Li başûrê Kurdistanê êrîşên plankirî

- Necîbe QEREDAXî
493 views

 Li başurê Kurdisatnê sê sazîyên sereke hene ku bandorek mezin li ser ferd û civakê dikin. Yek malbat, duyemîn medya û ya sêyemîn jî sasiyên perwerdehiyê ne; saziyên olî jî di nav de. Piştî serhildana 1991’an, van saziyan ne tenê guhertinek ber bi demokratîk kirina siyaset û jiyana civakî nekirin, belku gav bi gav ev sazî ji aliyê partiyên desthilatdar û destwerdana hêzên derve ji bo çewisandina civakê hatin bikaranîn. Ji aliyê din de kûrkirina muxalefetê, pergala baviksalar û damezirandina pergalek ne li rê ya siyasî û civakî, her wiha di bin navê vekirina aborî de deriyê Kurdistanê heya dawî ji bo dagirkeran vekirin, civak dibin dagirkeriyek zîhnî, madî û manewî de hîştin, bi xwe re pirsgirêkin mezin anîn. Jixwe bi rêya medya, çand, perwerde û hwd. dagirkeriyek her alî a faşîzma Tirk û saziyên wî heye.

Jin bi rêya saziyên heyî tê asteng kirin

Yek ji saziya ku herê zêde û bi berfirehî tê bikaranîn jî saziya olî ye. Di civaka me de ol tenê wek forma xwe ya kevin nemaye, îro li başûrê Kurdistanê ol bi rêya dagirkerên Kurdistan û partiyên desthilatdar erkên din lê tên barkirin. Di aliyê erdnîgarî de herêma başûrê Kurdistanê wek çend herêmên cûda hatiye dabeşkirin û di encama şerên “hundirîn” ya salên 1990’î de ku di rastî de ne şerek hundirîn bû, lê li aliyekê şerek a hundirê welat û ji aliyê din de jî dagirkeriyek mijara gotinê bû. Her wiha şerek bû li dijî her cûre alternatîfek şoreşgerane a li herêmê. Partiyên heyî ji herkesekê baştir ev rastî dizanîn. Hereksê, heta dijmên Kurdistan ê, hêzên hegemon jî di zanebûna vê yekê de bûn ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê valatiyek mezin a hizrî çêbibû û di encama vekişîna rêveberiyê de rejîma Sedam derket, ji bo wê jî şerên salên 90’î ne şerên hundirîn bûn. Ev şer li dijî tevgerên demokratîk û şoreşger ên alternatîf bûn, di aliyê din de jî şerê parvekirina desthilatdariyê bû.

Di wê valatiyê de derketina hin tevger, rêxistin û partiyên îslamî ne bûyerek xwezayî bû. Lêkolînên ku heya niha li ser vê mijarê hatine kirin, ne lêkolînên sosyalojîk, sosyopolîtîk û jeopolîtîk in ku bikare sedemên damezirandin û bihêzkirina van partiyên îslamî hûr û kûr bikole. Ev lêkolîn û tehlîl ne di vê astê dene ku rastiyê destnîşan bikin. Gelek medyayên ku qaşo jixwe re dibêjin em serbixwe ne û hin rewşenbîrên ku timî banga jiyana demokratîk, van tevgerên olî dikin û weke ku pêwîstiya civakê nîşan didin, roj bi roj bandora van sazî, partî û rêxistinan a li ser jinê zêde dibe. Heya ev yek hatiye rewşekê ku êdî nikare bê kontrol kirin. Di rojên taybet ên olî de, berovajî salên 80’î jin nikarin servekirî derkevin derve. Ne tenê hebûna van saziyan hat rewa kirin, belku kesên qaşo xwende û rewşenbîr jî banga reformên civakî dikin ku ji bo mafê jinan pêwîstî bi famkirina femînîzma îslamî heye. Berde femînîzma îslamî, li başûrê Kurdistanê femînîzmê dîrokek xwe nîne. Ev yek jî dide diyarkirin ka rewş çendî çewt tên xwendin û şîrove kirin. Ji bo rewşa civaka Kurd û jinên Kurd, destgirtina pirsgirêk û rêbazên wan ên çareseriyê de rast nêzikatî girîng e.

