Mehistî Gencewî: Sedsala 6.an û dengê serbixwe yê jinê

- Berjin TEKOŞER
574 views

Mehistî Gencewî di sedsala 6.an a hicrî de jiyaye, bavê wê ruhaniyek mezin yê bajarê Gencê ye. Herçend baş neyê zanîn jî lê, tê payîn ku di 491´ê qemerî de hatibe dinyayê û di sala 577.an de jiyana xwe ji dest dabe.

MEHISTI GENCEWI-Ji ber ku ew çend jêhatî bû, hîn di temenê biçûk de bavê wê, wê dişîne mektebê û heya deh saliya xwe li wêderê dimîne. Heya wê demê ku perwerde didît hewl dihat dayîn ku Mehistî fêrî zanistê bibe. Mehistî Gencewî her wiha li gel mamosteyên muzîkê perwerdeya hunerî jî didît. Di vê temenê xwe yê biçûk de, li bajarê Gencê, bi lêdana amorên muzîkê bi nav û deng bû. Her wiha agahiyên wê yên di derbarê muzîka Îranî de jî bi awayeke herê baş bû. Ji ber vê jêhatîbûn û wechê xwe yê xweşik yê hunerî û dengê wê yê xweş, di heman temenê xwe yê nûciwaniyê de, bibû deng û rengê civatên wê demê yên huner û guftigûyên zanist ê.

Xwedî zanist û jêhatîbûnek wisa bû ku bala Sultan jî dikşîne ser xwe û Sultan daxwaza axaftina li gel dike. Lê, Mehistî vê daxwazê napejirîne û ew li hemberî zilm û hêrsa Sultan a li dijî gel bi hunera xwe bersiv dide, li dijî Sultan gotar dixwîne û bang li gel dike ku li dijî zilma Sultan serî rabikin. Di encama vê serî rakirinê de, ew neçar dimîne ku li bajarê Gencê koç bike û li Xûrasanê bi cih bibe. Piştî demeke kin, li tevahiya bajêr deng û rengê hunera wê belav bû û di nav giregirên huner û muzîka wê demê de, ewqas bi nav û deng bû ku bala Sultan Sencer jî dikşîne ser xwe û di nav koma wêjevan û zanistên derbar de cih digire. Ew di wêjeya Rojhelata Navîn de, wek Xeyam yek ji kesa herê mezin  û mamosteya çarik an hatiye nasîn. Hin nivîskarên çaxa navîn yên wek Şemsedîn Qîs Razî, Hemdûlah Qezwînî û Emîn Ehmedê Razî qala jêhatîbûna vê jinê a ji hêla hûnerî de dikin û ew, yek ji kesa ku herê baş çarik dixwend, dihat binav kirin. Lê, mixabin hemû çarik an jî dîwana wê heya roja me ya îro nehatiye û tenê ji vê mîrateya wêjeyî ku zêdetirê sêsed çarik, çend perçe ji qezel zêdetir negihaye dest.

Wê qeyd û bend şikandin

MEHISTI GENCEWI.tif-1-Di hin nivîsan de Mehistî Gencewî wek jineke Îranî tê destnîşan kirin, lê li hin nivîsaran de jî wek jinek ji Azerbaycanê tê nasandin. Ligor hin dîroknasan, berê êrîşên Moxolan a bi ser bajarê Gencê de, li bajarê Gencê gelên Persî û Mesihî li wir jiyan e. Ji ber ku niştecihên wê demê yên bajêr ji Îranî û Mesihiyan pêk dihat, dibe ku ev jina zana Îranî be. Lê, ji ber ku  gelek caran bajêr tê îstîla kirin û ev bajêr pişt re wek bajarê Azerbaycan dimîne, dibe berhemên ji hunera wê mabin jî di dîroka di wir de cih girtibe û êdî wisa hatibe nasîn.

Ev jina zana a helbestvan bi hin kesayetên bi nav û deng re nasîna wê çê dibe. Bi taybetî Bayîzîk Bistanî nas dike û di navbera wan de nîqaşên dûr û dirêj  çêdibin. Bê ku sînorên şerîet an jî tiştek din nas bike, li gel zilamên derbar û zanistên Xûrasanê di nav danûstandinê de ye. Ev jina zana di salên dawî yên emrê Nizamî Gencewî de li gel wî bûye û pêre di nav dan û danûstandinê de bûye. Piştî çend sal li ser mirina Nizamî derbas dibe bi şûnde, ew jî li gel qebra wî tê bin ax dikin.

Di derbarê wêrekiya vê jina helbestvan de, zanyar Ebdulrehman Feramerzî di dîwana xwe de wiha dinivîse: “Li Îranê kesên wiha hene ku xelekên zincirê yên irf û adetên heyî şikandine û bi awayek azad, li gor dixwestin tevdigerîn, yek ji wan kesan jî Mehistî Gencewî ye ku ev nêzikatî û tevgerên wê yên azad û ligor xwe bala gel jî dikşîne ser xwe. Ev jina zanyar, zîrek û xwezayî, rexmê ku jin li her ciheke dinyayê zêdetir rastê nêzikatiyên cihê tên, nayê hiştin ku li her cihekê xwedî gotin bin; lê, ew jina hêja hemû irf û adetên heyî ji nedîtî tê û bi awayeke azad jiyan kiriye, bûye xwedî gotin.”

