Pêşna jinên têkoşer rejîma Îranê ditirsîne

- Suna TUNÇ
366 views

Îranê di dema vîrûsa Covîd-19 de zextên xwe yên li ser civakê û bi taybetî li ser girtiyên siyasî yên jin zêde kir. Eger mirov bêje, gelo bi van zextan dixwaze çi peyamê bide jinan û civak ê, divê mirov hinekî pêvajoya derketina Covîd-19  û rewşa rejîma Îranê ya kambax binirxîne.

Atmosferek ji tirsê avadikin

Ji 6 mehan zêdetir e vîrûsa Covîd-19 weke Levîthana ku sembola hemû xerabiyan e, piraniya cîhanê bi tirsa xwe tevizand. Piranya desthilatdaran ji bo zêdekirina bandora xwe ya li ser civakê ev nexweşî weke firsendekê bikaranîn.

Lê rejîma Îranê ya li ser kolekirina jinan hatiye avakirin, ev firsend ji welatên din ên di nav qeyranê de ne, zêdetir bikaranî. Desthilatdariya siyasî bi taybetî di sê salên dawî de bi serhildanên gelan diheje. Sebra gel êdî zêde nemaye. Qeyrana aborî, gendelî, ambargoya DYA, destwerdanên li Sûrî, Yemen û Iraqê rejîma Îranê xistiye nav tengaviyek mezin. Di hilbijartinên 21’ê Sibatê de, di serî de jin, piranya beşên civakê neçûn ser sindoqan û di rastî de rejîmê rewabûna xwe winda kir. Îcar ji bo xwe ji nû ve bi bandor bike, di serî de li rojhilatê Kurdistan ê, Beluçîstan û Ehwazê atmosferek tirsê ava dike, digre, darvedike, dikuje… Di serî de jin, karker, ciwan û mamoste, li welat tevahiya civakê guhertinê dixwazin.

Rejîm ji hebûna jinan ditirse

Lê rejîma Îranê di nav derdorên bertek nîşan didin de herî zêde jinan xeter dibîne û ji wan ditirse, di berxwedan û serdhildana jinan de têkçûna xwe dibîne. Hewl dide bi girtin, şikence, binçavkirinan jinan çavtirsandî bikin ku qidûmê wan yên rabin ser xwe û bimeşin nemîne.

Herî zêde jî berê xwe dide jinên di zîndanan de. Lewra di kesayeta wan de jinên ji bo azadiyê, wekheviyê, demokrasiyê serî rakirine dibîne. Eger li cihekî berxwedan hebe, serî tewandin û çong danîn, teslîmkarî neyê qebulkirin, qala vîna azad bê kirin û lêgerîna edaletê, jiyana azad û wekhev hebe, ji bo desthilatdaran zengilê metirsiya hilweşînê tim lê dide. Lewra dibe her kêliyê rûhê berxwedanê mîna şewbekê bi lez belav bibe. Lê vê carê ne ku mirovan bikuje, berovajiyê wê miriyên ser lingan zîndî bike û mîna lehiyekê xerabiyên Levîathan li ber xwe bibe, têk bibe, hilweşîne û bavêje zibilxaneya dîrokê.

Hêrs û êşên jinan mezin in. Ma çawa ne mezin be. Lewra ew baş dizanin li welatê ku rejîmek bi pêşengiya Ayatullah Xumeynî hatiye avakirin ti mafan nadin wan û divê ew azadiya xwe bidest bixin.

Zîhniyeta tecawuzkar dest avêtiye her qadê

 Ew baş dizanin ku bi pergala tecawizkar ku dest dirêjî vîna wan, bedena wan dike, wan bê nirx û biçûk dike re rû bi rû ne. Dema qala zehniyeta tecawizkar dikim, dixwazim di vir de hin gotinên Xumeynî bibîr bixim. Wê demê ew ê kîna rejîma Îranê ya li hemberî jinên li dijî zehniyeta wan têdekoşe baştir bê fêmkirin.

