Li Îranê hêza veguherîner jin in

- Çîmen ARAS
333 views
Bi pêşketina pergala şaristaniyê re her tim hewldanên civakan ên ji bo nirx, çand û hebûna xwe biparêzin çêbûne. Hewldanên civakê, ne bi rêbazên hêsanî çêbûne û ne jî bi hêsanî hatine encam kirin. Civakan, civakbûyîna xwe bi berdêlên herî mezin karîne biparêzin, lê dîsa jî nekarîne bi temamî xwe ji ber pença pergala şaristaniyê rizgar bikin. Di hemû serdem û pêvajoyên pergala modernîteya kapîtalîst de şikandina vîn û bêtaqet kirina civakê hatiye esas girtin.

Bi taybetî jî di serdemên şoraşan de, rêbaza şikandina vîna civakê hîn zêdetir bi awayekî pergalî hatiye bi karanîn. Li gel rêbazên qetilkirin, îşkence û şîdeta derûnî, hepiskirin jî ji bo şikandina vîn û baweriya civakan bûye yek ji şêwazê herî sereke. Ev şêwazê kirêd û ne exlaqî heya roja îro weke çekekî herî dijwar dijî civak û pêşengên wê bi berdewamî di dewrê daye. Ji lewra di dîroka mirovahiyê de, di bîr û hafîzeya civakan de zîndan, her tim birînek kûr e. Dewleta Îranê jî yek ji wan dewletane ku serkêşiya vê birîna kûr dikê ye.   

Şoreşa gelan a Îranê

Di sala 1979’an de dema şoreşa gelan a Îranê ava bû, ji aliyê Xomeynî û melayên ku xwe weke tevgerên Îslamî bi rêxistinkiribûn, bi rêya komployê ku yek ji taybetî û xisleta desthiladariya Îranê ye, hate desteserkirin. Bi vî rengî pergala Îslama Şîe ku bi şîrove û nêrînên melayên di dema 1979’an de ku destwerdana xwezaya wê hatibû kirin, li ser gelên Îranî weke forma deselatdariya nû xwe sepand. Diyardeya deselatdariya mêr-dewleta nû ya Îranê, ji bo hebûna xwe mayînde û domdar bike xebitî, ji wê şûnde jî weke xaneya penceşêrê li seranserî erdnîgariya Îranê belav bû. Dema Komara Îslamî angu pergala nû li Îranê ava bû, ne bi xisleta demokirasiyê, berevajî vê yekê bi hişmendiya mêr-dewlet hate hûnandin û ragihandin. Mekazagon jî bi heman hişmendiyê hatin amadekirin û ketin meriyetê. Bi rêya ragihandina vê mekazagonê hişmendiya zayendperest di nava civakê de hîn zêdetir hate kûr kirin û bi pergal bû. Li ser jinan serdestiya mêr û li ser gelên Îranî jî nijadperestî hate ferzkirin. Rejîm bi vê hişmendiyê xwe destêwerdana xwezaya civakên Îranî ku weke mûzayîka gelan tê nasîn, nasîn, kir û qeyrana fikrî, civakî, siyasî, aborî, çandî bi awayêk bêkontrol dewamkir û rewşa jin û civaka Îranî xistiye nav rewşa ku niha nefes girtin zehmet kiriye. Di wê demê de tekoşîna hêzên çepgir û şoreşger di ser asta Îran û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, pir germ û zindî bû. Jinên Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca rizgariya netewî û avakirina jiyaneke azad weke hêza pêşeng û sereke cihê xwe di nav tekoşîna wê demê de girtin. Çalakbûna jin di nava tekoşînê de zanist û ezmûnekî mezin a jiyanê ava kir. Ev gavên şoreşa civakî rê li ber gelek guhartinên mezin hem di warê zihniyet û kesayetî de hem jî di warê civakî de bi xwe re anî. Bi vê yekê re guhartinên mezin di warê civakî, siyasî, aborî û hwd bi xwe re anîbû. Zanebûna ku ancex guhertin û veguhertin bi tekoşînê û bi taybet bi têkoşîna jin pêk bê wek dirûşma sereke hat destgirtin. Ev ferast û nêzîkatiya pêşket diyardeya guhartin û veguhartinê şênber kiribû. Jinên ku derfet nedidîtin aktîf beşdarî tekoşînê bibin jî, di malên xwe de têkoşîna li dijî zayendperstiyê didan.

