“Mirov qet ji dîtina wê têr nedibû…”

- Ş. Nûrhaq-R. Cemal
267 görüntüleme

ARIN MIRKAN 15Gerîla’ya bi navê Göksün Tekoşîn ku niha li wergeha Ş. Rustem di çeperên parastina xelkê wergehê de cihê xwe digre wiha serpêhatiya xwe ya bi Arîn MÎRKAN re anî ziman

Arîn Mîrkan Endama YPJ ( yekîneyên parastina jin) a ku di rojên derbasbûyî de bi çalakiya xwe ya fedayî ve cihekî  girîng di çapemeniya cîhanê de girt, îro ji bo tevahî jinên cîhanê bû semboleke nû a fedayîbûn û cewherê serîhildêr yê jinê.

Arîn Mîrkan bi sekn û çalakiya xwe ya fedayî ve, ji aliye tevahî cîhanê ve hat nasîn. Em jî di çeperên parastina Mexmûrê de gihiştin yek ji gerîlaya YJA Star a ku demekê bi Arîn Mîrkan re jiyan kiriye. Rêhevala Arîn Mîrkan a bi navê Göksün bi van gotinan ve qala Arîn Mîrkan dike; “Min heval Arîn di dema dewreya  perwerdê de naskir. Bi heval Arîn re jiyankirin bi hevaltiyê re jiyan kirin bû…”

Gerîla Göksün tekoşîn heskirin, hevaltî û girêdana Arîn mîrkan a bi jiyanê re wiha tîne ziman; “Heval Arîn pir bi hevalbendiyê ve girêdayî bû, pir ji hevalên xwe hezdikir. Ji jiyan û karkirinê pir hezdikir, di nava jiyanê de gelekî bi aqilane tevdigeriya. Bi kinahî mirov qet ji dîtina wê têr nedibû.”

Arîn di jiyana xwe de jî fedayî bû

Gerîla Göksün tîne ziman ku cihê Arîn lê heba, li wir moral, coş û heyecan jê kêm nedibû û wiha dewam dike; “Zimanê heval Arîn yê jiyanê çalekbûyîna wê bû. Dikarim bêjim ku heval Arîn 24 saetan bi Rêbertî re jiyan dikir. Heval Arîn her bi jiyana xwe, wêneyê çalekiya xwe neqişandibû.”

Her wiha gerîla tekoşîn dibêje ku, “Min her tim dixwest heval Arîn bi min re biaxive, ji ber ku heval Arîn bi sohbet û nîqaşên ku bi rêhevalên xwe re dikir, hêz dida wan. Heval Arîn her tim di nava jiyanê de bi rûyê xwe yê li ken dihate naskirin. Ji bo heval Arîn çavkaniya şoreşgertiyê moral  bû.”

Göksün anî ziman ku ewê demekî gelekî giranbiha bi hevala xwe Arîn re derbas kir û bi van gotinan ve serpêhatiya xwe ya bi Arîn Mîrkan re vedibêje; “Heval Arîn di dewreya perwerdê de ji aliyê hemû hevalan ve dihate heskirin û bi taybet jî ji ber ku gelekî alîkarî dida me hevalên jin, me rêzdariyek bê sînor jêre raber dikir. Haval Arîn bi xwe ew rêz di mirovên li beramberî xwe de ava dikir.”

Arîn Mîrkan gelek kêliyên hêjayî vegotinê ne di hizir û hestên rêhevalên xwe de dihêlê. Çawa ku îro Arîn bi çalekiya xwe ya fedayî ve bû dengê tevahî jinan, di dema ku bi rêhevalên xwe re jiyan parkirî de jî her tim bûye dengê rêhevalên xwe û bi zanista erka hevaltiyê rabûye û tu caran ji vê gav paşde neavêtiye.

Gerîla Göksün herî zêde di vegotina xwe de balê dikşîne ser rêhevaltiya Arîn Mîrkan û bi van hevokan ve dewam kir; “Heval Arîn ji hevalên xwe yên jin pir hezdikir. warê Arîn yê hestiyarî li pêş bû, lê pir baş dizanibû bi warê xwe yê zanistî û fikrî re bixe yek. Ev taybatmendiya heval Arîn dihişt ku li beramberî jiyan û rêhevalên xwe bi baldarî tevbigere . Heval Arîn tu caran dilê rêhevalên xwe  nedihêşt. Pir ji wan hez dikir, bêguman me jî pir jê hez dikir û vaye em îro şopdarên Arînanin…”

ARIN MIRKAN 11Hemû xeyala wê rojek dîtina Gabarê bû

Gerîla Göksün diyar dike ku heval Arîn her tim hesreta xwe ya çûyîna Botanê aniye ziman û bi taybet jî dîtina Gabar’ê. Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan şopên gelekî giran biha li pey xwe hiştin. Arîn Mîrkan tevî ku di temenê xwe de pir ciwan bû jî, lê ew di nava rêhevalên xwe de her tim cihekî mezin girtiye… Gerîla Göksün jî dibêje, “Heval Arîn her tim di jiyanê de bi aqil, zeka û hestên xwe yên paqij ve mezinahiya xwe diparast.”

Gerîla Göksün yek ji bîranînên xwe ya bi Arîn re wiha vedibêje; “Heval Arîn ji dîlan girtinê hezdikir, lê pir zêde govend nedizanî, dema ku dikete govendê mirov dixwest biçe û bikeve destê wê, ji ber nezanîn ji bo xwe nedikir dert, berovajî wê heval Arîn berê xwe dida govendê… Mirov digo qey heval Arîn diçe çalakiyê, ewqasî di dilê mirovan de kelecan ava dikir.”

Dema TV got Arîn!…

Göksün, di dewamiya axaftina xwe de behsa dema bihîstina şehadeta Arîn Mîrkan dike. Wan kêliyan wiha tîne ziman; “Ez li ber nûçeyan bûm. Di nûçeyan de dihate gotin ku, li girê Miştenûr’ê hevaleke jin çalakiyek fedayî li darxistiye… Ji nişkêve navê Arîn Mîrkan derbas bû!

Dema navê Arîn derbas bû, bi qasî ku ez di warê hestiyarî de pê êşiyam, ewqas jî pê kêfxweş bûm. Ango ez qet matmayî nemam, ji ber heval Arîn çalakiya xwe ya jiyanê, Di Kobanî de gîhand merteba herî bilind.”

Gerîla Göksün, li ser wateya çalakiya Arîn Mîrkan axivî û wiha dawî li gotina xwe anî; “Heval Arîn bi çalakiya xwe ya fedayî ve ji nûve destana Bêrîtan, Zîlan û Şîlanan nivîsî. Ew bû şopdara xeta wan. Ezê tu carî riya Arînan berendim û ewê hertim bibin çiraya navnîşana riya min. Wê  Arîn ji bo min  bibe riya serkeftin û baweriya bê dawî.