Şerek bi reng û cewherê jinê

- Site varsayılanı
613 views

CIHAN SEX EHMED-1Berdevka Odeya Çalakiyan ya Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, girîngiya hemleya Reqa û beştarbûna jinê ji vê hemleyê, dîsan têkoşîna azadiyê a ji hêla bîrdozî, leşkerî, civakî û birêxistin kirina gelên Suriyê di pêşengtiya jina Kurd de, ji rojnameya me Newaya Jin re nirxan.

Şerê li Rojhelata Navîn û Suriyê bi hemû giraniya xwe li Rojavayê Kurdistanê hat meşandin û hîna jî didome. Ji destpêka pêvajoya Rojava heya roja îro, hûn wek YPJ bi awayek çalak beştarî pêvajoyê bûn, dema ku mirov pêvajoya salekê bigire dest û binirxîne mirov çi dikare bibêje û dikare behsa roleke çavan a jinan di vê pêvajoyê de bike? 

Ger em qirîza li Rojhelata Navîn û bi taybetî jî li Suriyê ku hîn didome, binirxînin, berê her tiştekê em dikarin vê yekê bibêjin ku xeta modernîteya kapîtalîs hêdî hêdî ber bi îflasbûnê ye û dawî lê tê. Ji aliyê din de, qirîza ku di roja me ya îroyîn de tevahiya herêm daye ber xwe û bûye girêya kûr a pirsgirêkan, encax dikare bi xeta sêyemîn, pêşniyar û projeyên pişkêş dike re bigihe encamê û çareser be. Qirîza li Rojhelata Navîn hatiye pêşxistin û herê zêde jî îro bandora wê li Suriyê tê dîtin ku bi taybetî jî navend Rojava ye, wê li Rojava jî bigihe encamek çareserker û ji bo tevahiya cîhanê bibe cihê bihorîna ji qeyran ê.

Şerê heyî ne tenê li beramberê modernîteya kapîtalîst tê meşandin, her wiha li hemberî hemû hêzên îro li Rojava, li hemberê nirx û hebûna gelan di nav şer dene, ye. Ji xwe tu hêz nikare bibe bersiva çareseriya pirsgirêkên gelên li herêmê. Ne modernîteya kapîtalîst xwedî vê hêzê ye ku çareseriyê bîne, ne jî hêzên kevneşop û îslamî xwedî vê hêzêne ku ji bo hemû gelê xwe cihî û herêmî re bibin bersiv, derveyî êş û wêraniyên ku li pey xwe dihêlin. Ji ber vê yekê jî em wek xeta sêyemîn ku nûnertiya wê netewa demokratîk dike; ev xeta herê rast bû û dikarî ji bo gelan bi modela ku pêşkêş dikir, çareseriyên mayînde bîne. Ji xwe ev yeka han jî di piratîkê de hatiye ispat kirin.

Bi taybetî têkoşîna jina Kurd a îro belavê tevahiya Rojhelata Navîn bûye û di hemû gelan de rihek nû da avakirin, bi pêvajoya Reqayê re gihişt asteke nû. Ji ber ku ev rih di demekê de bilind bû ku jin li bazaran hatin firotin, bi qirkirina fizikî û çandî re rû bi rû dima. Ev têkoşîn peyamek çawan di pratîk û teoriyê de dida hêzên dagirker? 

