Perspektîfa jiyana azad: Sêvê, Pakîze û Fatma

- Roza METÎNA
396 views
Her gel xwediyê mafê tayinkirina qedera xwe ye. Lê belê gelê kurd bi salan e bi zextan ji vî mafê xwe tê xwestin bêpar bê hiştin. Loma jî li dijî êrişên li ser dengê wijdanê civakî û nasnameyên cuda gelê kurd her dem têkoşiyaye. Bi van êrişana girêdayî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dewleta tirk dema êrişî Qadên Parastinê yên Medyayê kir di heman demê de êriş bir ser serhildana Rêveberiya Xweser a Demokratîk a di Tebaxa 2015’an de dest pê kir.

Ev êrişên tunekirinê yên li dijî îradeya kurdan bû. Gelê kurd bi rihê serhildan û seferberiyê bersiv da van êrişana û gelek qehremanan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek ciwan beşdarî eniya serhildana Rêveberiya Xweser a Demokratîk bûn û li dijî hişmendiya yekperest derketin. Di wê serdemê de Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û aktivîsta KJA’yê Fatma Uyar jî di 4’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin. Siyasetmedarên jin ên di heman demê de ji bo nirxên mirovatiyê xebat dikirin dema dixwazin ji kuçeya Karşiyakayê derbasî kuçeya Yeşilyurtê bibin gule li ser wan tên reşandin. Jinên li dijî neheqiyê serî natewînin wekî her carê vê carê jî bûbûn hedefa yekem. Di heman demê de perspektîfa jiyana azad a Sêvê, Pakîze û Fatma jî bûbû hedef.

Polîtîkayên qirkirinê ketin meriyetê

Di salên 2012-2015’an de pêvajoya çareseriyê ya ji bo çareserkirina meselaya kurd hatibû destpêkirin. Lê belê bi destên îktidara heyî ev pêvajo hat bidawîkirin û dîsa polîtîkayên tasfiyekirin, tundî, qirkirinê ketin meriyetê. Bi van polîtîkayana li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin destpêkirin. Li gor rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di navbera dîrokên 16’ê Tebaxa 2015’an û 18’ê Adara 2016’an de li 7 bajar û 22 naveçayan 63 qedexeyên derketina derve pêk hatin û milyonek û 642 hezar kes di bin bandora vê yekê de man. Her wiha bi sedan kesî jî jiyana xwe ji dest dan.

Gelê kurd teslîmiyet qebûl nekir

Di serdema qedexeya derketina derve de li jêrzemînên Cizîrê ji 200’î zêdetir kurd bi awayekî zindî hatin şewitandin. Bi derfetên xurt ên teknîkî dewleta tirk êrişeke topyekun li dijî kurdan da destpêkirin. Ciwanên kurd bi rihekî serhildêr bersiv dan van êrişana. Di van êrişana de pitikên sê mehî û mirovên temenmezin li kuçeyan û li ber deriyên xwe hatin qetilkirin. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojî li kuçeyê ma. Gelê kurd ê ku tu carî serî netewandiye û teslîmiyet qebûl nekiriye bi derfetên kêm li dijî dewletekê li ber xwe da. Bi awayekî birîndar Haci Lokman Bîrlik li Şirnexê li dû wesayîta zirxî hat kaşkirin û qetilkirin. Di serdema qedexeya derketina derve de herkes wekî ‘Terorist’ hatin îlankirin. Selman Agar ê 10 salî jî bi derba sekvanan hat qetilkirin û ji ber ku berê cerdevantî li malbata wî hatibû ferzkirin malbatê ev yek qebûl nekiribû û koçî Cizîrê kiribû. Dîsa di dîroka 4-12’ê Îlona 2015’an de di dema qedexeya derketina derve hatibû îlankirin de Cemile Çagirga ya 10 salî hat qetilkirin û dêya wê cenazeyê wê ji bo bêhn nede kir sarincê. Dayika wê digot ‘her ku ez sarincê vedikim Cemîleyê tê bîra min’.

Li dû xwe berxwedaneke mayinde hiştin

Her wiha Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo alîkariya gel çûbûn Silopiyê. Lê belê hatin qetilkirin û heta niha kujerên wan jî nehatine darizandin. Edalet û hiqûqa ku li vî welatî pere nake dîsa bû sedema qetilkirina sê jinên têkoşer. Wan bi salan di nava xebatên jinan de cihê xwe girtin û serî li hemberî zîhniyeta baviksalar û sîstema yekperest netewandin. Loma di girtîgehan de hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Lê belê dîsa jî heta jiyana xwe ji dest dan, têkoşiyan. Bi têkoşînê jiyana xwe ji dest dan û gelek dayikan navê Sêvê, Pakîze û Fatma li zarokên xwe kirin. Wan li dû xwe berxwedaneke mayinde hiştin. Sekna wan a xurt di heman demê de li dijî bêdengiya cîhanê ya li hember zilm û zordestiya li ser gelê kurd bû.

Jinên têkoşer çavkaniya hêzê ne

Di serdema gule li Sêvê, Pakîze û Fatmayê tê reşandin de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez diyar dike ku roja bûyerê ji bo şandina ambûnlansê li walîtiyê geriyane lê walitiyê bersiv nedaye. Wan jî ji Musteşartiya Ewlehiya Cemaweriyê yek xistine dewrê û piştre walîtîyê diyar kiriye ku ji ber pevçûna li herêmê ew nikarin ambûlansê bişînin. Di wê demê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlik di roportaja ku dabû de anîbû ziman ku ew texmîn dikin ku her sê jinên siyasetmedar hatine înfazkirin. Hedefgitina her sê jinên siyasetmedar hedefgirtina îrade û berxwedana gelê kurd bû. Mîna Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parisê hatin qetilkirin, Sêvê, Pakîze û Fatma jî hatin qetilkirin. Ev ne tesaduf e. Di şexsê jinê de kevneşopiya têkoşîna gelê kurd a bi salan hat hedefgirtin. Çimkî jinên têkoşer her dem çavkaniya hêzê û bingeha referansa civakî ne.

Perspektîfa jina azad

Alavên îdeolojîk ên sîstemê hemû li dijî aliyên rêxistinkirî tên bikaranîn. Jiyana xwe dispêre hêza jinê û gel li dijî alavên îdeolojîk ên sîstemê alternatîfeke xurt e. Sêvê, Pakîze û Fatma bi têkoşîna xwe pêşengiya vê alternatîfa xurt dikirin. Bi bandoreke li ser bingeheke rast û ji ezezoktiyê dûr tev digeriyan. Ne li gor pîvanên sîstema xwînxwar û yekperest li gor pîvanên ehlaqî û wekhev dijiyan. Perspektîfa jina azad û jiyaneke azad esas digirtin û li ser vê esasê li jiyanê dinihêrtin. Li hember qelsbûna ku jiyana hevpar têk dibir û polîtîkayên şer ên taybet xwedî dikir jî li berxwe didan.