Navê berxwedana li dijî zilmê

- Newaya Jin
654 views

MANSETSêvê Demîr tevî hevalên xwe Fatma Uyar, Pakîze Nayır û Asya Yuksel li dijî zilma AKP’ê serî netevandin, li cem têkoşîna heq a gelê xwe cih girtin û jin, zarok, ciwan, kal û pîr bi tenê nehiştin. Demîr tevî du hevalên xwe di 4’ê Çileya 2016’an de ji aliyê çeteyên faşîst yên hikumeta AKP’ê hatin qetilkirin. Van jinên berxwedêr, bi têkoşîn û berxwedana ku raber kirin carekedin dan nîşandayîn ka ji bo gel çawa têkoşîn tê meşandin. Wan jinan bi dilêrî û wêrekiya xwe bûn pêşeng û dengê berxwedana hemû jinên Kurd yên li Kurdistan ê.

‘Bila mirinek bi rûmet be’

Polîtîkayên zilm û çewisandinê yên dewletê ku li ser gelê kurd dida meşandin wekî her zarokek kurd li ser Sêvê Demîr jî bandora xwe çêdike. Sêvê demîr ku di sala 1974’an de li Sitewrêya Mêrdînê tê dinya SEVE DEMİR-1yê, di 4 saliya xwe de li gel malbata xwe ya ku neçar ma koçî Manêsayê bike, koçber bû. Kevneşopiya têkoşîna Sêvê Demîr ji têkoşîna wê ya li metrepolan a ji bo parastina zimanê wê yê dayikê tê. Sêvê li gel ku li metrepolan jiya jî tu hêzê ew ji ziman û çanda wê dûr nexist. Sêvê Demîr ku zilma li ser gelê wê dihat meşandin qebûl nekir, di temenê xwe yê biçûk de ket nav xebat û têkoşîn ê.

Têkoşîna Sêvê Demîr a siyasî li ser axa ku lê koç kiribû, tê destpê kirin. Di dema DEHAP’ê heya pêvajoya DTK’ê di gelek qadên cûda yên têkoşînê de cih digire û xebatên siyasî birêve dibe. Di pêvajoya ku xebatên siyasî dimeşîne de, bi hinceta “endama rêxistinê” ye, du salan di girtîgehê de dimîne. Lê, çawa ku tê berdan yekser dîsan dest bi kar û barên xwe yên siyasî dike. Ji bo cara duyemîn jî di çerçoveya “operasyonên KCK’ê” de tê girtin û li girtîgehê di 12 Îlona 2012’an de beştarî gireva pirçîbûnê a li dijî tecrîta îmraliyê dibe ku 68 rojan dom kir. Demîr bi taybetî bi têkoşîna jinê a dida meşandin derdiket pêş û di sala 2015’an de pêşengiya meşa jinan a cîhanî dike ku starta wê li Mêrdînê tê dayîn.

Demîr wek her carekê piştî ku tê berdan ji derdora xwe re gotiye ku aramanca wê ya yekem ew e ku li têkoşîna xwe vegere. Ji ber ku wê nedikarî ji qadên têkoşînê dûr bikeve. Sêvê bi gotina, ‘kar zêde ye û em dibin dagirkeriyê de ne’ bera xwe dide qadên berxwedanê Sîlopî û Şirnex ê. Sêvê dema ku diya wê tê serdena wê, jê re dibêje: “Em li vê derê ji bo gelê xwe û welatê xwe têkoşînê didin. Ger ku ez bimirim divê xwîna min li ser vê xakê biherike û mirina min bi şanazî be.”

Sêvê Demîr di berxwedana li dijî zilma AKP’ê de, tevî hevalên xwe li cem gelê xwe di refa herê pêş de cih digirin û di 4 Çileya 2016’an de, bi destê çeteyên dewletê tên qetil kirin.

