Sînemaya Sêvînaz Evdikê

493 views
Derhênera sînemayê Sêvînaz Evdikê ji bajarê Serêkaniyê ye. Sêvînaz Evdikê ku li Bakurê Kurdistanê sînema xwendiye, ev şeş sal e li Rojava di komîna filman de xebatên sînemayê dimeşîne. Sêvînazê di gelek projeyên komînê de cih girtiye. Her ku derfet çêbûye, Sêvînazê rêya xwe ya sînemayê firehtir kiriye bi projeyên nû.

Kurte filma Mal û herî dawî jî filma dirêj Berbû xebatên herî giring yên Sêvînazê ne. Sêvînaz Evdikê bêy dudilî her pirsa me bersivand. Jinek Kurd, ciwan di nava şoreşê de çawa bû derhênera sînemayê?. Di vê hevpeyvînê de me xwest serpêhatiya serkeftinê ya jineke derhêner vebêjin.

Em dikarin pêşî te nas bikin?
Ez Sêvênaz Evdikê me. Endama komîna filman a Rojava me. 1992’an li bajarê Serêkaniyê hatime dinyayê. Heta Bekelorya min beşê ilm li Serêkaniyê xwend. Piştre li Dêrazorê min çar salan termiyo, beşê hişmendiya zarokan a pêş dibistanê xwend. Sala çaran min dev ji dibistanê berda û ez derbasî Amedê bûm. Min li navenda Çandê ya Cegerxwîn sê salan sînema xwend.

Te çima biryarek bi wî rengî da?
Destpêkê jî min dixwest herim sînemayê bixwînim. Lê rewşa malbata me ya aborî û civakî ne alîkar bû ku ez herim. Piştî wê dayîka min nexweş ket, ji ber nexweşiyê em mecbûr man herin Amedê û ez li wir mam.

Lê ew xeyalê te her di zaroktiyê de hebû?
Min her tim dixwest ez sînemayê bixwînim. Ya rast min dixwest du tiştan bixwînin; pêşî min dixwest bibim astronot, piştre an danser, an jî sînemager.

Hûn kîjan salê çûn Amedê?
2011-2012’an min li Amedê sînema xwend. Li navenda çandê ya Cegerxwîn, bi Kurdî min beşa sînemayê xwend. Navenda Cegerxwîn girêdayî şaredariyê bû, mamosteyên me hemû Kurd bûn, ders bi Kurdî didan.

Di beşa sînemayê de pêşî te çi kir?
Destpêkê min montaj dikir. Gava pêşî dema min teknîk dît, min pir jê hez kir. Teknîkê bala min kişand. Lê piştî çend mehên pêşî derbas bûn, êdî min fam kir teknîk ji bo min nabe. Min dît, keyfa min ji çîrokbêjiyê re tê, ez hez dikim çîrokan bêjim. Mamoste jî bi min re alîkar bûn. Mamosteyên me yên senaryo, çîrok û teoriya sînemayê hebûn. Wan jî ferq kirin, ez dikarim divê beşê de baştir bim. Ji ber wê min xwest ez senaryo binivîsim. Sala yek me qedand, sala didu, sisê êdî beşa min li ser kar dikir senaryo bû.

Cudabûna çandê ya di navbera Bakur û Rojava de bandorek çawa li ser te kir? Te zehmetî kişandin?
Ji zehmetiyê bêhtir, ez fêr bûm. Gava ku ez ji Rojava çûm destpêka şerê Sûrî bû. Nû nû heval derbasî Rojava dibûn. Min hevalek jin nas kiribû, navê wê heval Nûcan bû. Jina herî zêde bandora wê di jiyana min de heye, ew e. Dihat malê, em bi hevre diçûn ji bo yekîtiya Star me civîn çêdikir. Ez pê re bûm, lê min baş fam nedikir çi heye. Dema ez derbasî Amedê bûm, wê demê şaredarî di destê me

de bû. Li wê derê min baştir fam kir ka tevger çawa li jinê dinêre. Jin kî ye, jin çî ye, ez dikarim çi bikim, dikarim di kîjan astî de azad bim, ez fêr bûm li wê derê. Ji ber ku têkiliya min bi Amedê re li ser saziya Cegerxwînê re pêk dihat. Di rêya navenda Cegerxwînê û mamosteyên xwe re min karî nas bikim. Ji bo min fêrbûna jiyana jinek şoreşger, an jî fêrbûna mirovê azad li Amedê pêk hat. Peywendiya min ya bi Amedê re çavkanî bû.

