Li dijî faşizmê mezinkirina xeleka berxwedanê

- Nûran ÎMÎR
661 views

Dibe ku mirov rejîma AKP û MHP’ê (çeteyên Ergenekon û rêxistinên li dijî gelê Kurd) nas bike, lê ji bo hîn zêdetir naskirinê divê mirov paşeroja rejîma Tirkiyê bi tevahî bîne pêş çav an:

Wekî tê zanîn dema ku dewleta Osmanî binket gelên  Anatoliya û Mezopotamyayê li dijî dagirkeriya navnetewî welatê hevpar parastin. Welê dihat bawer kirin ku dema Komara Tirkiyê avabibe qaşo wê tevahî gel û neteweyên di Anatoliya û Mezopotamyayê de wê bi nasnameyeke azad  cih bigirtan. Lê, tê zanîn ku darbeya “Îttîhat Terakî” vîna gelan tasfiye kir û rejîmek li ser hîmê nijadperestîya Tirk avakir. Bingeha vê jî bi destê dewletên navnetewî  bi plankirî hatibû danîn.

Tenê armanceke vê rejîmê hebû, ew jî xilaskirin û qirkirina Kurdan û gelên dîn ên Anatoliayayê bû. Jixwe di şerê cîhanê yê yekemîn de qirkirina Ermeniyan çêbibû. Kurdistan jî kiribûn çar parçe û Kurd jî rastî mêtingerî û qirkirinê hatibûn, bi tunekirinê re rûbirû mabûn. Ji wê rojê û heta îro rejîma Tirkîyê her tim di bin kontrola feraseta Îttîhat Terakî û dewletên  desthilatdar de dimeşe. Armanca vê feraset û pergalê jî ew e ku di Rojhilata Navîn de her tişt bi destê wan were xerakirin û avakirin. Pirsgirêka Kurd wekî amûrekî didîtin. Dema ev amûr were  bikaranîn, tevahî dewletên li dijî Kurdan jî bi awayekî hevpar şer û êrîşên dijwar pêktînin.

Têkoşîna man û nemanê

Lêbelê bi têkoşîn û sekna gelê Kurd a 30-40 salan ya li hemberî vê rejîmê rê neda ku erişên wan encameke xûrt bistîne. Li gor hesabên wan wê Kurd bi êrîş û dagirkirinê têk biçûna. Lê têkoşîn û hişmendiya Kurdan ev êrîş hemû pûç kirin. Bi berxwedêriya Kurdan politikayên hêzên desthilatdar têk çûn. Bi dehan rejîm guhertin, bi dehan darbeyên leşkerî çêbûn, lê dîsan jî nekarîn rejîmekê ku bikare Kurdan têk bibe, avabikin. Rejîma li Tirikiyê bi sedema du tiştan tê guhertin: Yek dema ji kontrola desthilatdarên nawneteweyi derdikeve, ya din jî dema Kurd pêşdikevin.

Dema ku em di çerçoveya van nirxandinan de li hilbijartinên 7 Hezîranê binêrin, wê rewşa niha hinekê zelaltir xûya bike. Çawa ku “Îttîhat Terakî” û hêzên wekî wan ên nijadperest dîtin ku wê Tirkiye ber bi demokrasî û aştiyê ve biçe, gelê Kurd jî wê pêş bikevin, destên qirêj ên leşkerî ketin dewrê. Di aliyê din de jî bi destê cemaeta Gûlen, bi destên hêzên nawnetewî jî xwestin kontrola Tirkiye bigrin dest xwe. Di wan deman de Rêberê gelê Kurd bal kişandibû ser vê rewşê û gotibû; “Ger ev pêvajoya demokrasiyê bi dawi bibe, bi destê leşkeriyê û ji her alî de wê dewletê bixin bin kontrola xwe.”

Di dawiya dawî de Erdogan textê xwe berneda, lê dewlet xiste deste şopdarên “Îttîhat Terakkî” yê û cemaeta Gûlen jî tasfiye kirin. Rejîmek ku tenê armanca wî tasfiye kirina Kurdan be û bi vê armancê hatibe avakirin, heya ku ew bin bikeve jî ji armanca xwe paşde gav navêje.

Tifaqa faşîst a her alî

Ev rejîma niha ya AKP-MHP’ê her cûre qirêjiyan di nav xwe de dihevîne û rejîmeke ku hemû şêweyên polîtîkayên qirkirinê diparêze, pêk tîne. Ji xwe li dijî Kurdan ne tenê Îttîhat Terakî, belku leşkerên nijadperest jî xwedî roleke girîng bûn ku werîsê wan jî di destê Îngîlîzan de bû.

