Şerê hebûn û azadiyê

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
470 views

Li herêma me şerên sedsalî yên xwe disipêrin pîlanên hegemonîk pêk tên. Ev pêvajoya şer ku dirêjî salan bûye, weke şerê sêyem yê cîhanê tê pênasekirin. Îro navenda vî şerî erdnîgariya Kurdistanê ye. Diyare encama vî şerî dê li gorî tekoşîna hêzan a leşkerî-siyasî dê eşkere bibe. Lewma hêzên di vî şerî de cih digirin, di warê siyasî û leşkerî de rojane bi hemleyên nû dixwazin pozîsyona xwe xurt bikin. Bi taybet ji sala 2011’an ve li Sûrî şerek dijwar dimeşe. Di vî şerî de Kurd bi tevgera şoreşê bûn xwedî yek ji pozîsyonên herî xurt û serkeftî. Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat ragihandin, di nava demek kurt de şax da, di warê parastin, siyasî û civakî de xwe saz kir. Ev şoreş bê guman beriya her tiştî encama têkoşîna Rêber Ocalan a li Sûrî û Rojava bû. Rêber Ocalan 20 salan li Rojava û Sûrî xebata şoreşê meşand. Vî bingehî hişt ku di sala 2012’an de şoreş bilez civakî be û hetta di demek kurt de jî cîhanî be.

Şerê li dijî eniya şoreşê

Ji hêzên herêmî Tirkiye û Îran, ji hêzên cîhanî jî Emerîqa û Rusya di vê demê de li Sûrî di şer de bûn alî û li ser erdê xwe bi cih kirin.

????????????????????????????????????

Pîlanên van hêzan yên hegemonyayê hişt ku carnan ev hêz pev biçin û di eniyên cuda de cih bigirin. Lê li dijî eniya şoreşê hem Îran û Tirkiye, hem jî Rusya û Emerîqa her dem gihan hev. Bi taybet Tirkiye ku hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan saz kiriye, hebûna şoreşa Rojava ji bo xwe tinebûn hesiband. Lewma hîn di rojên pêşî de komên çete dibin baskên xwede civand û weke hêzeke paramîlîter li dijî Rojava rêxistin kirin. Dîsa bi awayeke yekser destek da DAIŞ’ê û sînor ji bo êriş û derbasbûna çeteyan bêsînor vekir. Li gorî rêçûna rewşê dewleta Tirk ev komên çete çalak kirin. Heman salê êrişa herî berfireh li dijî bajarê Serêkaniyê pêk hat. Di vê êrişê de dewleta Tirk rê li çeteyan vekir û ji bo herêm dagir bibe ya ji dest tê kir. Lê berxwedana li Serêkaniyê hişt pîlana êrişê demdirêj nebe. Di nava demê de biçûk an mezin, bi sedan êriş pêk hatin ku di tevan de destê dewleta Tirk hebû. Êrişa herî mezin a dewleta Tirk bi rêka DAIŞ’ê li dijî Kobanê pêk hat. Pêla êrişa mezin a salên 2014-2015’an bi berxwedanek dîrokî li Kobanê têkçû. Di wan rojan de serok dewletê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi dengek bilind daxwaza ketina Kobanê dikir. Lê ev daxwaza Erdogan di serî de li Rojava, li seranserê cîhanê bi berxwedanê pêşwazî bû. Bi vî awayî pîlana Erdogan li Kobanê bi têkçûna DAIŞ’ê derbek mezin xwar. Lê pîlan li ser kar bû, DAIŞ û komên din yên çete dibin kontrola Erdogan de êrişên xwe domandin. Li aliyê din eniya tekoşîna li dijî DAIŞ’ê di pêşengiya gelê Kurd de firehtir bû. Bajarên Minbic, Reqa, Dêrazor û bi dehan navçe û bajarok ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Bi vî awayî DAIŞ li ser vê axê têkçûna herî mezin jiya.

Plana têkbirinê vala hat derxistin

Hemwext li Tirkiyê li eniya rejîma Erdogan jî têkçûn hebû. Piştî DAIŞ li Kobanê têkçû, li Tirkiyê hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an pêk hatin. Di vê hilbijartinê de AKP piraniya dengan winda kir û ji binî de hejiya. Partiya demokratîk a gelan HDP bi serkeftinek mezin ji hilbijartinan derket. Bi vî awayî bi serkeftina Kobanê li gel DAIŞ’ê Erdogan jî derbek giran xwar. Hilbijartina 7’ê Hezîranê wisa bû nîşana serfketina Kurdan û gelan. Lê belê Erdogan ev têkçûn qebul nekir. Vê carê berê êrişan da Bakurê Kurdistanê. Li dijî HDP li gel êrişên bi destê DAIŞ’ê dane kirin, pêla girtin û binçavkirinê dest pê bû. Li gel vê li Bakur pîlana têkbirinê ku di civîna desteya ewlekariya Tirk a 30’ê Cotmeha 2014’an de bûbû biryar xistin meriyetê. Ev plana bi armanca qirkirinê li bajarên Bakurê Kurdistanê bi berxwedana rêveberiyên xweser hat pêşwazîkirin. Li Cizîra Botan, Şirnex, Sîlopî, Sûra Amedê û dehan navendan gel ragihand ku ew dewleta dagirker naxwaze û dê bi xwe xwe birêve bibe. Li dijî vê konsepta tinekirinê helwesta gel giring bû. Li gel vê di pêşengiya YPS û YPS jin de ciwanan li dijî dagirkeriyê dest bi parastina sivîl kirin. Berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker bi vî awayî li eniya gel, li her kolanê berfireh bû. Artêşa Tirk di êrişên li Bakûr de jî ne bi tenê bû, li gel artêşê çeteyên Erdogan jî li van herêman di şerê qirkirinê de cih girtin. Li gel hin faktorên din, lê bi taybet berxwedana xweseriyê pişta artêşa Tirk şikand û hişt ku di hundir de dewlet bixetime û li hev bikevin. Li eniya dewletê bi vî rengî pevçûna hêzan gurtir bû.

