Şahbanûya Zaria Amîna: Şervana efsanewî ya Efrîqayê

- Berjin TEKOŞER
414 views
Şahbanûya Zaria yê Amîna ku di sedsala 16’an de li Nîjeryayê jiyaye, wek Sauraniyar Zazzan jî tê nasîn. Amîna di roja me ya îroyîn de jî wek yek ji jinên şerker û jîr ya welat tê nasîn.

Amîna Zaria ku bi gelemperî wek şervan şahbanû jî tê zanîn, di navbera salên 1533-1610’an de, axa gelên Hausa ku dikeve bakurê Efrîqayê digihîne sînorên herî mezin ên dîrok ê. Ew şahbanûya şervan a Zazzau bû. Amina 34 salan hikûm kiriye.

Jina efsanewî

Di dîrokê de jinên Efrîqî ne tenê bi nasnameya dayîk, hevjîn, perwerdekar û karker derketine pêş, belku ew ji bo serxwebûna welat û herêmê dem bi dem tevlî şer bûne û bi rola şervanekê rabûne, di şeran de cih girtine. Yek ji wan jî şahbanûya Zaria Amîna ye ku ji bo parastina axa xwe di nav refên jinên şervan de cih digre.

Li gor agahiyên heyî Amîna, li herêma Kaduna ku navê wê yê

berê Zazzau ye, li bajarê Zariayê di sala 1533’an de, di nav qebîleya Hausa tê dinyayê. Hebûna vê jina şerker ger di nav dîrokzanan de hîna jî cihê nîqaşê û lêkolînê be jî, lê mijara ku hebûna wê piştrast dike yek ji mijarane ku bi gelemperî tê pejirandin. Di encam de, biranîna şahbanû Amîna li welatê wê Hausaland û wêdetir wek efsaneyekê belav bûye. Nexasim şervanî û şerkeriya wê bi nav û deng e.

Di 16 saliya xwe de bû şahzadeya tac ê

Amîna ku bavê wê qiralê Zaria ye, li ber destê bapîrê xwe di ware

siyasî, leşkerî û herêmî de perwerdeyek taybet dibîne. Gava Amîna 16 salî bû, ew bû şahzadeya tac ê û bi saya vê sernavî, 40 alîkarên jin jê re hatin dayîn.

Amîna rexmê ku pir kes dildarê wê bûn û dixwestin pê re bizewicin, heya dawiya jiyana xwe jî bi kesekê re nezewiciye.

Her wekî kevneşopiya heyî ya herêm ê, rêveberiya Zazzau di sala 1566’an de, piştî mirina bavê wê Mai Martaba Sarkî Nîkatau derbasî birayê wê dibe. Amîna jî bi vî rengî hêza leşkerî ya li herêmê digre dest xwe û dibe yek ji şervana sereke ya qesr ê.

Amîna di sala dehan a rêveberiyê de, piştî mirina birayê xwe text jê re dimîne û ew êdî wek şervanek jîr lêhatiye, di nav artêşa Zazzau de dibe xwedî cih û girîngiyek mezin. A rast Şahbanû Amîna beriya ku dewlet bajar birêve bibe, wek pêşengê siwarî yên Zazzau serweriya xwe ava kiriye.

Şervanî û şerkeriya 34 salan

Şahbanû Amîna piştî mirina birayê xwe şûnde, hem wek Şahbanûya herêma Zazzau û hem jî wek yekemîn Şahbanûya wê demê ya Efrîqayê, piştî sê salan artêşek ji 20 hezarî ava dike. Ji ber ku Zazzau li rêyên hevbirîn ên sê korîdorên bazirganî yên herî girîng ên Afrîkaya Bakur e, Amîna bi artêşa xwe re diçe gelek seferan û 34 salan bê rawestan şer dike.

