Rêbertî digot rûhê min li welat e

- Deniz YÜCEL
352 views
Em niha li gundekî Dêrikê ne. Ev bûn du roj, ku ji dibistanê derketime. Li baxçeyê xênî rûniştî, di şexsê Rêbertiyê de li rojên borî difikirim. Ez li wan rojên jiyan, hest, xeyalên min guhertin difikirim. Ez dikevim ber bayê bîranînên xwe û rojên pêşî yên li qada Rêbertiyê difikirim.

Hatineke welê bû, ku ne xwedî tiştekî bû, haya wê ji tiştekî nebû. Tişta tenê berê min dayî vir, dilsoziya min a bi welêt û axê re bû û gelekî zehmet bû. Paşê bi alîkariya hevalan min zor û zehmetî derbas kiribûn. Lê herî zêde Rêbertiyê bala min dikişand. Li hemberî kesayeta Rêbertiyê xerîbbûneke zêde hebû. Di çavê min de Rêbertî kesekî sar, qet nakene û tenê fermanan dide bû. Paşê bi naskirina Rêbertiyê min dît, çiqasî xwedî hezkirin, xwezayî, hestiyar e. Rêbertiyê bextewarî dida. Dema dikeniya, cîhan dikeniya.

Di nava gel de ez gelekî hatim guhertin

Paşê ji ber ku min gelê Kurd nas nedikir, Rêbertiyê ez şandim nava gel. Vê derê ez gelekî guhertim. Beriya ez bikevim nava gel, ne ziman, ne jiyan û ne jî çanda Kurd min nas dikir. Li hemberî gel ewçendî hestên min tine bûn. Ji bo min tenê ax pîroz bû. Piştî min dest bi xebatê kir, hin bi hin di serê min de hin tişt zelal bûn. Li hemberî eleqeya gel hin caran min nedizanî ezê çibikim. Bi taybetî ji ber ku Tirk bûm, eleqeyeke zêde nîşanî min didan. Her çiqasî min nerehetiya xwe vedigot, dîsa jî eleqeya xwe didomandin. Dema min dilsoziya gel a bi Rêbertiyê û şehîdan re didît, gelekî bi bandor dibûm. Bi taybetî mirovên li gundan pîr û pak bûn. Tevî ku hin kevneşopiyên wan hebûn, min dîsa jî gelekî ji wan hez dikir. Ji ber ku xwezayî bûn û ji dil tevdigeriyan. Lê divê kesên fêlbaz jî neyên jibîrkirin.

Rêbertiyê ji bo gel û welat wiha digot: Hûnê li ser welat daweşin û belav bibin. Bifikirin; heke ev belavbûna we bi kok bibe û hinekî şîn bibe, wê welat çiqasî bibe daristaneke xweşik. Hûnê li wî welatî daweşin, ku her cûre dar, xwarin û deng dide. Bi rastî jî ji bo vî welatî beriya niha dema behsa wê dihat kirin, têgehe “bihuşt e” dihat bikaranîn. Divê mirov hinekî li vê binêre. Li gorî vê têgehê, dikare bibe welatek an jî mirovahî naxwaze vê derê wiha fêm bike. Em dikarin vê maneyê careke din bi çalakiya xwe bidinê. Em dikarin ji vê çalakiyê re bêjin “çalakiya bi dest xistina bihuştê jî.” Pêxemberan hemûyan ev yek gotiye, ne min afirandiye. Em tenê dixwazin a xwe bi ser vê yekê ve bikin. Heke hûn jî xwe bigihînin maneya vê yekê, hûnê bedew şer bikin û bi ser kevin…

Li welat min xwe gîhand tiştên bi hesreta wan bûm

Rojên wiha zû bi zû bi dest nakevin. Salên wiha mîna salên ku emê çarenûsa xwe diyar bikin, li ber me nasekinin. Timî firsendên wiha peyda nabin. Em jî ji ber vê yekê dibêjin; heke ewçendî şehîd hene, heke veguherandina gelekî ji gelên cîhanê heye, heke me pratîka ji tecrûbeyên xwe dît, wî wextî em li van salên ku wê me ber bi serhildaneke giştî û serketinê ve bibin baş binêrin û heqê wê bidin.

Piştî ku demeke dirêj li nava gel mam, careke din li dibistanê vegeriyam. Bi ya Rêbertiyê, min tişta ku diviya bû bi ser bixim, bi ser xistibû. Ew jî hezkirin û fêmkirina gel bû.