Ev rejîma heyî, ji avakirina Komara Tirkiyê heya roja îroyîn çiqas destên qirêj hebin di nav xwe de (nijadperest, kujer, çete û cemaetên paşverû) vehewandiye. Di tifaqa Erdogan de jî ev yek pirr eşkere xûya dike.

Ji darbeya 15’ê Tîrmehê heya niha, di aliyê navnetewî de jî ji aliyekê Emerîqa û ji aliyê din de jî Rusya dixwaze Erdogan bikşîne nav polîtîkayên xwe.  Ev rejîma em qalê dikin ku li dijî Kurdan û hemû hêzên muxalîf hat avakirin, her saet û her roj bi rengên cihê êrîş dan destpêkirin, ev êrîş jî ne êrîşên ji rêzê bûn, êrîşeke wisa bû ku ne qanûn û ne jî pîvanên mirovahiyê nas dikir. Heta mirov dikare bibêje ku pîvan û pratîkên dewlet, meclîs û siyasetê jî binpê dikirin. Ew veguherîne dewleteke çete û koma sûçdar û xirabiyan.   

Dîsa mirov dikare bibêje; ev sed sal sedsaleke ku bi polîtikayên qirêj û bi hemû pergalên şerê psîkolojîk êrîşî Kurdan dikin. Ger mirov baş lê binêre, mirov wê bibîne ku di tevahiya cîhanê de tu mêtîngerî wek mêtîngeriya li ser gelê Kurd nîne. Mêtîngeriya li ser gelê Kurd bê minak e. Armanca sereke a vê mêtîngeriyê jî tunekirina mejî û hişmendîya gel e. Dixwazin netewa Kurd ji rastiya xwe dûr bikeve û teslîmî rejîma wan bibe.

Bi awayekê sîstematîk texrîbatên giran li ser gelê me dikin. Dixwazin bi madeyên hişbir, gandêrî, sîxurtî û bi pergala perwerdehiyê hişmendiya Kurdan seqet bikin. Divê mirov feraseta mêtingeriyê baş nas bike û li dijî wê bi hêz li berxwe bide.

Polîtîkaya qeyûman

Jixwe tayînkirina qeyûm û êrîşên li dijî siyaseta demokratîk bingeha xwe ji vê feraseta wan a mêtingeriye digire. Li gor wan Kurd bê vîn û mejî ne, bindest in û nikarin xwe birêxistin bikin. Mafeke wan a wisa jî tuneye! Êdî di rewşeke wisa de jî Kurd divê di rayederiyê de bi vîna xwe cih negirin.

Di dîrokê de bi sedan gel û netew hatine qirkirin. Yek ji mînaka wan jî gelê Cihû ye. Bi qirkirina ku li ser wan hat kirin, dibû ku ew bihatana xilas kirin jî, lê wan têkoşîneke bêhempa nîşan da û hebûna xwe parastin. Bi rêya felsefe, wêje û rêxistiniyeke xurt rastiya gelê xwe parastin.

Ji bo ku mirov bîrdoziya xwe winda neke, serkeftina xwe misoger bike û bikare wek gel hebûna xwe ji her cûre êrîşan biparêze, hewceyî bi têkoşîneke her alî heye. A ku îro gelê Kurd  pê hewceye jî ev e, yanî li dora vê bîrdoziya azadiyê bibin xelek.    

Rejîma Erdogan ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her deverekê êrîşê xwesteke azadiyê a Kurdan dike. Erdogan li dijî azadiya Kurdan e, divê mirov vê rastiyê qet ji bîr neke.

Rêgez û pîvanên azadiyê

HDP nasnameya gelê Kurd û derdorên demokrasî xwaz e. Di hundirê vê nasnameyê de rêgezên jiyana azad hene. Pîvan û daxwaza jiyanek navend jin heye. HDP di çarçoveya demokrasiyê de çiqas rê û rêbaz hene, divê wan bi kar bîne. Siyaseteke bi vî rengî ku tevahiya Rojhelata Navîn û gelê Kurd li dora heman bîrdoziyê kom bike, dikare rê li pêşketinên nû vebike. Ev yek di heman demê de vîna gel, jinê jî bi hêz dike. Ji ber ku hizr û siyaseteke rast a ku HDP birêve bibe, dikare Kurdan ji feraseta mêtîngeriyê xilas bike, ev jî bi kêrî polîtîkayên Erdogan nayê û ji bo wê jî dibe hedef.

