Sara dengê jina berxwedêr

- Newaya Jin
742 views

MANSETBi ser şehadeta sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de, li Parîsê di navenda Enformasyona Kurd de, hatin qetil kirin, 5 sal derbas dibe. Lê, gelê Kurd di bin her şert û mercî de, ji bo ku kujer bên darizandin, dan diyar kirin ku ew ê heya dawî şopdarê vê bûyerê bin. Xwendekar û jinên li wargeha penaberan a Mexmûrê jî didin diyar kirin ku ewê tu caran rê nedin ku bi ser vê bûyerê bê girtin. Xandekar û jinên wargehê ji bo rojnameya me Newaya Jin qala jiyan, sekn û nêzikatiya Sakîne Cansiz kirin û nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Xwedî nêzîkatiyek cûda bû’

Xwendekara Sakîne Cansiz Zekiye Kaçan behsa nêzikatî û kesayeta Cansiz dike û dibêje; “ez xwendekara heval Sara bûm û niha li dibistana wargehê mamoste me. Min heval sara yekem car, dema ez xwendekarê dibistana navîn bûm, nas kir. Li ser rê bi zarokên temenê wan di navbera 4,5 û 6 salî de bûn, dilîst.

Heval Sara weke jiM. Zekiye Kaçan (1)neke şoreşger, di nav wan şert û mercan de, bi nêzikatî û eleqedarbûna xwe a bi zarokên wargehê re, ez ji dil bandor kirim. Bi hatina dibistanê û bi me xwendekaran re ji nêz de eleqederbûna wê, bandorek erînî li ser me tevan çêdikir. Xwedî nêzîkatiyek pirr cûda bû. Mirov ji vê nêzîkatiya wê fam dikir ku dixwaze pêşerojek diyarker û serkeftî ji bo zarokan bide avakirin.”

Kaçan balê dikşîne ser hewldanên Cansiz a ji bo avakirina dibistana dayîkê û dibêje; “Bi hemû dibistanan re taybet eleqedar dibû. Hem weke jinek şoreşger û hem jî weke mamostayekê, perwerdeyek taybet a pêşketî dida meşandin. Ji mamostayekî zêdetir weke hevalek dozê, ji bo serketinê her tişt dikir û dida kirin. Ji bo serketinê hemû rê û rêbaz dida nîşandan. Ji aliyê têkiliyên bi jin, civak, mamoste, xwendekar û zarokan re, hessas tevdigerî; dikarî her ferdek civakê re taybet û ligor pêdiviyên kes nêz bibe. Ev taybetmendiya wê jî dihişt ku her ferdek ji civakê bibe heyran. Em xwendekar û mamsoteyên wê demê û niha minetdarê wê ne ku ji bo me di nav şert û mercên giran de kedek mezin da, hişt em bigihin vê astê.”

‘Me ew bi têkoşîna wê nas kir’

Mamoste Emîne Ozgun jî balê dikşîne ser şêweyê perwerdehiya Cansiz û dide diyar kirin; “Heval Sara dema ji bo rêveberiya dibistanê hate peywirdarkirin, ji xwe ji berê de weke yekem jina Kurd di nava damezirandina PKK’ê de cihê xwe girtibû, her wiha berxwedana Zindana Amedê û weke jineke Kurd û şoreşger xebatên ku dabûn meşandin, wek efsaneyekê li sM. Emine Özgüer zimanan qet nediket û me jî wisan ew nas kir. Di pêvajoya ku li dibistanan xebat dida birêve birin, hem perwerde dida, hem jî hevaltiyeke rast a li ser esasê pêşxistin û pêşvebirina mamosteyan, bi taybet mamostayên jin birêve dibir û kedeke mezin dida. Tişta ku di kesayeta heval Sara de ez bandor kirim, ew bû ku li gel wê westan nebû, hêrsa wê ya ji bo xebat û pêşxistina perwerdeyê tu caran bi dawî nedibû. Vê yekê jî hişt girêdanek me a bi heval Sara re ku tu caran neyê ji bîr kirin, bê avakirin. Mezinbûn û kêrhatîbûna jinê, weke kes min di kesayeta heval Sara de nas kir. Her wiha ruhê hevaltî û Apogeriyê, min di kesayeta heval Sara de dît. Me hêza xwe ji heval Sara digirt. Ew bibû çavkaniya hêz û moralê ji bo me jin an.”

