Pergala yekperes wek çeka bişaftinê tê bikaranîn

- Roza METÎNA
449 views

Îsal pirtûkeke du hezar salî ya bi kurdî hat dîtin û bi lêkolîna ku li ser axa me li cihên dîrokî tên kirin, dîroka cîhanê jî tê guhertin. Jixwe Elî Şerîatî jî dibêje; ‘Yên ku şaristanî û felsefe belav kirine Kurd in. Yewnanan jî li cîhanê belav kir.’ Navend, liv û tevgera şaristaniyê bi teşiya jinê hatiye honandin. Jin bûne sedema azadiya hêviyên di qefesên namerdan de hatine asêkirin. Jin bûne sedema rizgarkirina ji mirin û pûçbûyina mejî.

Dema em li şaristanî û pêşketinên berbiçav ên li ser gerstêrka xwe dinêrin şopên qedîm ên mohra jinê li ser xûya dike. Hîmên çand û kelepora gelê Kurd bi keda tiliyên destên jinan hatine avêtin. Di biwêj, pêşgotin, zûgotinok, çîrok, destanên gelê Kurd de daneheviya jinan derketiya pêş.

Parastina hebûnê

Di heman demê de gelek jinên Kurd ên hêja di warê xêzkirina nexşerêya wêjeyê û bi vê yekê girêdayî pêşketina çand û hunerê de xwedî cewherên giranbiha ne. Mîna berfînên ku hêza xwe ji têkoşînek bêhempa digirin, her têgehên parastina hebûnê xwedî kirine. Lehengiya serhildanên li ser erdnîgariya dê û bavan kirine û li dijî qalibên zayendperest ên dijminê wekheviya civakê ne, her dem têkoşîn kirine. Lê her dem jî keda wan bi awayek sîstematîk û bi zaneyî hatiye binaxkirin.

Di her beşê de jina kurd xwe pêş xistiye û bûye çavkaniya zanistê. Gelek beşên hunerê yên têkiliyek xurt di nava netewan de ava kiriye bi saya pêşketina ziman derketiye pêş. Pêşengtiya vê yekê jî jinê kiriye. Jin di heman demê de bûne sedema têkiliyên xurt ên navneteweyî jî. Stran û muzik jî ji ber ku navneteweyî ne loma bûye sedem ku pirekê di navbera netewan de ava bike. Mîsyoner E.J. Larson kurdan weke komeke poetîk bi nav dike û dibêje: “Ew evîndarên mezin ên stran û muzîkê ne.” Di vê qadê de jî jinê hêviyên civakê geş kiriye.

Gelek jinên Kurd ên wekî Hepsexana Neqîb, Deyfe Xatûn, Fatêya Reş, Xanzad Mîrê Soran, Meyan Xatûn, Fatmexan, Zerîfe Xanim, Besê Xanim, Qedemxêr, Adîle Xan, Mîna Qazî Mihemed, Leyla Qasim bi berxwedan û serhildana xwe hatine naskirin. Van jinên Kurd ên leheng rêvebertî kirine û bizirên jiyaneke têkoşer û hevpar li ser erdnîgariya Kurdistanê reşandine. Her yek bûne ekolek. Bûne dermanê bîrîna hêviyên ji bo parastina nasnameyê.

Her xebatek ziman girîng e

Ji bo pêşketin û guhertinê jina kurd gelek hewl û hêvî di paxila xwe de xwedî kiriye. Lê her dem pergala yekperest bi pergalên xwe yên yekperest xwestine bibin wekî kelemekê û pêşî li vê pêşketin û guhertinê bigirin. Her dem astengî hetine derxistin. Ji van kelem û astengiyan yek jê perwerdeya yekperest e. Bi rêya perwerdeya yekperest a ku li ser gelê Kurd tê meşandin tê xwestin ku gelê Kurd ev navên hêja yê ku min li dû hev rêz kirine, nehesin û wan ji xwe re mînak negirin. Sîstem pergala perwerdeyê wekî çekek pişaftinê bikar tîne.