MANSET-Bê guman YPJ êdî xwedî vê hêz û berpirsyariyê bû ku bikare bi rola pêşengtiyê rabe. Ji xwe ev yek jî ji destpêka pêvajoya Rojava û heya roja me a îro bi vî rengî dom kir. YPJ, ne tenê di Rojhelata Navîn de, her wiha bi têkoşîna xwe ji hemû gel û jinên cîhanê re jî bû çavkaniya têkoşîna ji nû de vejînê. YPJ’ê bi beştarbûna ji hemû çalakî û hemleyên ku ji destpêkê heya îro hatin birêve birin de jî cih girt, di van hemleyan de ne tenê bû mînaka ku li kêleka zilam çek rabike û şer bike, berovajî vê YPJ bû xwedî vê mîsyonê ku pêşengtiya şoreşê bike. YPJ’ê ne tenê pêşengtî kir û şer da meşandin, di heman demê de jin li hemberî zîhniyet û terora çeteyên wek DAIŞ’ê şiyar kir, ew beştarî nav vê têkoşîna dem dirêj kirin. Hêza çalak a jinê, bi jinan da nîşandayîn ku li hemberî vê hêza terorê ku îro tevahiya cihan jê ditirse, çawan serî rakin û şer bikin. A herê girîng jî ev tirs û xofa ku di gel û jinan de hatibû avakirin, şikand. YPJ bû hêza herê çalak a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer bike û vî şerî jî bi ser bixîne.

Ji ber vê mirov dikare tenê bi peyvekê be jî vê yekê bibêje; şerê van salên dawî ku me da meşandin, şereke serkeftinê bû a ku bi rengê jinê dihat meşandin, hebûna jinê û bi nasnameya jina azad dihat birêve birin. Cara yekemîn bû ku jin dikarîbûn bi dengê berz ji tevahiya cîhanê re bigotana, belê vaye emê şoreşê pêk bînin û emin ku xwedî vê hêz û baweriyê ne.

Di tevahiya vê pêvajoyê de we ne tenê ji hêla leşkerî di heman demê de, ji aliyê zîhniyet de jî têkoşîn da meşandin û wek xeta sêyemîn a xwe dispêre azadiya gelan erk girt. Gelo xeta sêyem ango têkoşîna ku xwe dispêre azadiya jinê bandorek çawan li jinên Ereb, Turkmen û hwd. dikir?

Helbet dema ku em behsa pêşengtiya gel dikin, di welatekê de ku gelek li hemberî her cûre êrîşên hovane, talan û qirkirinê re rû bi rû maye, ne pêkane derveyê xwe birêxistin kirin û parastina xwe bi xwe, bikaribe ji vê çemberê rizgar bibe. Ji bo pêşî girtina her cûre qirkirin û êrîşan, yegane rêya çareseriyê hêza gelan a birêxistin kirî ye ku ev jî xwe dispêre parastina rewa. Ji bo vê jî me dît ku hêzek pêwîst e ku bikaribe xwe bi xwe, parastina xwe bike. Ji xwe di şerê li herêmê û pişveçûna hêzên parastina gel û hêzên parastina jinê jî bi me dan nîşandayîn ku ev yeka han pêdiviyeke ku dest jê nabe. Bê guman ev her du hêzên me, bûn bingehê mezin kirin û berfireh kirina têkoşîna gelên li Suriyê ku xwe dispêre hêza gel a xwe bi xwe. Ji xwe piştî demekê şûnde gel giha wê astê ku bikaribe di nav welatekê de, li hemberê her cûre êrîşan xwe birêxistin bike û biparêze. Hêzên QSD û pişketina wê a di pêşengtiya jinê de jî mînaka herê ber bi çav a vê rastiyê ye.

A herê girîng jî rola jinê a di nav vê şoreşê de bû. Ji ber ku a herê zêde bê bawer hatibû hîştin, li bazaran dihat firotin, kêm dihat dîtin û wiha dipan ku wê tu caran nekare parastina xwe bike, wek barekê li ser pişta bab, bira, hevserê xwe dihat dîtin, lê; jinê ev çanda heyî û feraset bi erdî re kir yek. Jinê bi dengê bilind ev yek qêriya û got ku ez ne kêm im, ez jî xwedî nasname û vîn im. Di nav her qadeke şoreşê û şer de cih girtina jina Kurd, bandoreke xwe a mezin li ser civaka Ereb, Tirkmen û Asûrî jî dikir. Têkoşîna jina Kurd ne tenê li herêmê, li tevahiya cîhanê deng vedida û bandor xwe dida çêkirin. Jina Kurd bû nûnera hemû gel û hêzên xwe cihî ku di bin banê hêzên Suriya demokratîk de dihatin cem hev. Bandora  YPJ’ê a li ser jinan hîşt ku gelek jinên xwedî bawerî û civakên cûda, di heman demê de jinên cîhanê jî yek ser baştarî nav vê têkoşînê bibin. Hemû jinên cîhanî deng, reng, nasname û a herê girîng jî rengê têkoşîna xwe di nav YPJ’ê de dîtin. Ji ber vê çendê ye ku îro YPJ ne tenê deng û hêviya jinên Kurd, bûye deng û hêviyên hemû jinên herêm û cîhan ê.

