Mîrateya têkoşîna jinan bi şoreşa Rojava tacîdar bû

- Hevîdar XALID
359 views

Çirûska Buhara Gelan a li hemeberî rejîmên desthilatdar di dawiya sala 2010’an li Tunisê destpêkir û di 2011’an li gelek welatên Rojhilata Navîn belav bû. Yek ji wan welatan Sûriyê ye. Gelê Sûriyê bi tevgerên aştiyane li hemberî deshilatdariya rejîma Baas’ê dest bi çalakiyên aştiyane kir û bi yek dengî banga hilweşandina rejîmê kir û daxwazên xwe anîn ziman. Lê di demeke kurt de şoreşa Sûriyê ya ku di Adara 2011’an dest pê kir ji xeta xwe ya aştiyane derket û ji bo pêkanîna armancên hêzên derve di serî de Qeter û dewleta Tirk ket tevgerê. Bi wê re jî veguherî şerekî çekdarî ku qaşo li hemberî rejîmê derketibû, çek li hember gelê xwe bi kar anî û daxwazên derve pê dianî. Bêguman şer û aloziya ku heta niha li Sûriyê didome encamên vê nêzîkatiyê ne.

Kurd ji mafên xwe yên herî rewa bêpar bûn

Wekî tê zanîn gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi salan di bin zext, zilm, dorpêçkirin, polîtîkayên înkar û îmhayê yên rejîma Baas’ê de ma. Ji mafên xwe yên herî rewa yên wekî axaftina bi zimanê dayikê û nasnameya xwe bê par hatibû hiştin. Bi dehan siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd hatin girtin û di îşkenceyê re derbas bûn, gelekan jî di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Rejîma behsa mijarê tevî ku ewqasî lawaz bûye jî lê hîna heman zêhniyeta berê dimeşîne. Kurdan di destpêka şoreşê de fêm kirin ku şoreşa Sûriyê ji armancên xwe yên raste qîn dûr ketiye û ket xizmeta armancên hin hêzên herêmî û yên derve. Kurdan ev yek ferq kirin û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa xwe da destpêkirin.

Çirûska yekemîn a şoreşê li Kobanê pê ket

Çirûska şoreşê li bajarê Kobanê bi derxistina hêzên rejîma Baas’ê dest pê kir û di demeke kurt de bi tevlîbûna pêkhateyên din, Ereb, Asûr, Suryan, Çeçen, Ermen, Tirkmen û hwd mezin bû û li tevahî herêmê belav bû. Ji ber ku hemû pêkhateyan rastiya vê şoreşê û ferq û cûdahiya wê ji şoreşa Sûriyê nas kirin bê didûlî tevlî şoreşê bûn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya jinan dest pê kir, ev şoreş xwedî cudahî û bandoreke mezin e, ji ber ku xwe dispêre hêza gel û raman û felsefeya neteweya demokratîk ji xwe re esas girtiye. Her wiha nêzîkatiya xeta sêyemîn jî rêya herî guncav dît û xwe nevêt hembêza hêzên derve û ji bo wan nexebitî.

Jinan ji bo pêşxistina şoreşê kedeke mezin dan

Em dikarin bi zelalî bêjin ku jinan ji bo pêşxistina siyaseta xeta sêyemîn a neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera gelan de kedeke mezin dan. Di vê çarçoveyê de li tevahî bajar û herêman navend û saziyên xwe yên taybet vekirin, ku bi rêya wan karibin mafên xwe biparêzin, xwe perwerde bikin û bibin xwedî biryar. Her wiha ji bo ku karibin bi têkoşîna xwe ya domdar mafê xwe yê siyasî di jiyanê de bi dest bixin û dengê jinan û şoreşa xwe ya li Rojava bighînin tevahî cîhanê li ser pêyan in. Li ser vê yekê ji jinên ku xwediyên xwe wenda kirine re komxebat hatin lidarxistin, akademiyên fikir û siyasî hatin vekirin, da ku di aliyê fikirî de werin perwerdekirin û rola wan were birêxistinkirin da ku çareseriyan ji pirsgirêkên jinan re bibînin. Hemû serkeftin û destkeftiyên mezin ku jinên Rojava di qadên siyasî, leşkerî û diplomasî de bi destxistine, berhemên ked û têkoşîna bi sedan jinên ciwan ên ku berdêlên giran dane, bi xwîna xwe ya pak efsanên qehremaniyê nivisandin da ku asoyên dîrokeke ronî ji zarokên xwe re xêz bikin.

Hemû pêkhate bi reng û dengê xwe tevlî şoreşê bûn

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî zihniyet û tirs û xofa ku rejîma Baas’ê di dilê her kesî de dabû avakirin, sekinî û pêşengtî ji zêhniyeta neteweya demokratîk û civaka azadîxwaz re kir. Jin û ciwan her kes bi deng û rengê xwe beşdarî nava şoreşê bûn. Kurd, Suryan, Ereb û hemû pêkhate beşdar bûn. Êdî her kes bê dewlet û bê saziyên wê xwe bi rêxistinkir, her kes beşdarî nava têkoşîna jiyana azad bûn û jê re pêşentgî kirin. 19’ê Tîrmehê isbat kir ku civak dikare xwe bi xwe bi rêve bibe û ne hewceye ku dewletek hebe û wê bi rêve bibe.