Ozgun axaftina xwe wiha didomîne; “di nav perwerdeyê de jî lêgerînek mezin a heval Sara ku bikare hejmara mamostayên jin zêde bike, hebû. Mamosteyên ku nebesî û qelsiyên xwe hebûn, ji tevger û vîna heval Sara bandor dibûn û hewl didan wan qelsiyên xwe bibohirînin. Me ji heval Sara hêz digirt û bi hêza ku me digir, em ber bi serkeftinê ve diçûn. Ev jî yek ji xala herî zêde ku mamoste matmayî dihiştin bû. Di wê pêvajoyê de xebatekî serketî û bi kelecan hate kirin. Mirov dikare bêje; ew dem demek bû ku herê zêde xebatên perwerdehiyê encam digirt û berhem dida. Serkeftina ku niha em bidest dixin jî bi saya ked û vîna heval Sara a ji bo pêşxistina perwerde û xwendekaran bû.”

‘Ji bo jin û ciwanan kedek mezin da’

Ozgun wiha pêde diçe; “bitaybetî ji bo pêşketina jinan hewldanek mezin a heval Sara hebû, ji xwe ger mijar jinên ciwan baya hîn zêdetir li ser disekinî û ked dida. Ji ber ku baş dizanî ku yên herî zêde hatine perçiqandin û ji rastiya wê hatiye durxistin jin e. Ne tenê bi jinê re eleqedar dibû, di her alî de ji bo her karî amade bû. Lê, ji bo pêşxistina jinê kedekî wê ya bê hempa hebû. Tim dixwest jinê ji feraseta nezan, qels û lewaz bide dûrxistin. Ji bo ku bikare siberoja xwe avabike. Heval Sara tenê perwerde ne dida û derbas nedikir, di heman demê de ji bo pêşeroja zarok û keçên ciwan, ji bo pêşeroja civakê diyar bike, perwerde dida. Nimûneya herê ber bi çav, mirov dikar sekn û tevgera heval Sara, nêzîkatiya wê ya ji bo perwerde û siberoja civakê bide. Xwendekaran ji sekna wê hêz digirt.

Bi bihîstina şehadeta heval Sara, ne tenê mamoste û xwendekarên ku pêre jiyan kiribûn, dikarim bibêjim hemû gelê wargehê kete nav valahiyek mezin. Ji ber ku heval Sara ji bo gelê wargehê hêza moralê bû û çavkaniya jina berxwerdêr bû. Ev yek jî dibû sedem ku tevî hemû şertên jiyanê yên xirab, gel li xwe vegere û li ber xwe bide. Ji bo heval Sara me şîn negir, ji ber ku me dizanî encax em bi perwerde û pêşxistina asta kesayeta zarokên Mexmûrê dikarin ji bîranîna wê re bibin bersiv. Dema dibêjin Sara, bi hêzbûn, vîn û hêrsa serkeftinê tê bîra min. Lê, bi wê re jiyankirin tiştekî pirr cûda û heybet e.  Ew ne weke jinek ê, weke şoreşger û mamosteyek jiyan ê a têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Ew bû sembola vîna berxwedêr a gelê penaber a Mexmûr ê.”