Erdoxan jî dibêje an divê ez vê vînê bişkênim, an jî Kurdan ji xwesteka wan a azadiyê dûr bixim. Ji ber ku ev vîn îro li dora berxwedana jinê şikil digre û mezin dibe. Ji ber vê yekê jî li gor Erdogan ger Kurdek bixwaze azad bijî, divê an were kuştin, an jî were girtin, ger ev  nebe jî divê dest ji xwesteka xwe a azadiyê berde û teslîmê wî bibe.   

Rexmê êrîş û polîtîkayên çewisandinê jî desthilatdariya wan nikare feraset û ramanên me bin bibe, tune bike. Ji ber ku em hêz in, hêzek ku xwediyê girseyek mezin a berxwedanê ye. Ji ber wê jî çi kesê bi felsefe û bîrdoziya azadiyê difikire, dibe hedefa polîtîkayên AKP’ê û yan tê kuştin, yan jî tê girtin.

Lêbelê HDP ji armanca xwe û parastina fikr û ramanên xwe paşde gav navêje û wê bi hêza jinê, bi hêzeke civakî û tifaqa ku Tirkiyeke demokratîk, azadîxwaz û aştîxwaz armanc dike, dawî li vê rejîmê bîne. Bêguman em di pêvajoyeke tarî dene, lê ev tarîtiya şevê çiqas kûr be, divê em têkoşîna xwe ewçend bi hêz bikin ku bikaribin rojê bînin der.

Ev rejîm nikare Kurdan paşde bibe. Ji ber ku bîrdoziya gelan jiyana azad e, têkoşeriya di nav jiyaneke domdar de bûye nasnameya wan a sereke. Ev yek jî ji bona wan hinceteke baş a têkoşînê ye. Dawiya wê çi dibe, bila bibe, a girîng ew e ku têkoşîn wê bidome û di encamê de wek her pergalên faşîst dawî li faşîzmê were.   

Têkoşîna jinê dikare çarenosa herêmê biguherîne

Tenê bi tiştekî Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare ji destê hêzên navnetewî, hegemon rizgar bibe, ew jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Çareser kirina pirsgirêka Kurd dikare di diyarkirina pêşeroja hemû gelên herêmê de xwedî roleke girîng be. Tifaqa di navbera Kurd-Tirk de wê rê li aştî û azadiya Tirkiyeke demokratîk vebike. Bêguman tifaqeke bi vî rengî di heman demê de dikare li Rojhelata Navîn jî aştiyeke mayînde pêk bîne.

Lêbelê hêzên navnetewî bi taybetî jî Rûsya û Emerîqa dîroka tifaqa di navbera Kurd-Tirk de baş dizanin, ji ber vê çendê jî naxwazin tifaqet wiha pêk bê. Ji xwe vê armanca wan jî Erdogan bi dildarî pêk tîne. Ger Erdogan guh bida daxwaza Rêberê gelê Kurd a aştiya di navbera gelan û demokratîk kirina Tirkiyê, wê demê vê îro nebûya amûra destê Rûsya û Emerîqayê. Projeya Rêberê gelê Kurd a Tirkiya demokratîk û Rojhelata Navîn a demokratîk dikarî pêşeroja gelên herêmê biguherîne û nehîştiba şerê îro rû dide, biqewime.

Pevçûna gelên herêmê tenê bi kêrî hêzên hegemon tê. Li Twittên Tramp binerin ku dibêje; ‘Kurd û Tirk dijminê hev in’. Ji aliyekê ve ji Erdogan re dibêje hûn dijminê gelan in û ji aliyê din ve jî gelên li herêmê bera hev dide. Naxwazin gelên Mezopotamya û Anatoliyayê bi hev re azad bijîn.

Feraseta wan modernîteya kapîtalîst e. Domandina xwe li ser şer û pevçûnan ava dikin. Ji bo wê jî gelê Kurd li Rojhelata Navîn û li dijî modernîteya kapîtalîst wê bi destê jinên Kurd jiyaneke azad û navend jin ava bikin.

Jixwe di cîhanê de ger ne bi destê jinan be ne pêkane ku aştiyeke mayînde bê avakirin, ji ber vê çendêye ku tevahiya rejîmên desthilatdar ên xwedî feraseta mêr îro li dijî jinan êrîşên bi her rengî pêk tînin.