Di destpêka şoreşê de şerê yekem li Serêkaniyê çêbû? Vê bandorek çawa li te kir?
Dema şer çêbû ez li vir bûm, li Serêkaniyê bûm. Ji 2011’an ve me dayîka min ji ber nexweşiyê dibir û dianî. Heftiyekê piştî şer dayîka min ket, em tirsiyan rê bê girtin û em çûn li wir man. Vê yekê bandorek çawa kir?. Nîvê malbatê li wî alî mabûn, birayê min, babê min, heval Nûcan li pey me mabûn. Heft, heşt mehan wiha bû. Em li Amedê bûn, lê dilê me li Rojava bû. Me bi şev nobed digirt, li nûçeyan dinêrî; ka binêrin gihane kî derê, kê kî der standiye. Gava ku agahiyek dihat; mesela dema gotin dêra Serêkaniyê standine, ez zanim me li Amedê govend gerand. Di heman demê de li Amedê jî tiştna çêdibûn. Wê demê bi rastî min hîs kir Kurdistan ne parçeyek, çar parçe ye. Ji bo her çar parçeyan jî divê tu ked bidî.

Em werin ser sînemayê. Wekî jinekê di beşa sînemayê de zehmetî çibûn?.
Destpêkê min dixwest karê teknîkê bikim. Li Sûrî, li Rojava ev yek zêde ne li pêş e. Dema ez derbasî akademiya Cegerxwîn bûm, ez bi hêrs bûm. Dema bixwazim tiştek bikim û nehêlin ez bikim, ez ji qezî ve dikim. Min xwest ez karê teknîkê bikim, min xwest ez fêrî ronahiyê bibim. Gotin ronahî ji te re nabe.

Çima gotin nabe?
Gotin ronahî pir giran e, divê tu biçî cihên bilind, tu nikarî. Wê çaxê min şerekî gelek mezin kir li gel mamoste. Heman mamosteyan ez fêrî şoreşê dikirim, di heman demê de şerê min li hemberî wan hebû. Çawa ez nikarim teknîkê bikim, çawa nikarim kamerayê hilgirim, çawa nikarim karê ronahiyê bikim. Piştî salekê êdî mifteya odeya teknîkê bi min re bû. Yanî min fam kir ez dikarim wî karî bikim, wê demê min got temam ez heznakim vî karî bikim, ezê tiştekî din bikim. Lê zehmet bû, destpêkê em sih şagirt bûn, di nava wan de em tenê sê jin bûn. Piştî pazde rojan jinek çû, em man du jin tenê. Muxatabê vî karî ne em bûn, em tenê weke şagirt bûn li wir. Navenda Cegerxwîn li ser wekheviya jin û mêr hatibû avakirin. Lê di têkiliyên şexsî de muxatabê vî karî ne em bûn, wekî zarokan li me dinêrîn. Taybet ez û Stêrk ya hevala min, ku me herduyan bi hev re qedand, weke zarokan li me dinêrîn. Tenê ji ber ku em jin bûn û em nû derbasî vî karî bûbûn. Destpêkê zehmet bû, lê 4 kesan sînema qedand û em herdu jin di nava wan çaran de bûn.

Sedema kêmbûna jinên derhêner û xebatkarên sînema yên jin nêzîkatiyên zilam in, an jî helwesta jinê ye?
Ew mijarekî gelek komplekse, girêdayî gelek tişta ye. Weke jinên Kurd em di malekê de mezin dibin, heta ku ew mal bi devê xwe ji mere nebêje hûn nikarin bikin, bi hemû hest, şêweyên hatina mêvanan, çêkirina xwarinê, şêweyê rabûn û rûniştinê, şêweyê ku tu pê li televîzyonê dinêrî cuda ye. Medya me fêrî tiştekê dike, malbat me fêrî tiştekê dike. Di dibistanê de tiştekê fêrî me dikin. Ev hemû bi hevre şêweyekê ava dikin, ku helwesta jinê jî tine ye. Di heman demê de ew nêzîkatî ji xwe her hene. Wan nêzîkatiyan ev helwesta qels ava kirine. Hemû bi hevre jinekê ava dikin heta bixwaze jî newêre bêje, an jî nizane bixwaze jî. Tiştê niha ez ferq dikim, di jinên bi me re kar dikin de jî, ne ku helwesta wan tine ye, nizanin çi dixwazin. Fêr bûne, serê sibê radibin berî her tiştî malê paqij dikin. Berî her tiştî nafikirin pîlana min ji bo îro çiye. Di beşê teknîkê, kostum, makyajê de jin li gel me hene û jinên lîstikvan jî hene. Jinên li vir ne tenê lîstikvan in, ji ber em jiyana komînal dijîn em hemû xebatê bi hev re dikin. Lê ew jina lîstikvan berî ku rabe bêje ezê rola xwe nas bikim, ew ê çavê min çawa binêre, ez ê çawa baxivim, radibe qehwê ji me re çêdike. Ev ne tiştekî îro û doh e, ev tiştekî bi sedê salan hatiye avakirin, heta gihiştiye astekê. Gelek sal hewce dike ji bo tu biguherînî. Ji ber wê hem helwesta jinê, hem nêzîkatiya zilam beşek in ji tinebûna helwestê.