‘Li dijî zilaman serî netewînin’

FATMA UYAREndama KJA’yê Fatma Uyar li gundê Duhokê a dikeve qontara çiyayê Gabarê, tê dinya yê. Pişt re tevî malbata xwe neçar dimînin gundê xwe biterikînin û derbasî navenda bajarê Şirnexê dibin. Di destpêka salên 2000’an û şûn de dest bi xebatên siyasî dike. Uyar di 2009’an de tê girtin û 5 salan girtî dimîne. Xebatên xwe yên siyasî dibin banê KJA’yê de li Silopiyê berdewam dike. Bitaybetî di xebatên ku ji bo jinan birêve dibir de, bi gotina ‘li dijî zilam serî netewînin’ dihat nasîn.

Fatma Uyar li Botana ku tu caran li hemberî zilmê serî netewand, bû dengê têkoşîna jin ê. Ew vê bi rûkeniya xwe her tim di hiş û ramanên gelê Kurd de zindî be û têkoşîna wê bibe hincena bilind kirina têkoşîna jinên Kurd.

Fatma Uyar di 28’ê Tebaxa 1988’an de di nav malbateke xwedî 7 zarok de wek zaroka duyemîn a malbatê tê dinya yê. Uyar di 2000’an de têkoşîna siyasî nas dike û tevli têkoşînê dibe, di serî de bi awayekî çalak beştarî xebatên ciwanan dibe. Uyar 2009’an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Tevî bavê xwe sal û nîvekê di girtîgeha Mêrdînê de dimîne, piştre sirgûnî girtîgeha Sêrtê tê kirin. Piştî ku 3 sal û nîvan di girtîgeha Sêrtê de dimîne tê berdan. Piştî ku hat berdan di sala 2010’an de li Botanê tevli nava têkoşînê bû. Fatma herî dawî di sala 2015’an de di nava KJA’yê de xebatên xwe berdewam dike.

Fatma Uyar ku li qada Botanê xebatên xwe didomandin di 4’ê Çileya 2016’an de piştî ku gelê Kurd xwerêveberiyên xweser îlan kirin û daxwaza naskirina mafê Kurdan kirin, dewletê bi awayek hovane dest bi êrîşan kir, bi top û tangan malên Kurdistaniyan dan ber agir û bi dehan kes qetil kirin; di encama van êrîşan de Uyar tevî 2 hevalên xwe yên siyastemedar bi awayek zanebûn hedef hatin girtin û hatin qetilkirin.

‘Divê em ji bo gelê xwe bixebitin’

PAKIZE NAYIR 2Pakîze Nayir di sala 1990’î de, di nav malbatek xwedî 8 zarok de wek zaroka 4’an a malbatê tê dinya yê. Nayir di temenê xwe yê ciwan de hem dixebete hem jî karên siyasî yên partiyê dide meşandin. Di wan salan de bû ku rêya wê û Sêvê Demîr digihe hev. Tevî hevala xwe Demîr xebatên ji bo jinê didin meşandin û dovre jî akademiya mala jinê vedikin.

Ligor gotinên heval û dayîka Nayir, ew pirr girêdayî hevalên xwe ye. Di êrîşa ku tê de şehîd dikeve de jî destpêkê birîndar dibe û ger bixwesta dikarî rizgar bibe, lê wê tercîh kir ku heya nefesa xwe a dawî cem hevalên xwe be.

Nayir Seroka Meclisa Gel a Sîlopiyê bû. Ew bi cesaret û hêza xwe dihat naskirin. Dema ku bahsa Pakîze tê kirin kesayeta ku qet paşve gav nediavêt, hêz dida her kesî û her berpirsiyarî digirt ser milê xwe, tê hişê mirov. Ji bo wê her tişt kar û xebat bû. A herê girîng jî xebatek rast a ku bibe bersiv ji têkoşîna gelê wê re. Ji bo vê jî digot: “Hevalno divê ku em ji bo gelê xwe bi şev û roj bixebitin û xweseriya demokratîk bixin meriyetê.”

