Rêya serkeftinê di yekitiyê de dibûhire

- Newaya Jin
643 views

MANSETŞêwra Netewî ya Jinên Kurd a li Ewrûpayê di navbera 20-21’ê Gulana 2018’an de bi beştariya 130 jinan pêk hat. Di şêwrê de li ser konjoktora siyasî û civakî ya li erdnîgariya Kurdistanê hat nirxandin û di avakirina netewa demokratîk de rola pêşeng ya jinan hat destnîşankirin. Derbarê naverok û encamên şêwirê de Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Rojhilatê Welêt e Kvestan Davûdî bersiv da pirsên me.

Şêwra Yekitiya Netewî a Jinên Kurd yên li Ewrûpayê tê lidarxistin. Bitaybetî di pêvajoyek wiha de ku Kongreya Netewî nayê lidarxistin, lidarxistina Şêwra Yekitiya Netewî ya jinan xwedî  girîngiyek çawaye? 

Hema bêje li her çar parçeyên Kurdistanê şer heye û gel dibin zext û zoriyê deye. Ev şerê li dijî gelê me ne şereke nû ye, belku bi salane bi hemû dijwariya xwe tê meşandin. Dijminê dagirker bi her şêwazekê tund û tûjiyê li hemberê me bikar tîne.

A herê grîng jî ev e ku di van şeran de, berê hertiştekê jinên Kurd dikin hedef û wan bi her cûre zextan re rû bi rû dihêlin. Ew ewqas kevneperestin ku hîn di mijara jinê de xwedî nêzikatî û feraseteke paşdemayî ne. Heta kevneperestên Kurd jî hîn jinê wek namûsa xwe dibînin û wisa nêz dibin. Ji bo wê, vê yekê hîşt ku em wek jinên Kurd, bitaybetî jî jinên Kurd yên li Ewrûpayê ku penaberin û her roj şahidê keraset û êşên wiha mezin tên, pêdivî bi kombûnek wiha bibînin. Li Başûr û Rojhelatê Kurdistanê êş û rewşa ku jin di nav deye, dîsan komkujiya ku li Şengalê bi serê gel û jinên Êzidî de anîn, berê wê bi 40. salan li Mahabadê, li derdor û gundên wê de heman tişt rejîma Îranê bi serê gelê me de tanî. Dîsan dîrokê xwe dobare dikir û gelê me carekedin bi heman êş û kederan re rû bir û dima.

Hewceye em ji bîr nekin ku ev komkujî ne komkujiyek nû ye, di her dem û dîrokekê de gelê me bi dehan komkujiyên wiha jiyaye. Li Başûr Helepçe, li Bakur komkujiya Dersim, Koçgirî û herê dawî jî li pêşiya çavên cîhanê me rastiya komkujiya Silopî, Sûr û Cizîrê jiyan kir. A li vir girîng ev e ku em wek jinên penaber yên Kurd li Ewrûpayê bikaribin bi yek deng û reng, bi hebûn û yekbûna xwe, xala sereke a yekbûn û serkeftina her çar perçeyên Kurdistanê bidest bixînin.

Em dibînin li Rojava, li Kobanê, dîsan li Bakurê Kurdistanê ku di tu demek ji dîroka Tirkiyê de nehatiye dîtin ku ewqas jin di parlementoyê de serkeftinê bidest bixîn; lê, em îro serkeftina jina Kurd a van qadan de pirr ber bi çav dibînin. Li rexmê desthilatdariya 25 salan a li Başûrê Kurdistanê, rexmê hemû zor û zehmetiyan jî dîsan hewldaneke jinê a ji bo têkoşînê hebûye. Ji xwe jinên Rojhelatê Kurdistanê jî xwedî ezmûn û dîrokek berfireh a têkoşînê ne û hewceye em jin bikaribin vê hêza xwe bikin yek û têbikoşin.

Şêwrê, astengiyên li pêşiya Kongreya Netewî çawa tespît kir? 

