Seroka Parlementoya Herêmê, dayîkên ‘Laçik Spî’ qebûl nekir!

- Berîtan ZAGROS
347 views
Gel rewatî didin rêveberiyan û dikarin ji wan bistînin jî. Bi hezaran nimûneyên îspatbûyî yên vêya hene û di roja me ya îro de jî ev rastî her wisa tê pejirandin. Dixwazim vê gotinê bînim ser desthilata Başûrê Kurdistanê ku qet peywendiya xwe bi civakê re nemaye û rewatiya xwe ji dest daye.

Desthilata Herêma Kurdistanê tevî dîrokeke xwe ya dûr û dirêj heye û hemû raye di dest de ye jî, heya niha nekariye bibe rêveberiyeke gelparêz. Ango ferqeke xwe ji desthilatdar û dagirkerên din ên li Kurdistanê nebûye. Ji ber vê tenê nav Kurd û kêmek jî ziman Kurdî maye. Ji ber pêkanînên ne li rê, dij demokratîk û jinan, xelk anîne astek ku xwezî li ew Saddamê dîkdator ê xwîna bihezaran Kurd rijandiye, enfal û Helebce bi me daye jiyankirin bikin! Xweziya xwe bi dîkdatorekî anîn; helbet eybeke mezine ji bo Kurdan û herî zêde jî eyba desthilata Herêma Kurdistanê ye. Dibe ku ji bo gelek kesên ji dûrve li Başûr temaşe bikin, ev gotin bê wate were dîtin, lê rastiyekê îfade dike. Ji vê gotinê em dikarin bikevin rê û bizanin ka desthilata Herêma Kurdistanê çiqas rewaye anjî ne rewaye. Hêzên dagirker û hêzên biyanî desthilata Herêma Kurdistanê ji bo xwe bikartînin û heya bi karê wan were jî weke hêzek rewaye tê nîşandan. Lê di dema referandûmê de herkes bi çavê xwe dît, kî rewatî dide desthilata Başûr. Maskeya hêzên biyanî û dewletên statûkoparêz di referandûmê de ket û rastî ji aliyê herkesê ve hate dîtin, ji derveyî kulmek desthilatdarên Başûr…

Berjewendiyên netewî dikarin bikin qurbanî

Parlementoya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta herêmê çawa di mijarên aborî, civakî û çandî de guh nadin daxwazên gel, di mijarên siyasî û parastinê de jî bi ti awayî guh nadin daxwazên gel. Ji bo wan pêşekî ne xizmetkirina ji gel re ye, pêşekî xizmetkirin ji berjewendiyên malbatî, kesî û hizbî re ye. Ji ber vê hemû berjewendiyên netewî û gel dikarin ji bo xwe bikin qurbanî. Ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve artêşa Tirk êrişeke berfireh li dijî Başûr daye destpêkirin. Yegane hêza ku li dijî dagirkeriyê disekine jî gerîlayên PKK’ê ne. Hêzên dagirker hem gundan vala dikin, hem daristan û bax û bostanên herêma Behdînanê wêran dikin û qir dikin. Ji bo parastina Başûr gelê Başûrê Kurdistanê bang li hêzên Başûr û pêşmergeyan dike û dibêjin, ‘mil bidin milê gerîla li dijî dagirkeriyê bisekinin’. Berovajiyê hemû bangên gelê Başûrê Kurdistanê û hinek hêzên siyasî yên herêmê PDK 5’ê Hezîranê hêzên Zêrewanî yên girêdayî Mesrûr Barzanî berbi herêma ku şer di navbera gerîla û artêşa Tirk de rû dide ve şand. Jixwe di dîmenên ku ew çekdarên PDK’ê bixwe parvekirin de jî hate dîtin ku çawa pesnê hev didin ji bo êrîş birina ser gerîla. Paşê ew bûyera ku rojeva berxwedana dijî dagirkeriyê guhert ya mirina 5 çekdarên PDK’ê rû da. Destpêkê wisa dan ku balafirên Tirkiyeyê li hêzên wan xistiye, paşê manevrayek kirin û îddîa kirin ku gerîla li wan xistiye. Jixwe ji dîmenên ku bixwe parvekiribûn jî xuya dibe, li gorî mantiqê leşkerî ne gengaze ku gerîla lê xistibin. Jixwe HPG li ser îddîayan daxuyanî dabû û gotibû, bila mijar ji aliyê şandeyeke bê alî ve were lêkolînkirin. Piştî bûyerê şandeyek ji parlementerên herêmê û Iraqê serdana Behdînanê kirin. Lê beriya şande bigihêje cihê bûyerê xirbeyên li şûna êrişê mane hemû ji holê rakirin û serî li agahiyên derew dan. Di vir de dikare bêgotin, PDK ji bo raya giştî ya Kurd a li dijî wê disekine bikişîne gel xwe, ji bo vê jî pêwîstiya wê bi qurbankirina hinek pêşmergeyan hebûye. Yanî bi dilniyayî dikare bêgotin ku PDK pêşmergeyên xwe ji bo berjenwediyên xwe yên hizbî û Tirkiyeyê bi destê Tirkiyeyê da kuştin û kir qurbanî.

