Rabîa Belxî: Dayîka helbestên Farsî 

- Berjin TEKOŞER
719 views

Gelê Efqanistanê ji gora Rabia helbestvana bi nav û deng rêz û hurmeteke mezin raber dike. Helbet li ser van axan dem hebû ku deng û awazên jinên helbestvan heya lûtkeya çiyayan bildind dibû. Di paşerojekê de, li Rojhelatê Efqanistanê, li welatê evîndariyê, helbestên evînê dihatin berz kirin ku îro jî em vî dengê bilind a awazên wan dibihîsin û bûne dengek ji dîroka kevnar. Warê ku gelek şêre jin lê hatin diyayê û bûn deng û rengê helbestên evîn û dilşewatiya van ax an. Dengê ku hîna jî bi dilşewatî dîlorîne…

Jiyanek bi hunerê hûnaMANSETndî 

Rabîa keça Keb, yek ji padişahên Belx, Sîstan û Qendeharê ye ku di dema desthilatdariya Samaniyan de hikûm dikir. Rabîa helbestvana qerna 14.an e û ligor dîroka mîladî di salên (943-914) de jiya ye. Rabîa Belxî ewilîn jine ku helbestên mîstîk yên Parsî dinivîse û dixwîne. Ew di dema helbestvanê navdar yê Îranî Rudekî de li Xûrasanê bû. Di derbarê dîroka ji dayîk bûn an jî mirina Rabîa de bi awayeke zela tiştek nayê zanîn. Lêbelê a ku mirov dikare bibêje ev e ku ew di dema Samaniyan û di serdema Rudekî de jiya ye. Ligor agahiyên heyî tê gotin ku bi helbestvanê navdar re di nav danûstandinê de bûye. Rabîa ji aliyê bavê xwe de tê perwerde kirin û di demeke pirr kin de, di derbarê helbest nivîsî de bû xwedî agahî û di vê mijarê de xwe pêş dixîne.

Rabîa ne tenê helbestvaneke dilêr a serdema xwe bû, di heman demê de wênesaz û cengawerek wêrek jî bûye. Hem şûr û hem jî di siwarbûna hesp de jî gelek baş, jîr bûye. Di derbarê cûziyatên jiyanî yên Rabîa de zêde agahî nînin. Tenane tiştên ku ji jiyana Rabîa mane, çîrokin ku heya roja me a îro hatine ne. Di dest de zêde agahiyên di derbarê zaroktî û nûciwantiya wê de nînin. Tenê agahiyên di derbarê vê jina dilêr ku hatine bidest xistin, ji nivîsarên Etar Nîşabûrî hatine bidest xistin in. Nivîsara ku Etar Nîşabûrî di bîst û yekmîn Elahenameya xwe de di 428 beyt helbestên xwe yên bi ser navê çîroka Rabîa keça Keb de nivîsiye. Di vê nivîsarê de Etar beşek ji jiyana wê a piştî mirina bavê wê û heya mirina wê a trajîk digire dest. A ku di vir de hatiye ser ziman jî ev e ku Rabîa keça Keb Qezdarî, waliyê Belx ê bûye û birayek bi navê Haris hebûye.

 Hunera wê her kes matmayî dihêla

1-RABİARabîa yegane keça padişahê Belx bû. Ewçend xweşik û letîf bû ku bala herkesekê dikêşand serxwe. Gelek kes ji vê bedewiya wê bandor dibûn û ew çavên wê yên reş dibû germahiya her dilek ê. Sekn û nêzîkatiya wê, her wiha qabiliyet û hunera wê herkes matmayî dihêla. Ev sekna wê, ew bêhemta dida nîşandayîn. Rabîa ewçend xweş sihbet bû ku helbestên wê jî ev xweş sihbetî û delaliya wê a xwe pênase kirinê pirr baş radixist ber çav an.

Babê wê ewqas girêdayî wê bû ku tenê ji bo kêliyekê jî ji bîra wî nediçû. Ji ber vê yekê jî fikra pêşeroja yegane keça wî, ew xemgîn û dil şikestî dikir. Rabîayê karî di bin perwerdeya bavê xwe de zimanê Dêrî bi awayeke herê baş fêr bibe û bikar bîne. Huner û jêhatîbûna wê hîşt ku zanebûna bilêv kirin û nivîsîna helbestên Farsî pêre pêş bikeve. Di nav şert û mercên wê demê, dîsan di nav pergala serdest a zilam de kêm jin karîn wek Rabîa derkevin û bi awayeke asayî helbest binivîsin, an jî hunera xwe nîşan bidin û di nav hunermendê serdema xwe de cihê heq dikin bigirin. Rabîa wek dayîka helbestên Parsî tê bibîranîn.