Di nava malbata te de ev helwest çawa bû?
Malbata min ez azad hişt im. Dema ku ez li bisîkletê siwar dibûm, li Serêkaniyê yek keç lê siwar nedibû. Dema diçûm zanîngehê babê min digot bixwînin, ji bo betlaneyê venegerin, hûn vedigerin çi dikin, li wir bimînin. Azad bin, herin Şamê, herin derek din, herin Latiqiyê. Lê ziraviyên tiştan hene. Nimûne babê min digot azad bin, birayê min digot azad bin, ji sînemayê hez dikirin. Lê dinêrîn, montaj dikirin, kamera di destê wan de bû. Lê dawiyê serê sibê dayîka min radibû ji gişa re taştê çêdikir. Dayîka min firavîn ji gişa re çêdikir, dayîka min paqijî dikir. Vê yekê ji gotina babê min ya ‘azad be’ zêdetir bandor li min dikir. Şêweyê ez pê radibim, rûdinêm, biryarê distînim…Çima berî ku dayîka min nexweş bikeve, min negot ezê herim sînemayê bixwînim. Sala ku ez derbasî zanîngehê bûm, navenda Cegerxwîn ava bû. Û çavên min biriqîn dema navenda Cegerxwîn ava bû, lê min negot. Ev tiştên ziravî ne, bêhtirî ku malbat çiqasî te azad dihêle, hîn jê kûrtirin.

Bawerim du birayên te Têmûr û Azad jî beşa sînemayê qedandine. Nêzîkatiya wan niha ji te re çawa ye?
Her du jî ji min ditirsin. Taybet Tîmûr di Cegerxwînê de mamosteyê min bû. Lê Tîmûr li Amedê ma û ez vegeriyam. Ev pênc sale ez li Rojava me. Di nava tevgera jinê de jî cihê xwe digirim. Di komînê de jî rêveber im. Ez nema êdî xwişka wan ya biçûk im. Ew vî tiştî baş fêm dikin. Azad dizane ez mala xwe xwedî dikim, dayîka xwe û babê xwe xwedî dikim. Ez hem weke jinekê bi malê radibim, hem aliyê ekonomî, hem aliyê jiyanî, hem jî di sînemayê de ez gavên xwe davêjim. Ew her du jî dizanin. Bêy wan, raste wan ez fêr kirim, lê bêy wan ez gavên xwe davêjim. Hebûna min ya di komînê de ne bi Azad bû, ne jî bi Tîmûr bû, min bi xwe kir. Di setê de carna Tîmûr ji min ditirse, nimûne ez ronahiyê çêdike, ez derhêner im. Ez dibêjim, min hezar carî gotiye vê ronahiyê wilo neke. Fedî dike, radike, çêdike. Yanî têkilî sed û heştî derece hatiye guhertin.

Di komîna film a Rojava de tu rêveberî, tu kengê tevlî vê xebatê bûyî?
Dawiya 2015’an ez derbasî Rojava bûm, yekser ez derbasî komînê bûm. Destpêkê min tenê alîkariya produksiyonê dikir. Dema ez hatîm komîna film, filmê ‘Çîroka bajarên wêranbûyî’ çêdikir. Hîna sala wan temam nebûbû. Ez wek alîkara produksiyonê bûm. Berê di konferansa çandê de biryar hatibû wergirtin ku festîvala sînemayê were lidarxistin. Li Bakur jî min hinek xebatên festîvalan kiribûn, lewma min xwe pêşniyaz kir. Piştî festîvalê hevalan biryar da ku ez derbasî rêveberiyê bibim. Bi hilbijartinê çêbû. Ji destpêka 2016’an ve ez di rêveberiyê de me.

