Nijadperestî û dijminatiya li dijî jinan

16 görüntüleme
Dema amadekariya vê nivîsê dihat kirin, di 13’ê Tirmeha 2021’an de li paytexta Norwec Osloyê zilamekî bi tîr û kevanê êrîşek pêk anî, 5 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin. Ji kesên hatin kuştin 4 jê jin bûn. Rayedaran destpêkê ev weke êrîşeke terorê bi nav kirin, lê di dawî de weke bûyereke şexsî û kujer jî weke kesekî derûniya wî xerab e hate pênasekirin.

Bi taybet di êrîşên terorê yên rastgir, nijadperest û fundamentalîstan de destpêkê bûyerê weke bûyereke şexsî û nerêxistinkirî binavkirin, yek ji polîtîkayên dewletan e. Ev yek bi taybetî dema ku yên êrîş pêk anîne kesên Ewropî bin, tê gotin. Lê mijara nivîsê wê ne ev be. Zêdetir em ê balê bikişînin ser êrîşên nijadperest û têkiliya wan ên bi zayendperestiyê, ango têkiliya wan a bi dijminatiya li hemberî jinan re.

Êrîşên nijadperest jin hedef digirin

Dema mirov bixwaze lîsteyeke êrîşên nijadperest ên ku taybetî jinan dikin hedef çêbike, em nikarin vê tenê li gorî îstatîstîkên ku diyar in amade bikin. Ligel helwestên wan ên nijadperest, mijareke din ku hema bêje di hemî êrîşkeran de hevpar e, dijminatiya wan a li hemberî jinan, an jî helwesta wan a antî-femînîst e. Ger mirov bi çend mînakan vê yekê zelaltir bike, wê ev helwesta mîsojen ango dijminahiya jinan eşkeretir xuya bike: Di sala 2011’an dîsa li Norwecê zilamekî rastgir, nijadperest û li dijî îslamê li Girava Utøyayê 77 ciwan kuştin. Êrîşkar, di nivîsên xwe yên berî bûyerê de ji bilî komkujiya xwe ya nijadperest,  helwesta xwe ya neyenî ya li dijî jinan û femînîstan eşkere kiribû. Di sala 1989’an de li bajarê Montreal yê Kanadayê, di sala 2014’an de li bajarê Kaliforniya yê Amerîkayê, di sala 2018’an de li Torontoyê, di sala 2019’an de li Zelandaya Nû, di sala 2019’an de li bajarên Almanya Halle û Hanauyê…

Nijadperest, femînîzmê xeter dibînin

Lêkolînên derbarê van êrîşan de, bi awayekî vekirî radixin ber çavan ku di navbera van êrîşan û helwesta wan a dijminatiya jinan de têkîliyeke yekser heye. Hemî êrîşkarên van qirkirinan jinan weke dijmin û bi taybet femînîzmê jî weke berpirsyarê têkçûna çand û nirxên xwe dibînin. Ev kes di nivîsên xwe de femînîzmê bi mirina jiyana neteweyên rojava tewanbar dikin. Li gorî wan, jin ji ber daxwazên femînîzmê êdî zarok çênakin, bi rolên xwe yên kevneşopî û klasîk ranabin û dixwazin di kar û qadên zilaman de cîh bigirin. Li gorî van nijadperestên rastgir, jin bi têkiliyên xwe yên bi kesên ne rojavayî û ne xirîstiyan re çandên wan ên xwerû tevlîhev û qirêj dikin. Ev kujer ku di heman demî de antîsemîtîst in, sedema van komkujiyên xwe bi cihûtiyê ve jî girê didin û dibêjin ku cihû bi zanebûn bîrdoziya femînîzmê di nav civaka rojava de belav dikin ku civaka rojava ji hev hilweşe. Bi vî rengî têkiliya di navbera nijadperestî, antîsemîtîzm û antîfemînîzmê de bi awayekî vekirî derdikeve pêşberî me. Ev êrîşkar ne tenê di nivîsên xwe, di êrîşên xwe de jî bi taybetî jinan dikin hedef û bi rik û nifrîneke hovane qirkirinên xwe pêk tînin.

Berî êrîşa xwe a dawî, tundî li jinan kirine

Di heman demî de lêkolîn dîsa balê dikişînin jiyana van kujeran a berî êrîşên wan û dîsa hevpariya van kesan a bi tundiya li ser jinan. Piraniya kesên kujer, an jî nijadperest di nav malê de, an jî di têkiliyên xwe de tundî li jinan kirine û heta ev ji aliyê saziyên dewletê ve jî tê zanîn. Lê çawa ku êrîşên li jor hatine rêzkirin di îstatîstîkan de weke êrîşên nijadperest û yên mîsojen nayên binavkirin, êrîşên nijadperestan a di nav malê de jî tenê weke êrîşên zayendperest tên dîtin. Li gorî lêkolînêran, lewma ev têkiliya yekser di nav îstatîstîkan de dernakeve holê. Lê ger ev têkilî bê dîtin û bê şîrovekirin, wê demê şopandina van kujeran û pêşî girtina li qirkirina jinan wê hêsantir bibe.

