‘Nikarin vîna gelê Kurd dîl bigirin’

- Site varsayılanı
576 views

Li navçeya Sûra Amedê ligel ku daxuyaniyên ku operasyon bi dawî bûye hat dayîn jî qedexeya derketinê a 4 heyve dewam dike, hîna jî didome û Sûr tê xirab kirin. Li hember biryara ‘Îstîmlaqa lezgîn’ jin pêşengiya berxwedana parastina Sûrê dikin. Hin jin dikevin pêşiya kepçeyan û destûr nadin ku xaniyên wan bên xirab kirin, hin ji wan jî bi şev û roj nobetê digirin. Jin li hemberê polîtîkayên koçkirinê kon vedidin û hestên xwe bi helbestên li ser Sûrê tînin ziman.

‘Jinên Amadê vê rê nede polîtîkayên AKP’ê’

Sabîha dide diyar kirin ku ew naxwaze kolanên ku zaroktiya wê lê boriye bên xirab kirin û wiha got: “Ez ji Amedê me, naxwazim warê xwe terk bikim. Naxwazim cihên ku zaroktî û ciwantiyê min lê boriye bê xirab kirin. Ji ber vê jî ji vir bang li tevahî gelê Kurd dikim; Ji kerema xwe xwedî li Amedê derkevin. Dewleta AKP’ê vê nekaren cihê Sûrê yê ku di dilê me de ye, xirab bikin. Emê wek jinên Amedê rê nedin van polîtîkayên qirêj yên AKP’ ê. Zarokên biçûk ên vir wê bi evîndariya Sûrê re mezin bibin. Li cihê ku ev zarok mezin bibin ma qey dê warê xwe terk bikin? Bajarê ku xwedî nirxên dîroka hezaran sal e, çewan çavê wan dibire hilweşînin? Dewleta çete a AKP’ê û hevrêyên vî li Sûrê li pey rantê ne. Ma ji Amedê çi dixwazin? Gelê Amedê egîde, xêrxwaze û her kesî re dilê xwe vedike. Ma qey gava hatin vir me çayek nedaye wan? Yan jî me ew bi dostaniya xwe û bi rûkenî pêşwazî nekirin?”

‘Ji derve tên û dest datînin ser warê me’

Sabîha dixwaza her kes xwedî li Sûrê derkeve kir û gotinên xwe wiha domand: “Her ku deriyê me tê lêdan zarokên me ên esmer û xweşik derî vedikin û mêvan bi dilek mezin hemêz dikin. Eger hestên nefretê bi mera hebaye ma qey zarokên me dê wiha nêzbibana gelo? Bila Amedê xirab nekin wêran nekin. Çima roja me li Amedê tarî dikin. Roja ku li rojhilat hiltê, qey dixwazin bibin rojava. Mirovek ji cihek din tê çewan dest datîne ser warê me. Em niştecih û xwediyê virin. Çewan ji derve tên û dest datînin ser warê me. Bila ji xwedayê xwe bitirsin.”

‘Kevirên Sûrê bîranînên min ên jiyanê dide jiyandin’

Dayê Hûsna jî wek jina bi navê Sabîha bi hêrse û dibêje ku emê rê nedin me li ser axa me bidin koç kirin. Dayê Hûsna Fîdan a (66) salî, piştî ku bihîst li Sûrê xanî tên xirab kirin, çû ber deriyê xaniyê xwe, bi şev û roj dest bi girtina nobeta mala xwe kir. Hûsna qala girêdana xwe a ligel Sûrê kir û wiha got: “Dibe ku tu kes li malê nebe, ez li vir bi tenê dijîm. Kevirên Sûrê bîranînên min ên jiyanê dide jiyandin.”

Hûsna Fîdan a ku li taxa Lalebey jiyan dike diyar kir ku wan tu caran bawer nedikir ku Sûr wiha bê xirab kirin. Hûsna da zanîn ku ew ji bo parastina xaniyê xwe yê Sûrê bi şev û roj nobetê digire. Hûsna da zanîn ku ew ê destûr nedin ku malên wan bên xirab kirin û wiha got: “50’î sale ez li Sûrê dijîm. Li vir mezinbûm, zewicîm û zarokên min çêbûn. Eger Sûr xirab bikin tê wateya ku ez ê bê nasname û welat bimînim. Sûr ji bo min welat, nasname û jiyanê îfade dike. 5 Zarokên min hene û niha tev li Stenbolê dijîn. Li Sûrê ez ne bi tena xwe me, tevî bîranînên xwe yên jiyanê dijîm. Eger xaniyê min xirab bikin ez ê li kolanan bimînim, lê lazime baş bizanibin ku ezê ji vir naçim ciheke din.”