Di kîjan projeyên komînê de te cih girt, rola te çi bû?
Ji derveyî çêkirina filman, gelek projeyên komînê hene. Li gundan, bajar û taxan projeya nîşandana filman heye. Di wir de min wekî koordîne cihê xwe digirt. Ekîba nîşandanê bi tena serê xwe bû. Ji avakirinê heta niha ez karê festîvalê bi rêve dibim. Komîteya me ya festîvala film a Rojava heye. Festîval îsal dikeve sala pêncan. Di hin filman de min wekî produktor, di hin filman de wek alîkara derhêner, di hin filman de alîkara montajê bûm. Ez karê peywendiyan yê komînê jî dimeşînim. Nimûne filmên komînê dişînim festîvalên derve, bi nîşandana filman ya derve re ez eleqeder dibim.

Weke jinekê di van projeyan de te bi çi mîsyonê cih girt û çi bi te re pêş xist?
Dema nû hatîm komînê jin ji zilaman zêdetir bûn. Lê jinan berdewam nekir. Dema nû hatim komînê astengiyên zêde ji jinan, ne ji zilaman bû. Ji ber jinên hatibûn komînê demek dirêj di nava şoreşê de mabûn, an jî di nav de mabûn, lê bi teorî ne bi pratîk. Yanî dilê wan bi şoreşê re bû, ne pratîk bû. Rola xwe weke jin pir baş bi cih nedianîn. Ya min jî, ez cuda bûm. Ne tinê ez, çend jinên din jî hebûn. Ji derveyî vê, hevalên komîn rêve dibirin zilam bûn. Yên ku di biryaran de cih digirtin zilambûn. Yek du mehên pêşî vê ez matmayî dihiştim. Ez dihatim min digot tiştek lazim e, digotin here ji fîlan hevalê xort bixwaze. Lê vê rewşê zêde dewam nekir. Piştî du sê mehan ji xwe hevserokatiya komînê ava bû.

Weke jin te pêşketinek da avakirin di vî karî de, te rengê jinê da projeyan?
Ez wekî kes na, hemû jinên komînê bi hev re. Niha hevaleke me heye destpêka komînê de ji bo were kar xwe di ser dîwar re diavêt. Ji ber babê wê derî lê digirt, wê xwe di ser dîwar re diavêt, dihat tevlî kar dibû. A niha projeyên wê hene, filmekê ji bo Jinwar çêdike, belgefilmekê bi tena serê xwe çêdike. Di piraniya filmên komînê de cihê xwe di koordîneyê de digire. Jin li cihekê bûn xwedî biryar û me bi hevre guhertin çêkirin. Piştî sal, salek nîvê komînê temam bû me vîdeoyên li dijî şîdeta li ser jinê amade kirin. Her tiştê wan vîdeoyan me jinan amade kir. Di nava demek kurt de rewş guherî, hevalên xurt jî êdî bi me re bûn alîkar.

Projeyên te yên kesî çi ne?
Gava Reqa rizgar bû, kurte filmek hebû, min nivîsî bû, em çûn me kişand. Nawê kurte filmê Mal bû. Mal, çîroka jin û zarokên bermayên şer e. Ji ber dema li Reqayê şer hebû, hemû çîrok li ser jinên şoreşger yên li dijî DAIŞ’ê şer dikirin û serî hilda bûn. Lê kesê qala piştî şer nedikir. Medya dinyayê hemû hat dît, jinan li dijî DAIŞ’ê şer kir, Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir. Lê çûn, Reqa jî wekî bajarek wêrankirî ma wekî bajarên din. Çîroka Reqa ne tenê ya Reqa ye, ya Cez’a, ya Serêkaniyê, Kobanê û Şengalê ye. Piştî ku ew şer qediya ew jin, ew zarok, ew civak, çi dijîn kesê qala wê nekir. Erk ek li ser milê min, hemû jinên komînê ew bû, çîrokên medya balê nakişîne ser wan, çîrokên welatê me divê em bêjin. Ji ber medya dizane hinek tişt ji bo berjewendiyên siyaseta dinyayê giştî ne. Ji bo Reqayê dinya xirakirin, lê ji bo Efrînê yek bi tinê jî neçû. Ew erka me ye êdî em wan çîrokên nehatî gotin bêjin. Kurte filma Mal jî çîroka zarokên jiyana xwe bi bernamyên şer dewam dikin dibêje. Dema wê 8 deqîqe bû. Beşek ji projeya piştgiriya jinên Sûrî bû.