Bandora derve a li ser başûrê Kuristanê

Her du partiyên desthilatdar yên başûrê Kurdistanê bi awayekê ola îslamê bikaranîn, rê li destwerdan û bandora Tirkiye, Îran, Erebîstana Seûdî û Qatarê a li ser tevgerên îslamî li başûrê Kurdistanê vekir. Bê guman piştî sala 1991’an û şûnde li başûrê Kurdistanê ol ji rastiya xwe hat dûr ket; ji bawerî û exlaq, wijdana civakî hat dûr xistin. Beşek ji sazî û rêxistinên îslamî yên tundraw û nerm modela xwe ya îxwanî û selefî ji aliyê hêzên derve de dan xurtkirin. Van tevgeran hem bi rêbazên tundraw, hem bi rêbazên nerm dest bi êrîşên ser jinê kirin. Beriya hertiştekê jî êrîşê ser qadên hunerî kirin, dovre jî berî xwe dan qadên din û heta êrîş birin ser formên olî yên ku kal û pîr pê bawer in.

Di rewşa niha de pir bi plan û rojane erk li ol û mirovên olî hat barkirin, ol vegerandin amûrek a êrîşkirinê. Li şûna ku nîqaşên li ser reformîzekirina ol were kirin, bi guhertinên demê re were guncaw kirin, bi xwe naveroka wê tê guhertin û ji bo armancên desthilatdaran tê bikaranîn. Bi her sê saziyên malbat, perwerde û medyayê ji jin û zilaman re model tên destnîşankirin, dixwazin civakek muhafezekar û girtî ava bikin. Bi vê guhertinê re malbat weke saziyek pir pêwîst, jêveneger, pîroz û statîk tê ferzkirin, bi vê têgîna nû re ol hîn zêdetir mêr dixe navenda malbat û civak ê. Jin ji her qadeke civakê tê vederkirin. Di vê têgînê de zewac û avakirina malbatê wek qederekê tê dîtin. Yên ku vê saziya malbatê ret bikin, ger jin be wek “qeyre”, lewaz û bêçare û ger mêr be jî wek ne kamil, “nemêr” lê dinêrin. Yanî hem jin hem jî zilam bi vî rengî dikevin bin zextê. Heta ji bo ku vê erka “îlahî” û “jêneveger” pêk bînin; ji ber ku ger wisa nebe qaşo mirov dikare bikeve nav şaşiyan û her tevgerek jinê li derveyê forma malbatê, prensîb û qanûnên olî, şerîetê bê hesibandin. Jinên ku tevlî qadên siyasî, civakî û perwerdehiyê dibin, ji ber ku bi heman zîhniyetê tên rêvebirin û tu hêza wan a rêxistinkirinê namîne. Ji bo guhertina di têkiliyên civakî de tevlîbûna jinan tenê wek erkek pîşeyî tê dîtin.

Dagirkeriya herî mezin, dagirkeriya hizrî ye

Berê ol wek hin hukmên jiyanî ên civakî yên wek parvekirina mîras û zewacê (mêran pir kêm pirjinî pêk tanîn) dihat destnîşankirin, lê di van formên dawî yên olî de pirjinî bi plan û bername tên teşwîq kirin. Bi bilindbûna nerazîbûna kom û rêxistinên jinan hin guherîn hebin jî, bi awayek vekirî dadgeh û desthilatdar zilamên olî diparêzên, piştgirî didin nêzikatiyên wan ên li hemberî jin ê. Di van salên dawî de desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi siyaseta ku dimeşîne ne tenê li hemberî van êrîşan sînor nadeyne, belku di bin navê ol de bi ser jinê de diçin. Tu bernameyek desthilatdariyê a ji bo guhertina civakê tune ye.

Jixwe rola ragihandin û qadên perwerdehiyê jî di heman dorhêlê deye. Ji ber ku ger di ferqa pirsgirêka azadî, civak û jinê, rola wan a di guhertina civakî de nebin, ew ê desthilatdariya mêr jî bi her awayî xwe bide axaftin. Yek ji pirsgirêka sereke ew e ku civak bi giştî û kesên ku di asteke bilind de bi wan re nakokiyên wan heye, nekarîne perspektîfeke din hilberînin. Pirsgirêkên civakî tenê di pirsgirêka jinê de hatiye pênasekirin, wêneyê jinê wek mexdûr û yê zilam jî timî wek zalim hatiye resmandin. Pirsgirêk tenê di bûyerên tundiyê de tên dîtin, di amarên salê de tenê tundî tên diyarkirin û hin caran jî ev amar tên berovajî kirin. Pirsgirêkên heyî rojaneyî û takekesî tên destgirtin, wek pirsgirêkek zîhniyet û pergalê nayê destnîşankirin.