Pakîze Nayir a ciwan hîn di temenê xwe yê biçûk de barê malbatê digire ser milê xwe û dest bi kar dike. Pakîze hîn di 12 saliya xwe de dest bi kar dike, di karê tekstîlê de dixebite û dema ku demsal diguherî jî bi malbata xwe re diçû kedkariya demsalî dikir. Lê, Pakîze li gel ewqas kar jî zilma ku li Kurdistanê a li ser gelê Kurd dihat kirin ji bîr nedikir. Pakîze, bi vê hişmendiya xwe û nêzîkatiya xwe ya li gel têkoşîna jinê, xwe di nava xebatên jinan de dît. Ji bo ku hewce bi kesê nemîne dikana kuafor vedike û bi vî rengî hewl dide ji malbatê re jî bibe arîkar. Pakîze bi vê xebata xwe hem arikariya malbata xwe dikir, hem jî xebatên hevserokatiyê yên Meclisa Gel a Sîlopiyê bi rê ve dibir.

Pakîze ne tenê di nav civat an jî gel de, her wiha di nava malbatê de jî xwedî hêz û gotin bû. Bi sekn û zanebûna xwe herkes bandor dikir. Dibe ji ber vê taybetmendiya wê be ku herkes lidora xwe kom dikir. A herê girîng jî ew bû ku wê êşa gelê xwe hîs dikir, dijî. Wê bi pergala modernîteya demokratîk bawer dikir, ji bo ku ev pergal bikeve meriyetê têdikoşî û pêşengî kir. Tenê bi pêşengiyê re jî bi sînor nedima, wê ji derdor û hevalên xwe jî dixwest ku bi şev û roj ji bo gelê xwe bixebitin. Pakîze têkoşera kar û kedê bû û herkes jî vedixwedn nav kar û barê têkoşîn ê, ligor wê kesek nedibû ku bêkar bimaya. Bitaybetî di pêvajoyekê de ku gelê wê êş dikşand…

Têkoşînek sade û dagirtî 

ANF ImagesAsya di sala 1973’an de li taxa Kalhesîn a Qilebanê tê dinê. Ew bi giştî 8 xwîşk û bira bûne. Asya di hevpeyvînek xwe de dide diyar kirin ku ew di temenê biçûk de tê zewicandin. Dema ku hîn 20 saliye du zarokên wê çêdibin. Piştî şeş salan şûnde hevserê wê ceyran pê digire û jiyana xwe ji dest dide. Dema ku hevserê wê dimire, zarok hîn biçûk in, ew bi xwe hîn 22 salî ye. Lê, hemû berpirsyarî û kar dikevin ser milê wê. Ji bo vê jî dibêje; “Min ne ji zarokatiya xwe û ne jî ji ciwantiya xwe tiştek fêm kir.”

Asya di 2005’an de dest bi xebatên siyasî dike. Di asta rêveberiyê de erk digire. Piştre dest bi xebatên jinan dike. Asya di vê mijarê de wiha dibêje: “Ez di koordînasyona jinan a Şirnexê de mam. Heta 2011’an li Şirnexê xebitîm. Piştre li Sêrt û Êlihê xebitîm. Dovre hatim Cizîrê û bûm hevserok. Ez kesek hestiyar û mirovhez im. Ez naxwazim zirar bê kesî. Mirov nirxê didin min. Ger mirov nirx bidin mirovan, mirov nirxê dibînin.”

Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel ku bi kesayeta xwe ya dilnizm û hişmendiya berpirsyariyê yek ji sembola berxwedana Cizîrê bû ku di destpêka her tiştekê de di nav lêgera çareserkirina pirsgirêkên jinan bû. Asya li taxan dihat naskirin, jinek bû ku xwe li ber têkoşîna gelê xwe de dabû. Li Cizîra Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de dema ku ji bo cara 5’mîn qedexeya derketina derve dihat dayîn, ew yek ji wan jinan bû ku derî bi derî, kolan bi kolan digerî û guh dida pêdivî û daxwazên gel. Asya bi Mehmet Tunç re peywira hevserokatiya Meclîsa Gel a Cizîrê dimeşand. Her wiha wek hevseroka meclîsa gel biryarên qedexekirina zewaca zarokan û hewiyê anî. Li dijî şîdet û zewaca zarokan li kolanên Cizîrê têkoşîn meşand û bû dengê hemû jinên Cizîr ê.