Ew dengê sedsalekê bû

MEHISTI GENCEWI-2Mehstî di nav civatên mezin de helbestan dixwîne û di van civatan de li gel zilaman li heman cihî rûdinê û hemû pîvan an jî sînorên ku ji bo jinan hatiye diyar kirin, têk dibe û derbas dike. Her wiha bi van kesan re di nav danûstandinê deye, bersiva nameyên ku ji wan tê, dide.

Di nav civata qesrê de amora muzîkê digire dest xwe û dest bi xwendinê dike: Helbestên wisa dixwend ku herkes matmayî dihîşt. Heta di van civatan de bê ku dudilî bijî helbestên evîniyê jî dixwîne. Li vir a ku herê zêde bala mirov dikşîne nêzikatî û danûstandina Mehistî bi zilamên di serdema tê de dijî ye. Ji ber ku ew bi awayek pirr rehet bi kesên navdar yên bi huner û wêjeyê, zanistin wê serdemê dikeve nav guftûgoyê de. Lazime ku mirov carekedin şert û mercên sedsala wê demê a Îran di nav de bû û ya îro bigire ber çavan û binirxîne, daku mirov hîn baştir fêm bike ka heya çi rêje û cihî rewşa jinê a di warê huner û wêjeyê de hatiye asteng kirin. Ger di qerna 6.an a hicrî de, Mehistî Gencewî bê tirs helbestên evînyê dixwîne û di temenê xwe yên biçûk de, li gel alim û zanistan perwerde dibîne, bê ku tirs û gumanekê bijî di nav civata zilaman de stran û helbestan dixwîne, bê ku xwe bipêçe di nav civata wêjevan û zanistan de amade dibe, ev yek asta wêrekî û serhêldêriya jinê a di wê sedsalê de radixe ber çav an.

Çarikên ji wechê jinê diqetin

Mehsitî ku hîn di temenê çar salî de dest bi perwerdeyê dike, di çardeh saliya xwe de wek zanistekê di vê dibistanê de derket. Helbet ew bi zanist û di warê wêje û hunerê de jî hat perwerde kirin, MEHISTI GENCEWI-1lêbelê herê zêde bi çarikên xwe tê nasîn, binav û deng dibe. Mehistî Gencewî bi xwe zanistek wiha bûye ku hemû zanistên di serdema xwe de matmayî bihêle. Ne tenê ji hêla zanistê, di heman demê de ji aliyê zanista wêje û hunerî de jî bê hempa bû; lê, dema ku em dinêrin dibînin ku dîrok dîsan ji nedîtî hatiye. Zêde, yan jî qet qala van jinan a di warê zanistê de nakin. Tenê tişta ku derdixînin pêş ev e ku jinek xweşik bûye ku bala hemû zanistên serdema xwe de, bi xweşikbûna xwe, kêşaye ser xwe. Lêbelê em vê rastiyê baş dizanin ku jinek mezin û di warê helbest, çarik nivîsînê de jî kesek hempayê wê nebûye.

Mehistî di serdema Qeznewî de jiya bû. Di derbarê jiyana vê jina mezin de, wek me di serî de jî anî ziman zêde agahî nînin, yên heyî jî ji nivîsên nivîskarên wek Dûletşah Semerqend, Emîn Ehmed Razî û Azer Bîgdilî hatine girtin ku ew jî piranî wek çîrok û efsaneyan ji hev û du hatine neqil kirin. Lê, yek ji metnên herê kevin ku qala jiyana wê dike, pirtûka hilbijartinên dîrokê ku di sala 730 yê hicriyê qemerî de,  ji aliyê Hemdûlah Mostevfî we hatiye nivîsîn e.

Tê gotin ku ji bo cara ewil Tahirî Şehab di sala 1336´an de, 103 çarik, hin qezel û çend perçe ji helbestên Mehistî li Tehranê çap dike. Her wiha di sala 1963´an de jî Frîtz Mayer pisporê Rojhelata Navîn, 279 çarik û hin qezel, her wiha di derbarê jiyana Mehstî de pirtûkek bi zimanê Almanî weşandiye. Li gor agahiyên di vê pirtûkê de, Sehlî Xansarî jî di sala 1370´an de hin ji çarikên Mehistî -ku ji 271 çarikan pêk tê- li Tehranê çap dike. Li Bakû jî di bin çavdêriya Muhemed Axa Sultanzadeh (1985) çarikên vê jina navdar tê çap kirin. Firîdon Nûzad di sala 1377´an de pirtûkek bi ser navê Mehistî Gencewî ku ji çarikên wê pêk dihat, komê ser hev dike; Moînûldîn Mûhrabî jî pirtûkekê bi navê vê şêre jinê di sala 1382´an de diweşîne.