Helbet pêvajoya berê Reqa jî heye. We di pêvajoya firtineya Cizîrê de jî cih girt, lê bitaybetî Reqa çima ji bo we xwedî girîngiyek cûda bû? 

RAKKA YPJBi taybetî dema ku em hemleyek wek hemleya Reqayê bigirin dest û binirxînin ku her kesekê êdî wek paytexta DAIŞ’ê bi nav dikir û wisa dihat nasîn; peyama herê xurt a jinan beştarbûn û serkeftina di vê hemleyê de bû. Ji ber ku çawa jiyan, nirxên jiyanê di şexsê jinê de dihat têk birin û hêvî di şexsê jinê de carekedin ji bo heta hetayî dihat xwestin ku bê bin ax kirin, bersiva jinan bi dengeke berz ji vê yekê re ‘Na’ bû. Bi vê dengê berz jinan carekedin hêvî, nirx û hebûn avadikir. Jinan carekê gotibû ´Na´! Û ev ‘Na’ têra têkoşînek bi hêz a ji bo lêgera jinê dikir. Hêviyên ku di tevahiya mirov û civakan de hatibû tune kirin, carekedin bi jinê zindî dibû. Em dikarin bibêjin ku wê carekedin li ser van axan, jiyan bi destê jinê ava bibe, xweşik bibe û bigihe wateya herê rast.

Ew serdema tarî ku çeteyên DAIŞ’ê wisan texmîn dikirin ku jinê vegerînin ê, bi destê jina Kurd tarûmar dibû, hemû zincîrên koletiyê dihatin qetandin û rengê reş ku nîşaneya çeteyên DAIŞ’ê bû, ji bo heta hetayî dihat têk birin. Ev hemû hovîtiyên ku çeteyên DAIŞ’ê dixwest di şexsê jinê de li ser civakê ferz bike, carekedin di şexsê jina azad û şerker de bi gotina ‘Na’ hat sekinandin. Jinê da diyar kirin ku ew ê tu caran serî tevandin, koletî û binketinê ji bo xwe nepejirîne. Ji bo carekedin li ser van axan bi nasname û hebûnek azad jiyan bike, bide jiyan kirin!.. Serkeftinek di asta herê mezin de bide meşandin û têkoşîna azadiyê bê rawest bidomîne… Ev jî peyama me jinan a herê xurt ji hemleya Reqayê, ji bo hêzên tarî bû.

Tişta herê girîng jî ev bû ku şerê li Reqayê dihat birêve birin, bi rengê jinê bû. Ji bo ku jin bikaribe jiyanek nû dîsan zîndî bike, têkoşînek bi hêz a hebûnê bide, girîng bû ku ev şer bi reng û cewherê jinê be. Jina ku her tim biçûk dihat dîtin, jina ku her tim pê nedihat bawer kirin, berovajî van hemû tiştan bi riheke fedayî, daxwaza têkoşîn û serî rakirina ku wek pêtek ji agir di hondirê wê de mezin dibû, têkoşîna herê xurt da destpê kirin û karî vê têkoşînê heya serkeftinê bibe û bi azadiya jinan tacîdar bike.

Çeteyên DAIŞ, El-Nusra xwestin di şexsê jinê de qetlîam û qirkirina civak û çandên xwe cihî pêk bînin. Hûn dikarin hinekê qala rola jina Kurd a di serkeftina li dijî zîhniyeta heyî de bikin?

