Sala 2017’an bi tekoşîna jinan tacîdar bû!

- Zeynep ERDEM
629 views

Jin ji bo ku jiyaneke nû di vê sedsalê de bidin avakirin, bi îdeayeke mezin têdikoşin. Di ferqa rola xwe dene. Ji ber ku demeke dirêj li hember desthilatdariya zilam û pergala desthilatdar wenda kirin. Li sAMED KADIN BULUSMA MITING KADIN ZAFER ISARET 32er vê wendakirinê jî desthilatdariyê pergaleke li dijî jinan avakir. Lê, di roja me ya îro de merc hatine guhirandin. Jinan xweliya li ser xwe avêt û bi îdîaya jiyaneke nû bidin avakirin, bi gavên mezin ber bi azadiyê ve dimeşin. Di vê meşa azadiyê de jinên Kurd bi rola pêşengiyê radibin. Her wiha ev meşa wan meşeke bi îdîaya serkeftinê ye.

Li aliyê din de jî desthilatdariya zilam bi hemû hêza xwe bi ser jinan de diçe. Dixwaze bi êrîşên fîzîkî jinan ji holê rake. Bi taybetî jî jinên pêşengên tekoşîna azadiyê di hedefa van êrîşan dene.

Weke ku tê zanîn di serê sedsala 20’an de, di şerê parvekirinê yê li herêmê de, di şexsê jinan de bi hemû gelan dan winda kirin. Yên ku xwe birêxistin kirin û xwe bi sazûman kirin, hêzên modernîteya kapîtalîst û netew-dewletê bûn. Heya demeke dirêj di bin desthilatdariya xwe de li herêmê netew-dewlet dan avakirin, ji bo berjevendî û dirêj kirina emrê pergala heyî, ew bikar anîn. Di vê navberê de, hem gelên herêmê, hem jî jin di bin desthilatdariyeke mezin de hatin pelçiqandin û tune kirin. Di roja me a îro de, jinan bi sekn, kar û fedekarî, derfeta têkoşîneke mezin da avakirin. Û bi hewldaneke mezin, bê rawest têdikoşin. Hêzên desthilatdar pirr baş dizanin ku azadiya bi destê jinan bê avakirin, dikare ji hemû civak û hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn re azadiyê bîne. Ji ber wê jî herî zêde êrîşî jinan û destkeftiyên wan dike.

Di vê demên dawî de jî faşîzma AKP-Erdogan herî zêde bera êrîşîn xwe dane ser jinan û destkeftiyên ku wan bi keda sala û xebatek bê rawest bi dest xistine, dikin hedef. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, sazî û dezgehên jinan ku di encama tekoşîn û karên bi salan de hatibûn avakirin îro yek bi yek hatin desteserkirin. Saziyên demokratik yên gel ku bi pergala hevserokatiyê dihatin birêve birin, ji aliyê desthilatdarî û faşîzma AKP-Erdogan hatin dagirkirin. Ya herî gîring jî ev e ku di qada siyasî û civakî de êrîşa herî dijwar li ser jinan pêk hat, bi sedan siyasetmedar, nûnerên gel hatin girtin û di zindanan de hîn jî dîl tên girtin.

Li aliyê din de jî tirseke mezin ya dewleta dagirker aTirk ji hêza çalak a gerîllayên jin heye. Ji ber ku di nava tekoşîna azadiyê de, jinan li dijî desthilatdarî û dagirkeriya dijmin berxwedaniyek bê hempa dan meşandin. Bi taybet di qada parastina rawa de jinan roleke girîng girtiye ser milê xwe; ji ber wê jî dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe hewl dide ku di vî warî de şikestinekê çêbike. Ji ber ku ji jinan ditirse. Ji hêza wê, ji hebûna wê ditirse. Ji asta ku îro jina Kurd gihayê ditirse. Ji bo ku jin bê tirs bi ser dijmin de diçin. Ji ber wê jî artêşa dagirker bi teknîka herî pêşketî, bi artêşeke cîhanî ya sêyemîn êrîşên xwe dibe ser hêza gerîlla; lê, rexmê wê jî nikare li bember gerîlla serkeftinê bi dest bixe. Ne tenê li Bakurê Kurdistan ê, di heman demê de li çar beşên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd îro di bin êrîşa dewleta Tirk a dagirker deye.

Jinên Kurd bi zanebûna demê û rola jê tê xwestin, tevdigerin, li hemû qadan tekoşîn. Bi taybet şoreşa Rojava û pergala demokratîk ya Bakurê Surî destkeftiyeke mezin e ku di encama têkoşîna jinan de hat bidest xistin. Modela modernîteya demokratîk wê di avakirina pergala nû a li herêmê, dîsan di dizayn kirina herêmê de roleke çêker bilîze. Ev modêl jî li ser esasê bihevre jiyana gelan û azadiya jinan xwe birêxistin dike. Ev jî di serî de pergala faşîzma AKP-Erdogan, hêzên desthilatdar dixe nav tirseke mezin. Hêzên desthilatdar dibînin ku jin li herêmê kêlî bi kêlî jiyaneke nû diafirînin. Ev jiyan jî tiştekî wisa ye ku weke miqnatisê herkesî dikşîne nava xwe. Ji derdê her kesî re dibe derman. Sînorên xwe derbas dike û li kuderê pirsgirêk hebe, li wê derê wan pirsgirêkan çareser dike.

Ji ber wê çendê jî hêzên desthilatdar despêkê jinan dike hedef, destkeftiyên wan tune dike. Lê, nizanin ku jinan tovên berxwedanê avêtine her aliyeke cîhan ê. Ne di ferqê dene ku li her derekê potansiyela jinan a li dijî desthilatdaran serî rakirinê heye. Li çar beşên cîhanê tekoşîna jinên Kurd deng vedaye. Bi şehadeta her jinekê re, ji çar beşên Kurdistan û cîhanê bi dehan, sedan jin diherikin nava tekoşîna mirovahiyê. Ji xwe tirsa hêzên desthilatdar a ji jinan jî ji ber vê çendê ye. Çiqas bi ser jinan de diçin, jin ewqas bi hêz dibin û sonda bilindkirina ala azadiyê didin.

Wisa diyare ku israra jinan ya avakirina pergala nû li herêmê wê bidome. Di sala nû de jî ev tekoşîna dijwar wê dîsan di pêşengtiya jinên Kurd de bidome û bibe dengê hemû jinên herêm û cîhan ê. Wê bibe sala azad jiyan kirina gel û jin an.