Plana Tirkiye û PDK’ê negirt

Lê ev plana dewleta Tirk û PDK’ê jî negirt. Dîsa gel di helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê ya li gel Dewleta Tirk a dagirker de berdewam kir. Ji ber vê hunermend, dayîkên aşitiyê, rewşenbîr, kesên enternasyonalîst û hemû beşên civakê nerazîbûnên xwe domandin. Di vê çarçoveyê de dayîkên aşitiyê ku weke dayîkên ‘Laçik Spî’ tên nasîn, xwestin serdana seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Faîq ya YNK’yî bikin. Rêwaz Faîq bi rêya sekretera xwe bersiveke sosret da dayîkên aşitiyê û got; “Em ti komek bi navê aşitiyê, li parlementoyê qebûl nakin û pêşwazî nakin”. Ev helwesta Rêwaz Faîq dide nîşan ka helwesta wan li aliyê dagirkeran de ye an li aliyê gel de ye. Lê em hemû jî şahidin, desthilata YNK’ê her roj derdikevin ser ragihandinê û îddîa dikin ku ew dijî şer û dagirkeriyê ne. Ancax gotin û kiryarên YNK’ê hevnagirin. Piştî ev hewldana Dayîkên Aşitiyê, vê carê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ ya ciwanên Başûr ku dixwestin li Qendîlê bidin destpêkirin ji aliyê asayîşa Sengeserê ya di qontara çiyayê Qendîlê de hate astengkirin. Tevî hemû hewldanên dayîkan, ciwanan û gel jî YNK hêzên leşkerî anîn asayîşê ji bo dest li çalakiyê werde. Ji ber helwesta neyînî ya YNK’ê gel xwest bi meşê xwe bigihînin Qendîlê, lê rastî destwerdaneke tund a hêzên asayîşê hat. Hêzên asayîşê ku nekarî rê li girseyê bigre, bi bikaranîna tundiya li dijî jin, ciwan û rojnamevanan xwest wan bide rawestandin. Heta gihîşt wê astê ku gule li gel bireşînin.

Şermeke mezin bû!

Lê dema ev yek têgotin, helbet rastiyeke din a divê neyê paşçavkirin heye, ew jî helwesta girseya YNK’ê ye. Sedî 85’ê girseya YNK’ê hemû li dijî dagirkeriyê ne û xwedî hestên bihêz ên welatparêzî û netewîne. Ev yek zexteke civakî li ser YNK’ê dike, carna xwe firen bike û di gotin de jî be, li dijî Tevgera Azadiyê nermahiyekê bide nîşandan. Ji ber girseya ku piştgiriyê dide YNK’ê di dema şerê DAIŞ’ê de gerîla baş nas kir û zanî ku gerîla yegane hêza parastina tevahî Kurdistanê ye. Gelê Başûr bi vê rastiyê bawer dike û bi vê hişmendiyê jî tevdigere. Di vir de gel vêya lêpirsîn kir û ji wan pirsî; “Hevserokên we, rêveberiya we derdikevin dibêjin em dijî dagirkeriyê û şerê Kurd bi Kurd re ne. Eger hun li dijî dagirkeriyêne, çima hûn çalakiyên dijî dagirkeriyê û hemû hewldanên ji bo çareseriyê asteng dikin? Gelo çima gotin û kiryarên we hev nagirin? Em daxwazê ji YNK’ê dikin, xwedî li gotinên xwe derkeve û pêre nakok nebe” kirin. Bi vê peyamê re gel ji YNK’ê xwest ku bi gotinên xwe re nakok nebe û helwesta xwe ya li beramberî dagirkeriyê zelal bike. Eger wisa nebe, YNK jî wê di nezera gel de ji PDK’ê cûdatir neyê dîtin. YNK êdî divê ne li gorî kî bihêze refên xwe diyar bike, li gorî kî heqe refên xwe diyar bike û li gorî wê bikeve tevgerê. Ji ber parastina Başûr tenê bi daxuyaniyan pêk nayê. Seroka Parlementoya Herêmê YNK’yî ye, lê bêyî biryara alîkarên xwe Hêmin Hewramiyê PDK’yî û Mûna Qehwecî ya Tirkmen tevnagere. Jixwe helwesta herduyan a li dijî Kurdan ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Ji ber vê ne qebûlkirina dayîkên laçik spî ji aliyê Rêwaz Faîq ve şermeke mezin bû!