Me saleke tije bi berxwedan li du xwe hîşt

- Zeynep ERDEM
615 views

me-salek-nu-pey-xwe-hist-3Hevsengiyên Rojhelata Navîn di serê sedsala 21’ê de dest bi guherandinê kirin. Despêkê kaos û krîz di asta herî bilind de pêş ket. Ev kaos û krîz hêdî hêdî çareseriya xwe jî bi xwe re diafirîne. Hêza herî sereke ku di nava vê kaosê de pêşengiya jiyana azad dike û diafirîne, tekoşîna gelê Kurd a bi pêşengiya jinê ye.

Di serê sedsala 20’an de piştî şerê cihanê û şûn de erdnigarî di nava desthilatdaran de, li hev hate parvekirin. Di şerê parvekirinê de, bê guman yên bûn qûrbanî di serî de gelê Kurd, nirx, ax û hemû hebûna gelan bû. Lê, îro dem ne ew deme ku gelên herêmê li bendê bisekinin  ku hêzên desthilatdar çarenûsa wan diyar bikin. Tekoşîna gelan ya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê pêş dikeve, hemû gelên herêmê hişyar kiriye. Gelan êdî pişta xwe daye hev, di sengerên şer de li dijî desthilatdariyê mil bi milê hev şer dikin. Çareseriyên desthilatdariya Netew-Dewlet diafirine ku kirîz û kaosa heyî kurtir dike, napejirînin. Çareseriya xwe bi xwe diafirînin.

Ji ber wê jî di vê sala ku me li du xwe hîş de, hêzên desthiladar yên navendî û yên herêmî hewl dan ku dizayneke nû bidin herêmê û gel an. Hesabên wan yên mal û çarşiyê wek hev derneket in. Di sedsala 20’an de dikarîbûn gelan bi destê hev bidin qirkirin, lê îro em dibînin ku weke mînaka li Rojavayê Kurdiatanê; gelan ji bo pergaleke demokratîk bidin avakirin, dest dane hev, bi hevre dimeşin. Sala derbasbûyî bi berxwedana gelan a di pêşengiya jinan de hesabên hêzên desthilatdar vala hatin derxistin.

Di sala derbasbûyî de kîjan hêzên dagirkerên Kurdistanê ji xwe re çi xeyal çêkirin û ew xeyalên wan çawa vala derketin?

mansetBeriya her tiştî dewleta Tirk û hikumata AKP’ê lingê xwe li maseya muzakereyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re xistin û mase qulibandin. Wisa dizanîbûn ku ger mase ji holê rabe wê di têkoşêna gelê Kurd de valatiyek derkeve holê û faşîzma AKP’ê jî ji wê valatiyê sûd werbigre, her wiha vê bikaribe di şexsê Tevgera Azadiyê de gelê Kurd tune bike. Yên mane jî wê bikevin xizmeta faşîzma AKP´ê û serê xwe bitewînin. Lê, ev hesab li faşîzma AKP´ê zivirî. Berê her tiştî gelê Kurd, hem di demên aşitiyê de û hem jî di demên şer de dijminê xwe baş nas dike, tu caran bê tedbîr pişta xwe nade dijminê xwe û baweriya xwe pê nayne. Ji aliyê din, hêzeke mezin ya îdeolojîk, rêxistinî  û tecrûbeyeke mezin ya hêza parastina rawa derketiye holê. AKP’ê xwest di zivistana derbasbûyî de gelê Kurd li tax, kolan û bajaran de di komkujiyan re derbas bike, yên mane jî teslîm bigire. Lê, bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke bi heybet pêş ket. Hesabên hikumeta AKP’ê li xendeqên ciwanan ket û weke çeka bumerangê lê zîvirî.

Gelê Kurd bi perspektîfa  ‘berxwedan serkeftinê, teslîmiyet îxanetê tîne’ çavên xwe li jiyanê vekiriye û zû bi zû dev ji vê felsefeyê bernade. Di vê oxirê de serê xwe dide, canê xwe dide, lê teslîm nabe. Ji ber vê yekê Çiyager an, Mehmet Tunc an û Asya Yûksel an, di zivistana ku  dijminên gelê Kurd xeyalên têkbirina Kurdan çêdikirin de berxwedaneke birûmet meşandin, encama şer bi berxwedanê veguherandin serketinê. Berxwedana bê hempa a li çar başên Kurdistanê bi xwe re serkeftinên mezin anîn. Êdî ji çiyayê Şengalê heya deşta Kerkukê, ji Kobanê heya Qamişlo û Efrînê, ji Kirmaşan heyanî Îlamê, ji Minbiçê heyanî Reqayê û li her deverên ku Kurd lê dijîn, li navendên Ewrûpayê, her der bu Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnex. Ruhê şehîdên berxwedana qadên xweser di şexsê her jin û ciwaneke Kurd de veguherme-salek-nu-pey-xwe-hist-2î sonda bi cih anîna soza şehîdan. Piştî zivistaneke dûr û dirêj, bi hatina bihara îsal re bê guman asta çalakiyên gerilla jî ji her salê cûdatir bûn. Her hedefa ku dan pêşiya xwe ji holê rakirin. Artêşa Tirk li beramber van çalakiyan bi têkçûneke mezin re rû bi rû ma. Vê berxwedanê li sertaserî cîhanê û çar beşên Kurdistanê, di nava civakê de ruheke hevbeş da avakirin. Vê berxwedanê ne tenê hêviyên faşîzma Erdogan û AKP´ê, hêviyên hemû dijminên gelê Kurd yên li çar beşên Kurdistanê têk birin.

Têkoşîna gelê Kurd li hemû cîhanê rewabûna xwe îspat kir. Lê, dîktatoriya Erdogan di nava cîhanê de ewqas deng veda ku bû mijara henekan. Faşîzma îro li Tirkiyê tê meşandin li ser bingeha têkbirina gelê Kurd û têkoşîna wan ya rawa ye. Ji bo gelê Kurd were tune kirin, her kes ji bo Erdogan terorîste û hedef e. Li Tirkiyê her kesên ku dikarin bifikirin terorîst in. Li dijî vê jî civak bi giştî li dijî vê feraseta faşîst di nava berxwedanê deye.

Xeyalên AKP/Erdogan yên ji holê rakirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji zivistana îsal re ma. Bi artêşeke binketî û têk çûyî, bi polîtîkayeke bînketî wê îsal bi çire rû bi rû bimîne, emê mêze bikin û bibînin. Lê tişta ku em bibînin wê ne binketina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê be, wê binketina faşizma AKP´ê be.