Li Êzîdxanê jin jiyanê ji nû de vedibêjin

- Nujiyan ERHAN
658 views

3- Dibe ku gelek kes jinên Êzîdî bi 3 Tebaxê re nas bikin an jî navê Êzidiyan bihîstibin. Lêbelê dîrokekî kevnar ya gelê me heye. Lê, mixabin ku ev gel bi rondikên çavan, bi paniyên ji bes pêxas meşandinê qelişî û tî bûnê hate naskirin. Jinên Êzîdî ku bi dîmenên li pazaran dema dihatin firotin û dibûn êsîrê çeteyên DAIŞ´ê ket rojeva cihan ê; di roja îro de jî bi pêşketinên pirr mezin tola 73 fermanan radike.

Di nav du salan de gelek guhertin û veguhertin li Şengalê çêbûn. Lêbelê tişta ku herî zêde bû cihê kêfxweşiyê jî bê guman pêşketinên jinên Êzîdî bû. Ji roja fermanê vir de çi guherî?

Jinên Êzîdî ev yek baş zanîn û dîtin ku tu kesê wan nîne ji qeynê wan bi xwe. Zilamên ku wek dîkê xwe dinepixandin pêşiya herkesî/ê direviyan û li gor texmînan nêzî 5 hezar jin û zarok ketin destê çeteyên DAIŞ´ ê. Jinên Êzîdî bi alikarî û hêza ku ji şerwanên Azadiyê girtin; ku bi sedan keçên Apoyî singa xwe kirin çeper li pêşiya gelê xwe û bi wêrekiyekî pirr mezin çûn cihên ku 7 hezar zilamên bi çekên giran xwe pêçabûn, lê bê ku pişt xwe mêze bikin reviyabûn, ew der parastin, birêxistin kirin û rêxistinbûna xwe çêkirin.

Parastin pêdiviyeke ku bê wê nabe

Yekineyên Jinên Şengalê li ser bingehê parastina jinên Êzîdî di sala 2014´an de hat avakirin. Ev hêza leşkerî bi taybetî jî îsal serkeftinên gelek mezin bi dest xistin. Di salekî de du pêngavên mezin yên leşkerî hatin pêşxistin ji aliyê şerwanên Êzîdxanê. Yên ku herî zêde rola xwe di nav van pêngavan de lîst jî jinên Êzîdî bûn. Di pêngava Medîvanê ku Sibata 2016´an de pêş ket YJŞ´ê bi awayek çalak cih girt û herêmeke pirr mezin  hate rizgar kirin. Cardin pêngava ‘Tolhildana Jinên Êzîdî’ ya di 12 Mijdara 2016´an de bi pêşengiya YJŞ´ê destpêkir û di nav demeke kurt de gundên Sikiniyê, Heyalê, Rêzkê, sêgoşeya gundê Sewra hatin rizgar kirin û em dikarin bêjin ku herêmeke nêzî 25 km ket destê şerwanên Êzîdxan ê. Bi taybetî jî girîngiya herê mezin ya vê pêngavê ev bû ku hemû çiyayên Şengalê ji çeteyên DAIŞ´ê hate rizgar kirin û xetekî parastinê li derdora çiyayê Şengalê hat ava kirin. Di vê pêngavê de gelek çek û cebilxaneyên giran ketin destê şerwanan. Niha ji sînorê Holê ya Rojavayê Kurdistanê heya navenda Şengalê xeteke parastinê avabûye û YJŞ di çeperên herî pêş de, di nav yekineyên xweser de û hem jî di nav yekîneyên giştî de cihê xwe digire. Her wiha şerwanên YJŞ´ê di akademiya Ş. Bêrîvan Şengal de perwerdeyên xwe yên xweser yên îdeolojîk û leşkerî yên bi awayek pispor dibînin. Em dikarin bêjin ku di vê akademiyê de li ser çekên cûr be cûr şerwan tên perwerde kirin û li ser taktîkên şer tên kûr kirin. Bi pêvajoya zivistanê re di hemû yekîneyan de jî li kêleka erkên ewlekariyê perwerdeyên li ser zanebûn û têkoşîna zayendî tê dîtin. Di hin cihan de jî endamên YJŞ´ê di çeperên ewlekariyê yên xweser de cih digirin. Her wiha yekîneya YJŞ´ê yên ku bikaranîna çekan fêrî dayîk û keçên Êzîdî yên di mal de dimînin dike, heye. Ev yekîne bi Tevgera Azadiya jinên Êzîdî re bi awayek hevbeş li gelek cihan perwerdeya çek didin jinan da ku di rewşeke awarte de ew dayik bikaribin parastina xwe ya şexsî û ya zarokên xwe bikin.