Li welatê xwe yê bi salan bi hesreta wê bûm, bi wê bextewariyê min sala nû pêşwazî kir. Piştî ku min saleke dirêj li pey xwe hişt, tiştên salên borî hatin serê min ketin bîra min. Tiştên min bi dest xistin û winda kirin… Jê re windakirin nayê gotin, bextewarî, xembarî, xwegihandina tiştên bi hesreta wan bûm, naskirina hevrêyên nû, di dil û mêjiyê mirovê hêja de şehadetên ku bûn mîna erdhejekê û hwd. Maneya gelek tiştên ku bi jiyankirinê naqedin heye.

Di pêvajoya herî giran de em ne li gel Rêbertiyê bûn

Sala borî bêdeng û bêhis derbas bû. Lê hest û fikrên min qet ne bêhis bûn. Êvarî civînek û şahiyek hat lidarxistin. Bi hevalan re heta saet 12:00’an rûniştim. Me li ser Rêbertiyê nîqaş kir û ev yek xwedî wateyeke zêde bû. Lê ji aliyekî ve jî bêdeng bûm. Di şexsê Rêbertiyê de min sê sersal li dû xwe hiştin û timî Rêbertî jî beşdar dibû. Lê vê sersalê em dûrî Rêbertiyê ne û şerma min jî ew bû, ku min nedikarî bersiv bidim vê pêvajoya ku herî zêde ez xistim zorê. Belkî jî ji ber wê ye, ku dema behsa Rêbertiyê dihat kirin, bêdeng dibûm. Ji ber ku min nedikarî bibim bersiv, ne heq bû ku behsa Rêbertiyê bikim. Bi heval Zîlan re doh em derheqê Rêbertiyê de fikirîn. Me meraq dikir ka pîlanên wî yên îsal çine? Lê nîqaşa herî zêde me kirî ew bû, ku di vê pêvajoya giran de em ne li cem Rêbertiyê bûn. Di vê pêvajoyê de hûnê bê qey weke hêzên gerîla ji ber ku em xwedî li Rêbertiyê derneketin, gel jî ew ji me girtiye.

Îro 1’ê Îlona 1999’an e û em li Kaniya Baja ne. Gel di vê pêvajoya giran de Rêbertî tenê nehişt. Timî bi Rêbertiyê re bû. Bi dehan hevrêyên me yên Rêbertî bi tenê nehiştin bûn bombe û di nava dijmin de teqiyan û xwe li Ewrûpa, metropolan, zîndanan şewitandin. Lê ez welê difikirim, ku weke hêzên şer li cihê pêşengiyê, em pasîf û li paş man.

   Erê min gotibû, îsal bi awayekî fizîkî ji Rêbertiyê veqetiyam û ev bû sala xwegihandina xaka welat. Sala borî kêm be jî min hin tişt çareser kirin û bi qasî mîroyekê be jî min gav avêt. Wê îsal jî xwegihandina Rêbertiyê, dîtina wî be. Heke min ev yek bi ser xist, ezê hingî hezkirin û hevaltiya bi Rêbertiyê re heq bikim. Naxwe li cihê nêzîkbûna Rêbertiyê, emê bi hezaran kîlomtero dûrî wî bikevin.

Her wiha îro rojbûna min e. Heke di rojbûnên bên de ez serketîbim, wê bibin rojbûn. Heke ne serketî bim, wê her rojbûnek bibe roja mirinê ji bo min. Ji ber vê yekê ji bo hedefên xwe ezê timî di rojbûnên xwe de bixebitim û bixebitim.

     Rêbertî digot; rûhê min li welat e, cihêbûna fizîkî ne girînge

   Erê Govendê dîsa li hemberî te bi tevahiya jidiliya xwe 26’ê Sibata 1999’an rûdinim. Ji bo ji te re binvîsim, li benda hilkişandina serê gir bûm. Îro roja me ya dawî ye û emê dakevin nava kampê. Sebeba nivîsa min a ji bo te heye. Çîroka wê dirêje, lê ezê vebêjim. Beriya ez werim welêt, gelekî ji veqetîna ji Rêbertiyê ditirsiyam. Demeke dirêj em li cem Rêbertiyê mabûn û pirsgirêka me ya herî biçûk jî çareser dikir. Gelekî ditirsiyam ku bi tena serê xwe nikaribim bimeşim. Li hemberî vê yekê Rêbertiyê timî digot, “cihêbûna fizîkî ya ji min, ji bo me ne girîng e, dilê me bi hev re ye, her tiştê min, ruhê min li welêt e.” Lê ew kesayetiyên me yên li cihê xwe rûneniştî, ev yek fêm nedikirin.

