Li Rojava têkoşîna li dijî tundiyê

- Dalya Efrin
395 views
Mijara pirsgirêka jinê li Sûrî di nava pergala Baas a şovenîst de, ji hemû welatên Rojhilata Navîn kûrtir û dijwartir bû. Jinê ji zihniyeta deshilatdar, zayendperest û neteweperest gelek êş kişand.

Hem di warê marjînalkirin û înkara rola rastîn a jinan di civakê de, ew ‘derfet’ dan ku bikaribe di nava saziyên dewletê û navendên biryargirtinê de, mîna mêran bixebite. Hem jî jinê di nava adet û kevneşopên civakî de dihêlin, rêbazên tund pêk tînin ku wê girê bidin. Ev ji zihniyeta paşverû ya jinan biçûk û kêm dihesibîne encam dide. Tenê jinê weke şermê bi nav dikin. Ji ber vê gelek normên civakî û olî li ser jinê hatine ferz kirin. Mînak zewaca temen biçûk, pir jinî, zewaca bi zorê, berdêlî, di heman demê de qedexeya xwendin û karkirinê li dijî jinan pêk hatiye.

Berî şoreşê li Rojava, her çendî bi awayekî veşartî û di asteke sînorkirî de be, hebûna îdeolojiya azadiya jinê, berevajî herêmên din yên Sûrî, di pêşketina jinan de gelek alîkar bû. Her wiha bi çirûskên şoreşa Rojava re, ji bo pêşketina statuya jinan, ji bo jin bikarin ji hemû zincîran rizgar bibin, zemînek guncaw peydabû. Lewma jin bi hêz daketin qadan, pêşeng û çalak bûn. Jinan xwe di her astî û her qadê de rêxistin kir. Elbet ev jî bi saya hebûna bingeheke cewherî û bingehîn a tevgera jinan ya demê Yekîtiya Star bû. Yekîtiya Star ku 2005’an di bin şert û mercên pir dijwar de, di dema partiya Baas a şovenîst de hate damezrandin, di dema şoreşê de jî pêşengiya têkoşîna jinê kir. Tê zanîn 2004’an dema bûyerên Qamişlo pêk hatin, rejîma Baas dixwest Kurdan tine bike. Di vê rewşa giran de jinan wek erkekî welatparêziyê pêwîst dîtin li dijî êrişan xwe rêxistin bikin. Bi vî awayî dê Kurdan bi pêşengiya jinan bi vîn û hêza xwe kariba çand, nirx û mîrateya xwe biparêzin.

Rêxistina jinê avahiya bingehîn e

Di avakirina rêveberiya xweser ya demokratîk de hebûna rêxistiniya jinê avahiya bingehîne. Jinan bi rengekî xurt di nava hemû saziyên civakî, siyasî, leşkerî û dîplomatîk de, li gorî sîstema hevserokatiyê cih girt. Di cîhanê de yekem car di vî astî de pergala hevserokatiyê pêk hat. Jinan karîn di nava vê pergalê de tevî mêran beşdarî navendên biryargirtinê bibin. Vê jî îspat kir li ser bingehê wekheviyê,  jin dikarin di civakê de rola xwe ya rastî bileyîzin. Berdewam jinê rêxistina xwe fireh kir. Di kongreya 6. ya Yekîtiya Star de biryarên giring hatin girtin. Biryarek jî ew bû, navê Yekîtiya Star bibe Kongra Star û jin êdî xwe li ser bingeha Konfederalîzma demokratîk rêxistin bikin. Bi vê pêngavê re Kongra Star ji çarçoveya jina Kurd derket, da ku jinên ji hemû pêkhateyên herêmê, ên ku ji têkoşîn û berxwedana jinên Kurd bandûr bûne, nemaze ji aliyê leşkerî ve, di bin banê wê de cih bigirin.

Kongra Star jinan perwerde dike

Ev demeke dirêje ku jin di bin polîtîkayên zordar û çewisandinê de ji aliyê fikrî ve êşê dikişîne. Bi rêya hedefgirtina wê bi amûrên şerê taybet, xwestin kesayeteke qels û lawaz a ji îradeyê bêpar, bi statûya xwe razî biafirînin. Vê yekê hişt ku Kongra Star ji bo jinan komîteyeke perwerdê ava bike. Bi vî awayî akademiyên jinan yên perwerdeyê hatin avakirin. Di van akademiyan de di warê bîrdozî de armanc ew bû têgehiştina jina azad saz bibe. Bi vê armancê dewreyên perwerdeyê yên girtî û vekirî pêk tên. Gelek semîner tên dayîn ku, ji aliyê fikir ve jinan xurt dike, têgehiştina wan firehtir dike. Wiha pêdiviya jinê ya gehiştina cewherê kesayeta xwe ya rastîn tê pêşwazîkirin. Da ku bikare xwe pêş bixe, hebûna xwe ji hemû êrişan biparêze.