Dijminê jinan ji hevdu hêz digirin

Em dikarin li gorî nûçeyan ev êrîşên li bakurê cîhanê û welatên rojava bi dîrokên ku ev bûyer qewimîne eşkere û destnîşan bikin. Lê dema em li nexşeya başûrê cîhanê binêrin, êdî êrîşan bi dîrokekê ve sînorkirin û diyarkirin ne mimkun e. Êrîşên nijadperest her berdewam in, bê navber in, bê sekin û bê dawî ne. Li Afrikayê êrîşên sîstematîk ên Boko Haramê ên li dijî zarokên keç û jinan, tecawizên li hemberî jinan. Li Kurdistanê êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî jinên kurd û Êzîdî. Li Afganîstanê dijminatiya hemî nirxên girêdayî azadiya jinan. Ev lîste dikare hîn dirêjtir bibe. Mirov dikare qirkirinên mîsojenî li van deveran bi du awayan bigire dest: Yek jê zayendperestiya bi destê komên fundamentalîst, yên wek DAIŞ, Talîban û Boko Haram, ku olê ji xwe re dikin hincet û ya din jî mîsojeniya sazumankirî ya bi destê dewletan e. Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn em dibînin ku ev herdû awayê dijminatiya jinan mil bi mil digerin û ji hevûdin hêzê werdigirin. Lê gelo ger dewlet bi xwe nijadperest, dijminê jinan û antî-femînîst bin, çawa dibe? Mînak weke Tirkiye, Meksîka, Brezîlya, Polonya û hwd. Li dewletên ku tê de dijminatiya jinan weke polîtîkayeke navendî tê bikaranîn û hemî pergala hiqûqî, sîyasî û civakî li ser esasê berjewendiya zilam tê sazîkirin, êrîşa li hemberî jinan dibe tiştekî ji rêzê. Çawa ku di êrîşên li jor hatine rêzkirin de têkiliya kesên êrîşkar, nijadperest û dijminatiya jinan eşkere ye, di mijara dewletan de jî ev yek xwe yekser nîşan dide. Lewra dewletên hatine binavkirin û yên weke van, di şexsê wan êrîşkeran de xwe bi sazî dikin. Vê carê ne tenê şexs, mêrên nijadperest û mîsojen, dewlet bi hemî sazî û dezgehên xwe vê hişmendiyê diparêze.

Dijminatiya li dijî azadiya jinê

Di mînaka mijara jinên Kurd de her sê şehîdên Parîsê, yên Silopiyê, yên Kobanê, Denîz Poyraz a li Îzmîrê çend encamên ve dijminatiya sazûmankirî ya li hemberî jinan in. Yek ji sedema dijminatiya li hemberî jinên Kurd jî dijminatî û xwe lê ranegirtina azadiya jinê ye. Ev herdû awayên dijminatiyê hevkarên hevdû ne. Wekî êrîşkarên welatên rojava ku femînîzmê ji bo nirxên xwe yên baviksalar weke xeteriyekê dibînin, paşverûtiya li ser axa me jî, tekoşîna jina azad li dijî paşverûtiya xwe weke êrîşeke dibînin û li hemberî vê qaşo bi armanca parastina çanda xwe zimandirêjiyê dikin. Balkêş e ku nêrînên nijadperestên rastgir bi nêrînên paşverûtiyê re dest bi dest dimeşin. Argumanên wan di tirsa têkçûna kevneşopiyên baviksalar de kêm-zêde wekhev in.

Ji jina azad ditirsin

Lê dijminatiya nijadperest a hêza desthilatdar a li hemberî jinan –ji xeynî yên jor- xwedî taybetmendiyên cuda ye. Dijminatî û nijadperestiya li hemberî jinên gelê bindest encama netehemiliyeke kûr e. Lewra jina ku ji bo wan, sembola paşverûtiyê, dagirkeriyê, êrîşkariyê, bi giştî destavêtinê ye dema serî hilde û serî li wan netewîne, çav li wan sor dibe. Dema jin hem rola “qurbaniyê” red bike û hem jî “êrîşkar” nasneke, ev yek yekser hebûna mêtînger û nijadperest dixe nîqaşê. Û ser de xwe weke kirdeya civaka azad pênase kirin, hemî stûnên mêtîngeriyê, nijadperestiyê û paşverûtiyê ku xwe li ser ‘jin û civaka kole’ ava kiriye, hildiweşîne. Ev jî dibe sedem ku kujerên nijadperest di êrîş, komkujî, qirkirinên xwe û nivîsên xwe de dijminatiya xwe ya li hemberî jinan bi taybetî binxêz bikin.