Kvestan 3Di van demên dawî de me hemû hewldana xwe a ji bo Kongreya Netewî bê rawest domand, armanc ew bû ku em bikaribin hemû partî, alî û kesayetan bînin gel hev. Lê mixabin ku hîn jî pêwîstiya vê yekê baş nehatiye fêm kirin. Îro li Rojhelata Navîn şerek dijwar rû dide. Li her çar perçeyên Kurdistanê dijminê Kurdan xencerên xwe radikêşin û li dijî Kurdan dibin yek. Çi desthilatdariya Iraqê a dibin rêveberiya Şîe a Ebadî de, çi jî dewleta Şîe a Îranê û çi jî Tirkiye, hemû hêzên desthilatdar dema mijar dibe Kurd dibin yek. Lê, îro di demek wiha de ku ewqas êrîş bi ser gelê me de tên, em nikarin yekitiya xwe çêbikin û bên gel hev.

Yek ji sedema wê a bingehîn jî ew e ku hîn me dijmin, dagirkerê axa xwe nas nekiriye. Rexmê evqas komkujî, êş û penaberiyê, hîn jî em nizanin ka dijminê me çendî bi xeter û hov in. Ligor min sedema bingehîn jî ji xwe rastiya dijminê xwe nezanîne û sedema din jî nêzikatiyên hizbayetî ye. Dîsan rastiya Kurdê îxanetkar, xwe firoş, dîsan beşek ku tesîra dijmin li ser wan pirr zêde ye ku mirov dîsan dikare vê yekê jî bi rastiya îxanetê di nav hev de bigire dest û binirxîne. Rexmê van hemû sedeman em dîsan jî hewl didin di bin pêşengiya jina Kurd de hemû aliyan bînin cem hev û çi dibe bila bibe, em bikaribin Kongreya xwe a Netewî lidarbixin. Encax bi yek girtina netewî Kurd vê bikaribin li hemberî dagirkerên axa xwe rawestin.

Mirov dikare bibêje ku ger ev polîtîkayên heyî wiha bidomin û Kurd nekaribin yekitiya xwe a netewî çêbikin, wê vê sedsalê jî winda bikin? Gelo Kurd bi tehlûkeyên bi çi rengî re rû rû bi rû ne? 

Bê guman! Mêzebikin, her dewlet û hêz ligor berjevendiyên xwe yên siyasî û aborî nêzî mijara Kurd dibe. Dema nexwezin ji xwe pirsgirêka Kurd nabînin. Lê, ger îro em yekitiya xwe avabikin û bibin hêza çareseriya pirsgirêkên xwe, wê demê tu hêz û dewlet wê nekaribe me. Dibe ku em ne dewlet bin, lê a ku me ji her demê zêdetir bi hêz bike yekitiya me a netewî ye.

Xwe parastinek mezin a her alî jî ev e an? 

Yekitiyek mezin a Kurd wê bi xwe re parastinek her alî jî bîne. Mînak li Başûrê Kurdistanê hilbijartin pêk hat û her kesek dibêje di hilbijartinan de fêl hatiye kirin, hewceye encamên heyî bên betal kirin. Ji xwe gelek acizî û gengeşe çêbûn. Dijminê Kurd dinêre û dibîne ku Kurd hîn di nav mala xwe de ne yek in; em hîna jî nikarin bi yek deng û reng bin, tifaqê di navbera xwe de çêbikin.

Ji ber vê yekê jî me wek jinên Kurd pêwîstî pê dît ku li hemberî van nêzikatiyan bisekinin, ji bo wê jî bibin hêza çareserî û kombûna hemû jinên her çar perçeyê Kurdistan ê. Me hewl da em hîn zêdetir jinan beştar bikin; ji ber perçebûn û sînorên ku dijminê me avakirine mixabin em ji hev hatine dûr kirin û vê yekê jî hîştiye ku em ji hev bên qot kirin. Lêbelê tund û tûjiya li beramberî me, li her çar perçeyên Kurdistanê her yek e. Ji ber ku feraset û bîrdoziya li dijî me xwe dispêre heman nêzikatiyan. Derdê me jinan her yek e. Ji ber vê, em wek jin dikarin hîn zêdetir bi gelên Ewrûpî re bikevin nav danûstandinê û bi rêya dîplomasiyê nêzikatiyek bi hêz bidin avakirin. Bi taybetî ciwan dikarin di vê mijarê de bi erka xwe rabin û a dikeve ser milê wan bi cih bînin. Bê guman berê her tiştekê jî danûstandinek bi hêz a di navbera gelê me de lazime û ji her demê zêdetir pêwîst e.