‘Ez di nobeta parastina axa xwe de me’

Dayê Hûsna diyar kir ku ji ber temenê xwe yê mezin nikare tevbigere û wiha pêde çû: ” Ez bi cîranan re jiyana xwe parvedikim û em bi hevre rûdinin sohbet dikin. Ma ez dikarim vê jiyanê li derek din bibînim? Tirsa min ew e ku dewlet mala min jî bistîne. Eger ez ne li vir li derek din bim, ezê nekaribim bijîm. Ez demekê ji ber êrîşên hêzên dewletê ji xaniyên xwe dûr ketim. Piştî ku taxên Surê hatin bombebaran kirin, bûka min hat ez ji Surê derxistim. Gava bûka min ez li vir derxistim hêzên dewletê deriyê mala min şikandin. Min dîsa jî Sûr terk nekir. Min dîsan hertişt di serî de avakir. Ger dînsa jî were xirakirin ez ê carek din çêbikim. Gava ku gotin vê Surê xirabikin min dest bi girtina nobetê li ber deriyê mala xwe kir.”

‘Ezê dest ji axa bav û kalên xwe bernedim’

Piştî li herêmên Kurdistanê rêveberiya cewherî hat îlan kirin, êrîşên hêzên dewletê zêdetir bûn. Di encamê êrîşên hêzên dewletê de li Farqîn, Sur, Silopî, Cizîr, Hezex û Nisêbînê malê welatiyan hatin xirab kirin û şewitandin. Yek ji navçeyên ku gel neçar ma ji ber êrîşên giran cih û warê xwe terk bikin jî navçeya Surê ye. Gelek welatî ji ber êrîş û qedexeya ser Surê derbasî navçeya Rezana Amedê bûn. Piştî ku hêzên dewletê li navçeya Rezana Amedê di 14’ê Adarê de qedexeya derketina kolanan îlan kir, gelek welatî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man. Fatma Dinler a 44 saşî ya ku ji Surê ji ber polîtîkayê dewletê neçar dimîne koç bike diyar kir ku ew ê tu caran neçin bajarê Tirka û wiha berdewam kir: “Ez ji Surê hatim Rezanê, lê ji ber ku li Rezan jî qedêxeya derketina derve hat îlan kirin, ez neçar man li ser riya Erxeniyê kon vedim. Min li nav erdê vala a TOKÎ yê de konê xwe danî. Lê ezê dest ji axa bav û kalên xwe bernedim.”

‘Min li hemberê polîtîkayên koçberiyê a dewletê kon veda’

Fatma Dinler, destnîşan kir ku ji ber 5 zarokên wê biçûk hene, ew neçar maye ji Surê derkeve û wiha pêdeçû: “Li her deriyê mala me pevçûn hebûn. Ji ber vê gel berê xwe dan navçeya Rezan ê. Piştî qedexe li Surê rabû gel carek din berê xwe da Sur ê. Lê cihek ku ez biçimê nîne, ji ber vê jî min li hember polîtîkayên dewleta AKP’ê a koçkirinê kon veda û niha jî jiyana xwe wiha berdewam dikim. Xwediyê xaniyan piştî êrîş û koçberî çêbûn û şûnde jî kirêya malan bûha kirin. Ji ber ku em di warê aborî de zehmetiyan dikşînin, neçar man kon vedin û wiha bijîn. Her deverê Amedê bûye beton û di konan de jiyan kirin hindek be jî me ji avahiyên beton dûr dixîne.”

‘Bila kes axa xwe terk neke û neçe bajarên Tirkan’

Fatma Dinler, di dawiyê de balê dikşîne ser êrîşên dewletê yên bi awayek hovane didomin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Kurd di salên 90’an de hatin koçberkirin û di 2016’an de jî heman tişt berdewam dike. Di salên 90’an de gelê Kurd koçî metrepolên Tirkiyê kiribûn. Îro dewlet bi çav tirsandinê û qatlîaman dîsan dixwaze me ji warê me bide koç kirin. Em gelê kurd ne Kurdên berê ne. Emê tu caran dest ji axa xwe bernedin û bera xwe nedin metrepolên Tirkiyê. Em axa xwe terknakin û naçin bajarên Tirkan. Em ê li van erdên vala kon vedin û wek her carê ku me berxwe da niha jî emê berxwe bidin û berxwedana jiyanê bidomînin. Tu kes nikare Kurdan ji axa wan derxe.” Jinha/Amed