Li Başûr û Iraqê pêşxistina meyla zewaca li gel pir jinan

- Berîtan ZAGROS
367 views
Zewaca mêrekî li gel çend jinan, xwe bispêre dîrokeke kevin jî, bi hatina Îslamiyetê re di nava civakên Îslamî de zêdetir hatiye pêşxistin. Beşeke zêde ya civakên xwedî baweriya îslamê jî ev zilma li jinê rewa dîtine û qebûl kirine. Lê di beşeke civakê de jî xweş ne hatibe pêşwazîkirin jî, nekarîne li ber bibin asteng jî.

Ji ber vê li Rojhilata Navîn û welatên din ên Îslamî di encama têkoşîna azadiyê ya jinan de kêm bibe jî, lê hîn jî berdewam dike. Bi taybet bi hatina DAIŞ’ê re û bi bandora hişmendiya ku AKP bi rêyên cûda li herêmê pêşdixe, metirsiya vegerandina dema borî jî li gel xwe tîne. Bi bahaneyên ku şer zehfe, zilam tên kuştin, jin bê hevjîn dimînin û nikarin debara xwe bikin, her wiha îddîayên ku nifûsa jin ji ya zilam zêdetire, divê her zilamek bi çend jinan re bizewice tên belavkirin. 

Zewaca li gel çend jinan bi rêya ragihandinê tê teşwîqkirin

Di xutbeyan de, li ser ekranên televîzyonan, li ser hesabên medya mecazî û hwd. oldarê îslama siyasî hişmendiya vêya ava dikin û bi vî awayî zextê li jinan dikin. Başûr û Iraq jî yek ji wan qadên ku ev mijar dem bi dem dikeve rojeva civakê ye. Ji ber serwerbûna eqliyeta zilamsalar û dewletî, civak dijberiyeke pir mezin ji zewaca li gel çend jinan re nake. Lê bi saya têkoşîna jinan û asta zanabûna ku pêşketiye, jinên ciwan li beramber vê çanda desthilatdar a rûmetê dişikîne derdikevin. Lê ev yek jî bawer nakim piranîbe, dibe ku kêmîneyek be. Di şikilde modernîst xuya bikin jî, lê aliyekî wan di kevneşopiyê de israr dike. Helbet modernîzm mijareke cûda ya rexneyêye, naxwazim bikevim mijarê. Dixwazim di vir de gotin bînim ser pirsgirêkên di vê mijarê de çavkaniya xwe ji qanûnan digirin. 

Qanûnên Iraq û Başûr rê didin zewaca li gel çend jinan

 Li gorî qanûna medenî ya beşa duyemîn ya xala 3’emîn a Iraqê, zilamek bi şerta ku rewşa wî ya madî başbe û sedemek xwe hebe, dikare bi du yan jî zêdetir jinî re bizewice. Heman qanûn li Herêma Kurdistanê jî derbas dibe, tenê bi guhertinek biçûk; “Divê hevjîna wî ya yekemîn razîbe” yanjî “Sedemek wî ya maqûl (nexweşî, ne anîna zarok) hebe.” Li gorî ji qanûnan jî tê fêmkirin, yê pêşî li zewaca li gel çend zilaman vedike, qanûnên Iraq û Herêma Kurdistanê ne. Li herêmê eger kesek vêya binpê bike, cezayeke kêm ya girtîgehê û pere lê tê birîn. Jixwe ev yek tê pêkanîn nayê pêkanîn ew jî ne diyare. Li gorî lêkolînan dozên wisa kêmin û jin ji ber zexta zilam û malbatê zûbizû nikare serî li dadgehê bide. Eger serî li dadgehê bide jî, bi raporeke nexweşxaneyê dikare hemû îtîrazên wê vala derbixe. Serlêdana li dadgehan jî zêdetir ji bo bajarên mezin derbas dibe, li gundan zêdetir bi mehrkirina mela pêk tê. 

Saziyên îstatîstîkê nînin, rêje nayê tomarkirin

Ji ber saziyên îstatîstîkê yên serbixwe li Iraq û Herêma Kurdistanê nîne, nayê zanîn rêjeya zewaca li gel jinan di nava van çend salên dawiyê de kêm kiriye an jî zêde kiriye. Dezgehên hikûmî jî di vê derbarê de ti zanyariyekê bi raya giştî re parve nakin. Saziyên dijî şîdeta jin ji ber ev cûre zewac weke tundiya mêr ya dijî jin nabînin, naxin nava kategoriya tundiya dijî jinê de. Rêxistinên jin û yên sivîl jî heya niha nekarîne xebateke berfireh a rêjeya wê eşkere dike anjî lêkolînek di vê derbarê de bike. Lê ji rojevên ku di ragihandina Başûr û Iraqê de, ji rojeva oldarên bi rêya medyaya mecazî hewl didin hişmendiya wê ava bikin, diyar dibe ku zewaca li gel gelek jinan li Başûr, hîn jî dewam dike û hewl tê dayîn ku bê zêdekirin. Zimanê zilamsalar ê di ragihandinê de û avakirina hişmendiya wê tê wê wateyê ku cesaret didin mêr, dil dibijînin û rewatiyê jî pê didin ku bi çend jinan re bi zewicin. Oldar bi rêya ragihandinê dibêjin, “Bi şerta ku mêr derfetên wî yen madî hebe, wekhev nêzî jinên xwe bibe” dikare bizewice. Ev nîqaşên li ser zewaca li gel çend jinan bi taybet jî bi rêya pêşkêşvanên jin tên kirin. Ji bo bêjin ku va binêrin jin jî vê yekê qebûl dikin. Weke nimûne, bernameyeke taybet a qaşo civakî ya televîzyoneke li Başûr, zilamekî bi du jinan re zewicî kiribû mêhvan. Pêşkêşvana jin ku hemû rûmeta xwe û ya jin binpê dike, vê pirsê arasteyê zilam dike; “Jiyana bi du jinan re çawaye, xweşe? Qet pirsgirêk di navbera herduyan de heye”. Zilam ku pê şanazî dike, wiha heqaretê li wan dike; “Ti pirsgirêkek navbera wan de nîne, lê tenê li ser simbêlê min li hev nakin.” Ev pêşkêşvan çiqas di ferqa ev karê ku kiriye de ye nizanim, lê bi nezantiyeke wisa tenê dikare exlaqê civakê têk bide, xwe biçûk bixe û rojek were bixwe jî bibe qurbanê van pêkanînên ne mirovan e. 

Pêşniyarqanûna 10 milyon dînar dayîna zilamên bi çend jinan re dizewicin 

Herî dawî komek parlementerên Şîe yên Iraqê, pêşniyarqanûnek derbarê mijarê de birin parlementoya federal a Iraqê û xwestin, ji bo zilamên ku bi du anjî zêdetir jinan re zewicîne, 10 milyon pere were dayîn. Ev pêşniyarqanûn kêm mabû ku were derbaskirin, lê li ser nerazîbûnên jinan hate paşvekişandin û niha aqûbeta vê pêşniyarqanûnê nayê zanîn. 

Divê jin vê qanûnê bidin guhertin

Ev yek ji mijareke lêkolînêye ku rêxistinên jin li Başûr û Iraqê li ser bixetin, jin û civakê perwerde bikin, bi hişmendiya zilamsalar re têbikoşe. Her wiha divê ev qanûnên medenî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê jinan ve careke din di berçavan re werin derbaskirin û ji bo guhertina wê bi rêya parlementerên jin bixin rojeva parlementoyê.