Polîtîkayên bêdenkirina mûxalefetê

Tevî ku di wê demê de tekoşîna çepgiran li hember pergalê pir bi hêz bû jî, lê di destpêk de jinan bi wêrekî rêjîma nû ya Îranê weke pergalekî dîktator û li dijî jinê pênase kirin. Ev pênaseya ku jinan kir, nîşaneya berdewamkirina tekoşînê bû. Ji lewra jinên ku li hemberî pergala mêr-dewlet serî netewandin, ji aliyê pergalê ve bi hincet û rêbazên curbecur hatin darizandin. Bi navê qanûnên şerîetê, rêjîma desthilatdar bi hêrs û tolhildanê ji jinan bistîne tekoşîna wan kir hedefa xwe. Bi rêbazên şereî, kuştin, darizandin, zîndanîkirin, recimkirin û îdamkirina jinan wekî politikayek sereke bi pergalî kir. kiryarên çavtirsandinû û pergala dijî jin a rejîmê ku raste rast ji bîrdoziya wê çavkaniya xwe digirt, bi rêya pergala dibistanan, dezgehên fermî û forma xwekirin û diyarkirina sînorên jiyanê weke derketina derve, pênaseya jina herî başe jina ku malê ye û hwd hişmendiya cinsiyetparêzî daxist nava jiyanê. Ev paşketin û polîtîkaya zîndanîkirinê tehdîta herî mezin bû li ser hebûn û vîna azad a jinan. Dema rêjîma serdest dest bi kar kir, li şûna birînên civakê derman bike û ji pirsgirêkên wê yên heyî re çareserî peyda bike, demil dest lez da polîtîkayên bêdenkirina mûxalefetê. Di serî de jin, li hemberî hemû derdorên xwedî fikra şoreşgerî û alîgirên diyardeya guhertinê helwestek tund hate raberkirin. Lewma gava yekemîn ne ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî, ji bo avakirina zînadanan hate avêtin. Ji ber ku rêjeya jinên zîndanî pir zêde bû, êdî zîndanên bi navê “Zîndanên Zenan” yanî Zînadnên Jinan li seranserî Îranê hatin avakirin. Sekin, berxwedan û tekoşîna jinan di zîndanan de jî dewamkir. Di serî de kesayetên weke Şehla û Nesrîn Kebî anjî xûşkên Kebî ala tekoşînê li zîndanan bi heybetêk mezin girtin, tevî îşkence û tehdîtên giran kêliyêk dû dilî jiyan nekirin û rihê tekoşînê zîndî girtin. Sadiq Xalxalî ji aliyê Beytê Rehberî angu Xameneyî ve ji bo birîna cezaya sêdarê hatibû erkdarkirn, bi fermanêk bi dehan û hezaran jin û tekoşînvan li ber dîwarên hewşên zîndanan rêz û gûlebaran dikir. Ji wê demê û heya niha tu girtiyêk di nav şertên zîndanên heyî hem weke rewşa asayî û hem jî ne asayî de nehatiye darizandin. Mîratya destpêk ku heya niha hatiye, bê guhartin dewam dike. Rêjîmê di bin navê şerîetê de, bi îşkence, girtin, tacîz, sêdare û siyaseta recmê ya li dijberî jinan dixwest desthilatariya xwe rawe bike. Ji ber vê yekê zîndan bûbûn cihên tolhildana ji hemû jin û kesên têkoşer. Ev pêvajoya ku hate jiyîn, di bîr û hişê civaka Îranî de weke demek tarî û xwîn ma. Di wan zîndanan de bi hezaran jin bêlêpirsîn hatin darizandin û kuştin. Bi vê awayî ji bo ji tevahî civakê re bibe ders û îbret ev şêwaz pêk anîn.   