Amîna di encama van seferan de axa xwe berfireh dike, her wiha ji mezintirîn koma leşkerî re fermandariyê dike. Hema bêje 34 salê

n rêvebiriya wê bi êrîşên leşkerî derbas dibe. Ger êrîşên leşkerî yên Amîna ji ber rêyek ewle ji bo bazirganên Zazzau û Hausa bibe jî, lê di berfirehkirin û mezinkirina axê de jî ev yek bi bandor bûye. Mirov dikare bibêje ku Zazzau di dîroka xwe de bi serkeftinên serdema Amîna de gihiştiye qadên herî mezin.

Pergala wê ya parastinê pêşketî ye

Li gor bawerî û gotegotan jî, wer bawer e ku Amîna yekem kes e ku di artêşa Zazzau de kumzirx û zirx bikar aniye.

Li bakurê Nîjeryayê dîwarên ku wek surê hatine bikaranîn û li derveyî bajar û gundan hatine avakirin, her wiha di roja me ya îro de jî tê bikaranîn, tê zanîn ku yekem car di dema Amîna de hatine bikaranîn.

Amîna di demekê de, rêyên ku rojavayê Sudan ê, ji bakur ve Misir û ji aliyê bakur ve jî Maliyê bi hev dide girêdan û hemû herêmê serwer dibe. Amîna piştî her seferê û bidestxistina ax û erdên nû, yekser li dora wan herêman dîwaran lêdike. Gelek ji wan dîwaran heya dema modern jî karîn ser pêya bimînin; bi vî rengî mîrateya wê ya dewlemend, hem di dewlet bajara Hausa û hem jî di çanda wê de mayînde dibe.

Bêguman bê ku mirov li koka wê binêre, nûbûna zirxa parastinê di dema Amina de hatiye Hausaland ê. Ji ber Zazzau Hausa di hunera çêkirina metal de pir jêhatî bûn, li cihe ku mirov bigihe vê encamê ku artêşa Amîna bi zirxên laş baş hatiye parastin.

Jina ku sedsal bi navê wê hejiyan

Hin dîrokzan didin diyarkirin ku Amîna ji ber pratîka Hausa ya çêkirina wargehên leşkerî ya li pişt dîwarên kelehê ev yek çêkiriye. Di roja me de dîwarê ji 15 kîlometreyan ya bajarê Zaria dorpêç kiriye, heya dema Amîna diçe û wek dîwarê Amîna (ganuwar Amina) jî tê zanîn.

Her wiha hin dîwarên li bajarên dewletên kevnar ên Hausalandê ku li bejahiya derdorê gundewarî dizivirin hene. Tê gotin ku

 ger hemû dîwar di dema Amîna de nehatibin çêkirin jî, lê ev dîwar wê ji cîhana heyî re wek dîwarê Amîna bimaya.

Gelek dîrokzan û lêkolîneran dîroka Hausalandan lêkolîn kirin û agahî kom kirin. Dîrokzan J.F. Ajayî û Michael Crowder didin diyarkirin ku Amîna ne di sedsala 16 belku di sedsala 17’an de jiyaye. Ew van agahiyên xwe dispêrin agahiyên li Bellow’s Chronicle yê.

Navê ku bû dengvedana cengaweriya jinê

Navê Amîna Zazzau, wê ji aliyê gelê Nîjeryayê ku leqeba “Şahbanûya cengawer a Hausa” dabûn vê jina wêrek, tu caran ji bîr neçe û ji bo heta hetayê ew bidana jiyan kirin.

Ger baş neyê zanîn jî lê tê gotin ku ev Şahbanûya cengawer di sala 1610’an de li Attaagar ê jiyana xwe jidest dide. Di roja îroyîn de hîna wêrekî, cengawerî, hişê wê yê leşkerî û hêza wê ya birêvebirinê wê di nav civaka dema heyî ya zilamsalar de bi awayekî rêvebera serketî bihata bibîranîn.

Navê Amîna li gelek saziyên perwerdehiyê tê kirin, her wiha peykera wê jî li Tîatroya Hunera Netewî ya Nîjeryayê ye.

Her çiqasî tam neyê zanîn jî, lê bi gelemperî ev yek tê pejirandin ku Amîna li Nîjeryayê, li wargehek leşkerî ya Atagarayê nêzî Bida, di dema çalakiyek leşkerî de jiyana xwe jidest daye.