Di van du salên dawî de du diyardeyên ji hev nakok tên dîtin. Ya yekem tevdana ol û bikaranîna wî wek amûrek êrîş û tundiyê ye ku jinê neçarî paşde vekişînê di her qadeke civakê de dike. A duyemîn jî bi rengeke sîstematîk û bi plan bikaranîna jinan e, nexasim bikaranîna di reklaman de, derxistina pêş û wek model pêşkêşkirina hin jinan di ragihandinê de, bi vî rengî jî dixwazin hemû jin wan wek model ji xwe re esas bigrin. Di ragihandinê de hevşibîna jinê a bi rêya guhertina fîzîkî, rû û beden, bi taybetî di bin navê “estetîk” ê de heya dawî jiyanek ji estetîkê dûr pêşkêşî jinê dikin. Bi rêya emeliyatên tên kirin mudaxileyê bedenê jinê tê kirin û modelek cûda pêşkêşê civakê tê kirin.

Çima jin ewqas di hedef deye?

Di her du rewşan de jî ya biryar dide mêr ên, qadên sermaye û desthilatdarî, bi rêya ol, medya û malbatê heya dawî ji mêran re tê vekirin. Mêr bi rizandina tevahiya bedenê civakê û bi têkbirina hêza berxwedanê carekedin wek subje derdikeve pêş û jin jî dibe objeyek a nîqaşê. Bi vî rengî hêzên desthilatdar, pergala xwe bi vê forma malbatê misoger dikin, ji ber ku di her du rewşan de jî pênaseya ji jinê re tê kirin, şaş û ne cih e. Di rewşa herê baş de ew tenê xwîşk, jin, dayîk û keç in, “n     amus” û “hebûna” wî tê hesibandin. Partiyên desthilatdar û yên dijber dixwazin jinê bi van du wêneyan derxînin pêş û her dengê dijber ku ji jinê bilind dibe jî bi ol; çeka herî bi bandor li hemberî jinê tê bikaranîn, bêdeng bike.

Navendên olî ku partiyên desthilatdar bixwe damezirandine, yên bi navê “Yekîtiya zanayên olî ya îslamiya Kurdistan ê” li ser hev fetwayên li ser jinan didin. Fetwayên ku tên dayîn yekser prensîbên azadî û di şexsê jinê de civakê dixin hedef û felc dikin. Îsal jî bi fetwayekê dan diyarkirin ku jinek bi tena serê xwe û bê zilamek ji malbatê nikare siwarê maşînê bibe. Ev jî peyamek bû ji bo jinan ku ew ne aîdê xwe ne, belku ew milkê zilam in û encax bi biryara zilam ew dikarin tevbigerin. Di heman demê de rojane şahiyên xelatkirina jinên xwe dipêçin, tên lidarxistin. Jixwe modela sergirtinê ku tu eleqaya wê bi çanda civaka Kurd nîne; tesetûr, li ser jinan tê ferzkirin. Jixwe bi rêya saziyên olî bang li zilaman tê kirin ku serê “jinên xwe” bigrin.

Yên ku li dijî van nêrîn û nêzikatiyan derdikevin jî yek ser dibin êrîşa van kesan de dimînin. Girînge mirov bibêje ku dengê dijber ê civakê jî pir kêm e û ne di ferqê dene ku çanda wan a resen bi rêya van nêzikatiyan tê tunekirin.

