Li Îranê projeyên li dijî jinan

- Çîmen ARAS
321 views
Dewleta Îranê,  ku her tim bi pirsgirêkên jin û civakê di rojevê de, di dewsa ku ji van re çareseriyek peyda bike, di meha Mijdarê de projeyekî nû ya bi navê ‘ciwankirina nifûsê’ pêşkêşî rayagiştî ya Îranê kir. Ev proje saleke di rojeva dewletê de bû û bi hûrgilî li ser kar dihat kirin. Proje ji bo saziya malbatê ji belavbûyîn ango hilweşînê biparêze, ji aliyê wezaret û dezgehên dewletê ve hatiye amadekirin.

Bi vî awayî pêşkêşî saziyên herî jor ên dewletê hatiye kirin û navendên biryardêr ev proje erê kirine. Piştî ku ev proje hat erêkirin, ji bo vê di jiyanê de pêk bînin, bang li wezaret û saziyên dewletê hate kirin ku bikevin rewşa seferberiyê. Ev proje di serî de radestî komsîyona jin û komîsyona malbatê hatiye kirin. Ji bo kesên beşdarî vê projeyê bibin jî dewletê weke gava pêşî hin derfetên weke bexşîş û hwd. pêşkêş kiriye. Armanc ji vê projeyê ew e ku ciwanan teşwîqî zewac, avakirina saziya malbat û parastina wê bikin. Her wiha bi vê projeyê dixwazin jin hîn zêdetir zarokan bînin dinê, welat qaşo ji pirsgirêka pîr û kalbûnê xilas bikin û ji her ferdekî civakê re di nav xeleka dewletê de rolekî bibînin.

Jin nerazîbûneke tund nîşan dan

Di vê meha ku me salvegera 25 Mijdarê pêşwazî kir, rojevekî weha nîşaneya israra di paşverûtî û qetilkirina jinan de ye. Bi wesîleya “Roja Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinê”, dewleta Îranê helwesta xwe ya dijberiya li hemberî tekoşîna azadiya jinan û civaka Îranê nû kir. Piştî ku ev proje di 2’yê Mijdarê de ji aliyê dewleta Îranê ve hat ragihandin, di serî de jinên Îranî gelek beşên civakê nerazîbûn nîşan dan. Jinan ev proje weke berdewamiya hişmendiya zilam û her cûre mûdaxeleya li ser rih, beden û jiyana jinan pênase kirin. Di heman demê de jinan ev proje, weke sepandina forma jiyan, diyarkirina sînor û biryarên ku dewlet di dewsa jinan de dide nirxandin û ev red kirin. Ev biryar ne tenê ji aliyê jinan ve, ji aliyê kesên rewşenbîr, doxtor, demokrat û anarşîstan ve bi tûndî hat rexnekirin û redkirin. Hîna jî di gelek beşên civakê de nîqaşên tûnd û rexneyên li dijî vê projeyê dewam dikin. Lê ji ber rêjeya mixalefeta li dijî vê projeyê gelek zêde ye em dikarin bêjin, ji niha ve diyare ku wê ev proje nagihêje encamê û têkoşîna jinan û civakê biserkeve. Dewleta Îranê her ku dibîne pêla têkoşîna jinan bi tesîr dibe, ji bo bandora vê bişkîne projeyên bi vî rengî yên li dijî jinan pêşkêşî civakê dike.

Armanc pêşîgirtina têkoşîna jinê ye

Projeya ciwankirina nifûsê projeyekî siyasî û civakî ye û bi armanca şidandina sînorên li dor civakê û lawazkirina têkoşîna jina tê pêşxistin. Her weha dewlet bi rêya vê projeyê, diyardeya zilamtiyê û desthilatdariya li ser jinê serbest dike. Ango pergala mêr-dewlet ya Îranê bi rêya vê projeyê pêşî li her cûre kiryarên weke zewaca di temenê biçûk, destdirêjî, kuştin û xwekuştinê vedike û civakê bi karesata komkujiya jinan re rû bi rû dihêle. Di rewşa heyî de ev proje bi awayekî ne fermî be jî ketiye meriyetê. Jiyan ji civak û jinan re veguheriyê qadekî goristanê. Lê belê têkoşîna jin û civakê li hemberî vê projeyê jî di hemû qadan de berdewame. Di rewşa niha de ku jin û gelên Îranî tê re derbas dibin, ji ciwankirina nifûsa civakê zêdetir pêwîstiyekî lezgîn bi guhartina rûyên pîr ku siyasetê rêvedibin heye. Ji ber ku ev hişmendî û pergala pîr, welat kiriye weke navenda pirsgirêkan û komkujiya jinan. Ev di rewşekî weha de ye ku nifûsa civaka Îranê hemû jî ciwan bibe, eger ev hişmendî û rûyên pîr neyên guhartin wê dîsa heman siyaset û pirsgirêk dewam bikin. Lewra pir eşkere ye ku çavkaniya vê pirsgirêkê ji ber hebûna vê pergala li dijî jinê ye. Wê demê çareserî wê bi guhartina şoreşa zihnî û hilweşandina pergala desthilatdar pêkan bibe. Pergala mêr-dewlet ji xisleta demokratîk û wekheviyê dûr e. Lewra pergala heyî bi ti awayî nikare nûnertiya vîn û hebûna jin, ciwan, netew, bawerî û cûdahiyan bike.

