Şikandina tabûyên civakî bi werzîşê re

- Newaya Jin
309 views
Şoreşa Rojava wekî şoreşa Jinê hate binavkirin. Piştî şoreşê li qadên weke çand û huner, ziman û werzîşê de derfetên bingehîn ên ji bo civakê û bi taybet ji bo jinan hatin afirandin. Piranî tiştên ku beriya şoreşê ji bo jinan weke mijara şermê hatin nirxandin bi têkoşînek bêhempa gav bi gav tên derbaskirin. Jin êdî di her qada jiyanê de, di xebatên  siyasî, civakî û leşkerî de cih digirin.

Piştî êş û azarên mezin ên jinan, ew xwe di her qada jiyanê de pêş dixin. Jinên li Rojava û Bakur Rojhilatê Suriye bi eleqeyek mezin tevlî qada werzîşê dibin. Di vê qadê de weke li qadên din jî jinan hêza xwe nîşan da û bi têkoşîna xwe tabûyên civakê şikand.

Federasyonê yekemîn lîga fitbolê

Parçeyek girîng ji wan xebatan jî bi keda desteya Ciwan û Werzîşê tê birêvebirin. Desteyê bi xebatên xwe hewl da pêşdarazên civakê ên di qada werzîşê de bişikîne. Bi xebatên xwe dixwaze zêhniyeta mêraniyê di nava werzîşvanan de bişikîne. Jinan bi têkoşîna xwe karîn beşdarî pêşbirk û çalakiyên werzîşê bibin. Bi vê têkoşîna xwe re jinan mafên xwe yên bingehîn bi dest xist. Cara yekem sala 2018’an Federasyona Werzîşê ya Herêma Cizîre hat avakirin. Federasyonê yekemîn lîga fitbolê bi 4 tîmên werzîşê ên jinan ava kir. Ji ber astengiyên malbatê avakirina vê lîgê ne hêsan bû. Destpêkê ji ber nepejirandina vê fikirê xebat bi lawazî pêşketin. Di gavên dawî de jî pêşketinên ber bi çav ên jinan di werzîşê de derketin pêş. Jin di hemû lîstikan de hêza xwe nîşan dan û serkeftinên wan li tevahî Bakur Rojhilatê Suriye xuya kir.

Bi serkeftinê re gihand rêzikên asta yekem

Bi riya damezrandina çend tîmên futbolê û damezrandina yekemîn lîga futbolê ya jinan hin tîmên jinan beşdarî lîga Sûriyeyê bûn û biserketin. Ji bilî şampyonê jî du serdem li pey hev sernavê lîgê stendin. Lîga Futbolê ya Jinan û her wiha tîmên Amûdê di lîga voleybolê ya jinan de biserketin. Wan xwe bi vê serkeftinê re gihand rêzikên tîmên asta yekem ya lîga giştî ya Sûriyê. Endamên ji wan klûban di lîstikên takekesî de jî tevlî gelek pêşbirkan bûn û bi serketin. Di lîstika tekwando, karate û maseyê de di rêzên pêş de cih girtin. Jinên Ciwan êdî bi piştgiriya malbatên xwe li ser asta parzemîna Asya, dikarin werzîşê bikin û di beşdariya li welatên din jî herêmê temsîl dikin.

Jinên ciwan xwe di qada werzîşê de pêş xist

Bi xebatên Federasyonê êdî şopandina malbatan ya zarokên xwe hat teşwîqkirin û jinên ciwan bi serkeftî tevlî lîstok û çalakiyan dibin. Nivîsgeha lîstikên Jinan bi damezrandina Akademiya perwerdeyê ji bo lîstikên cihêreng û bi amadebûna mamosteyan jinan birêxistin dikin. Ji bo jinên ciwan derfetên perwerdeya hakemtiya di asta herî jor de hat birêxistinkirin.

Çend tîmên fitbolê en federasyonê avakir jî ev in;

• Qamishlo – Asayish – Al Amude

• Qendil – Fadnik – Cûdî – Biman

• Al-Tariq û Serdem.

Ofîsa jinan, jinên ciwan di werzîşên fitbol, voleybol, basketbol, tekvando, karete, kickboxing, ajotina bisikletê û tenîsa maseyê de perwerde dike. Ew dibêjin ‘Em dixwazin jin di her qadê de nûnertiya welatê xwe bikin’. Ji bo vê jî derfetên werzîşên cûrbecûr ji bo wan diafrînin û bi van gavan astengî û qalibên kevneşop ên civakê dişikînin. Piştî beşdarbûn zêde bûn û jinên ciwan xwe di qada werzîşê de pêş xistin, ew îro dikarin di jiyana werzîşê ya asta cîhanî û navneteweyî de hêza xwe nîşan bidin.