Dema ku babê wê li ber mirinê bû, gazî lawê xwe dike û dîlbera ber dilê xwe teslîmê wî dike û jê re dibêje; “çi qiral û çi giregiran ev keç ji min xwestin û min yek ji wan jî layêqê keça xwe nedît. Lê, ger te yek ku layêqê wê be dît, tu dizanî.”  Lêbelê dem xwedî lîstokeke din bû. Roj hat û gihişt, law gotina babê xwe kir û piştî mirina wî li ser textê şahenşahiyê rûnişt, ligor daxwaza babê xwe jî qedir û qîmetek mezin ji xwîşka xwe re raber kir. Rojekê kurê şah Haris ku êdî bibû xwedî text û canişînê babê xwe, ji ber vê minasibetê jî şahiyek mezin lidarxist. Li nav baxeke mezin a xweşik ku ji hêla sefa û pakiyê de bêhempa bû, şahî wê hatiba lidarxistin. Şînkahiya ku mizginiya biharê radigihand, bi vekirina gulên narîn û bêhna ji bedewiya heyî bi wezîna bayeke nerm li wechên nûciwanan dixist. Textê şahanşahiyê li ser îvaneke bilind hatibû danîn û Haris li ser rûniştî. Di vê şahiya mezin de xulamek xweşik û bi heybet ku navê wî Bektaş bû, di nav civatê de tê û diçe, xizmetê dike. (Ligor hin metnên din jî Bektaş berpirsê xezîneya derbarê bûye.) Ji ber ku jiyana wê nîv çîrok û nîv rastî heya roja me ya îro hatiye, a rast baş ji hev nayê derxistin. Lê, tiştek heye ku ew jî em pê piştrastin ku ev jina navdar jiyaye.

Cengawera dilêr

5-RABİALigor çîrokê; Rabîa evîndarê Bektaş dibe û li ser wî helbestan dinivîse ku li ser zimanan wê wek teraneyan qet nekeve. Rabîa nameyekê xitabê Bektaş dinivîse, her wiha wêneyek ji xwe diresimîne û jê re birêdike. Bektaş ku nameya Rabîayê dixwîne, di heman demê de ku wêneya wê a ku xwe resimandiye dibîne, pê bandor û evîndarê wê dibe. Yekser bersiva nameya wê dide. Ev rewş her didome û Rabîa gelek helbestan xitabî wî dinivîse. Rojekê Bektaş Rabîayê dibîne, yek ser milê wê digire û jê dipirse, “çima te wiha ez evîndar, dîn û har kirim. Lê, bi min re wek biyaniyekê nêz dibî.” Rabîa anişka xwe ji dest de xilas dike û jê re dibêje; ” evîna min ji bo te hinceta evîndariyên mezintir e.”

Mixabin derveyê pirr kêm ji helbestên Rabîayê zêde tiştek heya roja me a îro nehatiye. Lê, em tiştekê pirr baş dizanin ku her çend di derbarê wê de zêde agahî nînbin û kêm berhemên wê mabin jî Rabîa jinek bi nav û deng bûye, xwedî bandoreke zêde bûye ku di berhemên helbestvanên wek Rûdekî, Ebu Seîd Ebulxîr, Nefhatilnes Camî û Etar Nîşabûrî de behsa wê tê kirin. Van helbestvanan di berhemên xwe de kêm be jî qala vê jina dilêr ka kê ye û ji kuderê ye, kirine.

Wek tê zanîn di gelek serdeman de, di gelek dem û cihên cûda de, gelek jinên bi nav û deng rabûne ku ji aliyê dîroka ku ji hêla pergala serdest de hatiye nivîsîn ji nedîtî hatine. Lê, xwedî bandorek wisan bûne ku rexmê her tiştekê jî nekarîne wan ji nedîtî bên; ku îro nîv çîrok û nîv rastî jiyana wan tê bilêv kirin. Mînak di gelek metnên farisî de navê vê jina dilêr derbas dibe, lê, wek gelek caran em rastê tên ku ji têkoşîn, dilêrî ku li gel helbestvaniya wê, di gelek cihan de behsa cengewarî û serhildiriya wê jî tê kirin, nayê kirin an jî pirr kêm tê kirin. Zêdetir qala evîndariya wê tê kirin, an jî çîroka wê wisa tê xemilandin ji hêla nivîskaran we. Dibe ku gelek kes bêjin ka çima ez vê yekê dibêjim; ji ber ku Rabîa wek Rudek ê sedsala 14.an tê bi nav kirin, helbestên bi zimanê Farsî û Erebî dixwîne, heşt qezel û çar çarîne, du çarîneyên tam ku bi giştî ji pêncî û pênc çarîneyan pêk tê û her wiha gelek helbestên wê yên evîndariyê jî hebûne ku tê gotin ji aliyê birayê wê ji holê tê rakirin.

