Şerê qeyûm ê li dijî têkoşîn û demokrasiyê

- Roza METÎNA
360 views
Mekanizmayên têkoşîn û demokrasiyê yên li dijî şer û kaosê bi tayinkirina qeyûman her bi êrişan rûbirû hatine hiştin. Niha bi konsepta nû ya tayinkirina qeyûman a li weqif, komele û li dijî rêxistinên civaka sîvîl hişmendiya afirandina kaosê dîsa xwe ferz dike. Berxwedana jinê ya li dijî vê zihniyetê jî ji bo bi ser bikeve didome.

Li dijî destkeftiyên jinan zagon tên derxistin

Ji bo parastina desthilatdariya xwe ya li ser newekheviya zayendiyê, kaos û pevçûnê hatiye avakirin gelek zagonên ji bo destkeftiyên jinê û civakê talûke ne ji meclîsê tên derbaskirin. Ev jî dibe sedem aliyên xebat, raman û wekheviyê pêş dixin bên astengkirin. Tê xwestin bi derbaskirina van zagonan fikir, raman, jiyana civakê li gor xwestekên îktidarê bên dizaynkirin û tevî vê yekê di serî de jin civak bi tevahî bêdeng û bêbertek bên hiştin. Xurtkirina piştevaniyê dibe hedefa herî girîng. Li ser derûniya civakê lîstik tên amadekirin û pirsgirêkên dibe sedema bidawîkirina aramiyê zêde dibin.

Qeyûm alava hişmendiya yekparêz e

Yek ji pirsgirêkên mezin a dibe sedema bidawîkirina aramiyê bêguman tayinkirina qeyûman e. Ev jî wekî bobelatekê ji meclisê derbas bû. Ev sîstema berê li ser şaredariyên bajarên kurdan hat ferzkirin niha hêdî hêdî li her derê Bakur û Tirkiyeyê belav dibe. Demokrasiya tenê bi rê û rêbazên gotina dev û nivîskî nayê parastin û bicihanîn niha bi konsepteke nû ya sîstema tayinkirina qeyûm a alava hişmendiya yekparêz e dîsa bê wate tê hiştin. Serdestiya tê xwestin bê mayindekirin bi tayinkirina qeyûm a ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê nêta xwe ya li dijî felsefeya jiyaneke aram û wekhev dîsa eşkere kir. Di vir de dîsa ya girîng ku derdikeve pêş bêguman têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta yekperest e. Li dijî çanda stûtewandinê belavkirina çanda serîhildanê ya di heman eniyê de wê bibe kelema di çavên zihniyetên yekparêz de.

Desthilatdarî ji rêxistinên civakî ditirse

Qadên rêxistinên bi nêrîneke yekperest tên xwestin bên îlegalîzekirin û hindûrên wan vala bên hiştin niha ji bo parastina vîna gel li berxwe didin. Li dijî kelepçeya li deriyê zanîngehê ket û bi ser de tê xwestin li mejiyê her mirovên serî natewînin bixin, niha hewildan û têkoşînek heye lê belê her têkoşîn û hewildana gel a li dijî îktidara heyî tên terorîzekirin. Ji ber ku tirsa îktidarê ya herî mezin tevger û rêxistina civakî ye. Li dijî xwendekar û gelê ku dibêjin ‘Rastiya me têkoşîna me ye’ tirsek û şerpezebûneke mezin heye. Îktidara heyî bi medyaya xwe ya alîgir êriş û şerekî taybet, sîstematîk, topyekun dest pê dike. Bertekên rayedaran ên tund û tûj rê li pêşiya aloziyê û reşkirina têkoşîna rewa vedikin. Hêrs û neyartiya li dijî wekheviya zayend û civakê sortir dibe. Lê li dijî vê yekê ya rewa û mafdar têkoşîna li dijî zihniyeta dixwaze her derê bike girtîgeh e. Têkoşîneke ji bo rastiya tên xwestin ji wateya xwe bê dûrxistin heye.

Polîtikayên tecrîdê dibe sedema tayinkirina qeyûman

Yek ji sedema herî girîng a mînakên aloziyên rû didin berdewamiya polîtîkayên tecrîdê ne. Tecrîd bi gelek cureyên xwe di nava armancên pergala heyî de cihê xwe digire. Tayinkirina qeyûman, binpêkirina mafan û îşkenceya ji bo civakê rewa tê dîtin hemû di encama polîtikayên tecrîdê de rû didin. Polîtikayên tecrîdê dibe sedema tayinkirina qeyûman û gelek cureyên tevliheviyê. Kesên têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê didin dixwazin bi rêbazên tecrîdê yên cuda bên cezakirin û serî bitewînin. Bi taybet jî bi hinceta pandemiyê ev tecrîd kifştir bû. Ji îşkenceya lêgerîna tazî bigire heta, xwesteka tolhildana bi rêya Vîrusa Koronayê, her pêkanînên bi kêfî yên li girtîgehan diqewimin eynika tecrîda li derve ye.

Hiqûq xizmeta hesabên stratejîk dike

Bi xapandina manîpulasyonê ya di hiqûqê de derdikeve pêşberî me jî tecrîd bi awayekî berfirehtir tê kûrkirin. Ev hiqûqa hemû kesên li dijî îktidarê ye wekî ‘terorîst’ bi nav dike, tenê xizmeta hesabên stratejîk ên xwîna mirovan dimije, dike. Bi van hesaban û komployan hişmendiya zayendperest û yekparêz her xwestiye lînceke mezin pêk bîne. Dewsa ku hişmendiya vê lîncê dixwaze pêk bîne bê darizandin mixabin dîsa têkoşerên li qadan tên darizanin û cezakirin.

Deryê rizgariyê piştevaniya hevpar e

Refleksên demildest û xurt li dijî otoritertiyê wekî zêrê zer e. Li dijî mekanîzmayên serîtewandinê piştevaniya hevpar axir deriyê çareseriyê û rizgariyê nîşan dide. Têkbirina feraseta tayinkirina qeyûman a li her derê xwe ferz dike û weke xencereke di dilê demokrasî û azadiyê de ye, bi tifaqa eniyeke hevpar pêkan e. Di têkoşîna azadiyê ya bi salan de li dijî feraseta çewisandinê hêza hevpar her bûye xwediyê serkeftinên dîrokî. Pêkanîna van serkeftinên dîrokî bi soz û biryareke ji dil dîsa pêkan e.