Ji bo jinan serxwebûna aborî giring e

Zihniyeta kapîtalîst her tim hewl daye ku jinan bi mûçeyên pir kêm û erzan bide xebitandin. Wiha çerxeke mêtînê li ser jinan daye pêşxistin. Di nava vê pergalê de jin bi kiryarên bêexlaq hatine îstismarkirin û ji hêla rêveberên kar ve hatine biçûkxistin. Li aliyê din jin di malê de weke koleyekê, bi dibin nîrê koletiyek giran de ji zilam re xizmetê dike. Bi vî rengî rola wê ya bingehîn di malbatê de hatiye paşguh kirin. Di şeroşa Rojava de jinan ne tenê leşkerî xwe rêxistin kirin û xwe ji hêla fikrî ve rizgar kirin. Lê fam kirin ku xelekeke winda heye, ew jî rizgarkirina aborî ye. Ku ew jî pêwîstiyeke lezgîn û bingehîne ku ji bindestiya zilam xilas bibe. Bi rêya avakirina proje û koperatîfên aborî, armanca jinan ew e, ku ji aliyekê ve derfetên kar peyda bibe da ku vegerandinên darayî bi dest bixe, ji aliyeke din ve jî, bibe endameke hilberîner a civakê û beşdarî avakirina aboriya komînal a dûrî zîhniyeta kapîtalîst bibe.

Di zagonên rêveberiya xweser de jin

Rêgezên rêveberiya xweser û peymana civakî ya heyî, dihêle ku jin parastina xwe bi xwe bikin û mafên xwe yên zagonî biparêzin. Ji bo karibe li hemberî pirsgirêkên civakî yên ji têgehên paşverûtî û kevneşopiyên rizî derdikevin bisekine û di rûniştandina têgîna dadmendiya civakî de rola xwe ya pêşeng pêk bîne, pêwîst bû ku malên Jin werin vekirin. Her wiha komîteyên lihevanînê werin çalak kirin. Li gel damezrandina Meclîsa Dadmendiya Jinê, di sala 2015’an de, zagûna Jinê hate derxistin. Di vê zagonê de gelek bend hene ji bo parastina jinan û mafên wan. Di navbera Kongra Star û saziyên jinan de li Rojava-Bakur Rojhilatê Sûrî têkilî û hevahengiya domdar heye. Rêxistinên civakî yên ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin li seranserê herêmê bi rola xwe radibin. Ji vana saziya Sara ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan xebatan dimeşîne. Saziya Sara dozên jinên ku rastî tundiyê tên belge dike û dişopîne.

Li Rojava-Bakur Rojhilatê Sûrî di dema şoreşê de gelek gavên giring hatine avêtin, pêşketinên mezin çêbûne. Tevî hemû pêşketinan, civak bi tevahî ji diyardeya şîdeta li dijî jinan xilas nebûye. Hîn jî li dijî jinan şîdet pêk tê, jin bi kuştinê tên tehdîtkirin. Ji ber vê yekê, pêdiviya bi mal û navendên parastina jinan derket holê. Malên parastina jinê hatin vekirin ku rewşên wiha werin çareser kirin û xetereya li ser wan ji holê rabe. Her çiqas tê zanîn ku ev rêje li herêmên me ji herêmên din ên Sûriyê pir kêmtir e.

Ji ber pêşeng in jin dibin armanc

Diyare ji ber ku jinan di şoreşa Rojava de rola herî girîng û berbiçav lîstiye, dibin hedefa bingehîn a hemû hêzên dijberî fikrê azadî û demokrasiyê. Di serî de piştî dewleta Tirk yekser hin herêmên Rojava Sûrî dagir kir, li gel sûc û binpêkirinên nemirovane, bûyerên şîdeta li dijî jinan zêde bûn. Zêdebûna kuştin, destdirêjî, revandin, koçberkirina bi darê zorê, darvekirin û bazirganiya mirovan encamên vê dagirkeriyê ne. Her wiha hewl didin bi rêya amûr û polîtîkayên şerê taybet ku bikaranîna madeyên hişbir û fuhuş jî di nav de ye, jinan têxin nava tevnên sîxuriyê. Ev kiryarên ji bo hedefgirtina destkeftiyên şoreşê û şikandina vîna jinê ne. Li gel vê jî, jin bi armanc û destkeftiyên xwe ve girêdayî ne û ev rêbaz nikarin berxwedana wan lawaz bikin.

Em wekî Kongra Star hewl didin modela xebat û rêxistiniya jinan ya li Rojava-Bakur Rojhilatê Sûrî berbelav bikin. Lewma em bi jinên herêmê û cîhanê re di nava hewldana xurtkirina peywendiyê de ne. Em dixwazin têkoşîn û berxwedana jinên Rojava li dijî tundiyê bi jinên Rojhilata Navîn û herêmê re parve bikin. Li gel têkiliyên berdewam, em dixwazin bi saziyên jinan re hevaheng bixebitin. Em têdikoşin, ku dengê jinên Rojava-Bakur Rojhilatê Sûrî bi dengê jinên cîhanê re bibe yek li hemberî têgehên modernîteya kapîtalîst.

*Endama koordînasyona Kongra Star