Li Başûr şoreşeke demokratîk şerte

- Necîbe QEREDAXî
655 views

Dema mirov li rewaşa başûrê Kurdistanê dinêre matmayî dimîne. Mirov nizane ka ji ku dest bi nirxandinê bike. Ger ez ji çavkaniya pirsgirêkan bigirim dest, ez ê nekaribim ji bin derkevim. Gelo ger di encam de destpê bikim, ez ê ji aliyê rêbaz de bikevim şaşiyan? Ger ji sedeman bigerim, ne deh û ne sed in. Ji nirxandina kîjan beşa civakî destpê bikim? Ji bilî desthilatdar û derdoreke ku di nav jiyaneke qûtbûyî ji civakê dijîn, îro êdî herkes di rewşa mexdûr deye.    

Ji bo ku mirov rewşê fêm bike, divê bi dîmeneke giştî a navenda bajarên Başûr neyê xapandin. Divê mirov li tiştên nayên dîtin bigere. Çend cihên ku ji aliyê civakî de rewşê têra xwe vedibêjin: A yekem beşa şewatê ya nexweşxaneyên li Başûrê Kurdistanê ye. Ya duyem jî li beşa lêkolînê a li bûyerên rojane yên daîreya polîsan e. Hema bêje li her nexweşxaneyek li Başûr bi dehan jinên ku “xwe şewitandine” hene. Ji xwe ji wan jinan jî piraniya xwe piştî demeke kin jiyana xwe ji dest didin. Yan jî tên kuştin!

Şenseke din a ji bo jiyanê

Ew jin bi awayekê “xwe dişewitînin” yan jî tên şewitandin ku carekedin derfetê jiyanê ji wan re nayê dayîn. Ji xwe piştî mirinê jî çîrokên li dora bûyerê dibe xelek jî bi xwe re dibin gorê. Ne delîl, ne jî belgeyekê li pey xwe dihêlin û ne pêkane ku kesek jî ser wan bipeyve. Malbat û xizmên wan jî bi têgîna “namûs” ê nêzî bûyerê dibin, heya ji dest wan tê li ser bûyerê digirin û dikevin nav bêdengiyê. Ji xwe, xwe şewitandin bi xwe jî mijara lêkolîneke sosyolojîk e. Çima timî agir? Ya din jî faktora duyemîn e ku yekser bi vê mijarê re girêdayî ye. Polîs jî hema bêje ji %90 zêdetir li ser bûyerên bi vî rengî digirin. Bi taybetî dema ku jin ji malbatek mezin, xwedî eşîrek tê nasîn be, ya jî xizmên wan di nav payeyek jor a rêveberiya dewletê de be, wê demê yekser li ser bûyerê tê girtin û çîroka van jinan di demeke kin de tê winda kirin.   

Ji sala 1991’an û vir ve, salane herê kêm 300 jin tên kuştin û xwe dikujin, piranî jî agir bi bedena xwe dixin an jî tên şewitandin, hin ji wan jî bi guleyekê tên qetil kirin. Lê dema hîn bûyer germ e, hevoka “em hîn lêkolîn dikin” bikar tînin û dovre jî ser bûyerê digirin, ji herkesekê didin ji bîr kirin. Di vê rewşê de, mexdûrên van çîrokan bi komek êş û birînên civakî li dora xwe xeleke ji êş û binketina derûnî ava dike, piranî jî bêdengî û matmayîna li dora van çîrokan a di nav sihm û mijê de dimîne, dihêle ku her çîrokek bikeve nav bêdengiyeke kûrtir.

Şîdeta mêr û zîhniyeta têkbir

Min hin ji van bûyeran lêkolîn kir û ji çavkaniyên nêzî bûyeran hin dane kom kirin. Encama ji van lêkolînan derdikeve jî mirov dixe nav xemgîniyê, lê li gel vê jî dihêle ku mirov hîn baldartir û baştir li bûyeran binêre. Ji xwe medya û kesên pêwendîdar jî bi yek gotinê dikarin pirr rehet van bûyeran îfade bikin: Bi bikaranîna peyva “Şîdet” ê; bi vê peyvê li ser hemû xerabî û pêşiya lêkolînên tên xwestin digire û tenê kêrî sergirtina bûyerê dike, nahêle analîzeke rast a sosyolojîk bê kirin.

Dema ku şîdet tê gotin, bê guman yek navnîşan heye, ew jî şîdeta mêr û zîhniyeta baviksalarî ye. Helbet ev heya astekê rastiya xwe heye, lê ya rast gelek caran dikare pêşî li lêkolînek her alî a kuştin û xwe kuştina jinê bigire. Ji xwe gelek caran bi gotina, “rastê şîdetê hat, ji bo vê hat kuştin, an jî xwe kuş” tê xwestin ser bûyerê bê girtin. Piraniya van bûyeran hewceyî bi sedan analîzên rast heye, ev analîz jî dikarin bibin zemînek rat a ji bo têkoşîn û xwe sazkirinê. Her wiha dikare bibe pêngavek ji bo hîn bi hêz bertek nîşandan ê. Lê em dibînin ku di hemû bûyeran de baş fêm kirin û destavêtineke şaş heye. Di naveroka hemû çîrokan de, bûyer ji hev tên cihê kirin û weke çîrokeke takekesî tê dest girtin, lêkolîn kirin û rêya çareseriyê jî piranî bi lêkolînên polîs û saziyên dewletê re sînordar in.       

