Perwerdeya bi zimanê Kurdî xewnek bû

- Viyan CÛDÎ
434 views
Helbet merem û omîda her Kurdekî dilsoz ew e ku rojekê ji rojan bibîne ku ala zimanê wan jî mîna zimanê xelkê bilind û li ba be. Ji bo miletê Kurd ji alaveke derbirînê ku bi dirêjahîya salan xizmet ji mirov û mirovahîyê kiriye wêdertir, ziman erkekî neteweyî ye. Bi qasî ziman tu tiştekî din hebûna Kurdan neanîye heta van kêlîyan. Loma timî ji bo Kurdan avakirina sazîyeke taybet bi ziman ku tevahî Kurdên her çar parçeyan di bin banê xwe de bicivîne xewn bû.

Her çiqasî bi awayekî veşartî be jî, xebat û hewldan ji bo avakirina sazîyeke ziman ji hizir û xeyala netewperwer û Kurdîhezan kêlîyekê be jî neçûye. Tevî gef û fişarên rejîmê li rojavayê Kurdistanê, sala 2003yan mirov dikare bibêje ku kevirê pêşîn di rêya hebûn û xwebûnê de hate danîn. Xebat der heqê zimanê Kurdî û Kurdbûnê de dûr ji çavên dewletê bi awayekî veşartî bi rê ve diçûn.

Pêşî perwerdeya ziman di malan de dihat dayîn

Di sala 2007an de birek ji rewşenbîr û zimanhezên Kurdî yê li Rojavayê Kurdistan civiyan û wekî encam biryar hat standin û Sazîya Zimanê Kurdî hat ragihandin. Hezkerên ziman ketin tevgerê û dest bi xebatên ziman kirin; bi rêya komên piçûk ku li piraniya taxan hatin avakirin, xebatên derheqê zimanê Kurdî de bê navber dihatin dayîn. Yek ji armancên sereke yên van xebatan ew bû ku nifşên nûhatî bi rabirdûyê ve girê bidin û wan bi çand û zimanê Kurdî xwedî bikin. Lê dîsa ji ber gef û fişarên dewletê ev xebat di çarçoveyeke teng de man; tenê bi rêya hin pirtûkên geremerê yên wekî Hînker û hwd xebat di biwara xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî de bûn. Perwerde di malan de dihatin dayîn. Li taxan komên piçûk ava bûn û fêrî xwendin û nivîsîna zaravayê kurmancî bûn, ji bo fêrkirinê hin pirtûkên wekî hînkeran hatin amadekirin. Vê rewşê heta sala 2011an domand.

Pêngava ‘êdî zarokên xwe bi zimanê dagirke ran nelorînin’

Ji sala 2011an û şûn ve mirov dikare bibêje ku zimanê Kurdî derbasî qonaxeke nû bû; ji xema hebûnê derbasî qonaxa bipêşdeçûn û peyitandinê bû. Tevgera Azadiyê bi bayê bezê re Şoreşa Ziman wekî armanceke sereke bilind girte dest û li jêr durûşma ” Êdî zarokên xwe bi zimanê dagirkeran nelorînin” perwerdeya bi zimanê Kurdî hema bibêje li tevahî tax û kolanên Rojava belav bû. Di heman demê de li bajarên Sûriyeyê yên ku Kurdan koçî wan kiriye; li paytexta Sûryeyê û bajarê Helebê û Reqayê jî navendên SZK’yê vekirin. Serê pêşîn mamostayên zimanê Kurdî hatin amadekirin, paşê yekser dema ku derfet peyda bûn hin dibistanên taybet ji bo fêrkirina Kurdî vebûn. Hejmara dibistan û mamostayan zêde bû. Lewra SZK’yê bi piştgirîya Rêveberîya Xweser ya ku niha Rojavayê bi rê ve dibe biryara derbasbûna dibistanên fermî yên li herêmên Kurdan ku dewleta Sûrîyeyê tê de bû, da. Çar salên destpêkê kurmancî di dibistanan de wekî hînbûna destpêka fêrbûna zimanekî bû. Bi pişt re biryar hat girtin ku di dibistanan de hemû meteryalên perwerdeyê ji bo zarokên Kurd bi Kurdî bin.