Xaleke din a gelek giring jî ew e; Nîsana 2015’an hevdîtinên ku di Çileya 2013’an de li Îmraliyê bi Rêber Ocalan re dest pê kiribûn, hatin rawestandin. Rejîma Erdogan ji xwe bi rawestandina van hevdîtinan konsepta şer hîn berfirehtir xistibû meriyetê. Pêvajoya mijara gotinê ji destpêkê de bi înisiyatîf û hewldanên çareseriyê yên Rêber Ocalan dest pê kiribû. Rêber Ocalan di vê demê de derbarê Şoreşa Roşava de xalên sereke destnîşan kirin. Ji bo çareseriya şerê li Sûrî projeya xweseriya demokratîk li Rojava di pêşengiya Kurdan de pêşde bir û hişt ku bi beden bibe. Yanî di esil de şoreşa Rojava li Îmraliyê bi ser ketibû. Erdogan piştî têkçûna planên xwe ev yek dît û deriyên Îmraliyê careke din girtin.

‘Şerê man û nemanê’

Di hevdîtinên xwe de Rêber Ocalan şerê dewleta Tirk yê li dijî gelê Kurd weke şerê man û nemanê pênase kir. Dewleta ku hîmê xwe li ser înkara Kurd daniye, ne pêkan bû destûr bide Kurd bibin hebûnek azad. Ji ber vê Rêbertiyê her dem projeya xweseriya demokratîk ku xwe disipêre gelan bi israr pêşxist. Yekane rêbira şer ev proje bû. Di rastiyê de a ku li Rojava bi beden bûyî di projeya xweseriya demokratîk de, paradîgmaya Rêbert Ocalan bû. Tevî hemû êrişan jî dewleta Tirk nekarîbû pêşî li çêbûn û sazûmaniya Rêbertiyê bigre.

Di encam de piştî ku dewleta Tirk bi ti awayî nekarî pêşî li Şoreşa Rojava bigire, di 9’ê Cotmeha îsal de tevî artêşa fermî a dewletê, bi artêşek mezin a ji çeteyan êrişî Rojava kir. Ev êriş di salvegera komploya navdewletî a li dijî Rêber Ocalan de da destpêkirin. Hêzên ku di komploya navdewletî de rol girtin, di vê êrişê de jî çalak bûn. Di serî de Emerîqa û Rûsya li dijî şoreşa Rojava di vê plana qirkirinê de xwe eşkere kirin. Tişta ku di 15 rojên pêşî yên êrişê de derketî holê ev e ku, hêzên hegemon Rûsya û Emerîqa ji bo fetisandina şoreşê xwedî heman konseptê ne. Her çiqas bi rêbazên cuda tevbigerin jî ev rastî wisaye. Beriya 21 salan Tirkiye, Emerîqa, Rûsya û hêzên din çawa komployek navnetewî rêxistin û di encam de Rêber Ocalan di 9’ê Cotmehê de ji Sûrî derket, di heman rojê de dîsa heman hêzan bi konseptek hevbeş bi destê Tirkiyê starta êrişan dan.

Bi kurtî plana ku binavê têkbirinê li ser kare, plana qirkirinê ye, mezine û li pişt wê hesabên dîrokî, hesabên paşeroj û pêşerojê, her wiha hêzên herêmî û cîhanî hene. Di sedsaliya peymanên herêm kirine qada şer de, çarenûsa gelê Kurd tê xêzkirin. Lê vê carê Kurd dixwazin li ser axa xwe Kurdistan, vê çarenûsê bi destê xwe binivîsin. Lewma jî Kurd û Kurdistan tam li ber serkeftinê, rastî vê êrişa mezin tên. Êriş di demek wisa de ku hewldana çareseriya siyasî û destnîşankirina statuyan li Sûrî, pêk tê. Diyare her Kurdek dizane, ev êriş tenê ne li ser şoreşa Rojava ye, li ser her destkeftiya Kurd, li ser hebûn û azadiya gelê Kurd e. Dîsa eşkereye ev konsept û plana Tirkiye, Emerîqa û Rûsya li ser tasfiyeya tevgera azadiyê û xeta Rêbertiyê digehe hev. Di şexsê Rojava de ev hêz êrişî hebûn û azadiya gelê Kurd dikin.