Dema em li pergalê dinêrin, zimanê kurdî ne yê perwerdeyê ye. Tenê wekî yê bijarte ye, lê bi vî awayî jî gelekî tê îhmalkirin. Di çarçoveya sozên ku hatibûn dayin de gelek kesî ji bo bibin mamosteyên zimanê kurdî dev ji karên xwe berdabûn û di warê aborî de ketibûn tengasiyê. Piştre ew nehatibûn bicihkirin û hatibûn mexdûrkirin. Gelek dibistanên azad ên mîna dibistanên “Dayika Uveyş”, “Ferzad Kemanger” ku bi kurdî perwerde didan, hatin girtin. Mamosteyên Zarokîstanên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amed ê di 21’ê Sibat ê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji kar hatin derxistin. Encamên derûnî yên serboriyên travmaya zarokên ji dibistanên kurdî hatin dûrxistin heta niha jî dibe sedema bandorek neyînî.

Ziman kesayet û hizr ava dike

Hem ji ber ferzkirina pergala perwerdeya yekperest a wekî çeka bişaftinê tê bikaranîn û hem jî ji ber em ne di hişmendiya girîngî û dewlemendiya zimanê xwe de ne, mixabin niha em dinêrin dayikên ku bi tirkî nizanin zarokên ku bi kurdî nizanin mezin dikin. Kirdeya herî girîng a netewan ji hevdu cuda dikin ziman e û perwerdeya ku bi zimanê dayikê neyê dayin jî dibe sedema birînên kûr ên ku carek din nayên serast kirin. Ziman ji alavek têkiliyê wêdetir, di heman demê de dibe sedema yekîtiyek dîrokî jî. Ji bo pêşxistina kesayetek baş amûrekî xurt e.

Dema em li ser rûyê cîhanê dinêrin, desthildatdaran her tim pergala perwerdeya yekperest wekî çeka bişaftinê bi kar anîne. Mînakek vê yekê ez dikarim wiha bi lêv bikim: Pergala modern û zimanê Îngilizî di salên 1830’an de ji aliyê siyasetmedar Thomas Babington Macaulay li Hîndistanê dikeve meriyetê. Serokê komisyona perwerdeyê ya ji bo Hîndistanê vegerîne ser çanda Îngilîz Thomas Babington Macaulay e. Thomas dibêje; “Em ê bi belavkirina ziman û çanda Îngilîzan a li ser Hîndistanê model û tîpek wisa biafirînin ku her çiqas ew bi xwîn, reng û çermê xwe hindî bin jî, lê wê bi hişmendiya xwe bi dîtin û raman û zewqên xwe Îngiliz bin.”

Zimanê me dibin talûkeyê deye!

Mixabin dema em îro li perwerdeya yekperest a li Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku ji bo Kurd bi hişmendiya xwe, bi dîtin û ramanên xwe, zewqên xwe tirk bin, hemû alav tên bikaranîn. Ferzkirina berjewendî û birdoziya desthilatdaran a bi rêya ziman dibe sedema têkbirina aştî û azadiyê.

Ji ber vê pergala yekperest jixwe gelek ziman tune bûne û gelek jî bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû hatine hiştin. Li gor lêkolînek Kondanê ya di 2011’an de li Tirkiyeyê 36 ziman û zaravayên cuda tên axaftin, lê mixabin hinek ji van niha li ber tunebûnê ne. Li gor “Atlasa Zimanên di bin talûkeya tunebûnê de ne” li Tirkiyeyê nêzî 15 zimanan di bin talûkeyê de ne. Dema ziman bi rêya zagon û perwerdeyê nekeve bin ewlehiyê mixabin ew ê gelek ziman ber bi tunebûnê ve biçin. Lê ev yek tu caran ne di xema desthildatdaran daye. Divê berî her tiştî em wekî Kurd xemxurên parastina zimanê xwe bin.

Divê em hemû Kurd xwe deyndarê Zimanê Kurdî bibînin û ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê têkoşînek mezin bidin. Heciyê Cindî dema li ber mirinê ye wiha xîtabî gelê Kurd dike: “Cimaeta min a hezkirî, ez deyndarê zimanê te, afirandin û zargotina te bûme û bi helaliya şîrê diya xwe ji te re xebitîme, wek deynê te li ser min nemîne. Gelo min ev deyn çiqas vegerandiye, ew jî bila xwedê zanibe. Ez zehf ji te razî me, xebatên xwe û pê re jî navê xwe ji te re dihêlim. Ew jî wê kêrî te bê? Bi xatirê we.” (25’ê Nîsanê 1999, Yêrevan)