2-Civaka perwerde kirî, civaka birêxistin kiriye

Piştî fermanê jinên Êzîdî di nav gel de xwe bi navê Meclîsa jinên Êzîdî birêxistin kirin û sala 2015´an de yekemîn konferansa xwe lidarxistin. Cardin di heman salê de li wargeha Newroz ya penaberên Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê jî meclîseke jinê hat avakirin. Ev meclîs gelek xebatên mezin dan meşandin û di Îlona 2016´an de meclîsê bi konferansekê di bin navê ´Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî´ de xwe birêxistin kir. Tevgera jinan li çiyayê Şengalê navendeke xwe vekir û di nav jinên Êzîdî de xebatên rêxistinbûnê berfireh kirin. Di heman demê de alikariya jinên ku ji destê DAIŞ´ê rizgar bibûn, li gor derfetên xwe alikarî kir û serdana malên wan kir da ku jinên Êzîdî bizanibin ne bi tenê ne.

Di bin banê Tevgerê de xebatên weqfê hatin meşandin. Hem li wargeha Newroz ya li Rojavayê Kurdîstanê hem jî li Şengalê xebatên dirunxaneyê hatin birêxistin kirin. Weqfa jinan ne tenê dirunxane her wiha li çiyayê Şengalê firneke jinan jî vekir. Ev firne jî di demeke pirr kin de wê dest bi xebata xwe bike. Armanc ev e ku bi avakirina qadên bi vî rengî jin bikaribin debara xwe bikin û di heman demê de jî di kar û barê aborî de cih bigirin, derfetek wan a ji bo avakirina aboriya xweser bê avakirin e.

TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî) bi alikariya Mamosteyên jin devreyên perwerdeyên zimanê dayikê birêxistin dike. Heya niha di van devreyan de bi dehan dayik fêrî xwendin û nivisandina bi zimanê dayikê bûne û devre berdewam dikin. Di bin banê TAJÊ de akademiyeke jin hatiye vekirin ku di vê akademiyê de dîroka jinan, têkoşîna zayendî û têkoşîna azadiya jinê tê dayîn.

Komên rêxistinbûyî yên TAJÊ di nav her wargeh û gundan de hene, her hefteyê roja Çarşemê ji bo jinan semînerên bi mijarên cûr be cûr tên dayîn.

Li çiyayê Şengalê, di nexweşxaneya Ş. Zinar de, komek ji jinên kedkarên tenduristiyê xizmetê didin gel. Di vê nexweşxaneyê de bijîjk û xebatkar hemû jin in. Di heftê de 6 rojan xizmet tê dayîn û li gel nexweşiyên giştî, di beşa diranan de jî bijîjkeke jin ya diranan heye. Di vê nexweşxaneyê de ji aliyekê xizmet tê dayîn û ji aliyê din de jî keçên Êzîdî ji aliyê tenduristiyê de tên perwerde kirin. Di heman demê de, pirê caran jî ji bo gel seminerên tenduristiyê tên dayîn.

Armanc berz kirina dengê jinan e

Li çiyayê Şengalê ev du sal in ku xebatên çapemeniya jinê tên meşandin. Komek ji keçên Êzîdî yên bi navê ragihandina Jinên Êzîdî, xebatên çapemeniyê birêve dibin. Ev kom, li rexmê gelek zor û zehmetiyan jî bi têkoşînek pirr mezin xebatên xwe bê navber dide 4-meşandin.