(Miha MUHAMMED)

***

Me tîmên werzîşê avakir

Li her qadê ku bi taybet jin serkeftinan bidest dixin li vê qadê jî tevî astengiyên malbatan, dijmin jî astengiyan derdixe. Sedema vê jî ew e ku wan xebatan weke nasnameya xwedan nifş digire dest. Pêşeroja welat girêdayî nasnameya jinên ciwan e. Jinên ciwan ên werzîşvan jî vê yekê dibînin û bi sekna xwe li dijî nakokiyên zayendî û zêhniyeta civakê têdikoşin û ew bi karê xwe serkeftî ne. Ev zêhniyeta mêrserwer dibe sedema ferzkirina sînoran û dixwazin bi vê yekê re pêşiya jinên ciwan bigirin da ku nikaribin bi erka xwe rabin. Lê jinên ciwan tevî hemû astengiyan jî di helwêsta xwe de bi israrin û zêhniyeta ku bi hezaran salan pêşiya jinan girt bê nirx dikin. Wan got; Em dixwazin bi rêbazên cuda pêşiya vê zêhniyetê bigirin. Ji bo vê jî hewl didin xebatên pêşxistina jinên ciwan bimeşînin da ku wan bikişînin nava xebatan. Hewldanên me ev in ku piştgiriyê bidin wan û di her warî de alikariya wan bikin.

Bi kedekê mezin me tîmên werzîşe avakir

Di çarçoveya xebatan de em bi riya semîner, kampanyayên hişyarkirinê û perwerdeyan hewl didin huner û jêhatîbûna jinên ciwan zêde bikin. Em bi damezrandina komên hunerî û tîmên werzîşê dixwazin hejmara herî mezin a jinên ciwan bikişînin û motive bikin. Di nava van karan de hem dikarin werzîşê bikin, hem jî pêşandanên werzîşê organize bikin. Ji bo vê jî li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriye mihrîcan û pêşbirkên şampyonî ên çand û werzîşê tên lidarxistin. Em dizanin ku werzişên jinan li van deveran hema hema tune bûn, lê bi kedeke mezin ya endamên xebatên werzîşê me hem tîmên cuda ava kirin û hem endamên wan tîman beşdarî pêşbirkan kir.

Em hêvî dikin ku bandorek erenî biafrînîn

Ji bilî tîmên tekvando, karetê û hilgirtina kîloyan, damezirînerên wan koman beşdarî gelek pêşbirkan bûne. Wê pêşbirkên taybet ên jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Suriye jî bên lidarxistin. Ji bo pêkanîna pêdiviyên jinan jî emê klûbên werzîşê ji bo jinan ava bikin. Em hêvî dikin bi wan klûban bandorek erenî biafrînin.

(Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Cezîrê)

***

Gelek serkeftinan bidest xist

Lîstikvana navnetewî Dilyar Hisên di werzîşa Tekvando de gelek serkeftinan bidest xist. Dilyar Hisên tevî astengiyan û tevî şert û mercên zehmet jî di daxwaza xwe de israr kir. Wê bi helwêsta xwe serkeftinên xwe yên di werzîşa tekvando de bi awayekî sazûmanî gihand asta herêmî û navnetewî. Dilyar Hisên endama Koma Roj ya dibistana Pilingên Tekvando ye. Destkeftiyên ku jina werzîşvan heya niha bi dest xistine jî sînorên herêmê derbas kirin.

• Sala 2010 û 11’an ew bi werzîşa Tekvando de di asta Sûriyê de bû yekemîn.

• Sala 2011’an wê di Olîmpiyata Sûriyê ya yekemîn de cihê duyemîn wergirt.

• Sala 2012’an jî hazirtiyê kir ku sala 2013’an tevlî perwerdeyekê li Hewlerê bû.

• Di sala 2013’an de cara yekemîn di asta navnetewî de xelatek wergirt.

• Piştî wê Dilyar xwe ji bo pêşbirkên di qada navnetewî ên sala 2015’an de amade kir û 2016’an tevlî pêşbirka li Urdunê bû. Di vê pêşbirkê de xelata zêr wergirt.

• Sala 2017’an ew beşdarî pêşbirka li başûrê Koreyê bû.

• Sala 2018’an dîsa tevlî pêşbirka li Amanê bû.

• Dilyar Hisên weke din tevlî festîvala Hewlêr ya Navnetewî bû.

• Di kupaya navnetewî de wê di asta yekemîn de xelata zêr wergirti û koma wê jî di nava hemû komên jinan de asta yekemîn bidest xist.

• Werzîşvan Dilyar Hisên wekî din tevlî şampiyoneya li Beyrudê jî bû û li wir xelata zîv stend.

Jina ciwan ya werzîşvan diyar kir ku piştî şewba virûsa korona ku li tevahiya cîhanê bû sedema astengiyên cidî, derfet çêbûn ku bi riya dijîtal tevlî platformên werzîşê bibe. Wê wan derfetan li gorî pêşketinên di qada werzîşê de bikar anî û di werzîşa tekvando de dîplomayên bilind bi dest xistin.