Jin xwe gihandin asta xwebûnê

Li dijî vê pergalê tekoşîna jinên Îranî jî bilind dibe. Ji aliyê din ve têkoşîna jinên Kurd ya bi salane li ser erdnigariya Kurdistanê tê meşandin îro li ser hemû jinên herêmê û bi taybet li ser jinên Îranî bandor dike. Jinên Îranî, paradîgma, zanist, rêxistin, têkoşîn, şer, cesaret û destkeftiyên jinên Kurd ji xwe re mînak digrin û li ser vî hîmî xwe bi rêxistin dikin. Di salên dawî de jinên Îranî li ser vê bingehê asta têkoşîna xwe hîn bi hevgirtî, zanistî û bilindtir kirine. Jinan ji wan gavên xwe yên destpêkê gelek moral û cesaret girtin. Êdî bê tirs, bi cesaret û hezkirin têkoşîn dikin û ji berdêl dayînê natirsin. Ev zanist û asta têkoşînê qelîştoka ku di navbera jinan û pergala mêr-dewletê de vebûye ferehtir dike. Ji lewra jinên Îranî êdî çarenûsa xwe ne di nava pergala mêr-dewletê de dibînin û ne jî vê sepandinê dipejirînin. Ji ber ku xala destpêkê û dawiya wê diyar e û sînorên wê nefesa azad dikuje. Li hemberî vê yekê jin dahatûya xwe dihûnin û diyar dikin. Lewma jin bi pêşxistina zanist û refleksên xwe yên têkoşînê, xwe gihandin asta xwebûnê. Dema ku jin û civak xwe bighênin sînorê nerazîbûna li dijî pergala mêr-dewletê, li wir hêvî mezin dibe. Jinên Îranî ev hêvî bi dest xistine û ji bo vê hêviyê ji dest nedin xwe ji bo dayîna her cûre berdêlan amade kirine. Her ku jin ber bi xwebûyînê ve gav davêjin, zêdetir dighêjin wateya ji hev hezkirin û hev hîskirinê. Bi vê yekê êşên hev jî parve dikin. Bi vî rengî di her şert û mercî de pêdiviya hevgirtin û xwedî li hev derketinê jî çêbû. Ev hevgirtina bi hêz ya jinan pêşxist, karîbû dawî li hişmendî û siyaseta mêr-dewlet a ku xwe di nava jinan de bicihkiribû bîne.

Ji vîn û hêza jinê ditirsin

Êdî jin naxwazin bikevin bin însafa pergala mêr-dewletê. Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku bi xwedî derketina têkoşîna Ferîba Xorewanî, Reyhane Cebarî û bi dehan jinên din ên bûne qûrbanî, êdî dikarin vê heqîqetê bi rihetî bînin ser ziman. Xwedî derketina li wan jinan têkoşîna jinan û civakê bi hêztir dike. Li gel vê yekê di her mal, tax û kolanan de ya tê lêpirsînkirin hişmendiya mêr-dewletê ye. Ev yek gavekî nû û rihekî hevgirtî ye. Bi xwe re çand û civakbûnekî nûjen ya bi fikir û rengê jinê diafirînê û pêşdixe. Bi van pêşketinan re êdî jin dikarin xwe ji asta heyî derxin û bibin kirdeya hemû guhartinan. Ev yek rola ku pergala mêr-dewletê ji bo jinan diyar kiriye berbi hilweşandinê ve dibe. Bi vê heqîqetê re jin li hemberî rejîma Îranê têkoşîna azadiyê didin û jiyana xwe ji nû ve pênase dikin. Her ku jin gavên têkoşîna xwe mezin dikin, li beramberî vê yekê pergala mêr-dewlet biryarên paşverû derdixe, kiryarên li dijî îrade û reseniya jin û civakan dixe dewrê. Ev hişmendî di rastiyê de dixwaze hem pêşî li têkoşîna jinan bigire û hem jî bi pêşxistina van projeyên paşverû rojeva civakê berovajî bike, ji rê derbixe û biguherîne. Ji ber pergala desthilatdar ya dewletê pergalekî li dijî hêz, vîn û hebûna azad ya jinê ye. Lewra ne xwedî hêz, plan û bernameyên çareseriyê ye. Bi gotinekî din projeyên wisa kirêt û paşverû ne ku armancên wan pergalekî li dijî vîn û hêza azadiya jinê ye. Lê tevî van planên qirêj, ya ku paşve diçe û biçûk dibe ne hêz, vîn û dengê azad yê jinên Îranî ye. Dewleta Îranê di warê bîrdozî, siyasî û civakî de qeyraneke mezin dijî û ev ji bo jinan nîşaneya dahatûyekî metirsîdare. Ev hilweşandin di heman demê de tê wê wateyê ku dewlet êdî dema xwe tije kiriye û pêwîste demek berî demekê were guhartin.

Jin di guhertinê de bi biryar in

Lê hêjayî gotinê ye ku biryardariya jinan ya ji bo guhertin û bidestxistina mafên xwe her roja diçe vê hêviyê li seranserî Îranê ber bi çav dike. Di vê çarçovê de têkoşîna ku bi salane li dijî vê hişmendî û pergalê bi rêve diçe, di vê demê de gihîştiye astekî bilind. Her weha li dijî biryar û projeyên weke teşwîqkirina zewacê, zewicandina di temenê piçûk de û avakirina malbatên pergalî, têkoşînekî bê hempa tê meşandin. Ya ku niha mohra xwe li çerxa guhartinê daye jinên Îranî ne. Têkoşîn di mal, kolan û navendên xebatê de bi deng, reng, dirûşme û pêşengiya jinan berdewam dike. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo ev rewşa ku pergala Îranê dijî were guhertin, zingil lê dixin û bi têkoşîna jinan dema vê her ku diçe nêzîk dibe.