Taybetmendiyên civaka feodal bandora xwe li ser civaka Êzîdî jî kiriye. Her wiha ji ber ku gelek caran bi êrîşên cûda re rû bi rû mane, di nav civakê de li hember çapemeniyê û têkiliyên derve nêzîkbûnek dûr sekinînê mijara gotinê ye. Gelek jin dema kamera dibînin rûyê xwe dizivirînin û şerm dikin ku li pêşberî kamera baxivin. Ev bi xwe re zehmetiyek pirr mezin tîne û gelek caran wek tê xwestin mirov nikare tiştên hatine jîn û tê kirin bi dengê van bigihîne raya giştî. Helbet armanca yekem ya avabûna vê komê jî ev bû ku bi sedan salan ev dengê jinên Êzîdî ku hatibû qut kirin, carekedin berz kirin û bi cîhanê re dana nasîn bû. Bi vê armancê, bi xwestek û israreke mezin ev xebat tê meşandin. Avabûna vê komê di nav civakê de jî guhertinên gelek mezin da çêkirin. Di nav jinan de li hember rojnamevanên jin bawerî pêş ket, her wiha baweriya jinan a bi xwe pêş ket û bi awayek hîn zêdetir rehet axaftin û şerma xwe derbas kirin çêdibe. Cardin kar û xebatên jinên Êzîdî bi cihanê re parve kirin, morelek mezin di nav civakê de çêdike. Ev kom pêngav û şerên li heremê derdikeve holê jî dişopîne û  roleke mezin di tomar kirina têkoşîn û xebatên YJŞ´ê de dilîze, van heqîqetan bi raya giştî a cihanê re parve dike. Em dikarin bêjin ku rexmê hemû kêmasiyan jî çapemeniya jinên Êzîdxanê rolekî mezin li Şengalê dilîze. Li hemberî pergala ku dixwaze jinên Êzîdî her tim bi dîmenên maxduriyetê derxe pêşberî çapemeniyê, jinê, berxwedaniya jinên Êzîdî derdixe pêş. Ev jî hêviyeke pirr mezin dide civak ê. Ji ber ku di nav civakê de di şexsê jinê de baweri tê qezenç kirin. Dayikên me ne ew dayik in ku bi girî û rondikan gunehê xwe li xwe tîne. Jinên Êzîdî di weşanên xwe de bi dengeke bilind dibêjen; ´em wek keçên agir û rojê dikarin xwe ji xweliya xwe ava bikin´. Demê belangaziyê derbas bûye. Em dikarin bêjin ku jinên Êzîdî ji rewşa parastinê derbasî rewşa pêşketinê bûne. Niha bendê nasekinin 5ku ger hin êrîş li ser wan çêbibe xwe biparêze; niha jinên Şengalê ne tenê parastin, êrîşî hemû çeperên koledariyê dike, wan dişkêne û têk dibe.

Di çapemeniya jinên Êzîdxanê de 8 keçên Êzîdî cih digrin û li ser jinan bernameyan çêdikin. Ji xwe kê ji wan çêtir dikare tiştên hatine jîn, rewş û pêşeroja wan vebibêje. Her wiha di radyoya Çira Şengalê de jî keçên Êzîdî cihê xwe digirin û deng û rengê jinê di radyoyê de jî tê teyisandin.

Di nav vê salê de 147 jin û zarokên di destê DAIŞ´ê de ji aliye YBŞ û YJŞ´ê  ve hatine rizgar kirin. Kesên ku bi riyên cûda xwe rizgar kirine re bi giştî di nav sala 2016´an de 348 jin û zarok ji destê çeteyan rizgar bûne.

Kedeke pirr mezin ya jinên Şengalê heye û ev ked jî berhemê xwe dide. Lê, li hemberî wan jin û zarokên Êzîdî ku niha di destê çeteyan de esîr in, ev xebat bêguman kêm in. Em hêvîdarin ku sala 2017´an bibe sala rizgariya hemû jinên di destê çeteyan de û xilas kirina gundên Êzîdîyan ku niha di bin dagirkeriyê dene. Hêvî, xwîn û rihê di laşê têkoşeran de ye. Ji bo vê jî hêviya azadiyê ji her demê zêdetir îro li Şengalê di dîlê jinên Êzîdî de geş dibe. Bi wesîleya 8 Adarê jin vê bi gavên hîn mezintir, bi rihê berxwedana jinên Kurd û temamê jinên cîhanê ku di 8 Adarê de wek dengê serkeftinê bilind dibe, xwe bigihînin jiyanek li ser hîmê civakek azad a tê ava kirin û rengê têkoşîna xwe tevlî nav dengê jinên cîhanî bikin.