REQA12Ger em hemleya Reqayê ji hêla bîrdozî de jî bigirin dest û binirxînin, a rast ev şer, şerê di navbera du hêz an jî bîrdoziyên cûda de bû. Yek bîrdoziya desthilatdaran a din jî bîrdoziya ku xwe dispart têkoşîna azadiya jinê ku xwedî dîrokek qedîm bû. Têkoşînek ku li ser van axan ji serdema neolotîkê heya roja îro rehikên xwe li her derekê belav kiribû. Xwedî çanda dayîka xwedawend bû û nûnertiya hemû nirxên mirovatiyê dikir. Helbet ev şerê em qalê dikin, şerê di navbera van du hêz an jî bîrdoziyan de, şerek pirr dijwar bû. Şerê carekedin vegera heqîqet ê, vegera çanda dayîka xwedawend bû. Ji ber vê çendê şerê di pêşengtiya YPJ’ê de li Reqayê dihat meşandin, şerek girîng bû û bersivek herê xurt bû ku di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de bide hemû hêzên desthilatdar.

Reqa wek mozaîka gelan bû. Her wiha ev gelên ku em qalê dikin, bi awayek wekhev, di nav aramiyê de bi hev re dijiyan. Çeteyên DAIŞ’ê xwestîn jiyana lê tune bikin û wê derê bikin navenda firotin û şikandina vîna jin ê. Ji ber vê jî piraniya jinan, bitaybetî jî jinên Êzidî ku êsîr ketin destê çeteyên DAIŞ’ê li van bazaran dihatin firotin. Cara ewil jin li Reqayê rastê hovîtiyek wiha hat, li bazaran hat firotin. Ji bo vê jî wek YPJ’ê em dikarin bibêjin, hemû hemleyên ku heya niha hatine meşandin, dîsan cenga mezin a tolhildanê jî ne tenê serkeftinek ji hêla leşkerî de bû, her wiha serkefinek mezin a bîrdozî bû. A li Reqayê bi ser ket, bîrdoziya rizgariya jinê bû. Serkeftina vîn û hebûna jinê bû.

Di têkoşîna ku we da meşandin de hûn bi zûr û zehmetiyên çawan re rû bi rû dibûn? 

RAKKA-ACKLAMA-2Me di destpêka şoreşê de zehmetiyên pirr mezin jiyan kirin. Bi taybetî jî li hemberê irf û adetên ku di nav civakê de heta roja îro hatibûn rûnişkandin. Heya wê demê wiha dihat fikirîn ku jin nikare biaxive, nikare derkeve, ji xwe çek rakirin karê herê dawiye ku ew bixwaze bike ye. Baweriyek wiha ku jin jî bikare cem zilam, heta xweser xwe rêxistin bike, çek rake û bikare ji tevahiya civakê re pêşengtiyê bike, nîn bû.  Ferasetek wek ‘jin zeîfe’, ‘jin nikare’, ‘jin kêm e’ serwer bû.

Helbet ligor civakên din, civaka Kurd hîn cûdatir e, jin xwedî taybetmendiyên serî hildanê ye. Lê, di nav civaka Ereb û Tirkmen de ev yek hîn bi zehmet dibû. Ji ber ku ligor jinên ji pêkhateyên din, jinên Kurd ji têkoşîna rizgariya jinê ne xerîb bûn û tesîrek mezin a têkoşîna azadîxwaziyê li ser hebû. Ji ber vê çendê herê zêde me di vê mijarê de zehmetî kêşand ka emê çawa jinên Ereb qanî bikin ku jin jî dikare derkeve derveyê malê, çek hil de û xwe biparêze. Li herêmê bandora eşîran zêde bû, zextên ji nav eşîrê li ser jinan dihat meşandin jî ji xwe ne kêm bûn. Lê, rexmê wê jî me fêrî jinan dikir ka çawan çek hildin, şer bikin û xwe biparêzin. Ev yek girîng bû.