‘Paradîgmaya azadiya jinê’

- Roza METÎNA
411 views
Çand û huner mîna hestiyên canê mirov girîng in. Çawa hestiyên mirovan wan li ser piyan dihêlin çand û huner jî hebûn û nasnameya gelan li ser piyan dihêlin. Wekî stêrkên li ezmên ên rûyê cîhanê ronî dikin hêviyên mezin di dil de diafirînin. Di warê rêxistinbûyinê de xaleke girîng e û rê nîşan didin.

Wekî berfînên di sir û seqema zivistanê de serê xwe bilind dikin hêzê didin. Hevdu temam dikin û bi hevsengiyeke xwezayî tovên hafizaya civakî diparêzin. Ka gelo em çiqasî li çand û huner ên ku şexsiyeta me diparêzin xwedî derdikevin? Ev pirs dema bê bersivandin bawer im em ê li gelek kêmasiyên xwe yên din mikur bên. Wê demê em ê bêtir fam bikin ku çand û huner li dijî dek û dolabên feraseta şaş çiqasî taybet in.

 

Pûçkirina mejî bi rêya bişaftinê pêk tê

Feraseta bişaftin û tunebûnê di şexsê jinê de li ser kurdan ferz dike ji êrişên li ser çand û hunera kurdan dest pê dike. Mafê bingehîn ê gelê kurd bi vê rêyê tê xwestin ji dest bê girtin. Jina ku hêza wê ya guhertinê heye jî tê xwestin bi rêya çand û hunerê bê bişaftin û mejiyê jinê yê hevpar jî pûç bibe. Jixwe pûçkirina mejî bi rêya bişaftinê pêk tê. Teşegirtina modelên bindestiyê jî wiha dest pê dikin. Ha mayin li ser erdên te bi cih kirin û te kuştin ha mejiyê te pûç kirin. Tu ferqî di navberê de tune ye.  Loma metodên bişaftina li ser kurdan bi salan e dewam dikin. Rê û rêbaz hema hema eynî ne. Lê têkoşîna li dijî rê û rêbazên bişaftinê çiqasî pêş ketine ya girîng ev e.

 

Xeta têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina çand û hunerê

Bi taybet êrişên li dijî ziman, çand û hunera kurdî di demên dawî de gelekî zêde bûne û ev yek jî bêtehemuliya îktidara heyî ya li dijî gelê kurd dide nîşandan. Lîstik, stran heta axaftina bi kurdî tê qedexekirin. Ev kiryarên bi awayekî stratejîk li dijî kurdan pêk tên jî xwe dispêrin dîrokeke kevn. Polîtikayên têkbirin û qirkirina çandî, polîtikayên sîstematîk ên bişaftinê wekî her demê vê demê jî di meriyetê de ne. Bi vî hawî tê xwestin gelê kurd ji hebûna xwe dûr bikeve û bê zar û ziman bimîne. Bişaftin di heman demê de hiştina bê zar û ziman e. Loma li vir xeta têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina çand û hunerê dîsa derdikeve pêş. Loma divê em her dem balê bikşînin ser çand û hunera xwe ya li ser erdnîgariya malovantiya şaristaniyê kiriye.

 

Jin rola sereke ya berxwedana li dijî bişaftinê digirin ser xwe

Dema bê xwestin gelekî ji kok û rastiya xwe dûrxistî bê afirandin wê demê polîtikayên serîtewandinê dikevin meriyetê. Ev polîtîyana jî di bingeha xwe de qirkirina çand û hunerî xwedî dikin. Dema arşîvên pirtûkên kurdî ji aliyê qeyûm ve hatin şewitandin û çalakiyên ji çand û hunera kurdan dûr hatin lidarxistin wê demê rastiya bişaftina li ser kurdan careke din xwe nîşan da. Jinên pêşengiya parastina nasnameyê kirine jî bi vî hawî hat xwestin bên jibîrkirin. Lê belê tevî şerê ku bi salan e li ser erdnigariya gelê kurd tê meşandin jî jin rola sereke ya berxwedana li dijî bişaftinê digirin ser milê xwe. Li dijî hegemonyaya ku bi şêwazên şerê taybet, bi aqilê desthilatdariya mêr şerekî giran dimeşîne, li berxwe didin.

 

Paradîgmaya azadiya jinê

Ev şerê tê meşandin her diçe mezintir dibe. Dema kurd dibin mijara gotinê komkujî, qirkirin, bişaftin, êriş tên xwestin bên rewakirin. Bi gotinên xwe yên mîna “Qaşo Helebçe”,”Kurdistan tune ye” bingeha van êrişana ava dikin û çekên kîmyewî li dijî kurdan bi kar tînin. Em dikarin bêjin ev êrişana di heman demê de li dijî xweza, erdnîgarî, çand, huner, ziman, nasnameya gelê kurd e. Zihniyeta ku cesaretê dide mêrê kujer ê bi rêya şûrê samûrayê jinan dikuje û zihniyeta ku qirkirina xweza, huner, çandî pêk tîne heman zihniyet in. Bi nasnameya jina azad û paradîgmaya azadiya jinê encax şerekî baş dikare li dijî vê zihniyetê bê meşandin. Ev paradîgamaya niha li Rojavayê Kurdistanê di meriyetê de ye pêşengiya têkoşîna li dijî qirkirina çand, huner, erdnîgarî, xweza û nasnameya gelê kurd dike. Ev paradîgma xeta têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina çand û hunerê heta dawiyê diparêze.