevbeş nayê parve kirin. Ji xwe dewlet ji berê de li hemberî gelê vê herêmê xwedî helwest e, ji ber ku gelê vê herêmê, serhildêr e û hertim li hemberî zilm û zextên dewletê berxwe daye, teslîm nebûye. Niha jî qaşo ji bo terbiye kirinê, bi rê û rêbazên cûda dixwazin vî gelê berxwedêr biçûk bixin. Ji xwe ji berê de jî rewşa jinên li herêmê baş nebû, di vê rewşê de ev hîn xirabtir bû.     

Jin rastê tund û tujiyê tên

Ji ber hişmendiya feodal û paşverû, tabûyên civakî, jin nikarin tişta ku ji bo wan pêwîste daxwaz bikin û şerm dikin. Ji xwe pêdiviyên jinan ji aliyê saziyên pêwendîdar ve jî tê ji bîr kirin. Jin di her demekê de di bin siya vî hişmendiyê de hatiye pelçiqandin û girîngî bi pêwîstiyên wê nehatiye dayîn. Yek ji mijara din jî ev e ku di rewşên wiha de jin hîn zêdetir bi xeteriyan re rû bi rû dibin, rastê destdirêjî û tundiya zayendî tên. Gelek jinên ku hevjîn, an jî malbatên xwe ji dest dane, neçarin barê malbatê hilgirin ser milên xwe û malbatê xwedî bikin. Ev jî jiyana jinê di nav civakê de hîn bi zehmet dike. Neçar dimîne ku di vê rewşê de barê giran ê malbatê bide ser milê xwe û di heman demê de bi hişmendiya heyî re jî têbikoşe. Jinên di vê rewşê de zêdetir rastê tundiya zayendî û destdirêjiyê tên, ev rewş jî bandorek neyînî a derûnî û fîzîkî li ser jinê çêdike. Mixabin di rewşên bi vî rengî de jî tu kes û sazî piştgiriya wan nake û her tim bi tenê dimînin. 

Hişmendiya faşîzan a dewleta Îranê ya li dijî gelê herêmê çiqas zêde be, du qatê vêya jî jinê bandor dike. Ji xwe di rewşên wiha de, ji ber bê berpirsyarî û bê tedbîr tevgerîna dewletê, gel û civak bi qeyran û aloziyên cidî ên madî, menewî û derûnî re rû bi rû dimînin; civak bi giştî dikeve nav trawmayek kûr û tê ji bîr kirin. A girîng di rewşên wiha de xwe gihandina jinê û jê re bûna alîkar, girîng dibe. Perwerde kirina jinan a ji hêla tenduristî û xwe parastina li dijî her cûre tundiyê pirr girîng e. Bê guman encax bi rêya saziyên medenî mirov dikare rê li bûyerên nexweş ên rû bidin, dikare bigire.