Xumeynî di rûpela duyemîn a pirtûka xwe a ”Tahrîrû’l-Vesîle” de dibêje; ”Bi zewaca domdar an jî demî bi jineke kêmî 9 salî re têkiliyên cinsî çêkirin ne caîze.” Yanî zarokên 9 salî ji derveyî vîna wan dikarin bên zewicandin û ji bo xerîzeyan bên bikaranîn. Di heman pirtûkê de Xumeynî tacîza li ser pitikan jî normal dibîne û di vê derbarê de dibêje; ”Lê berî 9 salî jî ti zerara xwe nîne ku bi armanca sûd wergirtinê dest bavêjê, bi şehwet wê (zarokên jêr 9 salî) ximbêz bike, ev ji bo ya hîna şîrê dayika xwe dixwe jî derbasdar e.” Xwediyê vê zîhniyetê dema hate ser destilatdariyê destpêkê nixûmandina bi darê zorê li ser jinan ferz kir.

Bi taybetî jinên di zîndanan de tevî dizanîbûn wê çi were serê wan jî, lê ji bo xwe û jinên din ji rewşa kambax derxin têkoşiyan.

Rewşa Zeynep metirsyar e

Tevî ku di dema vîrûsa Covîd-19 de bi dehan hezar girtiyên edlî yan bi awayekî demkî hatin berdan an jî hatin efûkirin jî, lê li hemberî girtiyên siyasî helwesta hişk û tund berdewam kir.

Di dema Covîd-19 de yek ji jina girtiya siyasî ya ku rejîma Îranê zexta xwe li ser zêde kir, Zeynep Celaliyan e. Piştî nexweşî belavî girtîgehan bû, saziyên mafên mirovan xwestin tevî Zeynep Celaliyan, girtiyên siyasî ji ber metirsiya vîrûsa Covîd-19 bên berdan. Lewra 18 jin di heman odeyan de dimînin û neçarin karên weke xwarin, razan û rûniştinê li heman cihî bikin. Lê rejîma Îranê guh neda van bangan û di 28’ê Nîsanê de ji nişka ve ji zîndana Xoy a li rojhilatê Kurdistanê bi awayekî dest û çav girêdayî piştî li çend zîndanan gerandin, ew veguhestin zîndana Qerçek a bajarê Weramîn.

Ji bo ku Zeynep Celaliyan nexweş bikeve, çi ji destê hêzên rejîmê hat kirin. Pêşî xistin karantînayê û tevî gelek caran hate gotin ku cihê herî xeter ev deverên karantînayê ne jî, di encamê de Zeynep Celaliyan bi nexweşiya vîrûsa Covîd-19 ket û rejîma Îranê destûr neda li nexweşxaneyek derve bê dermankirin. Di heman demê de wê derbarê wê de dozek din jî bê vekirin. Ji hemû jinan zêdetir zext li ser jina têkoşer a Kurd kirin, bêguman ev yek jî bi plan e. Lewra desthilatdar dibînin ku herî zêde têkoşîna jinên Kurd bandorek mezin li ser jinên Fars, Belûç, Ereb, Azerî û Gîlekî dike û wan di nava qadên têkoşînê de dike ye.

Jinan qeyd û bendên tirsê şikandin

Jina jîngehparêz Seher Kazimî ya ji bajarê Sine jî yek ji jinên ku di zinanê de bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Çalakvana mafê mirovan û zarokan Atena Daîmî ya Fars jî li Zîndana Ewîn a Tehranê dîl girtiye. Jinek din a zext li ser kêm nebûn, Nergiz Mohammedî ye ku rojnamevan û çalakvana mafê mirovan e ku gelek caran kete grêva birçîbûnê. Gulrûh Îrayî ya nivîskar dema xwestibû pirtûka xwe ya derbarê recm û parastina mafê jin û zarokan de belav bike, weke jineke xeter hatibû dîtin û rejîmê ew dîl girt. Nesrîn Studeh ji xwe parêzere û mafê jin û zarokan diparast, li dijî darvekirinan derdiket, girtiyên jin ên siyasî diparast lê ev bû sedema ku 38 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Perwîn Mihamedî jî yek ji rêvebera Yekîtiya Karkeran e û ew jî weke bi dehan girtiyên jin ên siyasî di dema vîrûsa Covîd-19 de nehat berdan. Wekî din di vê demê de girtina jinên ji baweriya bahayî jî dewam kir. Ji bo Rejîma Îranê ji girtina jinan re hicet peydakirin jî asayî ye. Mîna çalakvana sivîl a bi navê Kîsra Tebrîzî ku tenê hate gotin li dijî rejîmê sûc kiriye û hat ceza kirin. Ev tenê çend mînakên jinên girtî yên siyasî ne û tevî zextan û xeteriya mirinê jî yek ji wan jinan jî teslîm nebûn.