Niha piştî meh û nîvekê, wê li welêt saleke dirêj a gelek tişt li pêşiya min be hebe. Demeke kin çêbûbû, ku hatibûm welêt û timî difikirîm. Min timî ji xwe dipirsî; me li van çiyayan çi winda kir û em li çi digerin? Ji nişka ve ev gotina Rêbertiyê hat bîra min; “Ruhê min li çiyayan e.” Erê dibe ku bi awayekî fizîkî em ji Rêbertiyê cihê bin, lê Rêbertî li vire… Em jî li Rêbertiyê digerin. Tu bawer dikî, ku ez bi rastî jî hîs dikim ku Rêbertî li van çiyayan e û timî xwe nîşan nade. Li kû derê çiyayekî bedew û bi heybet bibînim, dibêjim “he Rêbertiyê li wê derê ye.” Govendê… Dema pêşî em hatin vir, min hîs dikir, ku Rêbertî ji bo te mafdare û timî tu kampên me kontrol dikî. Ji ber vê yekê ewçendî dilê xwe ji te re vedikim û dilsozê te me. Teqez haya te jê çêbûye, ku dijminê xwînxwar Rêbertî bi awayekî fizîkî ji me stand û heps kir. Di dilê min û hevalan hemûyan de xembariyeke kûr heye. Çiqasî zore qebûlkirina vê yekê. Çawa abîdeyeke azadiyê were girtin. Lê vê yekê jî baş dizanim, ku Rêbertiyê bixin zîndaneke ji hesin jî nikarin dîl

bigirin. Ji ber ku Rêbertî heta bi çaviyên laşê xwe kûrahiya dilê xwe kesayetek azade. Nikarin kesekî ku bi milyonan kes li pişta wî ne bigirin. Emê bi çalakiyên xwe yên dilsoziyê vê yekê ispat bikin.

     Çi dibe bila bibe dive Denîz bi awayekî sûçdar neyê pêşiya we

   Serokê min, min gelekî bêriya we kiriye. Dibe ku di warê fizîkî de em nikarin xwe bigihînin we, lê di vê demê de xwegihandina hev a herî watedar xwegihandina di warê ruh û fikir de ye. Ji ber vê yekê ez xwe digihînim hin biryarên xurt. Lê Serokê min, dîsa jî tiştên qewimîne û hin tiştên di jiyana me de derketine holê, nikarim qebûl bikim. Di dilê min de timî tengbûnek, bêhtengiyek û hêrsek heye. Li hemberî van ez ne bêçareserî me, li dijî van kêmasiyan kêm hindik têdikoşim. Di vê demê de tenê tirsa min ew bû, ku ez bi awayekî sûcdar derkevim pêşiya Rêbertiya xwe tevî ewçendî ked û rewşa wî ya heyî. Meqseda min a sûcdariyê ew e, ku ji pêvajoyê û Rêbertiyê re nebim bersiv. Erê Serokê min, çi dibe bila bibe, divê Denîz bi awayekî sûcdar neyê pêşiya we. Ji bo vê yekê ezê her tişta ji destê min tê bikim. Dibe ku ez bi awayekî fizîkî neyêm pêşiya we. Lê wê navê min bi sûcdarî jî neyê pêşiya we. Serokê min, em hemû ji te hez dikin û tevahiya jinan hewl didin, bibin layiqî we. Jixwe heke ew dibin Rêbertiya we de bin, teqez wê layiqî we bin.

     Hurmet, hezkirin, durûstî û hevrêtî

   Îro 4’ê Nîsana 1999’an e… Em li Çarçelayê ne. Bi wesîleya rojbûna hevalekî/ê em li hev kom bûn û me nîqaşeke kûrûdirêj kir. Min xwe bi hevalên din re timî li cem Rêbertiyê dît û hîs kir. Rêbertiyê timî dixwest em bi hevaltiyeke wiha rabin. Wê rojê bextewariyê xwe li her aliyê dilê min girtibû. Lê ezê xwe tenê bi vê yekê têr nekim û nebînim. Divê li hevrêtiya me ya heyî, hevrêyên nû zêde bibin. Ev destpêkek bû û wê dawiya wê jî serketin be.

Ji Rojnivîska Nerîman Karakûş (Denîz Yucel) a di 11’ê Hezîrana 1999’an de li Çarçela şehîd bûyî.

(1996-1999)