Parastina zimanê kurdî ya bi rihê yekîtiyê

- Roza METÎNA
416 views
Mijareke herî girîng a divê her em di rojeva xwe de cih bidên axaftin û parastina mafê zimanê kurdî ye. Ji bo em bikaribin ji perspektîfeke berfireh li cîhanê binêrin û girêdana rastiya civakî ji xwe re esas bigirin divê em li zimanê kurdî xwedî derkevin û bi dîroka zimanê xwe baş bizanibin. Ji bo em bikaribin hêza fikir û raman pêş bixin, şoreşa zihniyetê pêk bînin û hêza wateya jiyanê mezintir bikin divê em ji parastina zimanê kurdî dest pê bikin. Parçebûyina di navbera gelekî de ji têkçûyina ziman dest pê dike. Her wiha biryara mezinkirina têkoşîna ji bo ziman bingeha têkoşîna siyasî û hiqûqî jî ava dike.

Îradeya xurt ji hêza dîroka ziman tê

Di heman demê de ya hêza civakekê ji bingehê ava dike dîroka zimanê wê civakê ye. Mirov îradeya xwe ya xurt ji hêza dîroka zimanê xwe digire. Dema em li dîroka zimanê kurdî dinêrin gelekî kevnar e. Dîrok, erdnîgarî, şaristanî bi hev re girêdayî ne.Erdnîgariya gelê kurd li ser jiyaye bûye destpêka pêşketina gelek tiştî. Şoreşa neolotîkî ango çandinîtî li gor mirovên zanist li ser erdnîgariya kurdan pêk hatiye. Ev cih di dîrokê de wekî Kardokya-Kurdistan tê binavkirin. Her du jî tê wateya welatê kurdan. Loma jêderka gelek zimanî kurdî ye. Mezinên kurdan îcatên çandiniyê yên bi zimanê xwe di sêgoşeya Amed, Mêrdîn, Rihayê de li cîhanê belav kirine. Li Rûsya, Ukrayna, Yewnanîstan, Ewropa, Rojhilata Navîn, Hîndistanê belav kirine. Mirovên zanist ên Zanîngeha Pensîlvanyayê ya Emerîkayê bi jîriya çêkirî , bi teknolojiyên robotîk xwe gihandine encama ‘gelek ziman li cihên çandinî lê pêş ketiye bi rih û can bûne û li cîhanê belav bûne’. Jêderka zimanên mîna Îngilîzî, Îspanyolî, Hintî, Portekîzî, Rûsî, Elmanî, Fransî, Îtalî, Ûrdûkî, Farisî bajarên kurdan e. Li gor lêkolîna dawî ya mirovên zanist ev zimanê mezinên kurdan belav kirine zimanekî aştîyane ye jî. Ev encama DNA’ yên zanistî ye. Gotina ‘Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe’ belasebe nehatiye kirin.

Zimanê kurdî li dijî êrişan li berxwe dide

Zimanê kurdî yê jêderka gelek zimanî ye, xwediyê dîrokeke hêja û kevnar e mixabin li ser her çar parçeyan tim bûye hedef. Bi êrişên li ser referansên nîjadperestiyê xwe xwedî dikin rû bi rû maye. Astengkirin û polîtîkayên çewt ên li dijî zimanê kurdî ji ber nîjadperestiyê ye. Lê belê ger li welatekî nîjadperestî hebe li wir zayendprestî jî bingeheke xurt ava dike. Nîjadperestî û zayendperestî ji sedemên herî girîng ên têkbirina aramî û feraseta rast e. Li dijî aramî û feraseta rast, bi daraza di bin vesayeta desthilatdariyê de ye jî êriş li zimanê kurdî tê kirin. Ji dîrokê û heta niya ev êriş didomin. Ciwanên kurd ên li dadgehên îstiklalê ji ber bi tirkî nizanîbûn hatin daliqandin û wêjekarên ji aliyê waliyê Bexdayê ve çermên wan hatin gurandin, cezayên pere yên ji bo axaftina bi zimanê kurdî hatin birîn û gelek polîtîkayên din ên hişmendiya gefxwar di dîrokê de rû dane. Lê belê zimanê kurdî ji dîrokê heta niha, li hember siyaseta zextxwir, hiqûq û zagonên bi talîtamatan pêk tên, li berxwe dide. Ji berk u yek ji çeka herî xurt a li dijî alavên zextê ziman e. Israra ji bo parastina ziman israra ji bo ferasteke bedew e. Şikandina zincîra li dev û hest hatiye xistin e.

Yekîtiya ji bo ziman

Ji her demê bêtir pêdivî bi parastina ji bo zimanê kurdî ya bi salane li berxwe dide heye. Ji bo parastina zimanê kurdî yê rastiya temamiya heqîqetê nîşan dide, yekîtî gelekî girîng e. Ji bo ziman û hemû nirxên hebûna kurdan diparêzin ji bin bandora serdestan derkevin pêdivî bi mekanîzmayên serhildaneke hevpar geş dikin, hene. Berî bi hezar salan pêşengên kurdan ên herêman yekîtiya xwe ava kirin. Îlan kirin ku ew girêdayî tenê qraliyeteke kurd in. Loma kurdan li dijî zalim û kesên bê wicdan ên her êrişî wan dike bi hev re serî hildan. Agirê serfiraziyê li Çiyayê Aznawentê vêxistin. Di vir de wate û girîngiya yekîtiyê diyar dibe ku ji bo kurdan çiqasî sedemeke jiyanî ye. Kodên têkoşîneke dînamîk diparêzin li ser gavên ji bo yekîtiyê tên avêtin şîn dibin.

 Ji bo zimanê kurdî tune nebe têkoşîna hevpar divê

Li ser rûyê dinyayê gelek ziman tune bûn û niha gelek jê bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû ne. Ger em hewil nedin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, her wiha em hînî nifşên nû nekin dibe ku zimanê kurdî jî wekî bi hezaran zimanên din, ber bi tunebûnê ve biçe. Ji bo zimanê kurdî tune nebe têkoşîna hevpar divê. Loma piştgiriya ji bo kar û xebatên di warê zimanê kurdî de tên kirin, rihê yekîtiya ji bo parastina zimanê kurdî mîna hilma em distînin û didin girîng in. Daxwazeke wîcdanî, mirovî, rewa ya hiştina li ser piyan a zimanê kurdî ji bo nebe qurbana polîtîkayên ku pevçûnê ferz dikin aheng û qêrîneke hevpar pêwist e. Kurd di nava gelên cîhanê de ji bo tenê nebin birêsereke folklorîk a dîrokî divê di her qadê de her dem zimanê kurdî bibe yek ji rojeva sereke. Ji daxuyaniyeke nivîskî û çend gotinan wêdetir têkoşîna di her warî de ya ji bo zimanê kurdî helwesteke rast e. Her wiha pêşengên kurdan encax bi têkoşîn û axaftina bi zimanê kurdî dikarin mîna jinên pêşengiya çanda dengbêjiyê kirine, Celadet Elî Bedirxan, Qedrîcan, Nûrettîn Zaza, Ehmedê Xanî, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hecî Qedrîyê Koyî, Kamûran Elî Bedirxan bandoreke erênî li ser binhişiya gelê kurd bikin.