Têkoşîna gelekê di nav pençên qirkirinê de

Kurdan ji ber ku ev yek dîtin, ji roja pêşî de rabûne ser piyan. Dîsa Kurd dizanin şerê sedsalan ku Rêber Ocalan bi derketina ji Sûrî xwest pêşî lê bigire, dixwazin bi vî rengî rojane bikin. Ji ber vê Rêber Ocalan got, divê Kurd xwe li gorî rastiya gelê şer dike rêxistin bike û bijî. Eger na, dê pêkane dinava pencên qirkirinê sedsalan bimînin.

Belkî me dizanî, lê careke din me bi çavên xwe dît lîstik mezine, rojane ev lîstik bi rûyên nû lê bi heman naverokê dertê pêşberî me. Kurdê berê ba, dê bigota tiştek em winda bikin tine, her çi dikin bila bikin. Lê niha rewşek cuda heye. Destkeftiyên gelê Kurd û tevgera azadiyê ku bi ked û têkoşîna salan berhev bûne dibin êrişê de ne. Ji vê jî wêdetir hebûna gelê Kurd dibin êrişê de ye. Dîsa dixwazin Kurdan bixin navenda şerek sedsalan. Wate tiştên em winda bikin, her tişt e. Lewma bi têgehiştina an îro, an jî qet divê em tevbigerin. Êrişa li ser Bakûr, Rojava û Başûr xwediyê xwe yeke. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hêzên navdewletî di dîzayna nû a herêmê de Kurdê azad naxwazin. Kurdê leşker, Kurdê kole û serî tewandî dixwazin. Ya ku niha li ser Şoreşa Rojava tê ferzkirin jî ev e.

Li dijî vê êrişê elbet em dê bixwazin cîhan li gel me be. Hêzên cîhanî an herêmê, weke berê em ê dîsan di peywendiyê de bin. Ev peywendî elbet giringin, heya di berjewendiyên Kurdan de be, dê ev peywendî di asta taktîk de her hebin. Lê belê xwe spartina van hêzan ji bo hêzên şoreşê ne pêkane. Lewma helwesta gel û şoreşgerên Rojava li dijî dagirkeriyê ji kêliya pêşî ve tenê berxwedan e. Yên ku li bendê ne, dê rewşek xwespartinê li Rojava derkeve, xwe dixapînin. Ruhê vê şoreşê Apoyiye, beden û rêxistina wê Apoyiye.  Ew hêza şoreşê heye ku pişt li van pîlanan bişkîne û lîstikan xirab bike. Xeta sêyem li Rojava wiha serket, bû pergal û ji cîhanê re bû hêvî. Eger li dijî her êrişê ev xet di asta polîtîk, leşkerî û dîplomatîk de xwe biparêze dikare serkeftina dîrokî mayînde bike.

Çarenûsa me rêbaza me a têkoşînê ye

Dibe ku hinek reşbînbin di vê rewşa şerê giran de. Yên pisporin di şer de dizanin, carnan vekişîn jî beşek ji serkeftinê ye. Lewma li şûna nêrîna teng û demkurt, gelo em ê bikarin demê bi her qonaxa wê bifikirin, kûrbîn û dûrbîn bin? Eger em bikarin ruhê demê bixwînin û bijîn, elbet pêkan e. Dîsa em ê bikarin xwe li gorî rastiya gelê şer dike baştir rapêçin? Zêdeyî 40 sale şerê gelê şoreşgerî dimeşe. Rojava lutkeya vî şerê gel bû. Elbet astek giring heye, ev ast dikare rê li êrişan bigire. Tenê bila pêşengiyek baş a siyasî û civakî hebe. Her wiha gelo em ê bikarin vê piştigiriya cîhanî a ji bo şoreşa Rojava veguherînîn serkeftinek mayînde? Derfet di asta cîhanî de gelek in, bi hamleyên dîplomatîk ev yek pêkan e ku veguhere rêxistin û hevkariyek mayînde a berfireh. Û a herî giring gelo emê ji bo hebûn û azadiyê li dijî vî dijminê dîrokî bi kîjan rê û rêbazê bi ser bikevin? Bersiva vê pirsê ji gelek aliyan ve dikare were dayîn. Lê dinava şerek cîhanî de pêkhatina şoreşa Rojava li ser xeta sêyem, bersiva herî rast e.

Pirsên wisa gelekin, lê çiqas pirsên rast tên kirin gelo? Di vê rewşa weke devê kêrê de, her yek ji me xwediyê dinyayek hêrse, û elbet hêvî… Gotinên me hene, ji dost û dijminan re bêgûman. Lê dem ne ew deme ku gotin li erdê bimîne, dem ew deme gotina me di xizmeta hebûna azad de be. Carnan kiryarek dikare herikîna dîrokê biguherîne. Bi min wisa tê ku ev ew care, ku her yek ji me tevbigere, her yek ji me di vî şerê hebûnê de xwe li eniyekê bide. Gotina dawî ev e, çarenûsa me rêbaza me a têkoşînê ye.