Zîhniyeta heyî dikuje

Zîhniyeta baviksalarî wek bûyerek takekesî tê dest girtin, ji bandora saziyên dewlet û zîhniyeta wî qût tê dest girtin. Rewşa herî xivab jî kêm bûna nerazîbûn û refleksa civakî a li hemberî van bûyeran e. Di sala 1990’an de, dema ku bêvila jina bi navê Kejar hat jêkirin, reaksiyonek wisa hat raber kirin ku careke din bûyerek wiha nehat jîn. Lê îro her kes pirr rehet dikare wêneya kesa mexdûr di tora civakî de biweşîne û wisa difikire ku dikare wijdana xwe aram bike.   

Hin jinên ku rastê şîdetê tên bera xwe didin stargehên jinan û ev stargeh bi pereyên saziyên navnetewî yên girêdayî dewletên Ewrûpa û Emerîqayê hatine avakirin. Jin û zilamên ku nûnerên van saziyanin, xwe weke modêl, jinên rastê şîdetê tên jî mexdûr dibînin û xwe aqilmendê vê tiştê dibînin, ji jor de li bûyeran dinêrin. Wan jinan paşketî û xwe jî pêşketî û pisporê nirxandina peyva “şidet” ê dibînin. Dema ku min ji hin ji wan kesan pirsa ka “şîdet çî ye?” kir, ji bersiva wê/wî min ferq kir ka çiqas ji rastiyê dûr li bûyerê dinêrin. Ji kokên pirsgirêk û perspektîfa çareseriyê dûr in. Helbet ez di ferqê deme ku em ji du aliyên cûda li bûyeran dinêrin, lê ne pêkane ku mirov evqas ji heqîqet û rastiya civakî dûr be. Ji aliyê din ev ne tenê pirsgirêka jin e. Ev pirsgirêkeke kûr a civakî, siyasî, aborî û her alî ye ku tevahiya civakê bandor û eleqedar dike.   

Li Başûrê Kurdistanê ne partiyên siyasî xwedî nêrînek demokratîk in ku bikarin di guhertin û veguhertina civakî de rol bilîzin, ne jî rewşenbîr, saziyên medya û perwerdeyê xwedî nêrînek wiha ne ku bikaribin bi rola pêşengtiyê rabin. Nexasim her kes qala pêdiviyên civakî dike, lê dema tu tê û pratîkê dinêrî, tu tiştek ber bi çav nîne. A tê xûyan heya dawî têk birina vîna azad e. Nahêlin civak ji zimanê heyî yên gazinan dûr bikeve û bera xwe bide guherînên bingehîn.     

Pêdivî bi derketineke bi hêz heye

Başûr di navbera çanda dayîk a mezopotamyaya jorîn ku hîn bandora xwe li herêmê bihêz e û çanda serdest a dewletê ya mezopotamyaya jêrîn ku bi gotina, “em ê bibin dewlet û dovre bigihêjin azadiyê” di nav çûn û hatinê deye. Ev bi tena serê xwe rewşa tevlîhev û xwe dûbare kirinê rave dike. Başûrê Kurdistanê di rewşa heyî de nikare derketineke nû çêbike, a heyî qels, kêm e û xwe ber bi destê qeder û hêzin derve re berdaye. Jiyan bi çanda feodal û ji jor ber jêr, bi çand û nirxên kapîtalîzm ê, bi sazî û dezgehên xwe li qadên perwerde, medya û aboriyê hatiye barkirin. Şêweyê xwe kirin, xwarin, ken, girî û jiyana ku ew tê de ne xwedî biryar in, mijara gotinê ye. Yên li şûna wan biryar didin hene, bala mirov dikşîne. Pirsgirêka li vir a herî sereke pirsgirêka xwebûnê ye. Çanda Kurdayetî weke çandeke paşketî tê dîtin û jê rev heye.          

Çanda Mal-Mol (navendên bazirganî, kirîn û firotinê yên mezin) ku piranî ji aliyê desthilatdar, kesên xwedî sermaye tên pêşxistin û herê zêde bandora neyînî li jinan dike. Kes napirse ka ev çi ne? Lê, mirov dibîne ku her kes ji bo biçe van deran di nav pêşbirgê deye. Tevî ku dewletên dagirkerên Kurdistanê herî zêde di van navendan de jinan dixin. Jinên ciwan li pey xweşiyên jiyana sexte de didin bezîn, bi qasî ku li pey jiyana bi rûpûş de dibezin, ewqas li pey rastiyan de nabezin. Di dem û pêvajoyekê de ku her kes, ciwanên enternasyonal bera xwe didin warên şoreşê, Kurdistan ê, ciwanên Kurd li pey ne ka çawa derkevin derveyê welat.    

