Li Kurdistanê bêmirovkirina axê yan jî bêaxkirina mirov

- Berîtan ZAGROS
368 views
Li Kurdistanê bi awayeke sîstematîk qirkirineke pir alî pêk tê. Yek ji beşa girîng û krîtîk a vê qirkirinê jî wêrankirin, zûhakirin û tunekirina çavkaniyên jiyanê ye. Ev yek ne tenê li Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bi konsepteke hevpar tê pêkanîn. Eger Kurd bi zanist û hişyariyeke netewî li dijî vê qirkirina çavkaniyên jiyanê û xaknîgariyê dernekevin, ev îşaret bi demeke metirsîdar dike ku wê telafiya wê ne mûmkîn be.

Xwezaya çar aliyên Kurdistanê qir dibe’

Li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bi çêkirina bendavên avê, santralên ceyranê, şewitandina daristanan, çikandina avê li ser herêmên çandiniyê, jêkirina daran û hwd. xwezaya Kurdistanê ku di heman demê de tê wateya çavkaniyên jiyanê tên wêrankirin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi kêmkirina avên diherikin Başûrê Kurdistanê, şewitandina daristan û zeviyên çandiniyê, jêkirina darên şîn, rojane bombekirina xwezaya Kurdistanê (bombeyên jehrî) bost bi bost qir dibe û qadên jiyanê li gel teng dibin. Li Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmkirin û qirêjkirina avên Dîcle û Firatê, şewitandina zeviyan, jêkirina darên zeytûnê yên Efrînê û êrîşên leşkerî rewşeke metirsîdar li herêmê çêkiriye.

‘Li Kurdistanê koçberkirineke sîstematîk’

Ji dema îsyanên li Kurdistanê serî hildane heya niha Kurdên welatparêz û xwedî zanista netewî, mûxalîf, rewşenbîr tên mişextkirin, ji ber polîtîkayên şer û hejarkirinê gundên Kurdistanê tên valakirin, berê wan didin derveyî welat, koçber dikin û yan jî li ser axa welatê xwe dikin penaber. Ev yek bû sedem ku bi hezaran ku hejmara wan digihije milyonan gund li çar parçeyên Kurdistanê vala û tune bibin. Ev jî li gel xwe qirkirina çandî kûr kir û wer kir ku di nava çanda desthilatdar de nifşe ji rastiya xwe direve, ji xwe biyanî dibe çêbibe. Ne ji bo xwe ji bo desthilatdaran xizmetekî baş bikin, eger vê yekê qebûl nekin jî, di nava hejariyê de binalin.

‘Çavkaniyên me yên jiyanê tune dikin’

Lê helbet ev polîtîya van dewletên sermayedar û dagirkerên Kurdistanê bi temamî negihîşt encamê û ji ber Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya PKK’ê ev polîtîka hema bêje hate têk birin. Girseya ku ji cih û warê xwe hatibû kirin li welat an jî derveyî welat li dora fikrên Rêber Apo ya ji bo netewa demokratîk civiyan û weke eniyeke sêyemîn li dijî sîstemê xwe rêxistinkirin. Ev polîtîkaya dewletê ya pûçbû, hişt ku vê carê serî li rêbazeke din a bêrehmtir bide. Niha bi şêwazekî ku li deşt, çiya û gundewarên Kurdistanê derfetên jiyanê nemîne û bi ti awayî Kurd nekaribin vegerin ser cih û warê xwe ji kokê de ji holê radike.

‘Guhertina demografya’

Li herêmên Kurdistanê ku nikarin demografya biguherînin an jî difikirin ew herêmên ji wan re nemîne de bi ti awayî çavkaniyên jiyanê nahêlin. Lê li herêmên nakokî li ser hene yên Başûrê Kurdistanê ku statûya wan ji aliyê qanûnî ve hîn ne hatiye zelalkirin jî timî polîtîkaya guhertina demografyayê pêk tîne. Ev herêm weke coxrafya Kurdistan jî be ji ber neteweyên cûda jî lê dijîn, hîn jî statûya wê ya qanûnî ne hatiye zelalkirin û ev yek dibe sedem ku timî rastî êrîşên komên çekdar yên girêdayî dewletên dagirker bên. Di encama êrîşan de gelek gund vala dibin, li şûna wan polîtîkaya ‘Bierebkirina” herêmê yan jî guhertina demografyayê di serî de li Kerkûkê, li hemû herêmên din dimeşe. Ji aliyekî din ve jî Tirkmenên ser bi Tirkiyeyê jî bandora xwe ya li herêmê berfireh dikin û dixwazin herêmên Kurdan ji dest wan bigirin.

‘Rih û hest hîn veneguheriye hişmendiyê’

Li hember vê metirsiya “Bêaxkirina mirov” ya li Kurdistanê helwesteke netewî ya binbandor li gorî tê xwestin pêş nakeve. Helbet gelek sedemên vê yên esasî hene ku Kurd axa xwe bi zanisteke netewî napêrêzin. Yek ji van sedemên sereke nebûna zanisteke netewî ya kûr û dîrokî ye. Netewbûn bi zanist pêk tê. Herçend li Kurdistanê di asta hest de riheke netewî ava bibe jî, lê ji ber ev rih hîn zanist tam qezenc nekiriye, bandoreke mezin a her timî nade çêkirin. Ev rih zêdetir di rewşên awarte de xwe dide pêş û demkî ye. Helbet ev yek binirxe, lê ji vêya zêdetir hişmendiyeke netewî pêwîst e. Berpirsyariya pêşxistina zanista netewî zêdetir dikeve ser milê rewşenbîr, akademîsyen û ragihandina Kurdî. Lê dema ev bixwe pirsgirêka hişmendiyê dijîn, dibin bandora modernîteya sermayedar û mêtîgeriyê de ne.

‘Pêngava pêşxistina hişmendiya netewî şert e’

Tevgera Azadiya Kurdistanê vê zanistiyê heya astek pêşxistibe jî, hîn negihîştiye wê astê ku bandorê li hemû Kurdan bike û wan bikişîne nava xeteke netewî ya pêşî li her cûre qirkirinê bigire. Ji ber vê tenê çalakiyên rojane na, divê ev pirsgirêk ji bingeh de bê destgirtin. Ev jî bi perwerdeyê gengaz e. Divê di sîstema perwerdeyê de hişmendiya netewî, girîngiya wê û pîvanên welatparêziya pir alî bi awayeke berfireh werin dayîn. Ev ji dibistanên dayîkê destpê dike heya zankoyan divê zarok û ciwan bi vê hişmendiya “Zanista Netewa Demokratîk” werin perwerdekirin û mezinkirin. Di serî de pêwîste ev li Başûrê Kurdistanê bê kirin. Ji ber herî zêde pêwîstiya Başûr bi vêya heye, ji hişmediya netewa demokratîk zêdetir neteweperestî xwe dide pêş. Yan jî jiyaneke modernîst a ji Kurdewariyê dûr, nasnameya netewî bê wate dibîne û dixwaze bişibe dijminê xwe tê xuyakirin. Eger wê li Başûr pêngaveke nû bê destpêkirin, divê bernameyeke berfireh a ne tenê ji çalakiyan pêk tê, ji bo pêşxistina hişmendiya netewî jî were destpêkirin.