‘Ew dengê jinên penaber bû’

Ekran Alıntısı.JPGggsMamoste Xatûn Babat jî li ser kesayeta Sakîne Cansiz radiweste û dibêje; “ min heval Sara di sala 2000’an de ku li wargeha Mexmûrê li ser xebatên perwerdeyê disekinî, nas kir. Di wê demê de danûstandinên me li gel heval Sara çêdibû û me xebatek bi hev re meşand. Perwerdeya Mexmûrê her çiqas di pêvajoya penabertiyê de, ji wargehên destpêkê heya roja îro jiber derfetên kêm, bi zehmet be jî lê, xebatên perwerdeyê bi xebat û alikariya heval Sara heta astekê meşiya. Di salên 2000’an û şûn de, ked û hewldanek mezin ya heval Sara ji bo perwerdê çêbû. Ked û hewldanek mezin ya ji bo rûnişkandina pergala perwerdê ya di asta vê wargehê de hat bi rêvebirin. Jiber wê jî mirov dikare bêje; hema hema ji salên 2000 heta 2002’an xebata perwerdeyê a Mexmûrê xwe zêdetir bi pergal kir. Bê goman di wê pêvajoyê de hetina heval Sara ya li wargehê, xebatên ku di bin berpirsyartiya wê de hate meşandin, mirov dikare bêje hemû encamê wê ne.

Heval Sara xwe li ber her tiştekê de berpirsyar didît. Em gelek caran wekî kes dibêjin ev kar ya min e, ev xebat di bin berpirsyartiya min de ye, lêbelê hevala Sara berovajî vê nêzikatiya me nêz dibû û xwe li ber her tiştekê de berpirsyar didît. Li ser hemû beşên civakê wek zarok, ciwan û heta yên bitemen jî bandora wê hebû, mirov dikare ji aliyê erênî de şopên hevala Sara li ser her beşek civakê bibîne. Di kesayeta heval Sara de gotina nabe, yan jî çênabe, nebû.”

Babat wiha pêde diçe û dibêje; “em gelek caran bê bawer dibîn û dibêjîn ev tişt nabe yan jî çênabe, lê hevala Sara ne kesayetek wisa bû, kêmasiyên ku heyî rast dikir, kesayet avadikir û ji bo avakirin û çareserkirinê hertim di nava hewldan de bû.”

‘Pirr tişt hene ku em jê fêr bin’

Ekran AlıntısıMamoste Dîcle Dax dide diyar kirin ku wan ji Cansiz wateya jiyanê nas kir û karîn wek jin bi hêz li ser lingan rawestin û wiha didomîne; “hebûna heval Sara li wargehê bandorek xwe a cûda hebû. Heval Sara jinek wisa bû ku bi zarokan re zarok, bi ciwanan re ciwan bû. Bi van nêzîkatiyên xwe yên ku mirovan ji dûr ve dikêşa xwe, bandorekî erênî li ser hemû gelên wargehê çêkiribû. Girîngiyek mezin dida jin ê, ji ber ku yê herî zêde di nava civakê de hatî perçiqandin jin bû. Li dibistanan jî eleqeyek cûdatir nîşanî xwendekarên keç dida, dixwest bikeve nava hestên wan û bizane ka çawe jiyan dikin, jiyana ku dijîn fêm bike. Dîsan dixwest ji aliyê çandî, hunerî, zanistî de, di asta herî jor de xwendekar pêşbikevin. Heval Sara ji destpêka damezirandina partiyê heta şehadeta  xwe, rojên herî zor, zehmet û bi êş, hem di qadên çiya de, hem li zindanê jiya, ji ber vê pirr tişt hene ku em ji jiyana wê fêr bibin.”

Dax bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne; “gelek caran jiyana xwe dikir mijara gotinê, me jî bi baldarî lê guhdar dikir. Ji xwe ji bo me her tim mijara meraqê bû. Dixwest ji hemû pirsgirêk, zorî û zehmetiyên gelê wargehê re bibe bersiv. Dema bi kesan re eleqeder dibû, diaxivî bandorek mezin li ser mirov dida avakirin, heta di mirov de daxwaza kar kirinê dida avakirin. Şehadeta heval Sara di wargehê de, di gelê me de valahiyek mezin da çêkirin.”