Peşî SZK’ê paşê sazî û dezgehên taybet perwerde bi rêve birin

Wekî gava destpêkê SZK’yê barê hînkirina Kurdî girt ser milên xwe. Lê piştra sazî û dezgehên taybet bi perwerdekirinê ji bo dibistanan hatin amadekirin, kar û barên perwerde û hînkirinê bi rê ve birin. Loma SZK’yê berê xwe da şopa ku ji bo wê hatibû avakirin. Navendeke taybet ji bo Sazîya Zimanê Kurdî di sala 2019’an de hate amadekirin. Navend li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye. Komîteyên girêdayî navendê li bajarên din jî hene. Niha xebatên SZK’yê tev bi rêya vê navendê tên kirin.

Zimanê me nasname û hebûna me ye

Armanc ji vekirina vê navendê ew e ku bi rê û rêbazên mîna komkirin, berhevkirin, lêkolîn û lêgerînên zanistî û akademîk xwe bigihîne reh û rîşên ziman û wêjeya Kurdî. Ji bin pest û pêkûtiya di bin zimanên dagirkeran de mayî derxe; ji qalibên zimanên din paqij bike. Ji bo pêkanîna vê yekê jî erk û berpirsyarîyên SZK’yê yên bingehîn ew in ku xwe bigihîne her kes, sazî û dezgehên ku bi ziman û wêjeya Kurdî ve bilî dibin. Wan li dora dirûşma Zimanê Me Nasname û Hebûna Me ye bîne cem hev û bi vê yekê cih û lêvegera zimanê Kurdî ava bike.

Derbasbûna Kurdî ya dibistanan şoreşek bû

Mirov dikare derbasbûna dibistanan ji bo zimanê Kurdî wekî şoreşekê binirxîne. Lewra zimanê Kurdî li Rojavayê derbasî qada zanistê bû û êdî her tişt bû bi zimanê Kurdî. Bêguman ji bo gaveke wiha zehmetî û astengî jî dê derkevin hole. Destpêka derbasbûna dibistanan de hejmara mamostayan kêm bû. Vê yekê hişt ku hinek kesên hîn baş nehatine perwerdekirin jî bibin mamosta. Lê bi demê re birêveberîya dibistanan ava bû û tevahî mamostayên heyî perwerde kirin. Nebûna pirtûk û derfetên çapkirina pirtûkan jî astengîyek bû, heta ku komîteya pirtûkan hat avakirin û meteryal hemû bi Kurdî amade kirin.

Sedî 90 mamosteyên zimanê Kurdî jinin

Perwerdeya bi Kurdî ji bo civak û mamosteyan nû bû. Vê jî dem girt heta ku civakê ev perwerde pejirand û bawerî bi mamostayên Kurdî anî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şoreşa perwerdeyê ya Rojava de jinan barê giran li ser milên xwe girt û xwe dan ber mamostatiya zimanê xwe. Ji ber vê jî niha mirov dibîne ku ji sedî 90 mamosteyên ku bi Kurdî perwerdeyê didin jin in. Her wiha di qadên lêkolîn û navenda Sazîya Zimanê Kurdî de jî jinan cih girtiye.

Zarokên Kurdan bi zimanê xwe dixwînin

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê zarokên Kurdan di dibistanên xwe de bi Kurdî dixwînin û perwerde dibin. Di roja me ya îro de zarokên Kurd li Rojava ji refa yekê heta zanîngehê hemû meteryalên perwerdeyê bi zimanê Kurdî dibînin. Şoreşa Rojava pêşî li ziman vekir ku bibe zimanê perwerde, ragihandin û weşanê. Her çiqasî ku gelê Rojavayê berîya şoreşê jî di malên xwe de bi Kurdî diaxivîn, lê piştî şoreşê êdî Kurdî li Rojava bûye zimanê giştî yê jîyanê. Gelê Kurd li Rojava di bazar, mal, dibistan û tevahî sazî û dezgehên fermî de bi Kurdî diaxivin.

 

*Mamoste û rêvebira Saziya Zimanê Kûrdî