Nameyek ji heyveronê re 

- Site varsayılanı
600 views

MANSETKa temaşe bike; dîsa xemla wê li pişt çiyan diyar bû. Hêdî hêdî derket û kêfxweşiya di rûyê wê de mîna sorahiya ronahiyê hemû şûn binevşî kir. Ronahiya wê mîna dilopên baranê giyana min girte nav heskirina xwe. Mîna dayîkeke dilrehm û bi heskirin nêzî zaroka xwe bibe, dilê min xist nav germahiya heskirina xwe. Di vê kêliyê de hema mirov dixwaze xwe berde nav hemêza heyveronê. Heke min bizanîbaya wê pêkan bûya, minê wê kêliyê mîna hişkiya qeşayê bidabûna sekinandin. Him jî ji bo heya dawiyê!

Her ku dem derbas dibe ronahiya wê hîn bêtir digihe lûtkeyên herî bilind û şîrînahiya di rûçikên wê de hîn şîrîntir dibe. Mîna stêrka bi tenê ya li ser bêdengiya pêlên behra bêdeng. Wiha dixwazim di xaleya stêrkên tava hîvê de destên xwe dirêjî destên te yên bi hine bikim.

Mîna ku heyvê bigire, direcife laşê min lerzok lerzok û dilê min bilez lêdide. Tê bîra te dema ku me hev naskirî? Di wê kêliyê de bêdengbû dayîka xweza, di nava bêdengiya şevê de. Ditirsiyan çûk, bi qasî lerzîna laşê min; ma tu nabînî ewin yên ku ji kenê te dihesidin û nikarin xwe li ber bigirin.

Her ku heyveron ber bi lûtkeyên bilind  ve diçe, diqerise ezitiya di bedena min de xwe mohr dike. Gelo dikare bê nivîsandin evîndariya stêrkan a li hember heyvê? Na! Tenê dikare bê neqişandin evîna ku bi hibra lênûsan ya ku nayê sûrandin… Xewnên ku dawiya wan nayê, yan jî dema ku xwe diberde nava temaşekirina wê ku nakeve ferqê ka dem çiqes derbas bûye. Di nava wateya jiyana ku kêliya xwe winda kirî, dema ku em di behra xeyalên xwe yên şîn de melavaniyê dikin û em çîroka xwe digihînin hev. Dema ez di nava van xeyalan de diçûm û dihatim bêyî ku bikevim ferqê, carekê min xwe di nava bayê demsala beyîzê de dît. Mîna keştiya tar û maro bûyî. Di carekî de ji nav wan xeyalên xwe veciniqîm. Dema ku min xwest cavên xwe vekim, şikefta çavên min giran bibû mîna ku ji ronahiyê bitirse bi awayeke şermok nedixwest ji hev qut bibe.

Nujiyan ERHAN4Ma çibû tu wisa zû diçî! Çendî zû derbas bû ev dema di giyana min de hatiye bicî kirin. Ka temaşeke hîn roj derneketiye. Tu çima wîsa lez dikî? Mane ez te nas dikim û dizanim pelpelîka Nîsanê zû derdikeve. Bi nepeniya xwe tu zû dikevî xewê daku pora te baş hine bigire. Ez jî çûka şevê li benda te dimînim.  Ka çibû, ma dema te temam bû di nava ev dema windabûyî de ku min xwe jibîr kirî? Min wer bawer dikir ku wê ev kêlî qet xilas nebûba. Min dixwest ev kêlî nemir bikim û di nava temenekê de bi temen bikim.

Tika dikim mîna du çiyayan nesekine, hinek tiştan bêje ku ez xwe li hember bayê tunebûnê bigirim. Dizanim dixwazî gelek tiştan bêjî..! Tirsa min ne ji gotinan e, ji bêdengiya di nava lûleya çekan de derdikeve ye.  Berde bila hestên di nava lêvên min de mîna baranê bibare ser xakên bê av mayî. Lê, te carakê rik girtiye ku neaxivî. Tika dikim min xemgîn neke, ez dizanim dema te ya çûyînê hatiye, çûyîna te jî mîna avabûna te bi semyan e. Wiha bi xeyalan re dikevim nava rengê gula qet neçilmise.

Bisekine! Ger ez bêjim neçe jî tu yê biçî. Ezê di walatê xwe de çîrokên evindariyê bêjim. Di zinarên şanstêrê de hêviyên min yên ku ji zarokatiya min mane bêjim. Bi wan hêviyên ji zarokatiya min mane te bipêçim. Ka temaşeke, lêvên min ji bêaviyê qelişîne. Ligor te stêrk di nav heyvê de bicî dibe an na, başe wê demê çawa dibe ku robar di nava stêrkan de bicî bibe? Raweste neçe keça porxelek û dest hene! Ka mêzeke, me gulên bi rengê binevşî di bin taviyên barana biharê de ji bo te emade kirin. Neçe! Dilê min ji vê re emade nîne. Destê xwe ji destê min bernede daku ez bihêztir çalakiya xwe ya azadiyê li ser van lûtkeyan bidim meşandin. Hûn mînaka qaqlîbazên li ser behrê ne, hûn yan difirin yan jî li ser behrê çengên xwe vedikin. Ber bi heyvê çengên xwe li hev dixin, divê ew çeng ji polayê be. Dema hûn diçin, çûka şevê dibe hawarek ji bêdengiya şev ê. Heke ez bêjim neçe jî ez dizanim tu yê nemînî. Piştî çûyîna we tarîtiyek mîna çiyayan dikeve ser pişta min, lê jibîr neke ezê bihêz bibim, ez soz didim we.

Min gotibû temenê min têra hejmartina stêrkan nake, lê ez her şev bi milyonan stêrkan di bedena xwe de dihewînim ku xwe bigihînim we. Ji bo tişta ku heskirinê dike heskirin û wê hîn zêdetir bi wate dike jî bêrîkirina we ye ku digihe lûtkeya wateyê. Ez dikarim tiştekê ji te re bêjim? Dema ku hûn diçûn, we her carê parçeyek ji me bi xwe re dibir. Gelo ger we bizanibûya ku em di dilê we de dîl girtîne, hûn ê dîsan jî biçûbûna? Ez ji kurahiya dilê xwe hîs dikim ka hûn ê çi bêjin.

Ka jiyana perperîka nepenî temaşe bike, her çend naxwaze di wexta jê re hatiye diyarkirin de biçe jî dem wê çawa dîl digire. Ew tenê demên ku jiyan kiriye ji xwezayê re dihêle. Ka werin em li derketina rojê temaşe bikin. Serê sibê zû derdikeve û êvarê jî hêdî hêdî diçe ava. Mîna dengê seata li dîwar ku bê navber lê dide, em jî niha wisan aram ji demê diherikin.

Rojek ji rojên biharê bû. Bayek bi qasî aramiya dil diwezî, minê jî wê demê çîroka jiyana xwe ji te re bigotiba. A rast ev çîroka me herduyan bû a ku diviyabû min bidabûna nivîsandin.  Me dê ev çîrok di sibeheke feraşînê de di nav rûpelên albûmekî de bicî bikiriba. Li gor nerîna te jibîrkirina wê negengaz e û çênedibû zarokek hemêza dayîka xwe ji bîr bike…

Em jî bîranîn û rojên bi we re qet jibîr nakin û wê her tim di jiyan û hafizeya me de zindî bimînin. Em ê pê re bijîn û bimeşin.