Jina berxwedêr Şirîn Elemhûlî

Rejîma Îranê, ji dest pêkê ve bi dijminatiya dijî jin û zêdekirina zîndanan, dest bi hikumdariyê kir. Lê li dijî vê serdestiya rêjîma ku xwe di bin rûpoşa îslamê de her tim nixûmand de, çiraya berxwedêran tucar venemirî. Carina di meşandina tekoşîn û serî rakirinan de navber ketibe jî lê, tucar ew ruhê serhildêrî yê jin û civakan nehatiye bi dawî kirin. Çawa ku ev zêdetirî 40 sale rojekê deriyên zîndanan nehatiye girtin, weha jî diyar dibe ku hêzên tekoşîner jî gav paşda ne avêtine. Qadên tekoşînê vala nebûne û di nava hemû beşên civakê de ev deng nehatiye tepisandin. Zîndanên jinan di roja îro de bûne yek ji mekanên hevpariya tekoşîn û hêza jinan ya li dijî rêjîma Îranê. Her çiqas jin di wan mekanan de bi awayekî fîzîkî hatibin girtin jî, lê wan vîna xwe parastiye. Ya ku her tim rêjîmên serdest hêrs dike binkeftina wan ya li dijî wê vîna nayê teslîm girtinê ye. Jina berxwedêr Şirîn Elemhûlî, vîna jinan a ku tu carî teslîm nebûbû ji nûve di kesayeta xwe de zindî kir. Mîrateya tekoşîna bi hezaran jin û berxwedêrên Kurd û Îranî dewir girt û gîhande asta lûtke yê. Şirîn Elemhûlî weke jineke tekoşîner û lêgerînvana azadiyê, serî netewand û bi biryardarî, bi bîr û bawerî û ezma xwe ya tekoşînê hemû tabûyên ku bi hişmendiya mêr û zayendparêz a rêjîmê bi cîlaya rojane hatibû boyaxkirin hilweşandin. Hevalên Şirîn yên li ser heman şop û dozê îro jî li ber xwe didin Zeynep Celaliyan, Spîde Qolyan, Golrûx Îryayî, Nesrîn Stûde, Nergîz Muhemedî, Nazenîn Zaxerî û bi hezaran jinên zîndanî, muhra xwe li diyardeya guhartina rêjîma Îranê didin, zidî ye. Îro êdî li Îranê dengê tekoşîna ku li kolanan tê hepskirin û nahêlin werin bihîstin , li zîndanan tê bîhistin. Ya ku li zîndanê şikestiye û neçar maye hişmendî û pergala rêjîma Îranê ye. Ên ku rastin, mafdarin, pêşeng in û di cîhana xwe ya zîhinî de azad in, girtiyên azadiyê ne.

Rêjîma Îranê mîlada xwe tije kiriye

Ji lewra em dikarin bêjin rêjîma Îranê ya dijî jin bi hişmendiya xwe ya zayendparêz, mîlada xwe ya mayîn û dewamkirinê tije kiriye. Di dirêjahiya tekoşîna ku me weke jin li hember rêjîma îranê daye, derketiye holê ku qabilyeta vê rêjîmê ya guhertin û veguhartinê tune ye. Di vê rewşê de tekoşîna jinan ew ê rejîmê biguherînin. Di nava gengeşeya şerê cîhanê ya sêyemîn de, rêjîma Îranê ketiye nava tengasiyeke mezin. Ev tengasî her ku diçe çember li dor rêjîma Îranê teng dike. Lê bi rê û rêbazên cuda cuda dixwaze xwe ji xeleka mûdaxeleyê derxîne. Ji aliyekî ve dixwaze wan gefan weguhrîne seferberiyekî civakî ya li dijî hêzên derve. Bi vê rengî hewl dide tehdîdên derve yê li dijî xwe bi rêya civakê bêbandor bike û bi arastekirina civakê, pirsgirêka herî esasî paşguh bike. Lê em baş dizanin ku xeleka herî lawaz ya rêjîmê ne gefên hêzên derve ye. Xeleka lawaz tekoşîn û dengê jinan û vîna zîndaniya ne. Bê gûman dibe em ji her demê zêdetir bibin çav, guh û çeka wan ya tekoşînê. Ger kêliyêkê jî di tekoşînê de xeflet çêbibe an jî girtî werin ji bîrkirin, ewê rêjîma Îranê meydanê vala bibîne û îşkence an jî sizayên herî giran bide girtiyan û wê yekê pêk bîne. Ev yek jî ji xisleta dewleta komploger ya Îranê ji bo ji holê rakirina hêzên tekoşînvan û bi taybet jin ne dûre. Di heman demê de, divê neyê ji bîrkirn ku girtiyên azadiyê, mîsogeriya serkeftina tekoşînê ne. Îro dengê civaka Îranî bi helwesta şoreşgerane ya jinan di zîndanan de gihîşte hev û di şexsê girtiyên jin de yekîtiya di ruh, tekoşîn û xwe rêxistinkirinê de çêbûye. Girîng e her kes ev ruhê ku hem li derve û bi taybetî jî li zîndanan ava bûye, xurt û geş bike tê ku bigehîne serkeftinê.