Pakêtên darazê yên êrişa zayendî û tundiyê rewa dikin

- Roza METÎNA
344 views
Parastina mafê jiyanê û mîsogerkirina ewlehiya zarokan, her wiha avakirina siberojeke baş a ji bo wan peywireke sereke ya her welatî ye. Ji xwe li gor peymanên navneteweyî yên parastina mafên zarokan ên di navbera welatan de hatine îmzekirin jî xalên mîna parastina mafê jiyanê yê bingehîn, ravekirina fikrên azad ên zarok bi zelalî tên eşkerekirin.

Lê belê li Tirkiyeyê û gelek welatên din ev xal her dem tên paşguhkirin. Dewsa bi zagonan ewlehî û mafê jiyanê yê zarokan bê parastin, di heman demê de beyana zarok esas bê girtin, berovajî vê yekê bi zagonên nû neheqî û tundiya li ser zarok tê xwestin bê rewakirin. Parastina zagonên mîna zewicandina bi tecawizkarê xwe re û piştre di bûyerên êrişên zayendî de xwestina ‘delîlên şênber’ dewsa parastinê, rêya binpêkirina mafên zarokan vedike. Bi vê yekê gumanbarên tundî û êrişa zayendî hêzê digirin. Şerdê lêgerîna ‘delîlên şênber’ wê ji bo jin û zarokan rewşê zehmetir bike. Bi pakêtên darazê yên tên amadekirin hem zarok hem jî jin ji mafên xwe yên rewa her roj, bêpar tên hiştin. 

Pakêtên darazê xetimandinê jî ferz dikin

Polîtîka û hewildanên newekhevî û dijminatiya li dijî jinê û di heman demê de dijminatiya li dijî zarokan gur dikin, bi zagonên nû tên xwestin di pratîkê de bêtir belav bibin. Bi pakêtên tên amadekirin û gotinên rayedarên dewletê yên dijbertiya jinê dikin û bi gotina ‘wekheviya jin û mêr li dijî fitratê ye’ dijhiqûqî, tundiya mêr sortir dibin. Bi hinceta pandemiyê ‘pakêta înfazê’ji serokatiya TBMM’ê hat pêşkêşkirin û di 14’ê Nîsana 2020’î de hat qebûlkirin û bû zagon. Bi vê pakêtê gumanbarê şîdet û îstîsmarê hatin berdan. Kesên di vê çarçoveyê de ji girtîgehan derketin dîsa tundî li jinê kirin û hinekan jî zarokên xwe kuştin. Niha jî ‘Pêşnûme Qanûna têkildarî Guherîna di hinek Zagonan de û Zagona Muhakemeya Ceza’ ya 27 xalî ku di raya giştî de wek 4’emîn pakêta darazê tê zanîn di 9’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat pejirandin. Di pakêta darazê de di sûcên wek êrişa zayendî, kuştina bi qestî, îşkenceyê şerdê ‘delîla şênber’ tê xwestin. Li vir eşkere tê xuyakirin ku êrişa zayendî ya li dijî jin û zarokan tê xwestin bê rewakirin û di bin navê hiqûqê de qad li zarok û jinê tên tengkirin. Ev gavên bi xof ên tên avêtin di heman demê de rê li ber têkiliya zayendî ya bi darê zorê û nelirêtiyê vedike. Pakêtên darazê yên bi zihniyeta mêr tên amadekirin, polîtîkayên newekheviyê belav dikin, êrişa zayendî û tundiyê rewa dikin, xetimandinê jî ferz dikin. 

Referansa jiyana wekhev dibe hedef

Îro daraza bi zihniyeta mêr tê meşandin mixabin dibe sedem ku tundî, nelirêtî, êrişa zayendî, binpêkirina mafan êdî bibin tiştên ji rêzê. Dewsa rê li vana bê girtin, hewildana rêvekirina ji gumanbarên êrîşa zayendî re heye. Ev eşkere tê kirin. Gotin û hewildanên gumanbarên êrîşa zayendî diparêzin di heman demê de pêşî li demokrasî û daxwaza jiyana wekhev a bi hev re ya gelan digire. Referansa jiyana wekhev dibe hedef. Serdestî û berjewendiyên zihniyeta baviksalarî bi vî rengî tên parastin. Her wiha bi vî rengî êrîşên çavsor ên li dijî mafên rewa, peymanên jinê diparêzin û feraseta wekhev her diçin zêdetir dibin. Ji xwe vê zihniyetê herî dawî têkildarî 7 jinên bi dirûşma ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ banga tevlîbûna ‘hevdîtina jinan’ kirin îdianame amade kir. Kesên peymana ji bo jinan diparêzin, tên darizandin lê yên tundiyê li jinan dikin jî tên xelatkirin. Mîna henekê xwe bi hişê civakê bikin. Jixwe li gor rapora herî dawî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî, ji 10 kesên îşkenceyê dibînin 4 jê bi îşkenceya zayendî rû bi rû dimînin. Ji vê mînakê jî diyar dibe ku valahiyeke bi çi rengî di warê parastina mafê jiyanê de heye û pakêtên darazê yên tên amadekirin û qebûlkirin çawa êrîşa zayendî dikin bin ewlehiya xwe. 

Rola medyaya alîgir 

Ji bo sepandin û qebûlkirina pakêtên darazê ya bi civakê, medyaya alîgir jî roleke mezin digire ser xwe. Di warê manîpulekirin û operasyona birêvebirina binhişiya civakê de bê navber dixebite. Bi vê ferasetê rê li ber parastina gumanbaran û binpêkirina mafên jin û zarokan vedike. Medyaya alîgir a cesaretê dide kujer û bersûcan bingeha êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokan ava dike. Bingehê ava dike ku zaroka 9 salî bi tirsa wê bi gumanbar re bê rû hev, qeyrana dil derbas bike. 

Têkoşîn û rêxistinbûyina jinê

Li dijî dirûtiya medyaya alîgir û hemû neheqiyan xaleke girîng a divê ji ber çav neçe ev e ku jin bi têkoşîn û rêxistinbûyina xwe dikarin serî bi her tiştî derxin. Li dijî pakêtên darazê yên di bin navê “reformê” de tên derxistin, tundiya ku pirsgirêka zihniyetê ye xurtkirina hêviyê û avêtina gavên zexm divê jêneger bin. Hêza jinan dema bibe yek wê demê jin dê bikaribin piştê li sepanên dermirovî yên zihniyeta baviksalarî bişkînin.