Mîrateyek pirr mezin a jinên Kurd ku di pêşengtiya Leyla Qasim, Rindê Xan û Sakîne Cansizan de pêk hat heye. Jinên Kurd îro li ser vê mîrateyê têkoşîn dikin. Ji bo Yekitiya Netewî ji vir û şûnde çi erk û berpirsiyarî dikeve ser milê jinên Kurd?

IMG_3169Ev hemû rêhevalên ku te navên wan anî ziman dîrokek berfireh a jinan in. Dîrokek zindî a jinên Kurd. Dîrokek ji berxwedan ê! Bi taybetî jinan di dîroka Kurd û Kurdistanê de; bi sedan jinên ku dibe me hîn navên wan jî  nebihîstibe, cih girtine û di oxira axa xwe de berxwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Ji ber helwesta partî û aliyan, em hîn nikarin baş bizanin an jî hejmara jinên ku berxwe dane û jiyana xwe ji dest dane, dîsan jinên ku di komkujiyên dîrokên cûda de hatine qetil kirin, tûmar bikin. Hafizeyek dîrokî a  hevpar nîne. Em hîn nikarin rêjeya komkujiya li Bakur û Rojava baş bizanibin. Ev hemû pirsgirêk in. Ji ber vê, ev komkujiyên ku li hember hevalên me, jinan pêk tê, hemû dîrok e, herçend dîrokek bi êş be jî girînge ku mirov pê bizanibe.

Ji bo wê jî her jinek dikare bi erka xwe a dîrokî rabe. Her jinek ku di mal deye û dibêje ma ez dikarim çi bikim. Wek birêz Ocelan jî dibêje; “ger her tu nekarî tiştekê jî bikî, duayekê bike”. Yan ew kesa ku li ser kar e, dikare bi kesên li derdora xwe re biaxive û wan li ser mijara pirsgirêka Kurd agahdar bike. Ciwan dikartin hîn birêxistinkirîbin, nîv saet be jî giyan û hizrê xwe bixin bin xizmeta têkoşînê û kesên li dora xwe şareza bikin. Ev tişt hemû xalên sereke yên serkeftinê ne, lazime mirov biçûk nebîne. A girîng ew e ku mirov bikeve nav tevger ê. Ji xwe encax bi giyan û birêxistinbûnek wiha em dikarin konferansek hîn berfireh û mezintir lidarbixin. Konferansek ku bi deh hezarê jinan li dora heman armancê kom bike.

Çima neyarên Kurdan ji lidarxistina Kongreyek Netewî  ya Kurd ditirsin? 

Em nêzî 13­0 jin li vir in. Dijminê Kurdan jî niha baş dizane ka em li vir çi nîqaş dikin, çi dikin. Li her welatek Ewrûpayê saet bi saet xebat û karê me jinan dişopînin. Ev nêzikatiya wan jî bi hêz bûna me û tirsa wan a li hemberî xebat, ked û vîna jina Kur dide nîşandayîn. Ji ber ku ew dizanin ku bi serkeftina Kurdistanê ew ê nekaribin carekedin dagir bikin, bidizin. Ji ber ku wan ziman, çand û hemû nirxên me yên bin erd û ser erd dizîn. Ew dizanin ger Kurd vegere xwe, rastî bibîne û ligor wê bijî, ew ê carekedin nekaribin wek ew dixwazin tev bigerin.   ­