Rêzikên civakî têk dibin

Helbet mirov nikare van bûyeran tenê bi dema dawî re girê bide, lê ev yek di encama zîhniyeta 30 salan a partiyên desthilatdar de derketiye holê. Planek demdirêje ku bi rêya hêzên desthilatdar û dagirker li ser civakê roj bi roj tê pêşxistin. Elbet desthilatdar jî vê rewşa paşverû xwedî dikin û civakê her ku diçe paşde dikşînin. Nemeza dema mirov rewşa jinên di nav partiyên siyasî de dinêre, mirov dibîne ku rewşa wan ji ya civakê cudatir nîne. Ew ji civakê qutbûne û ne xwedî hêzeke birêxistinkirîne. Tenê wek takekes beştarî nav partiyên siyasî bûne, jixwe gelek ji wan partiyan di kongreyên xwe de cih nadin jin an. Ne şîroveyek wan li ser civakê heye, ne jî li ser mêr û jin ê. Jinên ku di nav partiyên siyasî de cih digrin, ger bixwazin bibin hêza çareseriyê, beriya hertiştekê hewceye birêxistinkirî bin û bikaribin xwe bibûhorînin.

Lazime jin rê nedin ku pergala serdest wan bike pêlîstoka plan û armancên xwe, ne jî bibin modelek a pergala rojavayî, berovajî bikaribin wek hebûn dengê xwe bidin diyarkirin. Ji bo ku li hember zîhniyeta êrîşker a zilam, partî û malbatî, şer û têkoşînê pêşbixînin, pêdivî bi gavên bi kok heye. A herî girîng jî xwe birêxistin kirina jinan e ku dikare rê li têkoşînek mezin a civakî vebike. Hewceye em pirsên wek ka divê em ji xwe pirs bikin ka me çi winda kir, çi bidest xist? Çi guhertin di avahiya civakî de rûdaye? Di çi astê de têkoşîn li hember feraseta baviksalar hatiye dayîn? Ger hatibe kirin, di çi astê de bûye û kêmanî çine? Sedemên hundir û derve çi bûn? Astengî çi bûn? Divê em vekirî van pirsan li xwe bikin.

Çareserî di xwe birêxistinkirina jinê deye

Bê guman herkes rexne li pergalê dike, lê ev yek ji refleksek pasîf derbaz nabe. Divê em êrîşên li ser jinê rast fêm bikin û vê refleksê vegerînên têkoşînek birêxistinkirî. Em dikarin bi têkoşîna xwe rê li gefên zilaman bigrin. Jina birêxistinkirî, civakek birêxistinkirî ava dike û rê nade tu êrîşên ji aliyê pergalê ve tê pêşxistin. Ger jin îro bi dengê bilind didin diyarkirin di partiyên siyasî de zayendperestî heye, wê demê êdî hewce bi bêdengî û pîne kirina rastiyan jî nîne. Gelo ne bese ku em piştî 30 salan bizanin ka çi dixwazin? Rexneyên wêrek ên di nav partiyan de dikare rê li derbazkirina pirsgirêkên jinê vebike. Pêdiviya jinê bi kursî û paye nîne, a îro pêdiviya jinê pê heye, xwe rêxistinkirin û perwerde ye. Cih girtina jinê a di parlemento, hikûmet û serokatiya parlemenê de nayê wateya çareseriya pirsgirêkên jin ê.

Beştariya jinê di nav desthilatdariyekê de ku ji serî heya binî bi zîhniyeta nêr hatiye dorpêç kirin pir zehmet e, nexasim ku jinê xwe baş birêxistin nekiribe. Ger jin xwe birêxistin û perwerde nekiribe, nikare li dijî vê zîhniyetê rast têbikoşe û beştarbûna xwe bide çêkirin. Yek ji mijara din jî ku pir girîng e, têkoşîna hevpar a jinan e. Her rêxistin, kom, înîsiyatîf û platform ku bixwaze guhertinên bingehîn çêbike, divê di serî de jin di bereyek berfireh de xwe birêxistin bike, pêşiya jinê bê vekirin ku berpirsyariyên xwe ên li hember xwe û civakê pêkbîne. Ew wek pêşeng bên dîtin, ne wek mexdûr, belku bikare xwe ji rewşa navend dibîne, dûr bixîne û têkiliyek bi hêz a di navbera xwe de bidin avakirin. Têkiliyek li ser esasê etîk û estetîkê ku ne li ser bingehê desthilatdarî û teqlîda mêr be. Jin dikarin bi rexnekirina pergala heyî û feraseta nêr a zilam, bi nêzikatiyek rast a ji kesayet û têkoşîna xwe, dîsan bi rêxistiniyek berfireh a hemû beşên civakê tevî dike, bibe bersiv ji guhertin û veguherîna civakê a ber bi demokratîk bûnê ve.