Projeya te ya dawî çiye?
Projeya herî dawî ya min filma dirêj Berbû ye. Ev projeya min ya yekem a metraj dirêj e, bi piştgiriya hemû komînê çêbû. Komînê hişt hêzek wisa çêbe, ez bêjim temam em filmek dirêj çêkin. Mijara filmê çîroka sê jinan, sê bûkên Serêkaniyê ye. Çîrok ya dema êrişa Tirkiyê ya li dijî Serêkaniyê ye. Çîrok civakî ye. Bêhtir çîrokên jiyîna wê rewşê ne. Bûk jî mîna sedem, hêcet em bi kar tînin ji bo em wê rewşê bêjin. Di dawiyê de çîrok ne ya bûkan, ya civakê ye. Wê civakê çi kişand, nakokî û guhertinên di nava civakê de çêbûn, biryara hin kesan li hemberî kesên bê biryar, bandora giran ya wê êrişê li ser miletekê ku li mala xwe dijî, tenê dixwaze darên xwe av bide. Bêhtirî vê, ti êrişek vî miletî li hemberî vê dewletê tine bû. Ev dewlet hat, ev bajar wêran kir, miletê wê jî koçber kir.

Di nava vê xebatê de çend kesan cih girt?
Li pişt kemarayê 20 kes xebitîn. Serê sedê 80’yê lîstikvanên me jin bûn. Zilamên heyî jî ji xwe henek dikirin, digotin tu me wek dekor bi kar tînî. Zilamên heyî zava ne, babê bûka nin, rolekî wan yê mezin di filmê de tine ye. Di dawiyê de em her tiştî ji çavên wan bûkan dibînin. Zêdeyî 30 lîstikvan hene.

Te çima çîrokek bi vî rengî bijart?
Ji ber ku ez dikarim vê çîrokê bêjim. Di destpêkê de du sê çîrok hebûn, min dixwest li ser Serêkaniyê tiştekê bêjim. Pêşî min xwest ez çîrokekî qehremaniyê bêjim. Çîroka jinek YPJ’yî an zilamek YPG’yî. Mînak heval Elî bi me re ye, her cara çîroka wî tê gotin ez sê rojan ranakevim. Lê ez nikarim bibim zimanê wê çîrokê. Belkî ne aniha ye. Ez hêza xwe nabînim, qehremaniya wî pir mezin bû. Ez li hemberî wê pir biçûk im. Lê çîroka civakê ew e ya ku ez dikarim bêjim. Ji ber ku ez tê re derbas bûm. Belkî wek zimanê sînemayê jî di asta herî baş de dernekeve. Lê ez zanim, ew mirovên hene, ezê heqê herkesî bidim wan. Ji ber ku hestên min bûn, hestê dayîka min bûn, hestê xwişka min bûn. Ji ber wê, ez fikirîm, çîroka ku tê re derbas bûme, hestên wê ji bo min temam e, rûniştî ye, ez dikarim baştir bêjim. Min çîrokek din jî nivîsî, heta hevalên me jî gotin temam em wê bikişînin. Ew jî çîroka xalê min bi xwe bû. Em pênc şeş rojan li laşê wî digeriyan. Me nizanî bû, şehîd e, an na. Min pir fedî kir gava ku min dest bi wê çîrokê kir. Min got ez kî me, ku dikarim çîroka xalo bêjim. Ew li Serêkaniyê bû heta dawiyê, lê ez ne li wir bûm, ez nikarim wî bêjim. Çi derbas kir di deqîqeyên xwe yên dawî de ez nizanim. Ji ber wê min biryar da, çîroka civakî ku min bi xwe derbas kiriye, ez dikarim bêjim. Ya min Nadiya, jinên din jiyaye, ez dikarim bêjim.