Ji bo parastinê hêzên leşkerî hatin avakirin

Her ku dem derbas bû destwerdanên devre ên li şoreşa Sûriyê ya ji rêya xwe dûr ket zêde bûn. Ji ber vê yekê komên çete û komên din ên mezhebî û neteweyî li deverên cûrbicûr ên Sûriyê xuya bûn, ewlehî û aramiya li welêt kir hedef, Kurd bûn armanca êrîşên komên çete yên ku desteka xwe ji derve digirin. Lewma hewce bû ku hêzek leşkerî hebe da ku bikaribe şoreşa gelan a Rojava biparêze. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gelek hêz û tabûrên din ku di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne hate avakirin. Ragihandina damezrandina YPG/ YPJ’ê ji kûrahiya çanda vê herêmê hat ku bi jiyaneke azad û bi rûmet û bidestxistina mafên xwe bawer e.

Gelek astengî derketin pêşiya şoreşê

Bêguman zor û zahmetî derdikevin pêşiya her şoreşekê û li pêşiya pêşketina wê didin kelem. Şoreşa 19’ê Tîrmehê di nav 9 salan de di aliyên aborî, civakî, ewlehî û siyasî de rastî gelek astengiyên dijwar hat. Ji destpêka ragihandina Şoreşa Rojava ve û heta niha li hemberî şoreşê û Rêveberiya Xweser rojane êriş têne kirin. Êrîşên li dijî şoreşê û nirxên wê bi êrişên komên bi navên “Artêşa Azad” û Cebhet El-Nusra DAIŞ’ê û hwd dest pê kir û niha bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re didomîn. Armanc ji van êrişan têkbirina şoreşê û destkeftiyên wê û vîna gel e. Lê tevî dijwariya êrîşan, Rêveberiya Xweser karîbû hêremê biparêze, li nirxên ku bi xwîna şehîdan hatine afirandin xwedî derkeve û jiyaneke aram ava bike. Rêveberiya Xweser a ku heta vê kêliyê jî dibin êrîşan de ye, tekane modela ku dikare ji aloziya Sûriyê re ya heta niha didome, bibe çareserî.

Li ser şoreşê êrişên dewleta Tirk didomin

Niha jî li pêşiya Rêveberiya Xweser zehmetî û pirsgirêk hene. Ya herî girîng jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Ev êriş bi dagirkirina Cerablus, Bab û Ezaz dest pê kir, paşê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî hatin dagirkirin û niha jî bi êrişên li ser Eyn Îsa, hin navçeyên Efrîn û kantona Şehbayê dewam dikin. Di encamên van êrişan de ziyanên canî û madî çêbûn û bi deh-hezaran mirov hatin koçberkirin. Pirsgirêkeke din jî hebûna çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan li kamp û girtîgehên herêmê ye. Malbatên çeteyan ên li kampan hîna jî fikrên DAIŞ’ê yê tundrew diparêzin û sûcan dikin. Mirov dikare vê yekê wekî bombeyekê li ber teqînê bi nav bike û dê li ser herêmê û tevahî cîhanê xeter be. Rêveberiya Xweser projeyeke ku temsîla hemû gelê Sûrîyê dike. Her wiha li ser esasê ku bikare rê li pêşiya hewldanên parçekirina Sûriyê û gelan bigire û nasnameya hemû pêkhateyan diparêze. Ji ber vê dema ku Rêveberiya Xweser hedef tê girtin, îradeya hemû gelên Sûriyê tê hedefgirtin, yanî tu alternatîfa ji projeya rêveberiyê re tune.

Şoreşa Rojava xwedî li vîna gelan derket û deng veda

Bi kurtasî mirov dikare vê bêje; Şoreşa Rojava ji şoreşa çekdarî ya li hemberî hêzên paşverû wêdetir, ronesanseke çandî, civakî, aborî, siyasî, xizmetguzarî, şoreşa xwedîdekretina li ziman e. Her wiha şoreşa misogerkirina mafên hemû pêkhate, êl, mezheb, etnîk e ku bi hev re di nava sîstemeke demokratîk de her yek bi çand û taybetmendiyên xwe ve bijîn. Bi vîn û baweriya gel ala şoreşe li tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê hate hildan û xwedî li vê vîna gel derket. Bi heman vîn, hêz û baweriyê hemû êrişên komên çete yên li ser herêmê hatin şikandin û herêm hatin rizgarkirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê taybetmendiya xwe li tevahî cîhanê deng veda û bi sedan şandeyên ji derve ji bo ji  nêz ve naskirina projeya Rêveberiya Xweser û gavên şoreşê hatin herêmê