Amorên perwerdeyê yek ji amorên herî bi bandorin ku civakê li xwe xwerîb dikin. Her roj di bin navê nûbûnê de gelek zanîngehên nû yên Emerîqî û Ewrûpî li welatên Başûrê Asyayê tên vekirin. Xwendekarên ku ji van zanîngehan derdikevin têkiliyên wan bi civakê re qût dibin, kesên bê kêr û piranî bi navendên sermayeyê ve tên girêdan.

Çareseriyek çawa û çima?

Di rewşa heyî de, heya ku li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan komîsyonek neyê avakirin; ku komîsyona jinan a li parlemanê rewa ne hat dîtin û bi biryarekê hat hilweşandin, çareserî ew qasî jî hêsan nabe. Guhertin bi rêbazên berê nabe, ji ber ku pirr hat ceribandin û tu encam jê derneket. Guhertinek kesayetî, têgîna wekhevî û têkoşînek rast a azadiyê ne pêkane ku bi hişmendiya Rojavayî (dewletên Rojava) û bi berpirsyariya wan pêk bê. Ji ber ku pirsgirêkên vê herêmê pirsgirêkên dîrokî ne û encax bi nêzikatiyek rast a ji dîrokê re dikare bên çareser kirin.

Teoriyên ku jinên Ewrûpî jî êdî didin ber rexneyan, ji bo wan jî êdî ne rêya çareseriyê ne, nikare di pirsgirêkên li welatê me de bibin rengê çareseriyê. Berê hertiştekê pêdiviya jinan bi xwe birêxistin kirinê heye. Rêxistin bûyîn ne tenê li dora partiyek siyasî, rêxistinbûnek sîwan ku hemû jinan li dora hev bide civandin. Bike yek vîn û pêş bikeve, bibe hêza guhertina civakê ku îro bûye cihê metirsînê ji bo jinan.

Di demên dawî de bi însiyatîfa hin jinan kampanyayek a bi navê “Jin jiyane, jiyanê nekuje” hat destpê kirin. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê berê vê jî kampanyayên bi vî rengî ên berfiret yên li dijî kuştina jinan da destpê kirin. Ev kampanya ji her hêlê de girîng û vê bi xwe re encamên erênî bîne. Lazime di jinên Başûrê Kurdistanê de hêviya guhertinê hebe û vîna vê yekê deyne holê. Ji bo xwe ji rewşa heyî derxînin, bi çavê ku zilam û civak li wan dinêre, xwe nenêrin. Pênaseya şîdetê kûrtir bikin û tenê wek pirsgirêkeke takekesî negirin dest. Vê yekê wek encama ji pergalê derdikeve, bibînin û zîhniyeta baviksalariyê baş lêbikolin. Ji bo vê jî hewceyî bi teorî, sazî, çalakî û têkoşîneke bê navber heye ku ne tenê jinan, di heman demê de zilaman jî bixe nav lêgerînê. A herê girîng jî bikaribe xwe, xweser birêxistin bike, ev jî wê rê li guhertinek bingehîn veke. Ji xwe ev kareke ku nabe mirov dest jê berde.       

Xwedî li jiyana xwe derkeve

Armanca kampanyaya “Jin jiyane, jiyanê nekuje” avakirina lêhûrbûneke kûr a ji aliyê civakî deye. Li şûna ku hûn bera xwe bidin saziyên dewletê û daxwaza çareseriyê bikin, xwe bi xwe bibin dengê çareseriyê. Ji xwe heya roja îro rêbazên hatine ceribandin nekariye pêşî li pirsgirêkên heyî bigire. Ji desthilatdarî û saziyên dewletê çareserî xwestin, ji xwe ji destpêkê de xitimandin û li ser bûyerê girtine.

Du xalên ku ev kampanya jî balê dikşîne ser û lazime bê lêkolîn kirin, ev e ku bandora wê a li ser guhertina zîhniyetî çê dike bê dest girtin, ew jî qadên perwerde û medyayê ye: Ev du qad dikarin bi teoriyek şoreşgerî ji nû de bê bar kirin û bi avayek rast, radîkal biçe ser bûyeran, bi sazîbûneke xweser ya jinan rê li nîqaşeke nû di nav civakê de vebike. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê xezîneyek dewlemend ya 40. salan a teorîk û pratîk pêşkêşî me dike û a dikeve ser milê me jî xwedî derketina vê xezîneyê ye û rast têkoşîna wê dana meşandin e. Bi kinasî yegane rê û rêbaza çareseriya ji pirsgirêkên başûrê Kurdisatan ê, çareseriya demokratîk e.