Şêxzade Direxşende Xanima Ayîtî

- Berjin TEKOŞER
301 views
Di her nivîsekê de em hewl didin dest bavêjin çîrok û serpêhatiya jinek ê; ger kêm û nebes be jî wê rûpoşa li ser rûpelên dîrokê bide alî û di şexsê wan jinên Kurd de ku mohra xwe li dîrokê dane, dîroka xwe carekedin xuyanî bikin. Em ê di vê nivîsê de jî we ber bi salên 1293 xurşîdî bibin û jina Kurd Şêxzade Direxşende Xanima Ayîtî (Merdoxî), bi we bidin nasîn.

Şewqa li asoyan

Şêxzade Direxşende Xanima Ayîtî ku wek Şêxzade Şenî Xanim jî tê nasîn, keça Şêx Mihemmed Merdox ê Kurdistanî ye. Ew wek jinek bi nav û deng a malbata Merdoxî Huseynî tê nasîn. Nav û dengê wê ew çend belav bibe ku dê wê wek şewqa li asoyan dibiriqe pênase bikin û bigirin dest. Li gor agahiyên heyî, Şêxzade Direxşende Xanima Ayîtî di dîroka 2/1/1293 Xurşîdî de, li bajarê Rojhelatê Kurdistanê Sine tê dinyayê. Ew di sala 1397 a Hicrî, li gor dîroka Xurşîdî di sala 1356’an de, di temenê xwe yê 63 salî de diçe ser dilovaniya xwe. Gora vê jina hêja li cem gora malbata Mela Ehmed Nodeşî, li ser bilindiya tepê Şerefolmûlk (yan jî tepê Şêx Mihemmed Baqir), li bajarê Sine ye.

Koka Direxşende Xanima Ayîtî

Keça Şêx Mihemmed Mardoxê Kurdistanî, Direxşende Xanima Ayîtî, ji nifşa Emîr Mihemmed Baba Merdox, Merdoxê Hewramî tê. Her wiha diya wê Siyedzade Xetîce Xanima ji malbata Hecel-el-islam Kurdistanî û ji nifşa Şêx Mistefa Textoy Merdoxî ye. Şêxzade Direxşende Xanim yek ji jina zana a malbata Sadat Merdoxî ye. Wê xwendin û şîrovekirina Quran û hedîsên Benewî, her wiha pirtûka Golistan a Sedî û dîwana Xacê ya Hafizê Şîrazî li cem bavê xwe yê zanyar dixwîne û fêr dibe. Ev jina zanyar, ji bilî van fezîletan, jinek wejevan a Kurd e û di warê wêje û zimanê foklora kurdî de xwedî behr û afirîneriyek ber bi çav bûye. Hêjayî gotinê ye ku wê bi dehan efsane, çîrok û anekdotên kurdî, her wiha berhevokek ji şîret û gotinên wêjeyî yên xweş vegotiye. Tê gotin ku ev berhevoka dewlemend hatiye berhev kirin û tomar kirin.

Nêzikatî ji kurdayetî û çanda wê re

Şêxzade Direxşende Xanim ne tenê di çend qadên hûnerî de, belkû ew di qadên wêne xêzkirina ser paç û hwd. de jî xwedî jêhatîbûnek bê hemta bûye. Ev jina bi nav û deng bi qasî dilnizmiya xwe, ewçend jî di danûstandin û nêzikatiyên xwe de jî dilnizm û baş hatiye nasîn. Tê diyarkirin ku Şêxzade Direxşende Ayîtî, di tevahiya dirêjahiya jiyana xwe de, cil û bergên Kurdî yên resen li xwe dikir û wisa tevlî civatan dibe. Ji hêla dermankirina xwezayî ve jêhatî bûye û ew bi dermanên kevneşop û taybemendiya xwe ya zanîna nebatên dermanên li Kurdistanê dihat nasîn; jixwe tê gotin ku di vê mijarê de bêhemta bûye. Ew her giya û nebatekê baş dinase, feydeyên wê dizane û li gor wê jî dermanan çêdike. A rast ew di qada dermankirinê de di asteke herî jor deye. Lê dema ku em nivîsên di mijara wê de dinêrin, em pir kêm rastî van mijaran tên. Yanî tenê bi peyvekê balê dikşînin ser vê aliyê wê û derbas dikin. Lê belê em pir baş dizanin ku di civaka Kurd de jin her tim di xwezayê de li pey lêgerînekê bûye, lêkolîn kiriye û ji giya û ji nebatan feyde wergirtiye, ji nexweşiyan re bûne derman û bi rola bijîşkên îro rabûne. Wan jinan ji bijîşkên îro re pêşengtî kirine, heta mirov dikare bibêje ji wan jî wêdatir bûne; ku em îro jî vê rastiyê pir baş û ber bi çav dibînin, dijîn.

Jinên ku dîrok nivîsîn

Ger em li dîrok û têkoşîna jina Kurd binêrin, em ê bibînin ku bê hejmar jin li ser vê axa bi bereket, axa Mezopotamyayê rabûne û di qadên cihê de têkoşiyane û bi rengê xwe xuyanî bûne. Wan çi di qadên zanist û siyasî de be, di qadên civakî, wêje û hunerê de jî rol lîstine. Nemaze hin jinên Kurd ên wek vê jina zanyar ku di pêşxistina wêje, ziman û çanda Kurd de mirov nikare rol û keda wê ji nedîtî ve bê. Ji bo wê jî, ger zehmet be jî û em di gelek ciyan de tenê rastî navê yek ji van jinan jî bên, em ê bi hestyarî û eqlê xwezayê nêz bibin û xwe bigihînin dengê wan û siya ku li ser wan pêçaye bidin alî. Li cihê ku pêwîst kir bibin dengê wan û biherikin, li hin cihan bibin rengê têkoşîna wan û carnan jî ji bo xwe bigihînin şopên wan em ê bibin coyek ji hestan û di peyvan de biherikin. Dîroka me jinên Kurd tuje berxwedan û mezinahî, têkoşîn, ked, fikir û raman e. A divê em bikin, pêşandana vê keda bi berxwedan û têkoşînê barkiriye. Ger jinê karî be rexmê ku di tevahiya dîrokê de rastî zehmetî û pirsgirêkan hatibe jî, nehatibe dîtin û bizanebûn ser hatibe nixumandin jî, deng û rengê xwe wiha xuyanî bike, weke ku bi rik rûpûşa li ser xwe biqelîşe û li asoyan şewq bide, wê demê em jî dikarin hîn zêdetir xwe bigihînin vî dengî. Wê demê ya ji me re jî dimîne ew şewq xîzkirin û bi her awayî pênase kirin e.