Weke hunermend mîsyona we çiye di nava şoreşê de?
YPJ’ê jinek wisa ava kir, dema em lê binêrin em ji xwe fedî bikin. Mînak ez, qaşo ez çûme zanîngehê ez zane me û ez xwendî me. Lê cîranek min hebû hemû jiyana xwe di malê de derbas kiribû, jêre digotin ne xwendiye, tiştek nizane, li ser xwe kar nake. Gava gulleya pêşî li Serêkaniyê teqiya, wê jinê çek hilda û li hemberî dijmin şer kir. Ez jî çûm Amedê. Wê jinê dersa jiyanê ya herî mezin bi min da fêrkirin. Û bêy ku gotinekê ji min re bêje, bi pratîka xwe da fêrkirin. Wê jinê tiştek got ji min re, ku ez nikarim pê re bim, divê herî kêm ez li pişta wê bim. Ya ku hişt em li vir vî karî bikin, ne gotinên min bûn, ne zanîngeh ne jî akademî bûn, ev hêza YPJ’ê bû. Ya ku hiştiye em heft heşt jin bi mehan li vir karê sînemayê bikin jî ew hêz e. Wê hişt em bibin ev jina niha. Bi demê re jinên karên civakê dikin jî barê hêzên jin yên leşkerî hinekê rakirin. Destpêkê me dikarî em klîbek çêkin, vîdeoyek çêkin, me ew radigihandin. Lê niha em dikarin çîrokek wan bêjin. Bi pirtûkekê, bi filmekê an bi helbestekê. Em dikarin êdî çîrokên wan bêjin, em bibin zimanê wan. Wan xwîna xwe da, em jî di astekî wisa de ne, çîrokên wan bêjin. Yanî ne bi qasî gavên wa ne, lê me gav avêtine. Hewceye em ji bîr nekin û nedin jibîrkirin ku em wan gavan xurttir bavêjin.

Bi giştî tu asta sînemaya Kurdî ya niha çawa dinirxînî?
Sînemaya Kurdî li gorî her qadê diguhere. Sînemagerên diasporayê
hene, yên li xerîbiyê jiya ne. Lê sînemagerên li welatê xwe û çîrokan dibêjin hene niha. Lewma hem ast tê guhertin, hem şêweyê pê çîrokan dibêjin tê guhertin. Mînak aniha tu filmên Kurdî nîşan bidî, yên sînemagerên li derveyî welat-Ewrupayê, yadê wê bêje min nayîne ziman. Wê bêje ez hest nakim, ez jê fêm nakim, jê hez jî nakim, du seetan ez li wê filmê nanêrim. Xwe di jiyanek din de anîne ziman, vê jiyanê mîna jiyana Kurdan nîşan didin. Eynî wekî derhênerên Ewrupî çawa Kurdan nîşan didin, ya wan jî ew zimanê wan çêbûye, ew nêrîna wan ji bo Kurdan çêbû ye. Sînemaya Kurd li Rojhilat pir pêşketiye, pir serketiye. Li Rojava çawa ye, gavên li beşên din yên Kurdistanê avêtine hîn me ew gav ne avêtine, hîn em hewl didin. Bi baweriya min, em hewl didin zimanek nû ji sînemayê re çêbikin. Yanî zimanê civakê bi xwe be. Filma ku em bibin li festîvalek pir mezin nîşan bidin, divê dayîkên me lê binêrin û jê hez bikin. Jê fêm bikin û bêjin, ha binêre ev wek filankesê ye. Zimanê sînemaya Kurdî ya di nava civaka me de hatibe qebûlkirin, li derve jî karibe me bide nîşandan. Di heman demê de sînemayek şoreşgerî be, hewldanên wê yên guhertinê hebe. Ne tenê wek filmên Behmen Gobadî bêje ewqas belengaz û feqîr hene di nava Kurdan de. Belengaz û feqîr jî hene, lê binêrin jina Kurd jî wilo kir, heta bi hemû ziraviyên wê. Ne ku em şoreşê tenê wek şer nîşan bidin, yanî şoreş di hundirê sînemaya wan bi xwe de hebe. Ev niha li Rojava tê avakirin. Li Bakur destpêkir, pir baş jî bû. Lê demên dawî ji ber zextan piranî sînemagerên Kurd hatin girtin, an derketin derveyî welat. Belê li Bakur dest pê kir, li Rojava jî gavên herî xurt davêje. Ji ber tiştê li Rojava çêbûye pir girêdayî me ye. Ne ku em li mal in, li gel cîranan çêdibe, di hundirê mala me de çêdibe. Ji ber vê jî bawer dikim di dema pêş de wê baştir be. Berî panzdeh salan belkî di festîvalên mezin yên filman de filmek Kurdî hebû, an tine bû. Lê aniha tu dijî kîjan festîvalê tu çend filmên xweş yên Kurdî dibînî. Di astek baş de ye. Xeta sînemaya Kurdî di dinyayê de çêdibe.

 

Em gelek spas dikin ji bo we wext veqetand û em serkeftinê ji we re dixwazin.

 

Ez jî gelek spas dikim.