Ligor çîroka ku ji aliyê Etar hatiye ser ziman; rojekê dijmin digihe ber deriyê Belx û Bektaş li gel artêşa Belx diçe meydana cengê. Rabîa ku taqeta bîxeberiya ji Bektaş re nîne, bi awayeke weşartî û rûyê girtî, bi dizîkan diçe meydana ceng ê. Bektaş li meydana şer di nav êşê de bêhn dide û distîne. Bektaş birîndar bûye û dema ku Rabîa wî wisa dibîne yek ser şûra xwe dikşîne û bera xwe dide meydana cengê û piştî kuştina gelek leşkerên dijmin, laşê nîv mirî yê Bektaş radike û datîne ser pişta hesp, ji meydana cengê dûr dikeve. A rast dibe ku Rabîa ji xwe berê de beştarî şer bibûbe û şerwanek li meydana cengê be ku nehatibe xwestin qala wê bikin.

Wek ba li meydana cengê şûr dihejand

Rabîa yek ji wan jinan bû ku ji kesên xwedî irfan û bi hunerê, bi taybetî ji bo Etar, Ebu Seîd Ebulxelîl, Rudekî û her wiha ji gelek kesên din yên bi wêjeya Farsî re elaqeder dibin, mînak û ev kesane heyran û li hemberê hunera vê jina dilêr matmayî diman. Rabîa ne tenê 2-RABİAjina evîndar û dil şewat bû, ew di heman demê de jinek rewşenbîr e ku çîroka jiyana wê tije peyamên civakî ne. Rabîa banga ji bo azadî, dengê wekhevîxwazî, sekna li dijî dijminahiya jinê û dijberê nijadperestî bû. Di be ku gelek kes bêjên çima wek dayîka helbestên Farsî hatiye bi nav kirin, ji ber ku ew  wek yekemîn jina ku bi zimanê Farsî helbest xwendîye tê nasîn. Ji ber vê çendê ye ku ev navlêk lê hatiye kirin.

Rabîa li ser pişta hesp û bi du destan hewsarê hesp girtibû û dibezand. Piştî ku Bektaş gihand gel leşkeran û ew teslîmê wan kir, dovre wek bayê payîzan bi yek carê ji holê wenda bû.  Kesê ew nas nekir û nezanî ka ew kê ye. Lêbelê ev leşkera jin a dilêr Rabîa bû ku di meydana cengê de canê Bektaş xilas dikir. Çavan ku ew yek car berze bû, artêşa dijmin wek pêla deryayê lê hat û wek lehiyê herikîn; ger leşkerên Şah Bûxara nehatiban arikariya wan, wê tiştek di bajêr de nemaba. Haris piştî vê serkeftinê vedigere bajêr û dixwaze wê kesa ku li ser pişta hespê li meydana cengê bû jê re bibînin, lê her çi gerîn nîşaneyek jê nedîtin. Ew wek milyaketekê bû ku yek car li ser rûyê erdî winda dibû. Gelo dibe ku ji ber vê dilêrî û cengaweriya wê be ku Harîs jê diheside?

A rast û ligor texmînên min ev jina dilêr ne tenê helbestvan di heman demê de cengawerek bûye û di şerên wê serdemê de gelek caran cihê xwe girtiye. Ji ber ku di gelek nivîsan de qala cengaweriya wê tê kirin, lêbelê tenê qala wî şerî dikin ku evîndarê Rabîa yê tê de birîndar bûye. Ev yek jî bi me dide diyar kirin ku wek gelek çîrokên din yên jinan ku di nav rûpelên tarî yên dîrokê hatine hiştin, çîroka vê jina dilêr jî wisan yek alî û nîvco hatiye heya roja me a îro. Rabîa di dema helbestvanê bi nav û deng Rudekî de dijî ku ew bi xwe li hemberê Rabîa û hunera wê matmayî dimîne û qala vê jina dilêr dike. Tê gotin gelek caran ew û Rudekî tên gel hev û ji hev û du re helbestan dixwînin, nîqaşan pêş dixînin. Gelek helbestên Rabîayê Rudek di civatên şah de jî dixwîne û herkesekê matmayî dihêle. Tê gotin ku rojekê Rudek di civata Emîrê Samanî de helbestek ji Rabîayê dixwîne û Emîr jê dipirse ka kê ev helbest nivîsiye, dema ku ew qala Rabîa û çîroka wê a evîndariyê dike, Haris jî wêderê ye û ji vê rewşê agahdar dibe. Haris hêrs dibe û vedigere Belxê û piştî ku sendûqek ji helbestên Rabîa yê di odeya Bektaş de dibîne, li ser gumanên ku têkiliyek di navbera wan de hebe, dide diyar kirin ku wî bigirin û bibin girtîgehê. Rabîayê jî dibin hemamê, der û pencereyên hemamê bi kevir û siwaxê digirin. Rojadin dema ku derî vedikin, rastê bedenê mirî yê vê jina hêja tên. Tê gotin ku Bektaş ji girtîgehê direwe û Haris dikuje, dovre diçe ser mezarê Rabîa yê û li wêderê xwe dikuje.

')}